Felemes Rostem ji dêwê xerman aza dike -1

Felemes Rostem ji dêwê xerman aza dike -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nodûsisîyan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a bi sernavê ”Felemes Rostem ji dêwê xerman aza dikeraberî we bikin. Beşa dudyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 93

Çiyak hebû, Zal Rostem ra digo:

-Lawo, tu car neçe wî çiyayî – nêçîra xezala.

Rostem go: -Bavo, çira em neçin wî çiyayî?

Bavê hilda got: -Nesila me rabûye, ranebûye, tu car neçûye wî çiyayî.

Rostem go: -Bavo, ezê herim wî çiyayî, çi tê, bera bê.

Bavê go: -Tu kesî lezet wî çiyayî nedîtîye.

Wê rojê Rostem sekinî, sivetirê tîr-kevanê xwe, gurz-kevandê xwe hilda, çû wî çiyayî. Lênihêrî dar usa ser hevda ketine, hê tu kesî dar jê nebirîne, mêşekî sixe. Hinekî navda çû – lê nihêrî dûkî zirav wî mêşeyî dikişe, go: “Bavê min digot, tu kes neçûye, lezet nedîtîye, ezê hela lê binhêrim dû nava wî mêşeyî li ku hildikişe”. Xwe li wî dûyî girt û çû. Nihêrî pîrek sîtil daye ser agir, qilpe-qilpa sîtilêye, dikele, heske navdaye, lêv dide wê heskê sîtilêda dike û li ser xweda dike, dendika jî pir dike. Rostem zef jê tirsîya, saw jê kişand. Careke din Rostem nav da xweda, lê kire qîrîn (nehere lê rahişt). Lênihêrî pîrê qe heynî xwe dernexist. Rostem gurzek nav milê wêda lêxist. Pîrê hesk danî, zivirî, got:

-Ez diya dêwê Xerman bim, ew gurza nav milê minxe? -zivirî dest avîte Rostem, girt, lola berxekê danî erdê, hêrsa ji porê xwe baqek kişand, pê dest û pîyê Rostem girêda. Pîrê heska xwe hilda, qeysîyê xwe xwerin.

Rostem şaş û metel ma. Du sehet çûn, lênihêrî mîna pilte ewrê reş jorda hat dêwê Xerman, firindê siyare, jorda peya bû. Rostem hilda kire firindê, bir bajarê xwe. Bajarê wî ada behrêda bû. Bir kir zîndanê, li zîndanêda xweykir. Jê dipirsî:

-Ew çiyayê me, diya me qirewile wêderê, seva Zalê neyê wandera. Kurekî wî jî heye, navê wî Rosteme, nebî tu Rostemî?

Rostem duşurmîş bû: “Ez bêjim ez Rostemim, wê mim bikuje”. Got:

-Ez neseba mala Zalême.

Dêwê Xerman got: -Dibe Rostem hewarîya te bê?

Ewî got: -Wê bê.

Zirzaletê canê dêwê Xerman girt: ji Rostem zef ditirsîya.

Em îjar bajarê Îranê xeberdin.

Kurekî Rostem hebû, navê wî Felemes (Feremes) bû. Wexta Rostem girtin, ew zaro bû, diçû mektebxanê xwendinê. Çardeh salî bû. Rojekê ji mektebxanê hat, zef anîzaz bû, li soqaqê rastî bire zara hat: Ewan zara kap dilîst: ewî kapê zara belakir. Yekî kulmek sîngê wîda lêxist, ew xwe jî keçel bû. Felemes sîlek lêxist, kumê keçel sêrî ket, serê wî xanê bû. Gede revî çû cem diya xwe. Diya wî yeke pîr bû. Dê milê kurê xweyî keçel girt, bir cem Zalê. Pîrê jêra got:

-Nevîyê te awa kurê min belengaz xistîye.

Felemesî sekinîbû, pîrê got: -Wekî nevîyê te xurte, çira naçe bavê xwe ji destê dêwê Xerman dernaxe?

Felemes bihîst, çû cem diya xwe, navê diya wî Sipîrêj bû, got:

-Dayê, ka bavê min?

Diya wî got: -Lawo, çi te wan şuxula ketîye?

Felemes got: -Dayê, tu rast divêjî, bêje, navêjî, ezê herim: min bihîstîye dêwê Xerman bavê min girtîye – ezê herim, tivdarek ji minra bivîn.

Dê teze derdê wê tev rabû, çû cem Zal, got:

-Kê nevîyê te serwext kirîye? Xweyî çardeh salî, niha divê “ezê herim”. Zal rabû çû cem nevîyê xwe, jêra got:

-Lawo, hela tu çardeh salîyî, tu nikarî şer bikî û şerê wanda nikarî teyamiş bivî.

Felemes got: -Kaliko, ezê herim, sekinandina min îro ye.

Zalê nihêrî Felemes nasekine, wê here, tivdarek jêra dît. Wê rojê sekinî, sivetirê rêket, çû rastî kela dêwê Reş hat. Dora kelê vegerîya. Felemes lê nihêrî keçikek li koçkêdane. Keçikê jêra got:

-Xortê delal, heyfa te, tu li van dera çi digerî? Here, bavê min wexta bê, wê te bavêje kurîya diranê xwe.

Gede got: -Qîza delal, te ne nan da min, ne av da min, te çi zû tirs kire dilê min? Go, riya bavê xwe nîşanî minde, çika kuda çûye?

Keçikê got: -Bavê min çûye mêşe.

Gede ji keçikê pirsî, got: -Bavê teyê zû bê, yanê dereng?

Keçikê gote gede: -Wext heye nîvro tê, wext heye êvarê: heta nêçîrê dest naxe, nayê.

Gede gota keçikê: -Qîza qenc, bavê te kî alîda çûye?

Keçikê gote gede: -Bavê min vî alîyê handa çûye.

Çaxê keçikê usa gote gede, keçikê zef yazixa xwe bi gede anî, wekî bavê wê wê gede bikuje. Gede ajot çû perrê mêşe. Felemes lênihêrî zelzele ketîye nava mêşe, xûre-xûra wîye: derket dêw, wekî şeş serê wî beramberî dara tê, darek ser milê wîye, her çiqlê darêva terewilek girêdaye. Dêwê Reş porê wî serçevê wîda hatibû, ewî destê xwe lêxist, porê xwe ser çevê xwe hilda, nihêrî yek sekinîye, bû lûbe-lûba wî û dirme-dirma wî, got:

-Îsal heft sale diranê min diêşe, pirtîka (kitêba) me gotîye-dermanê diranê te goştê pelewanane.

Felemes got: -Dêwê qeher (mezin), bixwe, paşê bişêkirîne.

Bû leme-lema dêwê Reş: ew dara milê xwe bi teyr û terewilava jorda anî. Felemesî xwendî bû, xwe ji bar da alîkî, dar erdê ket. Toz û dûman erdê rabû, got: “Ax bû, bû ax (xwelî), çîçek nema, min bavîta ber kurîya diranê xwe”. Felemes pelewan gazîkir, go:

-Bixwe, paşê bişêkirîne, got, dora mine-dora teye?

Dêw got: -Dora teye.

Felemes tîr-kevan li cegera wî xist, kuşt: guhê wî jêkirin, benik têra kir, anî hat ber koçk û sera keçikê.

Keçikê bi dilekî na, bîstûpênc dila Felemes hevand: derî vekir, kete bin milê pelewan, bire otaxa xwe. Jêra nan û xurek anî. Wexta razanê, yataxê xwe danîn, bikevine nava cî. Felemes nihêrî cîk tenê danî, go:

-Seyran, -navê wê Seyran bû, -qîza qenc, cîyê min çira danaynî?

Keçikê got: -Cîk besî min û teye.

Felemes got: -Qîza qenc, derdê min zefe, heta ez derdê xwe derman nekim, ez serê xwe tu kesîra nadim ser belgîya.

Keçikê got: -Xortê delal, derdê te çiye, derdê xwe bêje.

Felemes got: -Derdê min ewe: cîyê dêwê Xerman bêje, ezê herim şerê dêwê Xerman.

Keçikê got: -Qurba, dêwê Xerman apê mine, cîyê wî ez bi xwe nizanim. Lê ez zanim, ku ew apê mine. Hema du apê min din jî hene: dêwê Sor, dêwê Sipî-apê minin: te bavê min kuşt, ezê vira tenê çawa ebûra xwe bikim?

Felemes got: -Qîza qenc, kes nikare tixûbê dêw Reş keve, tu ji min neçêtirî.

Wê şevê sekinî heta sivê. Sivê keçikê riya dêwê Sor nîşan dayê. Felemes da ser rê, çû. Wextekê lênihêrî erdî sor, kewirme sor, piş wîva koçk û serake sor dixwêne. Çû nêzîkî koçk û serê.

Qîza dêwê Sor lênihêrî xortekî delal û tevgirêdayî, sîlêhê wî pêra, wê tê. Carîya xwe şand, got:

-Bêje wî belengazî, bera here, hê dêwê Sor nehatîye wî bikuje.

Carî hat, jêra got: -Xortê delal, tu van dera çi digerî? Here, dêwê Sor hê nehatîye, wê bê-te bikuje.

Felemes got: -Qîza qenc, hê min nan û ava te nexwarîye; dêwê Sor kê rê çûye-rê nîşanî minde.

Keçikê got: -Dêwê Sor ha wê riya han çûye: pişta çiyêda mêşeye, çûye nêçîrê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev