Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 92an e. Ev nimûneyên zargotinê yên helbestkî me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye. Nivîskar nimûneyên folklora me veçêkirîye, bi helbestkî nivîsîye û raberî me dike.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 92

Xelîlê Çaçan

Xwedîya meqesê

Go rojekê mêr û jin

Berbi kewşena diçin,

Diçin zevîyê bibînin,

Ku biçînin, hilînin.

Û yek didrû zevya xwe,

Le’sa ser hev radixe.

Ew kêlendîyê tûj dike,

Berê le’sê xar dike.

Mêr ji jinê dipirse:

Ew kêlendî ye, yan de’s e?

Jinik dibê: – Meqes e!

Yeke jinê, yeke mêr,

Herdu hevra têne jêr,

Mêr dibê: “Keçê, bes e!”

Jin dibê: “Na, meqes e”.

Û ew hêdî-hêdî tên,

Disekinin li ber çêm.

Mêr dîsa jê dipirse:

– Ew kêlendî ye, yan de’s e?

Jinik dibê: – Meqes e!

Mêr ben davêje navê,

Wê dadixe nav avê,

Dîsa jinê dipirse:

Jin dibêje: – Meqese!

Mêr şirîtê berdide,

Av wê dajo û dibe…

Niqoyî avê dibe jin

Û bi tilîyê xurt û kin,

Hela jê ra ne bes e

Dîsa dibê: “Meqes e”.

Mêr go: “Hekê meqes e,

De here, ji te ra bes e!…”

 

Kur û bav

Go, merîk hebû bê ewled-tewled,

Wî nehîştibûn ne hec, ne ziyaret,

Wî dida salê heta sed qurban,

Sal donzdeh meh bûn serê rê-dirban.

Axîna wî bû zareke kurîn,

Û bedena wî ne dibû hêşîn.

Rebê keremê, xwedê fenayê

Rojekê jî ewledek dayê.

Û derbaz bûn meh, û derbaz bûn sal,

Û ew gede bû xortekî tîtal…

Û hat wextê wî zewac û jinê,

Bavê zewicand edetê dinê.

Û kur bû xweyê kozî û kulfet,

Û jina wî jî zef xirab derket.

Bav îdî kor bû û ji ya xwe ket,

Lê sist bû qudûm, biriya hereket.

Hêsîrî kete ber dest û mestan,

Baharê koç kir û hat zivistan…

Û rojekê bûk mer ra dibêje:

– Bavê xwe bibe mêşe, bavêje.

Û îlaca kur îdî tê birîn,

Dilê wî kurtîyê dibe derd-birîn…

Û ew kurê dilbikevir

Ji kirina xwe qe şerm ne kir,

Anî bav kire sepetê,

Rabû û da serê rê.

Ew kurê pîs, ne merî

Bav bir nav mêşe terî.

Sepet ser mil anî xar

Û ha gote bavê jar:

– Tê bimînî li vira

Û bibî xurê gura…

Bav go: -Bibe sepetê,

Rokê jî kêrî te tê,

Wê te têkin sepete,

Berê te bidin qurbetê…

Min maye tevir-bêrek,

Nahemlîne min yêrek…

Kê tîne serê kesa,

Tê serê pisê-pisa”…

Xort şerm kir jı kirina decal,

Bav hilda û anî mal…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev