
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane ji bo bersîvê berê xwe da redaksyona malpera me. Berpirsyarê malperê bersîveke ha hazir kir. Fermo:
Pirsa Gula Mikdat û bersîva Têmûrê Xelîl
Pirs: –Gelo hûn dikarin hevokeke kurdî bêjin, ku piranîya gotinên wê ne kurdî bin, ango bi zimanên biyanî bin?
Bersîv: -Berî çend salan min li Gurcistanê, ji xanimeke kurd hevokeke ha bihîst, ku li wir her kurdek jê fêm dike:
–Slûşî, ez çûm bolnisê, min resept ji vrach hilda, çûme avdêlkê, min lêkarstve dostat kir, jîzna kurê wî spasat kir, maîns ne got madlobt jî.
(Not: gotinên bi herfên sor bi zimanê rûsî ne, yên kesk bi zimanê gurcikî ne).
Wergera wê hevokê bi kurdîya rast ha ye:
-Heyran, ez çûme nexweşxaneyê, min ji bizîşk raçêt hilda, çûme dermanxaneyê, min derman peyda kir, jîyana kurê wî xilaz kir, lê mixabin hîç sipas jî ne got.