Hey lo dilo

Hey lo dilo

Xwedîyê vê helbesta xweş dibêje, ku ji wê roja ez bi malpera we ra bûme nas, rojek tune ku ez berê xwe nedime wê û rojek tune ku zewqeke cuda nestînim. 

LATİF EPÖZDEMİR 

Hey lo dilo, tu wargehê du rûbar û diwazde çema

Ji te dertê reşkeserên hemû dema

Van zordaran bi çar çekan te helandin, mayî mîna şema

Li taşxana, li zindana, sebram nema.

 

Hey lo dilo, tu ew pira ser çend newal û çend zinara

Mayî bêkes, wek sêwîyên ber dîwara

Tu dîl ketî, li bindestan, li xerîbîyê, li van dîyara

Te nevebû vî bextê reş, van azara.

 

Hey lo dilo, dilê minî hezar kûne, lê ne serade

Bi yekdengî min hiştine bê mirade

Dil ketîye azadîyê çare nabe, dev jê bernade

Xencerên nav dil, bo azadî keferate.

 

Hey lo dilo, dilê minî çar dergeye, ji qewmên qedîm

Tê borîne ref ref, leşkerên ezîm

Mecal nedane ku bifikirim, bi raman û aqlê selîm

Li pey wan man, ser dilê min êşên elîm.

 

Hey lo dilo, dilê minî hêlîn û sitara evîndara

Lê bûn mêvan dilşikestî, hemû cara

Serfiraz bû her sal carek bi roja newroz di adara

Kete coşê, bi vê cejna dost û yara.

 

Hey lo dilo, ev dilê minê xwegirtîyê terezina

Min lê çîyand ceh û genim û kizina

Lê biçêrin kerîyên xezal û mîya û bizina

Hewara min bigêjînin malmezina.

 

Hey lo dilo, evîna min fenanî Sîyabend û Xecê

Li kendalên Kurdistanê maye asê

Ji ber derbên xencerên gemar, dil şîyare, qet ranazê

Dil helîya ji awazên def û sazê.

 

Hey lo dilo, ev dilê min wek pepûkên di şevên tarî

Her tim digazine, bi nalîn û  zarî

Dil firehe wek Ûmanan na wille hingî vî dîyarî

Berê yek bû, niha bûye parî parî.

 

Hey lo dilo, dilê min hêlîn û meskenê derd û kula

Bi awaz û nalîna wek bilbila

Ez barkêşê merezdaran û awaza van melûla

Reş girêdan ji xeman baxê sorgûla.

 

Hey lo dilo, ev dilê min bûye bengîyê Kurdistanê

Bi kel kel e, di demsalên zivistanê

Dil berîne, xwe ranagrê li bendexan û li zîndanê

Dil dixwaze şahîyek li gûlistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev