Mafê serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa yê miletê Kurd e!

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 23

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pêdizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku icar ji bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro ye li ser xebata Însîyatifa serxwebûna Kurdistanê, her wiha li ser mijarên serxwebûna Kurdistanê, li ser rewşa siyasî ya niha li Kurdistanê, derbare helwesta dewletên herêmê, bi taybet Tirkiye-Îran-Iraq û
û Cîhanê di pêvajoya serxwebûnê li Başûrê Kurdistan.

Di vê derbarê de me xwest şroveyên Berdevkê Însiyatîfê, rojnamevan ù siyasetmedar Abit Gurses raberî radyoguharên xwe bikin .

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê birêz Abit Gurses.

Jînenîgarî:

Abit Gurses di sala 1957 an de li Bêdlîsê ji dayîk bûye.

Ewî Teknîsyenê çandiniyê, rêvebirî û aborî xwendîye.Di nîvê salên 1970 an de di nav tevgera Rizgariyê de cîh girtîye.
Piştî derbeya askerî ya 12 Ilonê 1980’ê ji bo ku nekevê işkence û hepisxaneyê Tirkan, heyva Nîsanê (1981) derbazî Rojavayê bû. Nêzikê 4 salan li Suriye ma, demekî nûnerê Rizgarî bû.

Di sala 1986’an de li gel rehmetî Orhan Kotan û hin biraderan wana rojnama Kurdistan Presss û Ajansa Nûçeyên Kurd damezirand.

Birez Abit demekî redaktorî, rojnamevanî û rêvebirîyê kir…

Ji deh salan zêdetir e, nivîsên wî di rojnama û malperên kurdî: li Gelawêj, Rojeva Kurdistan, Kurdinfo, Rojevakurd Rizgarî, Rúpela nû, K24 û hin cîhên dî da hatine weşandin.

Demek dirêj qasî 6-7 salan li Aso TV’yê de li gel Cemal Batû, Dara Bilek, Keya Izol û hin kesèn din re bûyerên Kurdistanê şirove dike.

Par payîzê birêz Abit li gel 10 – 12 rewşenbîrên Kurdên Swêdê ji her çar perçeyên Kurdistanê, bi peydakirina piştgîriya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê, xebateke sosyal-medya lidar xistin, li ser van nêt û armancan hatin ba hev û însîyatîfek pêk anîn. Însîyatîf ne girêdayî partîyeke siyasî, ne jî li dijî tu partiyeke siyasî ye. Armanca wê, bi tenê piştgiriya serxwebûna Başûr e. Însiyatîfê da zanîn ku mafê serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa yê miletê Kurd e û ji bo Kurdan bangewaziya yekîtiyê kir û got “em hêvî dikin ku hemû aliyên sîyasî, olî û neteweyî, saziyên resmî û sivîl nakokiyên xwe deynin alîyekî û di vê prosêsa serxwebûnê de hevdu bigrin bi yek deng û yek helwest bin û prosêsa serxwebûnê bighîje encamekê.

Birêz Abit niha li Swêdê dijî, zewicî ye, du kurê wî hene.

Birêz Abit Gurses re ji stûdyoya radyoya Ria taza li Stockholma paytextê Swêdê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Berdevkê Însîyatifa Serxwebûna Kurdistanê, rojnamevan ù siyasetmedar Abit Gurses bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev