
Mehmed Salih Bedirxan
Hêzên emnî yên Îranê li bajarê Meşheda bakurê Xorasanê belavkirin û çapkirina kitêbên kurmancîya latînî qedexe kir.
Hêzên emnî yên Komara îslamî ya Îranê xwendin – çapkirin û belavkirina kitêbên kurmancî bi rênûsa latînî li bajarê Meşheda bakurê Xorasanê qedexe kir. Çend aktivîstên û rewşenbîrên kurd ê ji Xorasanê peywendî bi me re danîn û ji me re aşkere kirin kitêba “Nivîsîn û xwendina kurdîya kurmancî” ku di havîna 2015an de ji alîyê Weşanxaneya Emû Elewî hatibû çap kirin qedexe kirine û hêzên emnî beyî ku ti hacetan raber bikin ji kitêba “Nivîsîn û xwendina kurdîya kurmancî” 750 nusxe desteser kirine.
Ji alîyê din, rewşenbîrekî kurdên bakurê Xorasanê ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji malpera me Riatazayê re derbirî û got; Weşanxaneya Emû Ellewî bo çapkirina kitêba “Nivîsîn û xwendina kurdîya kurmancî” di sala 20015an ji Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê destûra çapkirina kitêbê jî stendîbû. Herwiha ligel kitêbên kurmancî Weşanxaneya Emû Elewî bi farsî, ûrdî inglîzî jî kitêban belav dike lê hêzên emnî yên Komara Îslamî ya Îranê tenê kurdî qedexe kirine.
Weke ku tê zanîn zêdetir 3 milyon kurdên kurmancîaxêv li bajarên Bijnûrd, Şîrwan, Meşheda bakurê Xorasanê dijîn.
Riataza