Intelektuelên Kurd -2

Intelektuelên Kurd -2

Xwendevanekî me vê gotara balkêş ji malpera me ra şandîye û ew nêrîneke ser ronakbîrîya gelê me. Me duh beşa wê a pêşin raberî we kir, îro em beşa duduyan diweşînin.

Pêşeroj û berpirsiyarî*

Suleiman Sulevanî 

Intelektualên welat û diaspora

Ger mirov berê xwe bidê wê baş bibîne ku intelektualên kurd her nebe duf cografiya ku têde peyda dibin; dibin du pişk: ewên li hundur welat û ewên li dervey welat dijîn.

A- Intelektualên li welat.Ev intelektual nêzîk in ji problem û kêşeyên milletê  xwe û di nav wan de dijîn. Ew dikarin roleke mezin bilîzin di hişyar kirina mirovên dewrupişta xwe, xelkê xwe û hemwelatiyên xwe. Lê ji ber nebûna azadîya bîr û baweriyê li welatên ku kurd têde dijîn û zulm û zora dewletê ser milletê kurd û bi taybetî jî ser intelektualên kurd; xebata van intelektualan pir hatiye kêm kirin, sinur kirin û gelek caran tune kirin. Ev intelektual tên bê deng kirin ne tenê ji alê hêzên dagirker ve lê her wisa ji alê hêz û partîyên kurdî ve jî ku paradoksek e û cihê mixabiniyê ye. Ev intelektual ji ber vê yekê û gelek egerên din wek bêçarî, bêhêvî, îşkenceya psîkolojîk, tirsa jiyanê û hwd bar dikin û berê xwe didin koçberiyê, bo dervey welat û li wir niştecih dibin. Li vir gereke mirov wê jî bêje ku ronakbîrên li hundur welat roleke herî sereke dilîzin di guhertin û pêşeveçûnên li Kurdistan çêdibin. Ew di mekanizma navxwe de hewlên xwe bo hîkarî, kar û xebatê dikin û bi taybetî jî ser bîr û rayagiştî ya navxwe, her çend dijwarî û astengên yekcar mezin li pêşîya wan hene jî.

B-Intelektualên diaspora

Intelektualên li dervey welat hindî diçe zêde dibin. Avandgardiya vê kurdên Sovieta berê dikin lê li Ewropa, Amerika, Australia û gelek cihên din jî peyda dibin. Gengaza wan heye bo xwe nişandinê, pêşveçûnê û belav kirina dîtin û berhemên xwe. Bilind kirina dengê xwe û li mafê xwe pirsîn, hêsantir e ji yên li hundur welat. Hebûna azadiyê û demokrasiyê li van welatan xaleke herî giring e bo mişebûna vê grupê ji intelektualên kurd. Her wisa hebûna teknelojiya bilind û şoreşa informasyonê, ev yeka han hêsantir kir û ew berçavtir kir. Mixabin hêşte rol û hîkariya intelektualên kurd li dervey welat gelek kêm e ser milletê kurd, lîder û rêvebirên kurd. Giraniya wan pitir li dervey welat e. Ew wek lobbî di mekanizma derve hewlên xwe bo xebatê dikin. Para wan di bilindkirina dengê kurdî û peydakirina îmajeke kurdî ya baş, mezin û berçav e, nexasim di van salên dawî de.

Intelektualê posetîv, passîv û negetîv

Bi giştî di nav civata kurd de ­çi li hundur û çi li dervey welat mirov dikare van her sê kategoriyan bibîne û yên ku mirov dikare navê intelektualê baş, bêxem û xirab lêbike.  Kurdên passîv û negatîv ne pêwise mirov pir ser wan rawise, çunkî xêra kurd di wan de nîne. Hinekan cihê xwe nik dagirkeran girtiye û hinekên din jî, kurd bo wan ne xem e belku berjewendiyên xwe diparêzin. Lê eve nayê wê watê ku mirov destê xwe ji wan bişo û wan piştguh bavêje. Ji ber giringîya intelektualê posetîv û rola wî ya hêja di xebata milletê kurd de, emê tenê li vir ser vê kategoriyê rawestin.

Intelektualê posetiv. Ev intelektual, di xizmeta milletê xwe de kar dike û hewl dide xelkê xwe bipêş ve bibe û wî bigehîne mafên xwe yên xwezayî. Ew xebateke pîroz bi dil û can û bê westan dikin. Helwêsteke wan heye hember bûyerên li Kurdistan çêdibin û hêvîya piranîya wan bi Kurdistaneke azad, wekhev û serbixwe heye. Li vir kurdayetî zelal e û ew dibe pîvan. Bêgoman xebata van intelektualan gelek dûr e ji nijadperestiyê û nasyonalisma hişk û req. Çend cureyên intelektualên posetiv hene:

1- Intelektualê xwedan projekt. Endamên vê grupê gelek nîn in. Di tûr û paxila van intelektualan de ide û bîrên original hene. Originalbûna van bîran dibe pir mezin û bi hîkarî be mîna projeya avakirina partiyekê, organizasiyonekêan jî televizyonekê weke yekem televizyona kurdî ya satelite MEDTV (1995 dest bi weşanê kir) ku şoreşek û guhertineke civakî ser gelek astan di nav kurdan de çêkir. Her wisa dibe ew proje ne ewqas mezin be wek avakirina komeleyekê, instituyekê, malperekê, derxistina govarekê, nivêsîna pirtukekê, bi rêvebirina radyo/televizyoneke lok û hwd.

2- Intelektualê hişyarker. Ev intelektual hewlên xwe didin da milletê xwe hişyar bikin, helwêsta xwe diyar dikin ber rûdanên ku li kurdistan çêdibin. Ew dibin wek pirek û gustîlkek navbera millet û hêzên destalatdar (partî, organizasyon û dezgehên kurdî). Ew hine caran pir tûj û dijwar in di rexneyên xwe de ser şaşiyên ku li Kurdistan di nav civata kurd de rû didin û hine caran rola rêxweşker û şîretker dilîzin. Peywendîya van kesan kêm zêde bi diplomasiyê û rexnegirîyê heye. Xebata vê grupê pir giring e û bi sud e bo milletê kurd. Navekê wan heye û xelk jê rêzê digrin.

3- Intelektualê pispor. Endamên vê grupê kesên pispor û ekspert in. Ew şareza û zana ne di warê karê xwe de. Ew di institut, universitet, organisasyon, fîrma û dezgehên kurdî û biyanî de kar dikin. Xebata wan ya berçav ser kurd û Kurdistanê heye.

4- Intelektuelê politikvan

Di van salên dawîyê de nifşek nu ji politikvanên intelektuel-intelektuelên politikvan derketiye, ew xebata xwe digel hemî astengan berdewam dikin li hundur welatên ku kurd têde ne. Her wisa li dervey welat jî jimarek qenc ji wan kurdan gehiştîye. Ewan fonksiyonên cuda xistine destên xwe li wan welatan wek Almanya, Swêd, Rusya, Ingeltera, Emerîka û hwd. Gelek ji wan çi li hundu û çi li dervey welat, cihên giring girtine û hinek bûne parlementer û wezîr.

Çend nimuneyên din yên intelektualan

Ger mirov bala xwe bidê wê gelek nimuneyên din yên intelektualan bibîne. Ew kes nav me de ne û li dewrubera me dijîn û mirov dikare bi hêsanî wan nîşan bike. Li vir pêwistî bi navan nake jiber egerên diyar. Intelektual navekê giran e û li bejna her kesî nayê. Lê berî em xwe nêzîkê wan bikin û bi hûrî ser rawestin; du xêzên giştî: A) Intelektualên yekdîtin. Ew kes girtî û dîtin teng in anku yên ku tenê yek aliyê kêşê dibînin û dibin dij an digel rejîmekê, partiyekê, grupekê, kesekê û hwd. Evên han pitir xisletên negetiv diyar dikin û gelek caran dîtin û boçunên wan ne di xizmeta milletê kurd de ne. B) Intelektualên pirdîtin. Ew vekirî û dîtin fireh in anku ev intelektual pitir ji yek bîrê û dîtinê heye, ew baştir tiştan dibînin, ne tenê politika rojê, lê belkî ew ya pêşerojê jî dibînin û texmîn dikin. Ev ronakbîrên han pitir mejî vekirî ne û rola wan pitir xisletên posetiv di xwe de dicivîne. Ew amade ne bo dialogê û xwe rexnekirinê.

Nuha jî  em piçekî  bi firehî  ser çend mînakên van intelektualan rawestin: 

1- Intelektualê loyal sedised. Loyalitet û baweriya van intelektualan bêqam mezin e bi rejîmê, şoreşê an partiyê. Helwesta wan diyar e û reaksiyona wan dijwar e dij kesên rexnegir yên ku dîtinên cuda hene beramber wê rejimê, wê şoreşê an jî wê partiyê. Intelektualên vê grupê hine xisletên taybetî hene ku wan digehîne hev û nêzîkê yekudin dike. Ew gefên dij şoreşê tên kirin, ji derve û ji hundur wek eger dibînin bo loyaliteta xwe. Ev intelektualên han baweriyek bêhemba tînin bi kesayetiya lîder û serokê.

2- Intelektualê lêborxwaz. Endamên vê grupê pir caran şaşiyên şoreşê spî dikin û dibexşînin. Ew intelektual argumentên dîrokî û lojik tînin bo rastiya gotinên xwe. Karên wek destdirêjiya şoreşê û partîyê, genîbûna bîrokratiyê, îşkençeya ser xelkê tê kirin û binpê kirina mafên mirovan û hwd. ji alê hine intelektualan ve wek pêdiviyên giring bo guhertina şoreşî di civatê de tê dîtin. Hinekên din destdirêjiya şoreşê digerînin bo karê hine mirovên oportunist û wê dikin suçê paşmaya feodalismê û kapitalismê. Û ew wê, wek pêdiviyeke şoreşê nabînin, lê karê hine kesên xirab ku di bin perdeya şoreşê de kar dikin. Pirî caran argumentên vê grupê lawaz û bê hêz in û ew nikarin xelkê pê bidin/bînin bawerkirin.

3- Algirê loyal û rexnegir. Hewledanên bê westan yên şoreşê bo rizgarkirina Kursdistan û mirovên kurd û avakirina welatekê kurdî ku pitir wekhevî û mafên mirovan têde hebe wilo kir ku gelek intelektual aliyê şoreşê bigrin û nik wê cihê xwe bigrin. Lê hişkbûna şoreşê hember intelektualan û nermbûna wê bo çareserkirina şaşî, çewtî û elementên negetiv wilo kir ku gelek ji van intelektualan mixabiniya xwe diyar bikin bo efektên negetiv û jêr encamên xirab ku ji vê politîka çewt derdikevin. Ew rexneyên xwe yên avaker û konstrektiv dikin ji hezkirin û dilşewata xwe bo şoreşê û Kurdistanê. Endamên vê grupê pir nînin lê ew ber bi mişebûnê ve diçin û nimuneyên wan zêde dibin nexasim li diaspora.

4- Intelektualê helwest dij. Gelek ji endamên vê grupê dijatiyek mezin dikin dij guhertinên ku şoreş an partî dike. Kesayetiyên Islamî, markisî, kapitalist, feodal û hwd û jiber sedemên cuda ew kes dijayetiya xwe dij şoreş û partîyên desthelat diyar dikin û helwesteke negtiv nîşan didin. Ev grupa han jî pir nînin. Bo nimune hine intelektualên fondementalist û paşkevtî dijatiya xwe diyar dikin dij sosyalismê, dij islamê, dij kapitalismê, dij beşdarbûna jinê di karê şoreşê de û hwd. Lê digel fondementalistbûna vê grupê û ne objektivbûna wan, ew hine caran rexneyên lojestik dikin û gereke şoreş û partîyên kurdî bi çav û dilekê vekirî wan rexneyan bigre bin lêkolîn û wec û fêde jê bikin.

5- Intelektualê oportunist. Pêwistiya şoreşê bi nimuneyên van intelektualên oportunist heye da politîka şoreşê û partiyê belav bike. Guhertina kurs û politîka şoreşê û partîyê rewa bike, lihevhatina şoreşê û rejimê an jî partiyeke din spî û bi maf bike û helwêsta wan şirove bike. Pêwistiya pir intelektualên kurd bi şoreşê û partiyên kurdî heye, ji ber ku wan bazara kulturî xistiye bin destê xwe. Gelek intelektual çi li Kurdistan çi li derveyî welat hatin paldan da dest ji prinsibên xwe berdin da jiyanek xweş û aştiyane û an jî bi kêmî aram, her çend bi sinur be jî; birêve bibin. Hine sedemên din jî hene bo paldana intelektual û akadimisyenên kurd da pênusa xwe terxan bikin di xizmeta destalatdar û partiyên kurdî de wek xizanî, bêgavbûn û hestê bi rewayiya helwêst û boçûna xwe, gava dibînin ku endamên civatê û bi taybetî jî ewên şoreşger û berpirsiyar, çawa fêlbaziyê û durûtiyê dikin da jiyanek xweş û dewlemend bijîn. Her wisa hestê bê encambûna bergiriyê û bê hêzbûna wan wilo kir ku ew alayên xwe bînin xwar û dest ji karê xwe berdin, dest ji prinsibên xwe berdin û xizmeta kes û grupên din bikin. Li vir gereke şoreş û partiyên kurdî bên rexne kirin ku rê û derî vedikin ber mirovên wisa oportunist û xweperest. Şoreş an jî partiyên kurdî nimuneyên van kesan di deynin cihên giring ji bîrokratiya kulturî ser kîsê şoreşgerên durust û rasteqîn. Mirovên oportunist jî bi rêyên curecur xwe nêzîkê dezgehên şoreşê û partiyan dikin wek zanîna wan bi zimanê şoreşgerî, hebûna zanistê û pisporbûna wan. Û hinek jî bi rêya derbaskirina informasyon û agahdariyên nehînî (konfidental) bo şoreşê û partiyê. Û hinekên din jî bi rêya xizmatiyê, hevaltiyê û nêzîkbûna wan ji mirovên xwedan hêz û destalat.

6- Intelektualê revok. Ev grupa han dest ji politîkê berdidin û xwe jê dûr dixin an jî tên bêgav kirin ser vê yekê.  Şoreş û partiyên kurdî vê diyardê (fenomenê) destek dikin. Ew intelektual di şuna xebata kulturî, politîkî û hişyar kirina milletê kurd bikin, ew diçin û mijulî tiştên din dibin.

7- Intelektualê bi rabidu. Nimuneyên vê grupê pir kêm in. Dijatiyek heye navbera van intelektualan û şoreşê an partiyê. Sedema vê dijayetiyê jî ji rexê şoreşê û partiyan ve tê ji ber ku ev intelektualên han rabirduyek (xirab!) heye ku di dema derbasbuyî de helwesteke wan ya negativ hebû hember partiyê û şoreşê vêce çi bi gotin û çi bi kirde, dij wê şoreşê an wê partiyê. Ew tên dûrxistin, îzole û ignore kirin ji aliyê şoreşê an partiyê ve.(10)

8- Intelktualê anonim. Ev intelektual jiber gelek hoyên cuda cuda bi navek din berhem û rexneyên xwe belav dikin. Ew berhem jî dibe konstrektiv (avaker) bin û dibe desruktiv (helweşker). Lê jiber sedemên cuda wek tirs, bawer bi xwe nebûnê, an jî her sedemeke din be ew bêgav dimîne anonîm binvêse. Ev yeke di medya sosyal baş xuya dike weke facebook û twîter. Hinek ji ziman û stîlê wan diyar e ku ne mirovên sade ne lê cardin jiber egerên nenas newêrin nasnama xwe diyar bikin. Celadet Alî Bedir-Xan jî di rojnameya HAWARê de 8-9 nav anonîm bikar dianî, lê ez bawer im wî jiber nebûna nivêskarên kurd ew hinde nav bikar dianî.

9- Intellektuelê ideologist. Her kes ji van intelektualan bawer bi ideologekê dike. Ew wek mirovên sosialist, sekularist, islamist, nasyonalist, radikal, liberal û hwd xebata xwe dikin duf têgehiştin û baweriyên xwe bo rizgarkirina kurd û Kurdistan. Dîtinên van kesan gelek cudaye ser rê û metodên rizgarkirinê û serxwebûnê. Baweriya hinekan bi sekularismê û demokrasiyê heye wek rêyek rast û sax bo rizgarkirinê û hinek jî baweriya wan heye bi disiplînê û yekdengiyê û hinek jî xwe di navbera wan herdu têgehiştinan de dibînin. Bêgoman merc nîne ew endamê partîyekê be da bibe algir û helgirê ideologekê.

Peyvên dawî

Xuyaye ku kurdan stratijîyeke netewî ya zelal nîn e. Inetelektualên kurd jî her çend hewlên xwe didin û hinek kar û xebatên yekcar baş dikin jî, lê ew xebat hêşte kêm û bi sinur e, ew intelektuel berelav in û her kes bi serê xwe kar dike û loma jî ew hêz û bandor wan ne li duf hêvîyan e. Erê, yekitîya netewî bi yekitîya dîtin, boçun û têgehiştinan; çênabe. Pluralism hîmekê giring e bo pêşveçuna ser rêyeke rast. Hebûna intelektualên dîtin cuda saxlemîye. Jiber ku çeka intelektual ziman û pênus e, ew gereke wê çeka xwe bi zanistî, huşyarî û bi azayî bikar bînin.

Nivêskarê ereb Kanan Makiye di pirtuka xwe de (Dilhişkî û bêdengî) dibêje:” Serokên mîna Sadam Huseyn ser bêdengîya intelektualên ereb hember dilhişkiyê; dijîn. Ne her tenê vê, lêbelê mînakên van serokan berhemê wê bêdengîyê ye.“(11) Li vir Makiye rexneyên xwe yên tûj û dijwar dike û intelektualên ereb suçdar dike bi bêdengîyê û ya ku dibe sedem bo hebûn û afirandina serokên wek Sadam Huseyn. Makiye serî heldide û bi azayî gotinên xwe dike hember rejimeka despot û wê rût û tazî dike, çunkî ew ne tenê zulmê li milletên din dikin lê ew li milletê xwe jî dikin. Ismail Başikçî jî mînakê vê serhildanê ye ku bi salan di zindanê de maye ji bo ramanên xwe. Kesên mîna Başikçî kêm in di netewyên serdest de.

Kurd her dem dagirkerên Kurdistan û hevalbendên wan tawanbar dikin bi her tiştê ku tê serê kurdan. Lê ya rastî jî gereke kurd berî her kesî xwe rexne bikin û li xwe binêrin ka gunehê kurdan çend e di vê malkambaxiyê de. Berpirsiyariya kurd, berê her kesî ji kurdan bi xwe tête xwestin. Ka kurd çend jîr, zana û yekgirtîne di doza xwe de; pêşeroj wê diyar bike. Gereke serokên kurd û intelektualên kurd li xwe bizivirin, berpirsiyarîya xwe rakin û rewşa xwe binerxînin, û rêya dialogekê xweş bikin. Serkevtina her kurdekê serkevtina hemî kurdan e, û bervajîya wê jî rast e. Suçdarkirin û gunehkirina yekudu bêkêr û bê qezenc e lê, nerxandin û rexne kirin nîşana saxlemiyê ye, ew pêwist e.

Helbet em nabêjin ku her tiştê di vê nivêsînê de hatî rêzkirin rast e. Dibe hine dîtin û boçunên me şaş bin jî. Mebest ne ew e mirov xwe bi zana û têgehiştî nîşan bide, lê belkî ev hewleke bo raxistina hine konsept û dîtinên cuda ser masa gotubêjê. Goman têde nîne ku rexne û analiz kirina wan bi hişekê vekirî û gehiştî, wê rêya dialogeke kultur-berz veke ser vê mijara giring û pêdivî wek ya intellektuelê kurd.

Bi hêvîya diyalogek vekirî û konstrektiv.

  • * Hêjayî gotinê ye ku hine beşên vê nivêsînê berê di hine govar û malperên kurdî hatibûn weşandin.
  • ** Mebest bi rapora taybetî ew e ku hinek ji intellektuelên kurd lêkolîn, xwendin, analiz û têgehiştinên xwe ser pirsgirêk û politîka kurdî û cihanî pêşkêşî serokatîya partîyên kurdî kirin da qezencekê jê bikin bo plankirina politîka xwe ya îro û dahatî. Ev raporên han ne di masmedya, lê bi rêyeke rasterast hatine dan bo serokatî û kadirên wan partîyan. Mirov vê yekê dibihise û dibîne di siminar, panel û gotubêjên intellektuelan yên ku di dezgeh û masmedya kurdî de tên kirin.

Jêrnot: 

  1. WORLD BOOK. 1997 MULTIMEDIA ENCYCLOPEDIA, IBM DELUXE EDITION, DISC 1
  2. Sulêvanî, Suleiman. NÛDEM, No 12, zivistan 1994,”INTELEKTUELÊN KURD Û POILTÎK” r.33
  3. Said, Edward. Fred utan land.”Intervju med Edward Said”: av Abdulla al-Sinnawi,Al-Arabi, Kairo (Januarî 95)r.234
  4. Talebanî, Celal. Hevpeyvîn bi televizyona erebî ya satilit MBC, programa”Agenda”, september 1998
  5. Tukish Daily News. Interview with Ocalan’s lawyer Ahmed Zeki Okcuoglu. April 8, 1999. Belavokên Instituta Kurdî li Waşington 4/8/1999
  6. Gündoğan. Cemîl. NÛDEM, No 12 zivistan 1994,”ÎNTELEKTUELÊN KURD Û ŞERÊ GERM” r.57
  7. Kartal, Huseyn. Di programeke MEDTV de, paneleke gotubêjê.
  8. Xamo, Zinar. Avaşîn, No 7,1998,”Rewşenbîrên kurd hene û ji kesî ne kêmtir in” r.158
  9. KURDISTAN TIMES, No 1, 1990, Pêşgotin, “Kurdistan Times” r. 2, Kovareka politîkî ya sê mehî ye.
  10. Ude, Hasan. ELNAHIC, No 4 havîn 1995.”Intelektualê ereb û desalat” r.290. Min qezenc ji vê nivêsînê kir û hine xal edeptey rewşa kurdî kir.
  11. Makiye, Kanan: Cruelty and Silence:War, Tyranny, Uprising and the Arab World.Norton, 1993, r.325, Ji Elnahic, No 4 havîn 1995, r.161

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev