Helwesta DAY di hindava kurdan da

Helwesta DAY di hindava kurdan da

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa bi sernavê ”Helwesta DAY di hindava kurdan da” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 94

Piştî, ku DAY di nîsana sala 1917a kete nava Antantayê, împêrîyalîzma Amêrîkayê destpê kir çav berda Rohilata Nêzîk û hewil da di safîkirina “pirsa tirka” da serkêşî bike. Û herwiha di wan hemû pirsa da, ku di rojeva konfêransa Parîsê ya aşîtîyê da hebû. Di nav wan pirsa da pirsa kurda jî. Pêşî Îngilîs û Fransa, herwiha Îtalîya jî, ku di “çar dewletên sereke da” cîyê dawî da bû, dij derneketin. Ev dewlet, ku bona parevekirina “mîrata ottomanîyê” şerekî giran dikirin, dixwestin, ku Amêrîka rola dadker bilîze, û her yek jî bi hêvî bûn, ku wê piştgirîya wan bike. Ew ji ber wê usa difikirîn, ku gişka jî digot qey DAY ji bo wan ne konkûrênt e. Berî her tiştî, emirkan pêşî de`wa hebûna ereba ya li Împêratorîya Osmanîyê ne dikirin. Ya duda, tu eskerekî emirkana di Rohilata Nêzîk da tunebû û di hêla eskerîyê da hêza wê sist bû, ji ber wê jî serketina di wê navçeyê da karekî zehmet bû. Ya sisîya, hurmeta prêzîdênt Wûdro Wîlson di hêla sîyasî da wê demê xût di Dewletên Yekgirtî da ketibû: dema prêzîdêntîya wî ser hev da dihat (kuta dibû); dema serokatîkirina wî di sala 1918a partîya dêmokratîyê di herdu palata da piranîya denga unda kir; di welêt û Kapîtolîyayê da dijderketina hindava wî û sîyaseta wî ya der da zêde dibû û dîtina civaka emirkana û komên navdar yên di nav serokatîya welêt da, ew bû, ku sîyaseta wî ya avantyûrîstîyê, buhagiran (pir xerc) û kêm kardar e. Ji ber wê jî ew dema hatina xwe li Parîsê, di hêlekê va pozê xwe bilind dikir, di hêlekê da jî şika wî hebû, ku wê têk here. Karmendên sîyasî yên bi tecrûbe Lloyd Corc û Klemanso ew yek rind derc dikirin û hewil ne dan, ku rewşa sazbûyî bona berjewendîyên xwe bi kar bînin.

Sisttîya helwesta dêlêgasyona Amêrîkayê li konfêransa aşîtîyê ya li Parîsê ne ji derbekê va û ji havîn û payîza sala 1919a ne zûtir bêlî bû. Nîveka pêşin ya wê salê da dêlêgasyonên Îngilîs û Fransayê hela dixwestin, ku usa nîşan bidin, ku ew piştgirîya Wîlson dikin û qaşo ew di konfêransê da ser gişka ra ne. Ew yek firsend dida wana di pirsên Awropayê da bighîjine armancên xwe û di wan pirsa da di nav emirkana da tu nerazîbûneke pirî-hindikî mezin tunebû. Û di hindava kar û barên Rohilata Nêzîk da jî ewana hazir bûn sozê parîyê mezin bidine emirkana, ji ber ku zanibûn, ku heta dawîya parevekirinê demeke dirêj heye. Dawî, em bêjin, ku sebebeke mayîn jî, dibe ya sereke be jî, hebû, ku Îngilîs, Fransa û dewletên Antantayê yên mayîn bi dil û can emirkana derdixistine ser plana pêşin. Ew “pirsa rûsa” bû, û bin wê pirsê da hilweşandina dîwana Sovyetî fêm dikirin -bi riya întervensîya eşkere, an jî bi wê yekê, ku alîkarîyê bidne tevgera gvardyavanên sipî. Di rûyê wê yekê da, ku zexîra eskerî û fînansîyê-aborî ya welatên Awropayêye kapîtalîstîyê ber xilazbûnê bû û rûyê wê yekê da, ku sîyaseta hukumetên wan yên dijî Sovyetê û dijî şorişê dibû sebebê diha zêdebûna nerazîbûnên gel û ji wê yekê milet gelek aciz dibû, li Londonê û Parîsê gelek dixwestin, ku Amêrîka dewlemend jî bi aktîvî tevî êrîşa çaralî ya dijî Sovyetê bibe. Em bêjin, ku hedyayên mezin li benda hemû tevgelên wê êrîşê bûn -mîrata Împêratorîya Rûsîya berê li Pişkavkazê û Asîya Navîn. Ji bo nimûnê, armanca pêşnîyara Amêrîkayê, ku mandata Ermenîstanê bidne wê, ew bû, ku bi hêsanî têkilî nav karê Pişkavkazê bibe, ji ber ku bona wî karî di destê Îngilîs û Fransayê da ne esker hebûn, ne jî pere.

Di vê rewşa sazbûyî da pêşnîyara W. Wîlson, ku bona mandata Tirkîyê komîsyona navnetewî saz bikin, bi dilê hemûşka bû. 25ê adarê sala 1919a bi biryara konfêransa Parîsê ji nûnerên DAY, Îngilîs, Fransayê û Îtalîyayê komîsyonek hate damezirandinê, ya ku gerekê li cîya (li Sûrîyê û Felestînê) fikra binecîya pê bihesîya û biryara xwe derxista. Ev biryar firsend da Îngilîs û Fransayê, ku amadekirina peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra paşda biêxin heta dawîya karê sereke -îmzekirina peymana bi Almanîyayê ra (herwiha bi hevalbendên wê yên li Awropayê ra jî). Di nav wê demê da him London, him jî Parîs bi hêvî bûn, ku wê kirîn-firotana “mîrata ottomanîyê” her yek bona kara xwe xilaz bike û yekser wê konkûrêntîya Amêrîkayê jî bidne hilanînê. DAY jî, eksî wê, bi hêvî bû, ku komîsyon wê alî wê bike bona plana Wîlson ya safîkirina pirsa tirka, bi ser xe, ango, wê hukumdarîya Amêrîkayê li ser temamîya Rohilata Nêzîk bê testîqkirinê. Bi vî awahî, armancên girêdayî teşkîlkirina komîsyonê da bal Îngilîs û Fransayê di hêlekê da, û bal Amêrîkayê jî di hêleke mayîn da, lap dijî hev bûn. Ji ber wê jî hindava xebata komîsyonê da berbirîbûnên dijî hev hebûn.

Fransayê destxweda biryar kir dêlêgeyên xwe neşîne komîsyonê, ji ber ku zanibû, ku piranîya binecîyên Sûrîyê berk dijî Fransayê bûn. Îngilîs pêşîyê qayîl bû, paşê hogirtîya Fransayê kir, xuya ye bona wê, ku ewê jî di pirsên Felestînê û Mesopotamîyayê da piştgirîya wê bike. Tenê Amêrîka dima, ku tevî komîsyonê bibe (navê wê bi resmî wa bû: “Sêksyona Amêrîkayê ya komîsyona navnetewî alîyê pirsên mandata li ser Tirkîyê da”), û ew tevbûn wê bi destî Henrî Kîng û Çarlz Kreyn pêk bihata. Ew komîsyon ji 10ê hezîranê hetanî 23ê tîrmehê li Felestînê, Sûrîyê (tevî Libnanê) û Kîlîkîyayê qesidî, û li wir di nav binecîya da pirsyarkirin derbaz kir. 28ê tebaxê hesabdayîna komîsyona Kîng-Kreyn raberî dêlêgasyona Amêrîkayê ya li Parîsê kirin.

Berî wê endamên komîsyonê, ku 23ê tîrmehê hatibûne Stembolê, xebateke tivdarekdîtinê ya mezin kiribûn. Gava bi karkirina komîsyonê li Stembolê û hesabdayîna wê ra dibî nas, têyî ser wê bawerîyê, ku armancên “Sêksyona Amêrîkayê” diha fireh bûn, ne ku lêgerînên, ku kê gerekê mandatên Sûrîyê û Felestînê bistîne. Ewê temamîya Împêratorîya Osmanîyê dabû ber çavên xwe -ji gola Xezerê girtî hetanî devtenga Farizistanê. Emirkana dixwest ser hîmê materîyalên ji alîyê komîsyonê da berevkirî lazimaya testîqkirina kontrola xwe li ser temamîya Tirkîyê û piranîya milkê wê bidne makkirinê(27). Em tenê li ser wan derecên xebata komîsyona Kîng-Kreyn bisekinin, ku derheqa kurda û Kurdistanê da nin.

Serekê para Asîya Roavayê ya komîsyonê profêsor Westermann hela berî çûyîna xwe ya li Sûrîyê û Felestînê pêşnîyar kir temamîya wa gotî Ermenîstana Mezin pareveyî li ser çar perça bikin (di nav wan da Kîlîkîyayê, Kurdistanê û Ermenîstan bi xwe jî) û ew gerekê bin serokatîya Dewletên Yekgirtî da be(28). Piştî hatina endamêm komîsyonê li Stembolê, 23ê tîrmehê sala 1919a, wana çend rasthatin û hevraxeberdan derbaz kirin, li ku guhdarîke mezin hate danînê li ser “dijwarîyên” li Ermenîstanê, ku bi emelên tirka û kar û barên Kavkazê va girêdayîne, “em îdî derheqa Kurdistanê da nabêjin”. Rojnamevanê Tirkîyê yê bi nav û deng, weşankar û berpirsyarê rojnama “Vekit” Ahmed Emîn (Yalman) emirkana dida bawerkirinê, ku wan erda nedine ermenîya, li ku piranîya binecîyan tirk û kurd in(29). Bi bawerîya wî, kurd gerekê wira haziraya bi xwe serkarîkirina xwe bikin(30).

Endamên komîsyona Kîng-Kreyn rastî nûnerên partîya dêmokratîyê ya Kurdistanê (?) Necmeddîn beg, Huseyn beg, Ezîz Baban beg hatin, yên ku piştgirê mandata Îngilîs bûn li ser Îraqê, di nav wê da -li ser Kurdistana Başûr jî. Wana bang dikir li wan navça da hukumeta kurda bidne damezirandinê, li ku bi bawerîya wan kurd piranî bûn. Ew navçeyên Xarpûtê, Dîyarbekirê, Wanê, Bîtlîsê, Bayazîdê û (bi gotina) temamîya Mûsilê bûn heta ber kenarên derya Navwelatîyê. Hovard testîq dikir, ku ew bernama Şerîf paşa ye, lê ew ne usa bû. Sohbetvanên bi emirkana ra Kurdistana Başûr ne dikirine nava dewleta kurda, wek axa bin mandata Îngilîs da, em îdî derheqa Kurdistana Rohilatê da nabêjin. Lê Şerîf paşa usa ne difikirî. Wana pêşnîyar dikir bi ereba û tirka ra nekevine nava tu pevgirêdanên sîyasî. Ewana derdiketine dijî de`wakarîyên aşûrîya yên hindava axeke cihê da, ji ber ku ewana qaşo li tu cîya piranî nîbûn. Ewana hazir bûn dewleta ermenîya nas bikin, lê hilbet, ne di nav çarçova wan sînora da, ku ermenîya erdê xwe dihesibandin. Herwiha hate gotinê, ku gerekê binecîyan bi hev biguhêrînin û mihacirên kurda gerekê vegerine cî û warên xwe(31). Rast e, di nav giregirên kurda yên li Stembolê da, ku tevî endamên komîsyona Amêrîkayê ketibûne nava peywandîya, yên usa jî hebûn, ku li hev ne dikirin. Ji bo nimûnê, Şêx Riza efendîyê ji Kêrkûkê û Baban zade Hikmetê ji Suleymanîyê pêşnîyar dikirin wan navça bikine nava axa Împêratorîya Osmanîyê û dijî damezirandina dewleta ermenîya bûn(32).

Dema amadekirina bîr û raya komîsyona Kîng-Kreyn bîr û bawerîyên usa hatine gotinê, ku bêlî dibû, ku çavê emirkana li ser Kurdistanê û navçeyên dora wê ye. Awa, şêwrdarê komîsyonê Corc Monthomerî ser wê bawerîyê bû, ku ji hemû mandata ya Ermenîstanê ji bo Amêrîkayê diha dest dide, lê eger pêwîstîya “qebûlkirina cabdarîya zêde hebe” -Kurdistan, an Anatolîya jî, ya ku wê alî “serketina êkspêrîmenta ermenîya” bike(33). Şêwrdarê mayîn, bîmbaşî Yeîl, pêşnîyar dikir, ku Aleksandrettê (Îskenderûn) nekine di nava dewleta ereba ya paşdemê, ji ber ku ew îskele diha nêzîkî Kîlîkîyayê, Ermenîstanê, Kurdistanê û wilayeta Mûsilê ye(34).

Bernama safîkirina problêma kurda di nivîsara endamê dêlêgasyona Amêrîkayê li konfêransa Parîsê profêsor Albert Lîbîera da jî heye. Di wê nivîsarê da dihate gotinê, ku gerekê navça kurda ya gêografîyê bidne wan, ku dikeve “navbera bakûrê Ermenîstana ku hûn qal dikin û başûrê Mesopotamîyayê, heta here bigihîje sînorên Ferat û Dicleyê û rohilata sînorê Farizistanê. Eger li ser vê axê serkarîkirina bi awayê mandatîyê berk û rast bê kirinê, dikarin avtonomîyê bidne kurda bona wana hazirî serxwebûnê bikin, an jî fêdêrasyona bi welatên cînar ra, li ser bingehê ku destûra bi xwe serkarîkirina xwe bidinê”. Tiştekî nêzîkî aqilan e, ku “bi rezadilî” tirka û ermenîya ji wan navça cîguhastî bikin; wira wê mîlyonnîvek kurd bimînin. Ji ber ku axa raçavkirî diha zef berbi başûr e, lê ne ku bakûr e, û nêzîkî Ferêt e, baştir e wêya bidne wê dewletê, ya ku wê mandata Mesopotamîyayê hilgire ser xwe, û gerekê usa nekin, ku wê bi Ermenîstanê, an jî Anatolîyayê va girêdayî bihêlin”(35).

Awa, îdî dema tivdarekdîtina xebata komîsyona Kîng-Kreyn da xuya dibû, ku emirkana guhdarîke xusûsî datanîne li ser problêma kurda û ew problêmeke bi serî xwe hesab dikirin. Di mêmorandûma serdar Hauz ya ji bo prêzîdêntê DAY (ya 22ê gulanê sala 1919a) da di nav pirsên girêdana peymanên aşîtîyê bi Almanîyayê û Austrîyayê ra tevayî, pirsa “axên kurda û aşûrîya yên berbi başûr û rohilata mentîqa ermenîya” jî hatibû qalkirin(36). Gava Wîlson û endamên koma wî pirsên aşûrîya, mesopotamîya û xwesma ermenîya enene dikirin, ji bo nimûnê, gava gilî dihate ser wê yekê, ku lazim e garnîzonên welatên hevalbend derbazî li ser axa Ermenîstanê bikin, pirsa kurda jî timê dihate ser zara(37). Lema jî tiştekî metelmayînê nîne, ku di nav hesabdayîna komîsyona Kîng-Kreyn da ne tenê pirsên Sûrîyê û Felestînê dabûne ber çavên xwe, lê herwiha bîr-bawerîyên derheqa rêyên safîkirina temamîya pirsa Tirkîyê, di nav wê da pirsên kurda û Kurditanê jî giring dihatine dîtinê.

Ev bîr-bawerî hema bêje wek yên Lîbîera bûn. Lazimaya, ku axa Kurdistanê kêmtir bikin, bi wê yekê va dihate şirovekirinê, ku li wira miletên mayîn jî dimînin (tirk, ermenî), û herwiha bona wê jî, ku kurd bi xwe jî di hêla dîn da xwedî hebandinên cihê-cihê bûn (sunî, şiyî, qizilbaş). “Kurdên başûr û aşûrî gerekê bikevine nava axa Mesopotamîyayê. Di hesabdayînê da eşkere dihate gotinê, ku “Mesopotamîya gerekê yekgirtî be”(38). Pêşnîyar dihate kirinê, ku Îngilîs bibe xwedîya mandata li ser Mesopotamîyayê û gerekê Mûsil jî bikeve navê(39). Gerekê bêqezîyabûna aşûrîya, xaldeya, nestorîyana bê kefîlkirinê. Çi ku dimîne derheqa hilgirtina mandata Kurdistana Tirkîyê ya bi sînorên jorê kivşkirî va, û li ku kurdên sunî û qizilbaş (Alî-îlahî) dimînin, vira gerekê kontrola dewleteke usa testîq bikin, ku “diha zef di hindava Mesopotamîyayê da xemxur be, ne ku hindava Ermenîstanê, an jî Anatolîyayê”(40). Û eva yeka di hesabdayîna Lîbîera da jî heye.

Di doklada komîsyona Kîng-Kreyn da pirsa kurda bi dûmaneke nixamtî va tê ber çava. Tiştek tenê ji şikberîyê der e, ku emirkan gelekî heyra rewşa Kurdistanê da bûn û ewana hazir bûn perça wê ya başûr û dibe ya başûr-rohilatê jî bidne Îngilîs. Lê tu tişt ne dihate gotinê, ku bi çi awahî, bi çi sînora va dixwestin avtonomîyayê bidne kurda. Usa xuya dibe, ku ew tiştekî text-bext nîne. Di navbera xetên dokladê da zelal dihate ber çava, ku bilî de`wakarîyên Amêrîkayê, ku piranîya perça Împêratorîya Osmanîyê bixe bin destê xwe (zona Devtenga, Anatolîya, Ermenîstan, Sûrîya û Felestîn), ji wan ra dest ne dida ku planên xwe yên hindava kurda da bidine konkrêtkirinê, ji ber ku ew yek wê di bazara kirîn-firotanê ya bi hevalbenda ra dest-pîyên wê bida girêdanê. Armanc û daxazkarîyên DAY yên rasteqîn hindava Kurdistanê da mîsîyake mayîn jî radixe ber çava, ku W. Wîlson di tebax-êirîya pêşin sala 1919a şandibû Tirkîyê û dihate binavkirinê “Mîsîya Amêrîkayê ya eskerîyê bona Ermenîstanê”. Ew ji alîyê gênêral Ceyms Harbord da dihate serkarîkirinê û gerekê li Ermenîstana Tirkîyê û Pişkavkazê da lênihêrandin bida derbazkirinê. Ew mîsîya ya eskerîyê-sîyasî bû û ser da jî ya dijî Sovyetê bû.

Mîsîyayê temamîya Anatolîya Rohilatê û Pişkavkazê da ber lingên xwe û li navbendên kurda yên Merdînê, Dîyarbekirê, Xarpûtê, Meletiyê qesidî. Di hesabdayîna mîsîyayê da, ku meha çirîya pêşin sala 1919a hate raberkirinê, daxazên împêrîyalîzma Amêrîkayê li Rohilata Nêzîk diha safî xuya dibûn. Hukumeta DAY gerekê mandata li ser temamîya Ermenîstanê hilda destê xwe (wa gotî Ermenîstana Mezin didane ber çava, ji deryayê heta deryayê, di nav wê da para wê ya “Rûsîyayê” û Kîlîkîya jî), Pişkavkaza mayî, Konstantînopol, hemû Devteng (di nav wê da Frakîya Rohilatê) û temamîya Tirkîya mayî. Usa xuya ye, ku di nav rêzkirina van navan da logîka tune, ji ber ku Devteng, “Ermenîstana Tirkîyê”, Kîlîkîya bêy wê jî diketine nava axa Tirkîyê. Lê di vê pêşnîyarê da logîka hebû û ew ya împêrîyalîstîyê bû. Bona wê yekê ji emirkana ra rêzkirina van mandata lazim bûn, ku pirsa sitendina mandata li ser Tirkîyê bide hêsakirinê, ango bi tenê, bi serî xwe wî welatî bike bin destê xwe û bi wê yekê va eserên şerê hemcihanê yê yekemîn yên eskerîyê û sîyasî-dîplomatîyê bona berjewendîyên xwe bi kar bîne û zirarê bighîne Îngilîs, Fransayê û Îtalîyayê.

Di wê planê da rola sereke Ermenîstan lîst. Ji bo Îngilîs û Fransayê dijwar bû bibine hukumdarê miletekî, ku wana bi xwe gelek dehsalîya banga (hema bi gotina be jî) azabûna wî kirîye. Ew jî wê demê, ku meriv nikaribû ermenîya dayne rex gelên usa, ku wana gerekê hazirî serxwebûnê bikin, ji ber ku ew miletekî xwedîyê kûltûra kevnare û dewleteke serbest bûye. Lê pêşnîyara mandata li ser Ermenîstanê ji bo Dewletên Yekgirtî xwedî kemaleke mezin bû. Ermenîstan guhdarîya sîstêma Antantayê kişande li ser xwe, lê DAY-di nava kar û barên dijî Sovyetê da rolek lîst û delkbazîyên cihê-cihê kirin bona perçekirina Tirkîyê, ku Waşîngton berî demekê bi “bawerîyên prînsîpîyal” dijî wê yekê bû.

Emirkan tenê bona wê yekê hazir bûn pêşnîyara hevalbendên xwe ya derheqa mandata li ser Ermenîstanê bipejirînin, ji ber ku ew wan ra dest dida. Ermenîstan bi xwe ji bo Waşîngtonê ewqasî jî hewaskar nîbû, ji ber ku di bin destê DAY da bingeha eskerî û materîyalî jî tunebû, ku di wî welatî da bide rikinkirinê. Ew gav di hêla eskerîyê da gaveke bi culet bû, lê di hêla fînansîyê da jî gelekî giranbuha bû. Û di doklada Harbord da hema ev argûmênt hatibûne raberkirinê. Lê ew bona armanceke mayîn bû: bona piştî hilgirtina mandata li ser Ermenîstanê bikaribin hewil bidin Konstantînopolê û Devtenga, herwiha temamîya Tirkîyê jî bixin bin destê xwe. Bi bawerîya komîsyonê, tenê bi vî awahî dikaribûn pirsa ermenîya safî bikin(41). Û ew yek ne ewqasî armanc bû, çiqasî ku firsendek bû, ku Amêrîka bikaribe sîyaseta xwe ya hukumdarîyê li meydana Rohilata Nêzîk bimeşîne.

Di doklada Harbord da kurd û pirsa kurda bi xusûsî ne hate bîranînê. Lê bi awakî zelal ber çava ye, ku bi cûrê Amêrîkayê safîkirina pirsên ermenîya û tirka (bi tevayî) wê temamîya Kurdistana Tirkîyê bikira bin hukumê împêrîyalîstê sereke. Di hesabdayîna Harbord da ya derheqa axa Ermenîstanê da, bi bawerîya wî gerekê Wan, Bîtlîs, Dîyarbekir, Xarpût, Sivas û Erzurum jî biketana navê; di wê demê da her çar wilayetên pêşin da piranîya binecîyan kurd bûn. Çend endamên dêlêgasyona Amêrîkayê yên li konfêransa aşîtîyê ya li Parîsê, di nav wan da H. Guver jî, Îraq, herwiha Kurdistana Başûr jî, dikirine nava axa Tirkîya bin mandat(42).

Planên împêrîyalîzma Amêrîkayê yên hindava welat û gelên Rohilata Nêzîk, ku di nav mefayên xebata komîsyona Kîng-Kreyn da hebûn, bi ser ne ketin. Di kongrêsa DAY da dijderketina hindava peymana Vêrsalîyê da zêde dibû, ji ber wê jî tevgelîya DAY di Koma Mileta da, ku daxaza prêzîdênt Wîlson ya here mezin bû, dikete bin şikê. 19ê çirîya paşin sala 1919a sênat peymana Vêrsalîyê testîq ne kir. Bi wê yekê va pêşîya DAY dihate girtin, ku tevî amadekirina peymana aşîtîyê ya bi Tirkîyê ra bibe. Em çi jî bêjin, derheqa mandata DAY li ser temamîya Tirkîyê û Devtenga da îdî xeberdan nikaribû hebûya. Li konfêransa aşîtîyê ya li Parîsê, ku dêlêgatên Amêrîkayê ji destpêka çileya paşin sala 1919a da îdî tevî xebata wê ne dibûn, encama komîsyonên Kîng-Kreyn û Harbord ne hatine lênihêrandinê. Îngilîs û Fransa dema hazirkirina peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra îdî DAY bendî tiştekî hesab ne dikirin û bi tena serê xwe kar dikirin.

Di hêlekê da jî di rojevê da problêma mandata li ser Ermenîstanê hela mabû. Sebebên, ku Îngilîs û Fransa qayîl dibûn wêya bidne Amêrîkayê, wek berê diman. Amêrîka jî di karê sitendina mandata li ser Ermenîstanê ketibû dudilîyê. Di mêmorandûma komîsyona Amêrîkayê da ya 26ê çirîya paşin sala 1919a derheqa dijwarîyên problêmên Ermenîstanê û Kurdistanê da dihatine gotinê. Eger îdêya mandatê bi ser nekeve, wê da dihate gotinê, wê demê gerekê ermenîya û kurda bona parastinê hildine bin baskê xwe. Ne giring e, ku ew mentîqe wê bi hev ra bêne serkarîkirinê, an cihê-cihê, lê kontrola li ser wan gerekê kardar be, ji bo ku pêşîya dijîhevtîyên hundurîn yên di nav wan da bigrin û tiştên mayîn. “Dewletên Yekbûyî hazirin, ku tevî dewletên mayîn vî karî pêk bînin?”,- xudanên mêmorandûmê pirsîn(43).

Awa, emirkan cara pêşin xwe mukur hatin, ku problêma Ermenîstanê -ew yekser problêma Kurdistanê ye jî û ku problêma ermenîya-kurda ya tevayî jî heye. Bona piranîya axa Anatolîya Rohilatê ew yek di hêla gêografîyê, dîrokê, dêmografîyê da jî rast e. Lê hema xût ewê yekê safîkirina problêmê dida zehmetkirinê û wek xuya ye, ev yek bû sebeb, ku li serokatîya DAY da diha gelek kes derketin dijî planên qebûlkirina mandata li ser Ermenîstanê.

Pirsa derheqa qebûlkirina mandata li ser Ermenîstanê (ya rastîyê, li ser perçekî erdê Kurdistanê) piştî dengdayîna li kongresa Amêrîkayê û dûrxistina wê ji tevbûna nava “sîstêma Vêrsalîyê”, ku ser dereca serokatîya Antantayê û Mala Sipî û Kapîtolîyayê pêk hat, heta nîv salî jî kişand. Di konfêransa hevalbenda ya li San-Remoyê da ya 25ê nîsanê sala 1920î bi resmî berbirî prêzîdênt Wîlson bûn û pêşnîyar kirin mandatê qebûl bike, derheqa wê yekê da şandinnama W. Wîlson ya xusûsî jî bona kongrê hebû (24ê gulanê sala 1920î) û di Dewletên Yekgirtî bi xwe da jî propoganda bona piştgirîya pirsa ermenîya hate kirinê, ku bi hereketê ermenîyên li kongrê pêk hatibû. Tenê tu şansên serketina di vî karî da tunebûn, ya ku bi dengdayîna 1ê hezîranê sala 1920î di sênatê da hate îzbatkirinê, û ewê biryar qebûl kir, ku dest ji mandata li ser Ermenîstanê dikişîne(44).

Di dema van gêjgerînga gotinên “kurd” û “Kurdistan” ji devê tu kesî derneketin, lê problêma kurda li her dera xuya dibû, xwesma dema enenekirina pirsên axê da. Em bêjin, ku projeya “Ermenîstana Mezin ji deryayê heta deryayê” rûyê wê yekê da ji ortê hate rakirinê, ku Fransayê de`w dikir Kîlîkîyayê bidne wê, û ew yek di wê xerîtê da jî xuya dibe, ku prêzîdênt Wîlson raberî senatê kiribû û di wê da erdên usa jî hebûn, ku kurd lê diman (navçeyên Bîtlîs, Wan, xeta sînor ya Tirkîyê-Îranê û yên mayîn)(45). Eger mandata Amêrîkayê li ser Ermenîstanê pêk bihata, DAY wê ne tenê biryara qedera ermenîya, lê herwiha ya kurda jî bida. Lê wî çaxî ew yek bi ser ne ket.

Têkçûna sîyaseta Wîlson di pirsa Tirkîyê da, ku pareke wê testîqkirina mandata Amêrîkayê bû li ser Ermenîstanê, Amêrîkayê ji tevbûna safîkirina pirsa kurda jî da dûrxistinê. Di wî karî da însîyatîf (problêma ermenîya jî bi wê va girêdayî bû) derbazî destê Îngilîs û Fransayê bû, yên ku destbi tivdarekdîtina perçekirina Împêratorîya Osmanîyê ya bi cûrê teze kiribûn, û ew yek gelekî ji wê planê dihate cudakirinê, ku dema hatina prêzîdêntê Amêrîkayê li Parîsê hatibû amadekirinê.

Çavkanî:

  1. Howard H. N. The Kîng-Crane Comîssîon, rûpel 172.
  2. Dîsa li wir, rûpel 173.
  3. Dîsa li wir, rûpel 197.
  4. Dîsa li wir, rûpel 208.
  5. Dîsa li wir, rûpel 215.
  6. PRFR. PPC. Vol. XI. Wash., 1945, rûpel 576.
  7. Dîsa li wir. Vol. VI. Wash., 1946, rûpel 675-676. Civata Şêwra Deha, 25ê hezîranê, sala 1919a.
  8. Dîsa li wir. Vol. XII. Wash., 1947, rûpel 800.
  9. Ne ku DAY, wek ku di pirtûka V. Î. Şpîlkovayê ya bi sernivîsara “Sîyaseta DAY împêrîyalîstîyê hindava Tirkîyê da (1914-1920)”. Moskva, 1960. rûpel 98.
  10. Dîsa li wir, rûpel 836-837, 842; Howard H. N. The Kîng-Crane Comîssîon, rûpel 227-228, 322, 360.
  11. Binhêre: Mîller A. F. Plana Amêrîkayê ya zevtkirina Konstantînopolê û Devtenga, rûpel 167, 168; Posxverîya B. M. Komîsîyonên Amêrîkayê li Tirkîyê, rûpel 165-171; V. Î. Şpîlkovayê ya bi sernivîsara “Sîyaseta DAY împêrîyalîstîyê hindava Tirkîyê da”, rûpel 100-102.
  12. Posxverîya B. M. Komîsyonên Amêrîkayê li Tirkîyê, rûpel 171.
  13. Howard H. N. The Kîng-Crane Comîssîon, rûpel 282-283.
  14. Binhêre: Posxverîya B. M. Pirsa Tirkîyê li senata DAY (dawîya sala 1919a-nîveka sala 1920î).- MKER. XIX. Moskva, 1956; Şpîlkovayê ya bi sernivîsara “Sîyaseta DAY împêrîyalîstîyê hindava Tirkîyê da”, para III.
  15. Nassîbîan A. Brîtaîn and the Armenîan Questîon, rûpel 224. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev