Malbata kurd a kevneşoperest -1

Malbata kurd a kevneşoperest -1

Welat Agirî

Dema meriv li taybetmendiyên civakên kevneşoperst/edetperest dinhêre, bi awayekî zelalî tê dîtin ku civak an jî malbata kurd a edetperst jî hema bêje xwediyê heman taybetmendiyan e. Ji bo her civakê faktorên cuda hene ku xislet û taybetiyên malbatên kevneşoperst di bin siya wan de şikl û qalib digirin. Ji bo malbat û civaka kurda a edetperest jî faktora herî bi bandor ol e.

Di nav kurda de civat ji eşîretan, eşîret ji qebîlan, qebîle ji malbatan, malbat ji malan û mal jî ji kesên ku ji xûnekê tên tê holê.

Malbata kurd ya kevneşoperest li gor aborî, şertên fîzîkî û erdnîgariyê di sê grûba de tê katorîzekirin:

  • Malbatên koçer: kar û barên van malbatan xwedîkirina pez e ku jiyana wan bi koçertiyê derbas dibe. Bi destpêka germahiyê ve koçerên kurd mî, berx, bizin, kar û kavirên xwe didin pêşiya xwe û berê xwe didin zozanên Erzirom, Qers, Agirî û Wanê ku di mehên havînan de zozan ji wan re dibin mal û malbat. Dîsa zivistanên xwe jî li Amed, Mêrdîn, Dîlok û bajarên binxetê derbas dikin. Bihar û payîzên wan jî bi çûyinûhatina di nav van herêman de derbas dibe. Di heman demsalê de ferqa germahiya havîngeh û zivistangehên koçeran 20-30 derece ye.
  • Malbatên gund/gundî: ev malbatan, ku rûniştvanên gund in, bi çandinî û ajaldariyê debara xwe dikin. Ya rastî di vê sinifê de hinek malbat hene ku nîvkoçer in. Çend ferd ji malbatên nîvkoçer li zozanan bi pezê xwe re mijûl dibin û yên mayî jî li gund bi karê çandiniyê ve meşqûl in ku ji bo debara zivistanê haziriyê dikin.
  • Malbatên bajarok/bajara: malbat aboriya xwe bi çandinî û tîcaretê dikin. Derbarî kurd û jiyana wan de gelek malûmat hene ku ne rast in. Yek ji wan agahiyan jî ew e ku kurda di dîrokê de her tim karê şivanî û gavaniyê kirin e. Di rastiyê de jiyana kurda a bajarî û karê wan ê çandiniyê gelekî kevn e. Lê belê tiştekî gelek balkêş heye ku heya van salên dawîn jî kurda tîcaret/bazirganî wek karekî ne baş didîtin. Kesên ku kirrîn û firotina heywanan dikin re “canbaz” tê gotin ku wateya canbaz “bêhawa, bêbext”e. Û dîsa çerçî û poşe/mirtibên kurda hene ku kelmelên hûr dibin gunda difiroşin ku kurda tu car qedr û qîmeteke mezin nedane van kesan.

Di malbata kurd a kevneşoperst de, cûn û hatina bajêr gelek kêm e. Di malbatê de tiştên ekstra nîn in û ji xwerinê bigire heta cil û bergên rojane ên xwekirinê jî li gorî pêwistiyê ye. Piraniya lazimatiyên malê, malbat bi xwe bîter dike ku çîkên wek tirpan, qumaş, xwê, çay, şekir ku malbat nikare hilberîne, ji derve tên kirrîn. Ji bo tiştên ku ji derve tên stendin pere tê dayîn lê hinek ewk hene ku ji cînaran tê deynkirin û ev deyn bi rêya berdêlê tê dayîn. Di nav têkiliyên cîrantiyê de berdêlî tişteke gelek normal e lê qal û behsa pera eybeke mezin e. Heke di mal de nan nemabe, nanekî ji jînarê xwe dixwaze û dema nan hat patin, nanê deyn şûnde tê vegerandin.

Li gor lêkolînan, di malbata kurd a keneşoperst de sê tişt hene ku dev jê nayên bardan:

  • Parastina malbatê ji bo ferdan erka herî mezin û her ferd hewl dide ku navê malbatê mezin ke
  • Kesên malbatê pişta hev dikin, ji kar û şuxulan de alîkar û destekarên hev in
  • Mêrên malê ji bo bicîhanîna lazimatiyên malê û ferdên malê berpirsiyar in

Mala kurd a edetperst di bin seroktiya bav de tev digere ku ev jî nîşana pederşahiyê ye. Di malbata kurd de bav bav e, serok e, rêvebir e. Erê ya bavê erê ye, naya wî na ye. Herçiqas pederşahî hebe jî ferdên malê di bin reîstiya bavê de bi hizûr û dilşad in. Ev rewş bi peyva “mala bavê” tê bi lêv kirin. Di kurdî de gelek gotin hene ku di malbatê de pozîsyona bavê û malabavê bi awayekî zelalî didin xuyakirin.

Yek ji wan gotinan “qey ev mala bavê te ye?” ye. Mebesta vê gotinê ew e ku meriv di mêvandariyê de nikare wek mala bavê xwe rihet û dilfireh be. Dîsa gotineke din “wek mala bavê xwe” ye ku meriv di mala bavê xwe de li gor daxwaz û îsteka xwe dikare hereket bike.

Gotineke din “mala bavê min mala mêran e” e ku ev gotin di navbera ferdên malê de xwemalî/aîdiyeteke xurt tîne holê.

Malbata kurd a kevneşoperest dikare di civakê de îtibar û rêzdariya ferdên malbatê zêde bike an jî kêm bike, herwisa ferd jî bi hal û hereketên xwe dikarin malbatê girambar an jî bêgiram bikin. Derheq vê mijarê de gotineke pêşiyan “her giya li ser koka xwe şîn dibe” ye ku bi vê gotinê tê dîtin, ferd karekter û şexsiyeta xwe ji malbatê werdigire. Gotina duyem jî “golikek navê naxirekê xirab dike” ye ku mabesta vê her ferd berpirsiyarê hal û hereketên xwe ne ku kirinên xirab pirestîja malbatê kêm dike. Li gor vê zêhniyetê, dema ferdekî malbatê tiştekî ne baş kir, berteka ferdên din li şûna “te xwe rezîl kir” ê, “te em rezîl kirin” e û “em ê çawa derkevin nava xelkê” ye. Dîsa xwîndarî û cînayetên namûsê li gor vê bîrûbaweriyê ye.

Di nav civaka kurd ya edetperest de, malbat, mala bavê, wek çiyakî ewledar tê dîtin ku ferdên malê her wext û di şert û mercan çê û neçê de dikarin xwe bispêrinê. Di pevçûna nav jin û mêr de, jin dibêje “ez ê herim mala bavê xwe” û dîsa dema mêr ji jina xwe hêrs dibe dibêje “here mala bavê xwe”.

Di bizav û faaliyetên malbata kurd de, ku malbat debara xwe bi çandinî û ajaldariyê dike, quweta mila bikêr û fonksiyonî ye. Ji vê sedemê, di malbata kurd a kevneşoperst de jin û mêr ne wekhev in, serdestiya mêra heye. Zilamên malê, malbatê ji tehlûkayan diprêzin, karên giran dikin û dîsa danûstendina malê di destê zilama de ye.

(beşa 2an sibê çap dibe)

Çavkanî:

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    “..Ji vê sedemê, di malbata kurd a kevneşoperst de jin û mêr ne wekhev in, serdestiya mêra heye..“
    Ew rast e û ew tesîra ditinên/olên; Yekxadê ye..

    Loma divê, merî baldarî tevbigere û herdem bipirs mijaran, gotinan, çîrokan..hwd helne-dayne, ango binirxîne..
    Wekî mînak;
    hê jî di civaka me da peyva can/gan tê karanîn, ne “gelê canik û camêran..hwd.
    Di misletan, ango civînan da jî can (jin-mêr bi hevra) beşdar in..

    Ez dirêj nekim..

    Ji ber vêna wekî rojene gotinên;
    “cîyê jinan, komîsyona jinan, lîjneya jinan, mala jinan.. hwd neyên karanîn..

    Ji berku ew gotin jî ji berhemên dîtinên/bîrdozîya Yekxadê ye.. Û ew jî ne çanda me ye..

    Erê az zanim hema bêje, hemî civak kartînen..hwd lê, ew cûdatîyê û bi $êwekî din arî-siçî yê dike nav canan, merîyan..

    Erê mijarek bi serî xa ye.!

Şirovekirin hatine girtin.