”NE SAR LÊ TÊ, NE JÎ GERM…”

”NE SAR LÊ TÊ, NE JÎ GERM…”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Ev hevoka li sernavê, gotineke pêşiyan e û li ser kesê ku bi tiştekî razî nabe, rojane ji aliyê Kurdan ve tê gotin.

Jixwe diyar e ku piraniya Gotinên Pêşiyan, her yekê di encama serpêhatiyekê de derketiye holê. Pêşî ew serpêhatî wek çîrok an meselok li nava xelkê belav bûye. Lê di pêvajoya demê de çîrok û meselok hatine jibîrkirin, tenê hevokeke kurt maye û navê wê danîne ”Gotina Pêşiyan.”

Dema meriv dikeve nava lêkolînan û li ser berhemên Folklora Kurdî digere, meriv li gelek çîrok û meselokên Gotinên Pêşiyan jî rast tê.
Çîroka vê gotina Pêşiyan jî ku dibêje ”NE SAR LÊ TÊ Û NE GERM…” çewa ku helbestvanê Kurd rêzdar Ebdulah Celanî bo min hinartiye weha ye:

“Dibêjin, rojek ji rojan, zilamekî gundî gotiye jina xwe:
– Av ji min re germ bike, ez ê xwe bişom.

Jinikê beroşek av kelandiye û biriye li çolikê daniye, beroşek jî ava sar daniye wirê. Pişt re şerbik, sabûn û lûfik jî hazir kirine û gotiye mêrê xwe ku here xwe bişo.

Mêrik çûye çolikê rûniştiye û bangê jina xwe kiriye, gotiye:
– Hirmet, dema ez xwe bişom, bi xêra xwe tu jî bi tasê av li serê min bike, da ez karibim xwe rind bişom.

Mêrik sabûn daniye ser serê xwe û jinikê tasek ava şîrgermî bera ser serê wî daye, mêrik xwe kef kiriye û bi lûfik mizdaye.

Ha wisa dema mêrik dibêje jinikê, av li min bike, jinik avê lê dike, dema mêrik dibêje, bisekine, jinik disekine. Mêrik jî xwe kef dike û lûfik li laşê xwe dihesikîne…

De avê lê ke û bisekine, de lê ke û bisekine, êdî jinik aciz bûye û carekê tasê tije ava kelijî kiriye û bera ser serê mêrik daye. Mêrik hilqeviziye hewa, qîr dane û bayek jî ji ber filitiye, piştre gotiye:
– Keçê te çi kir?

Jinikê gotiye:
– Belqitiyo, min çi kir? Min av li te kir!

Mêrik gotiye:
– Na, na, te ava kelijî li min kir û ez şewitandim.

Jinik lêborîn ji mêrik xwestiye û gotiye:
– Min bi şaşî ava kelijî li te kir. Rûne, ez ê ava şîrgermî li te bikim…

Mêrik runiştiye û li şûştina xwe berdewam bûye, jinikê jî wek berê ava şîrgermî li mêrik kiriye…

Di wê navê re jinikê ji nişka ve şerbik tije av asar kiriye û bera ser serê mêrik daye.

Mêrik dîsa ji cihê xwe veciniqîye, weke car berê dîsa bayek ji ber çûye, rabûye ser nigan bi jinikê re xeyidiye û xeber gotinê.

Jinikê hêdîka di ber xwe de gotiye:
– Mêrik, êdî bi te re jî nebe. Ez ava germ li te dikim, tu dibê zirrt û radibî piya. Ez ava sar li te dikim, tu dibê tirrt û radibî piya. Bi Xwedê ne sar li te tê, ne jî germ…

Bi hêviya ku semaxa me li pêşber mercên zor û zehmet hebit, her şad û serkeftî bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev