Pirsa we û bersîva me – 35

Pirsa we û bersîva me – 35

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya xebatkarên redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

Pirsa Gewra Qehreman û bersîva me

Pirs: – Gelo bo çi dema kurd ji parçeyekî welatê xwe diçine parçeyekî din, gelek kurdên wî parçeyî bi dilşadî ew qebûl dikin, lê gelek kurdên wî parçeyî aciz dibin?

Bersîv: – Zêdeyî 20 welatên ereban hene. Di navbera wan da hidûd hene, tu erebek nikare ji welatê xwe bê destûr here welatekî ereban yê din. Heta nikare bibe hemwelatîyê wan jî, li hinek welatên ereban nikarin bi zewacê jî li wan welatan bimînin û bibin hemwelatîyê wan dewletan. Eger yek di van pirsan da bêqanûnî bike, wê demê mehkeme dikeve dewrê û ceza tê birînê.

Qanûnên ha li her deran derbaz dibin, li welatên tirkîaxêv, îranîaxêv û heta welatên here pêşketî jî ku eynî milet in, lê xwedî welat û dewletên cuda ne.

Vêca bo çi a kurdan û Kurdistanê gerekê ji van welatan cuda be? Em dibînin, ku bi kêmanî parçeyekî welatê me – Kurdistana Başûr an bi dilekî vekirî kurdên ji parçeyên din cem xwe qebûl dike, an jî bi kêmanî çavên xwe li wan digire.

Eger kurd û Kurdistana Başûr rast û heq bin, wê demê em gerekê aqil bidine wan hemû welatan, ku di hindava gelê xwe da ne wek kurdan û Kurdistana Başûr hereket dikin.

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev