Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serhildanên Bedirxanîyan di sala 1878an da û ya Şêx Ubeydulle di sala 1880î da

Serhildanên Bedirxanîyan di sala 1878an da û ya Şêx Ubeydulle di sala 1880î da

Me di 91 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa bi sernavê “Serhildanên Bedirxanîyan di sala 1878an da û ya Şêx Ubeydulle di sala 1880î da” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandîye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -92 

Piştî şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1877-1878a da, ku bi wê yekê va bi dawî hat, ku piranîya axa Tirkîyê ya li Asîya Biçûk ji dêst çû, tirk ketibûne heyra wê yekê da, ku Kurdistan jî ji dest wan neçe, ku wana pey serhildana Yezdanşîr ra xistibûne bin destê xwe û destpê kirin bi serokatîya Îzmayîl-axayê zalim di warên kurda yên çiyayî da çend êkspêdîsyon dane derbazkirinê. Hema piştî dawîhatina şerê bi Rûsîyayê ra tirka careke din dest avîtine çeka bona kurdên serîhildayî aş bikin.

Di meha çirîya pêşin sala 1878a da eşîrên Motikî û Reşkotî serî hildan û pişt ra jî serhildan belayî li ser eşîrên kurda yên mayîn bû, li ser temamîya axa ji başûrê Wanê, Mûşê û Bîtlîsê bigre heta were bigihîje sînorên Mêsopotamîyayê – Hekarî, Botan û Behdînan jî di nav da – bayê azadîyê dimilmilî (pervedida). Serokatîya kurdên hişyarbûyî, ku haziraya şerê dijî tirka dikirin, lawên Bedirxan – Huseyn beg û Osman beg hildane ser xwe, ku ji malbetên kurda yên here bi nav û deng bû.

Di wan dema da Huseyn beg mîralîyê Barêgeha sereke ya Tirkîyê bû. Di îlona sala 1878a ewî ji Konstantînopolê îzina hêsabûnê sitend û çû Helebê, ji wir jî ser çemê Diclê ra revî Cizîrê.

Vira ew gihîşte birayê xwe – Osman beg, serokatîya serhildana kurda hilda ser xwe, bi xwe desteya ji 6 hezar şervana bire ber wargê Dihê (ji bajarê Sêrtê riya 4 sehetan e). Li vira ewî hebûna dewletê û kîlera çeka xiste bin destê xwe, qaymeqamê wira dîl girt û desteya xwe careke dinê bire Cizîrê.

Hukumeta Tirkîyê destxweda ji Sêrtê, Dîyarbekirê, Erzîncanê û Erzurumê (serhevdu 17 taxbûr) şand bona himberî şervanên kurd yên serîhildayî şer bikin û serokatîya wan jî siparte Fêrîk-Şaban paşa.

Berî gişka eskerên ji Sêrtê (3 taxbûr bi 3 topavêja va) hatine Dihê. Wana ew war zevt kir, kafkûn kir û 35 kurdên ku dîl ketibûne destê wan, darda kirin. Lê hema di wan dema da Huseyn beg bi 12 hezar eskeran va ji Cizîrê ketibû rê û dihate hewarê. Ewî dor li desteya tirka ya ji Sêrtê girt û ew mecbûr kir teslîm bibe.

Kurd ji wê serketina mezin ya hindava tirka da, ku ne li bendê bûn, pir firnax bûn. Êzdî jî hatin gihîştine desteya Huseyn beg, lê hemû kurdên Hekarîyê tivdîra xwe didîtin bi jimareke mezin şervana bişînin ji bo alîkarîyê. Lê zûtirekê eskerên tirka, ku ji her alîyên Asîya Biçûk dilezandin bêne hewara eskerên xwe, gihîştine hev û kurdên ku serî hildabûn ji hev dane belakirinê, lê mîralî Huseyn beg çû Konstantînopolê bona gunehê xwe efû bike.

Bi gotina konsûlê me yê sereke yê berê li Erzurumê Obêrmîllêr, “kurda ji bo wê yekê serî hildabûn, ku serxwebûna xwe li xwe vegerînin, ku di dema Bedirxan da (wextê padşatîya sultan Mehmûd) hebû û ew yek jî dabûne ber çeva, ku piştî şerê dawî bi rûsa ra hurmeta hukumê tirka di nav milet da ketibû”(1).

Di dema ewê serhildanê kurdên Dêrsimê rehet mabûn, ji ber ku tirka serekê wan – Şêx Huseyn bertîl kiribû.

Piştî sal û nîveke serhildana lawên Bedirxan Kurdistan careke din rabû himberî dîwana tirka û vê carê bi serokatîya Şêx Ubeydulle.

Me derheqa wê yekê da ji we ra gotîye, ku di dema şerê di salên 1877-1878a da Ubeydulle bi amadekirina alayên kurda yên ji bo ordîya Tirkîyê, alîkarîke mezin da hukumeta tirka. Tenê bi saya serê qedir û hurmeta wî bû, ku kurdên Hekarîyê û Botanê, ku teslîmî tu kesî ne dibûn û gotina tu kesî bendî tiştekî ne dihesibandin, ketine nava desteya Wanê. Ewî şêxî, ku li Farizistanê xwedî 4 gundên mezin bû (di herêma Somayê da, ku şahê Îranê wek hedya ser demeke bê sînor dabû wî), heta çendsed kurdên Farizistanê jî anî pişta Tirkîyê.

Şerê bi Rûsîyayê ra, ku nav û hukumê Îzmayîl paşa di nav kurda da hema bêje qet ne hîşt, lê nav û hurmeta Ubeydulle da bilindkirinê, ji ber ku rûsa tu cara zora wî ne biribûn. Ew jî bi saya serê wê yekê bû, ku ew di wextê da ji rasthatina bi desteya gênêral-milazim Têr-Xûkasov xwe ta da. Wek berê tevaya Kurdistanê bawerîya xwe “wî mirovê buhurtî” dianî û bawer dikir, ku ew ecêbên mezin dikare bike.

Piştî şêr hukumeta tirka îdî behsa Ubeydulle ne dikir û ew bîr jî ne dianî. Ubeydulle wan dema biryar kir wê tevlihevîya ku li Kurdistanê heye, bi aqilane bi kar bîne û ala serhildanê ya dijî Tirkîyê bilind bike. Hukumeta tirka gava derheqa vê yekê da pê hesîya, her firsend bi kar anî bona wî bîne alîyê xwe. Lê ne mêdalya û hedyayên giranbuha, ku ser wî da dibarandin, ne bertîl û ber gerîn daxaza wî neşikênandin. Portoyê dît, ku ew nikare pêşî li tevgera li Hekarîyê bigre, biryar kir serhildana kurda bi rêyeke ji bo xwe destdayî pêşda bibe.

Di dawîya meha tîrmehê sala 1878a Ubeydulle li Şemdînanê kongrêya şêxa û xelîfa da derbazkirinê. Ji temamîya Kurdistanê û heta ji Sivasê û Amasîyayê jî gelek şêx û xelîf hatibûn. Di wê kongrêyê da hate biryarkirinê Yekîtîya eşîrên kurda saz bikin, ango Lîga kurda.

Hinek şêxên, ku ji alîyê hukumeta tirka da hatibûne kirînê, di wê kongrêyê da pêşnîyar kirin, ku li her dera ermenîyên Tirkîyê û xaçparêzên mayîn qir bikin. Lê Ubeydulle derkete himberî ewê pêşnîyarê û got, ku “Eger hetanî niha Porto piştgirîya kurda kirîye, ew her tenê bona xatirê wê yekê bûye, ku me rake himberî xaçparêzên Anatolîyayê û eger ermenî li van dera bêne qirkirinê, wî çaxî qedirê hukumeta tirka îdî wê bi kurda ra hesaba rûnenê”.

Nerazîbûnên di nav şêxa da û tecrûbeya serhildanên kurda yên berê yên dijî tirka Ubeydulle anîbûne ser wê bîr û bawerîyê, ku ewê nikaribe di şerê himberî tirka da ber xwe bide. Lê ewî ew fikra ji serê xwe dernedixist, ku dikare hişyarbûna kurda bi kar bîne û biryar kir dewleta kurda ya serbixwe damezirîne û perçekî axa fariza jî bike navê. Li şêwrdarîya dawî ya derheqa wê pirsê da, ku li gundê Nêrîyê hate derbazkirinê û 5 şêx, 21 xelîf, 42 mîrze û 68 beg hatibûne wira û xîyala hemîyan jî damezirandina Kurdistaneke serbixwe bû, Ubeydulle xeberdaneke bi gotina we kir û di qisa xwe da derheqa hesînên kurda yên rasteqîn hindava hukumeta tirka da anî ber çeva û ji bo wê jî em xeberdana wî li jêr tam (hemû, bi tevayî) raberî we dikin:

“Împêratorîya Ottomanîyê berî 550 sala hatîye damezirandinê. Osmanî bi rêyên ne qanûnî gihîştine wê yekê, bi destî serhildana. Ji ber ku gorî şerîyetê sultan gerekê ji malbeta Muhemmed be, lema jî serokatîya Osmanîya hindava musulmana da tiştekî ne qanûnî ye. Xelîf Osman bi xwe jî ev yek zef rind zanibû. Osman texmîn kir, ku ev sebeb paşdemê da dikare tesîreke gelekî xirab li ser dewleta sazkirî bihêle, ew piştî çend salên padşatîya xwe ra çû Mekkayê, bona dua li Xwedê bike, seba li wira aminaya Xwedayê Mezin bi dest xe: bi ala pêxember va, mûyên rîyê Muhemmed û tiştên mayîn va. Osman bi eskerekî pir û karmendên hukumetê yên derecebilind va gihîşte Mekkayê, hîvî ji pêşîyên min yên buhurtî kir, bona destûrê bistîne xwe bigihîne ziyaretên, ku me li jorê bi nav kirin. Wî çaxî, dema ew tiberkên batinî dane wî, pêşîyên min jê ra gotin: “el, Osman!” (ango, “hilde, Osman!”) û wî bi navê sultan va bi nav ne kirin. Ez wê jî bêjim, ku ew tiberk di nav sal û zemana da ji destekî derbazî destekî mayîn dibû û tirka jî bi demê ra gotina “el, Osman” guhartin û kirine “Alî Osman” (ango, “Osmanê Mezin”). Lê dema piştî 400-500 salên hukumdarîyê hukumeta osmaliya şerîyet da alîkî û qanûnên kafira qebûl kir, di wî çaxî da destpê kir sist bibe û niha gihîştîye ber devê hilweşînê. Û ew hilweşîn usa bi lez pêşda diçe, ku tu şik tune, ku zûtirekê ew împêratorî wê tam ji hev here û hilweşe. Bi vî awayî, lawên min yên ezîz, gorî emirê bav û kalên min, bese em tehmûl bikin û wek berê hemwelatîyên tirkên bê dîn û îman bin. Em gerekê rizgar bibin. Ne tenê osmali, lê fariz jî gorî şerîyetê bûne kafir, ji ber ku hukumeta fariza nahêle ku sunnî bi banga ji minara herin dua xwe bikin û fariz ne qedirê pêşîyên me digirin, ne jî qedirê goristanên wan.

Ev herdu hukumet di canê me da bûne qirnî û nahêlin, ku em pêşda herin, ji ber wê jî pêşîyên min emirî ser min kirine, ku her kesekî dîndar û bawerîya xwe bi Quranê tîne, gerekê bona parastina dîn û azadîya welêt ber xûna xwe nekeve. Eger em firsendê bi aqilane bi kar bînin, emê bi ser kevin. Fariz niha bi turkmena ra şer dikin û turkmena temamîya hêza xwe birine wira. Ji ber wê jî ji bo êrîşa me ya li ser Farizistanê niha demeke gelekî baş e. Eger guhdarîya fariza li ser Turkmenistanê jî nîbûya, em gerekê wî çaxî jî ji wan netirsîyana, ji ber ku Farizistan ancax bikaribe 100 hezar esker derxe şêr û nîvê wan jî hemwelatîyê me ne, kurd in û ji dest hukumeta zalim da gelek kişandine. Ji ber ku perçekî Kurdistanê bin destê Farizistanê da ne, lema jî lazim e em pêşî himberî dijminê xwe yê sist şer bikin û kurdên xwe rizgar bikin û emê bikarbin wana bikine xweyî-xudanê welatekî dewlemend û ekindar, wek welatê Azirbêcanê û wî çaxî hêza me wê xurttir bibe û emê bikaribin dijî dijminên xwe yê diha bi hêz – osmanliya şerê xwe bikin. Eger em hêvîya xwe bidine ser çiyayên xwe, ewê nikaribin me têr bikin. Gelo hûn çi dibêjin? Gelo hûn hazir in bi min ra tevayî pêşda herin? Eger tiştekî weyî gotinê heye, dikarin bêjin”.

Gişka jî gotin, ku ew qayîl in û hazir in bi a Ubeydulle bikin, gurra wîda bin. Hema wê rojê merivên zane û cêribandî şandine Xoyê, Ûrmîyê, Salmastê û bajarên mayîn bona peydakirina çeka, fişeka, cebirxana û h.w.d.

Kurda ji bo wê yekê dixwest bavêjine ser Farizistanê, ji ber ku dixwestin temamîya Azirbêcanê ji bin destê Farizistanê derxin û ji wê şûnda tu gavekê jî pêşda neçin. Lê ew daxaza kurda ya yekemîn bû û wana biryar kiribû eger di wî karî da bi ser kevin, pişt ra jî wê êrîşî li ser Tirkîyê bikin.

Daxaz û planên Ubeydulle ewqas mezin bûn, ku bi ser ne ketin.

Pêşda biryar kiribûn bona êrîşî li ser Farizistanê bikin, gerekê sê alaya saz bikin û di nav wan da jî ya sereke bi serokatîya Şêx Ebdul-Qadir (lawê Ubeydulle yê herî hizkirî) û Hemze axa (serekê eşîra kurdên Farizistanê yên Mukrî), gerekê bavîta ser Tewrêzê. Du alayên mayîn li ser axa Farizistanê hatibûne sazkirinê(2) û ew jî gerekê xantîyên Ûrmîyayê, Salmastê, Xoyê û Makûyê zevt bikirana.

Ubeydulle bi xwe jî gerekê tevî wê alayê bûya, ku gerekê êrîşî li ser Ûrmîyê bikira.

Payîzê (di meha îlonê da) alaya Şêx Ebdul-Qadir û Hemze axa, ku tê da 1000 kurdên Hekarîyê hebûn, dakuta Erdelanê û ji berê va bi kîsî kurdên ji eşîrên Bîlbas û Mukrî, ku gelekî mêrxas bûn, alaya xwe bi hêztir kirin û Soûc-Bûlax zevt kirin û di wan dema da îdî di wê alayê da weke 7 hezar şervan hebûn. Dû ra kurda Ecem-Şîr hildan, li wir zordestîyên mezin li hemû binecîyên şiyî kirin, firnên nên gişk şewitandin, pişt ra berê xwe dane Eşterûxê, temamîya herêma Mîandobê, xênji bajarê Mîandobê zevt kirin, dû ra jî bajarê Zewarê xistine bin destê xwe (piştî ku du roja bi eskerên fariza ra şer kirin, ku ew bajar zevt kiribûn).

Ji bajarê Zewarê (wirta pareke binecîya qir kirin bona ku wana piştgirîya eskerên fariz kiribûn), kurda berê xwe dane bajarê Mîandobê. Bajar bi dîwarekî zexm va hatibû parastinê û bin destê eskerên fariza da bû. Kurda ew bajar jî hildan û hemû binecîya zêrandin.

Dû ra kurda bajarê Meragê hildan û alaya Ebdul-Qadir û Hemze axa bi serketin nêzîkî Tewrêzê bû û 25-30 kîlomêtra dûrî bajêr hêzên xwe berevî ser hev kirin û haziraya şerê giran dîtin. Vira piranîya eskerên Hemze axa ji hev bela bûn û destbi karê talankirina binecîya kirin, hinekên mayîn jî xwe veşartin bona malê dizî bibine malên xwe.

Ubeydulle bi xwe dema behsa derheqa serketina alaya Hemze axa da bihîst û jê ra gotin, ku alaya wî îdî ranêzîkayî li bajarê Tewrêzê kirîye, dewsa wê yekê, ku here hewara wî bona bi tevayî êrîş bibine ser Tewrêza ji hal ketî û bi hizûra xwe kurdên Hemze axa ruhdar bike, ewî şaşîyeke mezin kir: armanca sereke – Tewrêz hîşt û destbi karê duwemîn kir – destbi hildana bajarê Ûrmîyê kir.

Ubeydulle malûmatî sitend, ku desteya xelîf Mehemmed Sehîd êrîşeke xurt birîye ser dijmin, himberî eskerên fariza yên bi serokatîya Îhpalî Dewlet (ser riya berbi Ûrmîyê) bi mêrxasî ber xwe daye û bi xwe jî ji Nêrîyê ala pêxember di dêst da berê xwe daye bajarê Ûrmîyê.

Binecîyên vî bajarî texmîn kirin, ku zora Îhpalî Dewlet birine û Ubeydulle jî haziraya xwe dibîne êrîşî li ser Ûrmîyê bike, çend parlemêntar (metranê katolîka, du mîsyonêrên Amêrîkî û ermenîyek) şandine bal Şêx û ji wî ra gotin, ku dixwezin bajêr bê şer teslîm bikin. Ubeydulle biryar kir rojtira dinê êrîş bibe li ser Ûrmîyê, lê alaya fariza ya Îhpalî Dewlet pêra gîhandibû şev derbazî bajêr bibe, ew jî wî çaxî, gava alaya kurda ya Muhemmed Sadiq ji berê da karê xwe kiribû riya wana bibire.

Piştî wê yekê Ubeydulle di nav sê roja da êrîş bire ser bajêr, lê paşê karê xwe kir dor li bajêr bigre.

Di dema dorlêgirtinê behs gihîşte Ubeydulle, ku xanê Makûyê Temir (Têmûr) bi hêzeke mezin ji alîyê Salmastê ser wan da tê(3).

Ubeydulle bêy ku dirêj bifikire, alaya bi 2000 şervana va ya Muhemmed Sadiq şande dijî Temir xan. Lê di rê da ew alayî şêlandin, ji ber wê jî ew ji rê dagerîya û tûşî şerê bi xanê Makûyê ra ne bû û ji ber wê jî xanê Makûyê di şerê xwe da bi serketin pêşda diçû û dawî gihîşte warê, ku heta Ûrmîyê riya sê seheta bû. Wî çaxî Ubeydulle bi xwe derkete himberî Temir xan û ew li ber gundê Bîlawê pev çûn û di wî şerî da kurdên Ubeydulle 350 şervan şehîd dan. Hema wan dema çend kes ji navê hukumeta tirka – di nav wan da Hesen axa û qaymeqam Reşîd beg – ji Wanê hatin bal Ubeydulle bona wî qanie bikin dest ji şerê bi fariza ra bikişîne, ji ber ku fariz jê pir xurttir in.

Ubeydulle, ku piranîya şervanên wî piştî binketina di şerê rex gundê Bîlawê da ji hev bela bûbûn, texmîn kir, ku şerê paşdemê bêfeyde ye, ji ber ku di bin destê wî da şervanên usa mabûn, ku tenê kêrî talana û şêlandina dihatin.

Ubeydulle, ku pê bi pê li pey Temir xan diçû û ji berê va gelek şehîd didan, xwe li riya vegerê girt û bi şervanên xwe yên mayî va bi riya Cinis Kelê va hate Sîredosta tirka û li wir rastî Mehemmed Sadiq hat, yê ku berî bavê xwe hatibû Tirkîyê.

Alaya Hemze axa, ku li Tewrêzê bû, hema pê hesiya, ku Ubeydulle xwe li riya paşdavegerê girtîye, destpê kir bi rêyên çivane berê xwe da Erdelanê û Hekarîyê.

Dakutana Ubeydulle li Farizistanê bi vî awayî bi dawî hat. Di wê êrîşê da kurda weke 600 gund şêlandin û talan kirin, gelek fariz, teter û kurdên riat hatine zêrandinê. Em nikarin tam bêjin, ku di dema êrîşa li ser Farizistanê çiqas mîlîsên kurda hebûn. Dibêjin, ku wextekê di bin serokatîya Ubeydulle da 40 hezar şervan hebûne. Lê gorî salixên konsûlê me yê berê li Wanê K.P.Kamsarakan di bin destê Ubeydulle da him ji kurdên Tirkîyê û him jî yên Farizistanê serhevdu 10 hezar şervan hebûne(4).

Bal kurda weke 6 hezar çekên dûravêj hebûn. Pareke wan çeka (yên bi cûrê Hênrî Martînî) ji şerê buhurî yê di salên 1877-1878a da li bal wan mabû, lê di dema şerê duwemîn da wana ew çek ji hukumeta tirka sitendibûn, lê piştî şêr ew li wan venegerandin.

Usa xuya bû, ku hukumeta tirka pêşîyê da merî dikare bêje ku razî bû, ku kurd bi şerê bi fariza va mijûl bûn û ji wan ra sergêjîya çênekin û heta bi surî pesinê Ubeydulle jî didan û ditirsîyan eşkere wî bilind bikin, ji ber ku tirsa wan ji wê bû, ku rewşa wan di meydana navnetewî da dikare xirab bibe.

Bi wê êrîşê va girêdayî hukumeta Farizistanê serhingê ordîya xwe Mîrze Riza xan şande Wanê. Ew serhing bi resmî çûbû bal tirka û baylozê Farizistanê li Konstantînîpolê jî dew dikir, ku Ubeydulle ceza bikin, lê hukumeta Tirkîyê bi menîyên cuda-cuda cezakirina Ubeydulle paş dixist. Tenê tevbûna welatên Awropayê Tirkîyê mecbûr kir, ku qedirê peymanên navnetewî bigre, ji ber wê jî Ubeydulle girtin û birine Konstantînopolê.

Hukumeta Tirkîyê ji tirsa, ku dikare biqewime serîhildanên kurda belayî li ser axa Kurdistana Tirkîyê jî bibin, di dawîya meha çirîya pêşin sala 1880î 12 taxbûrên peya, alayîke deştê, 24 topên ji bo bikaranîna li çiya û 100 siyarî şandine wilayeta Wanê û ew li bajarên Hekarî û Wanê dane cîwarkirinê. Hema di wê salê da, di dawîya meha çileya pêşin da ew esker ji wan dera paşda anîn.

Sebebê sereke yê serneketina Ubeydulle ew bû, ku kurd nikaribûn bi ciddî û heta dawî şerê dijminê xwe bikirana. Dema qala şer tê kirinê, tenê talan û şêlandin bi serê wan ra derbaz dibe û ew di wî karî da tim jî serketî bûne. Heta ku kes destê wan negire û ew bikaribin arxayîn û bê tirs talana bikin, ew pey serekên xwe diçin. Lê hema ku di şêr da hinekî zor li wan bikin (eskerên fariza nikaribûn himberî kurda berxwedaneke ciddî bikin), ew destxweda ji hev bela dibin û dest ji serokên xwe berdidin.

Cûrê şerkirina kurda li vê serhildanê da bi awakî zelal ew fikra derheqa kurda da îzbat dike, ku hetanî niha derheqa wan da zanyar û kesên ku bi kurda va mijûl bûne, nivîsîne. Ango:

1) Li bal kurda niştimanperwerî (patrîotîzm) hema bêje lap tune. Fikrên Ubeydulle yên welatparêzîyê nikaribûn wana rakine şerê ji bo rizgarkirina welêt, yê ku dixwest dewleta kurda ya serbixwe damezirîne. Dijberîya di navbera eşîrên kurda yên cuda-cuda da gîhande wê derecê, ku kurdên Celalî dane dû Temir xanê teter, ku bi dînê xwe va şiyî bû, û êrîş birine ser eşîrên xwe, ku ji dîn û donekî bûn. Navê Temir xan wek “kesê ji zureta xelîfên pêşin” derketibû û di temamîya Kurdistanê da wî dihesibandin wek merivekî buhurtî. Hema li vir xuya bû, ku heta bîr û bawerîya olî û ala pêxember ya buhurtî jî nikarin kurda berbi karên mezin bibin. Tenê firsenda, ku talana bikin, ew jî talana bê ceza, dikare wana mecbûr bike, ku bidine dû serokên xwe.

2) Li bal kurda aminaya hindava hukumetên Tirkîyê û Farizistanê hema bêje qet tuneye. Ewana ne ji tirka, ne jî ji fariza hiz nakin, bi çevê dijminayê li wan dinihêrin û hema ku firsend bikeve wan, ewê herduyan jî bikujin û bişêlînin.

3) Di kar û barê wan da xuya dibe, ku ew miletekî ne ciddî û mêrxas e, lê her tenê qaçax û talankar e û ew tenê himberî dijminê sist û kêmjimar û binecîyên bê çek xurt e. Hema kê ku ji wan ra bêje emê zozana da erd bidine we, an jî emê riya talanê nîşanî we bidin, ewê destxweda hespên xwe zîn bikin û bi her awayî xizmetî wan bikin. Li bal kurda ew daxaza ciddî tune, ku armancekê bidine ber xwe û her tiştî bikin bona di wî karî da bi ser kevin û hema ku di karekî da bin dikevin, wek ku bi awakî lez ketibûne bin ala serokê xwe, bi wê lezbûnê va jî serokê xwe dihêlin û diçin.

Çavkanî:

  1. Nivîsa Konsûlê sereke li Erzurumê ji bo baylozê Rûsîyayê li Konstantînopolê, ya 20ê çileya pêşin sala 1878a, hejmara 30î. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
  2. Yek bi serokatîya Mehemmed Sadiq (lawê Ubeydulle yê nuxurî) li Mergewarê, ya dinê bi serokatîya xelîf Mehemmed Sehîd li Beredostê.
  3. Nav û dengê Temir xanê Makûyê li temamîya Kurdistanê bela bûbû wek serekekî mêrxas û aqilmend. Bi wî ra 5-6 hezar kurd hatibûn û piranîya wan jî kurdên ji eşîra Celalî bûn.
  4. Ubeydulle hela berî ku bavêje ser Farizistanê çend cara berbirî serekê nêstorîyanên Hekarîyê mar-şîmûn (metranê Sîro-Xaldêya) bûbû, ber wî pêşnîyar kiribû, ku bi kurda ra bibine yek, lê mar-şîmûn her cara ji wê pêşnîyarê xwe dûr dixist û tenê 20 nêstorîyan, ku di devera Gebarê da di nav kurda da dijîtin û binecîyên wan dera jî timê bin hukumê Ubeydulle da bûn, gihîştine kurda. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev