Felemes Rostem ji dêwê xerman aza dike -2

Felemes Rostem ji dêwê xerman aza dike -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nodûçaran me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a bi sernavê ”Felemes Rostem ji dêwê xerman aza dikeraberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 94

Felemes kete wê şiverê, çû, derket serê çiyê-pişta çiyêda xar bû, lênihêrî mêşeye: dêwê Sor derket, du beraşê aşa destdane, şeqeşeqa wane, dewsa tizbîya dikişîne.

Dêw lênihêrî pelewanek wê pêşberî wî sekinîye. Dêw got: “Ev çi nêçîreke rinde”. Dêw jorda beraşê aşa tê werdike. Bû toz û dûman. Gava toz û dûman kuta bû, Felemes şûr davêje situkura dêw, dêw dikuje, guhê wî jêdike, tîne ber koçk û sera dêw.

Qîza dêwê Sor lênihêrî guhê bavê wê destê xortekîdane: li ber koçk û serê sekinîye. Cariya xwe şand, go:

-Bera bê hundur.

Carî çû, got: -Were em herin hundur.

Felemes got: -Ez nayêm, derdê min heye, heta derdê xwe neynim sêrî, ez nayême hundur.

Carî çû hundur, got: -Divê, “Ez nayême hundur, derdê min heye: heta derdê min neyê sêrî, ez nayême hundur”.

Qîza dêwê Sor got: -Here bêje bera bê hundur, ezê derdê wî dermankim.

Carî çû, ji gedera got. Gede hate hundur, jêra ezet û îkram kir, heta wexte şevê. Qîza dêwê Sor dixwest, wekî Felemes bistîne. Keçikê got:

-Pelewanê delal, navê te çiye?

Gede got: -Navê min Felemese.

Keçikê got: -Derdê te çiye? Hela derdê xwe bêje.

Felemes got: -Ezê herim bajarê dêwê Xerman.

Keçikê got: -Hê… dêwê Xerman apê mine: cîyê wî ez nizanim, lê apekî min heye, dêwê Sipîye, ji me wêdane-dive ew zanibe, ez nizanim,- hema qîza dêwê Sor dixwest Felemes bistîne.

Felemes got: -Qîza qenc, gerekê tu sivê riya dêwê Sor nîşanî mindî.

Keçikê got: -Tu were tev min razê, ezê sivê riya dêwê Sipî nîşanî tedim.

Hema Felemes li keçikê îtbar nedibû: başqe bi sîlihê xweva raza.

Sive safî bû, teştê xwarin. Qîza dêwê Sor got:

-Te bavê min kuşt, tu niha diçî, lê ezê vira çawa bikim?

Felemes got: -Herke ez hatim, ezê te xwera bivim, herim: herke nehatim, tu ji min neçêtirî.

Keçik peya bû, rê nîşanî Felemes da. Felemes îzna xwe ji keçikê xwest, kete rê, çû. Herke pir çû, herke hindik çû – lê nihêrî erdê sipî, piş wîva kelake sipî dixwêne. Nêzîkî kelê bû. Tu nevêjî qîza dêwê Sipî ji xwera pencerêra dinêre: merivek wêda tê, peya bû, hat pêşîyê, go:

-Xortê delal, here, dêwê Sipî razaye, wekî dêwê Sipî rabe, wê te bikuje.

Gotina keçikê gelekî li Felemes zor hat. Felemes keçikêra got:

-Ez mexsûs hatime bavê te bikujim.

Felemes nehrek lê rahişt, dêwê Sipî ji xewê quloz bû, lênihêrî dengê pelewana tê. Dêwê Sipî derket, xwe dirêjî Felemes kir. Felemes telîmdar bû (hînkirîbû). Herduya gulaş girt. Felemes dêwê Sipî erdê xist, serê wî jêkir. Qîza dêwê Sipî hat ket bin milê Felemes, Felemes bire oda xwe. Keçikê dilekî na, bi bîstûpênc dila Felemes hevand û hizkir, kuştina bavê ji bîrkir, lê Felemes jî keçik hevand. Keçikê ji xwe û Felemesra orxan û doşek danî, herdu ketine paşla hev. Felemes şûrê xwe tezî kir, danî orta xwe û qîza dêwê Sipî.

Qîza dêwê Sipî gote Felemes: -Te çira ha kir, ez zanim kes ji min bedewtir tune, te bavê min kuşt, niha jî şûr datînî orta min û xwe?

Felemes got: -Ez gerekê herim dêwê Xerman bikujim.

Keçikê got: -Dêwê Xerman apê mine, bajarê wî ada orta behrêdane, razê, ezê sivê nîşanî tedim.

Raza heta sivê. Sive safî bû, rabûn serçevê xwe şûştin, teştê xwarin, laqirdî hev kirin. Keçikê kaxazek nivîsî, got:

-Lodkeçîyê (qeyîkvan) me heye, evî kaxazî bive bide lodkeçî, wê te derbazî bajarê dêwê Xermanke: bextê te hebe, apê minê razayîbe: apê min çil rojî radizê, çilî jî hişyar dimîne, lê hema tu were te bikuje. Tu dest xilas navî, lê hema tu silamet hatî, gerekê tu min xwera bivî.

Felemes dêstda adkir: “Ez silamet zivirîm, ezê te xwera bivim”.

Keçik derket derva, rê nîşanî dayê, kaxaz da Felemes pelewan.

Felemes çû, nêzîkî behrê bû, lênihêrî devê behrêda lodkeke çûk çêkirîye, lodkeçî têdane. Kaxaz girt da destê lodkeçî. Lodkeçî kaxaz xwend, têda nivîsîbû: “Qîza dêwê Sipî gotîye, gerekê tu vî merivî derbazî kela dêwê Xermankî, wêderê jî silamet bînî”.

Lodkeçî Felemes pelewan kire lodkê, derbazî tixûbê dêwê Xerman kir. Lodkeçî wira sekinî, Felemes pelewan çû ber kela dêwê Xerman, nehre ser nehrê rahişt.

Qîza dêwê Xerman hundurê otaxa xweda dengê nehra Felemes bihîst. Pencerêra nihêrî, wekî pelewanek nehrê radihêle. Keçikê gava ew dît, bi hezar dilî ew pelewan hevand, aqilê wê sêrî çû. Keçik nerdewanêda hate xarê, hate cem Felemes pelewan, go:

-Pelewanê delal, tu çi dixwezî?

Felemes go: -Qîza delal, ez dixwezim dêwê Xerman: şerê min wîra şere.

Keçikê hilda, go: -Dêwê Xerman bavê mine, dêwê Xerman eva meheke çûye digere, maye du ro, wekî ew bê, em nemerdîyê nizanin, wekî tu hatî şerê wî, were em herin mal, heta bavê min tê. Gava ku bavê min hat, şerke.

Felemes pelewan çû kela dêwê Xerman, û keçikê jêra îkrameke zef baş kir. Nanê xwe xwarin, wê şûnda keçikê jê pirsî, got:

-Xortê delal, seva çi hatî şerê bavê min?

Felemes got: -Ewî bavê min girtîye, ez hatime, yan ezê xwe bidim kuştin, yanê jî ezê heyfa bavê xwe hildim.

Qîza dêwê Xerman got: -Xortê delal, bavê te kîye?

Felemes got: -Bavê min Rosteme.

Qîzikê got: -Felemes can, em nizanin wekî ew Rosteme, lê bavê min jê pirsîye, ew divê: “Ez ji mala Zalême”, navê xwe negotîye.

Felemes got: -Qîza delal, em herine zîndanê, binhêrin çika bavê mine, yanê na. Herke ne bavê minbe, ezê bihêlim, herim.

Keçikê da pêşîyê, çûne hundurê zîndanê. Gava ku Felemes çev bavê xwe ket, dilê wî xirav bû, çevê wî tije hêsir bûn û girîya, hema Rostem kurê xwe nas nedikir, hema dilê wî gelekî şewitî, lênihêrî pelewanekî zefî delalî gumruh. Rostem usa zanibû, wekî ew pelewan ji neseva wane, lê Rostem pê îtbar nedibû. Rostem got qîza dêwê Xerman, got:

-Ev çi pelewane te xwera anîye?

Qîza dêwê Xerman hilda, got: -Te heta naka nedigot ez Rostemim. Eva pelewana kurê teye, hewarîya te hatîye, navê wî jî Felemese. -Qîzikê got, wekî min zanibîya tu Rostemî, minê tu rind xweybikira, ne dihişt tu biketayî vê rojê.

Rostem dîsa pê îtbar nebû û hilda got:

-Xortê delal, navê te çiye û navê kalikê te çiye?

Felemes got: -Navê min Felemese, navê kalikê min Zale, navê bavê Zal-Dale. Dal kurê Nerîmane, Nerîman kurê Qehremane.

Rostem jê pirsî: -Navê pîrika te çiye?

Ewî got: -Navê pîrika min Rûdeveye.

-Rûdeve qîza kêye?

-Rûdeve qîza Selmanî Sinde.

-Lê navê diya te çiye?

-Navê diya min Sipîrêje.

Hêja dilê Rostem baristan bû, û xwe avîte pêsîra kurê xwe.

Herduya Rostem hildan, birin otaxa qîza dêwê Xerman. Qîza dêwê Xerman Rostem hilkişand riştê, bire hemamê, himamîş kir, ser sûretê wî kurkir, baş xweykir, heta deh roja. Wedê dêwê Xerman ma rok, wekî çil rojê wî temam be. Qîza dêwê Xerman got:

-Rostem, îro wedê bavê min temam bû, wê bê, xwera rêkê bivîne: wekîk hat, hûn cem min dîtin, wê we jî bikuje, min jî.

Wana Rostem kirine zîndanê, derî dadan, qîza dêwê Xerman got:

-Felemes, tu jî rave ji cem min here, ma sehetek bavê min bê.

Felemes rabû, sîlihê xwe hilda, derkete derva, keçikê para derî dada. Gava ku sehet temam bû, Felemes heyatêda pişta xwe da darê, nehre ser nehrê rahişt: gava ku lênihêrî notla pelte ewrê reş jê çîkê teyrokê davît. Dêwê Xerman bi firindê ser avayê xwe geriya: gava ku berjêr nihêrî, dît pelewanek wê li ber dêrî sekinîye, nehrê radihêle. Jorda bi firindê peya bû, got:

-Hey pelewano, nevî tu Rostemî? Hewarîya merîyê xwe hatî?

Felemes got: -Dêwê qeher, ez ne Rostemim, lê ez Rostemê bin Rostemim, ez qesasê serê teme.

Hêrsa dêwê Xerman hat, nola perçe agir kete canê wî. Ew Felemesva gihîştine hevdu, herduya hevra gulaş girtin-heta êvarê hev birin-anîn, yekî yek li erdê nexist.

Dêwê Xerman hilda got: -Qirêşîyê ji qirêşî, ezî westîyame, sivê heft ruhê te heve, tu ji destê min xilaz navî.

Hevdu berdan, lêda çû mala xwe. Felemes pelewan tenê ma li ber derî.

Dêwê Xerman ji qîza xwe pirsî, go: -Ev çi pelewane hatîye?

Keçikê go: -Nizam, bavo. Eva pelewana duhva hatîye, nehrê ser nehrê radihêle, min derî lê venekir.

Got: -Lawo, ezê sivê wîya bikujim. Ez dêwê Xerman bim, ew qîza min têxe qerebendîyê, nehêle derkeve derva?

Dêwê Xerman raza, xewra çû. Qîza dêwê Xerman kerbî Felemes xew nekete çeva, raneza. Rabû, dizî çû derê zîndanê vekir, gote Rostem, go:

-Rostem, malxirav, bavê min îro hatîye, vê sivêda ew û kurê te şer dikin, lê îro bavê min westîya bû, lê sivê wê kurê te bikuje, tu çi divêjî?

Rostem go: -Tu wekî min derxî, min bigihînî kurê min?

Keçikê Rostem derxist, gîhande Felemes. Nan ji wanra anî, kete hundur, derî kilît kir.

Felemes û Rostem gelekî ser hevda girîyan. Rostem got:

-Lawo, ez xwe ser qedema nagirim, ro roja bavê te bû.

Sekinî heta sive safî bû. Dêwê Xerman ji xewê rabû, serçevê xwe şûşt, teştîya xwe xwar. Felemes pelewan ber dêrî nehre rahişt. Rostem go:

-Lawo, were pişta min bide darê, bavê te nehrê rahêle, hundurê wî biqetîne.

Felemes pişta bavê xwe bir da darê, dêwê Xerman ji kela xwe derket, xwe dirêjî Felemes kir, herdu elrilemîşî hevdu bûn, Rostem nehre ser nehrê rahişt. Dêwê Xerman lênihêrî girtîyê wî berdane. Hêrsa dêw rabû. Felemes ser hevda anî. Rostem lênihêrî wê kurê wî li erdêxe, bikuje. Rostem got:

-Lawo dikarî berbi min bîne, wê te erdêxe.

Felemes dêwê Xerman berbi bavê xwe bir. Rostem para dest avît lingê dêwê Xerman kişand, erdê xist.

Keçikê pencerêra nihêrî, wekî bavê wê erdê xistin, serê bavê keçikê jêkirin. Keçikê derî vekir, çi hûrmûrê wê xas hebû, hildan, birin ber qeyîkê, siyar bûn, derbazî wî alî bûn.

Rostem û Felemes, qîza dêwê Xermanva tevayî çûne koçik-sera dêwê Sipî. Çend roja wêderê man, qîza dêwê Sipî jî hildan, tevayî çûne koçik-sera dêwê Sor. Qîza dêwê Sor jî hildan, qîza dêwê Reş jî hildan, tevayî çûne bajarê Îranê.

Qîza dêwê Xerman dane Felemes, hersêkê din jî dane pelewanê xweye baş û egît.

Bi vêva kuta bû. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev