Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Malbata kurd a kevneşoperest -2

Malbata kurd a kevneşoperest -2

Welat Agirî

Di malbata kurd a edetperest de kalemêr û pîrejin bi zarokên xwe ên nezewicî, zewicî û bi neviyên xwe re di malekê de jiyana xwe didomînin. Ji bilî van kesan, carna jî ji mirina zava an jî ji hevberdanê qîz vedigere mala bavê.

Heke meriv qiyasekê di navbera mala kevneşoperest û malên îro ên modern (malên ji dê, bav û zarokan pêk tên) de bike, dê were dîtin ku bi her awayî ve yanî ji aliyê saykolojî û fîzyolojîyê ve tesîra malbata mezin bêtir e. Yanî fonksiyoneke malbatên mezin ên destekker jî ew e ku zarok li hemberî dijwariyên jiyanê gelek zexm û qeyîm in. Di malbatên biçûk de, zarok ji serpêhatî û şîretên kalik û pîrika bêpar in û dîsa li devûdora wan ne apekî hevrê ne jî meteke hemsir heye.

Erkên esasî ên malbeteke kurd ev in:

  • Hemû ferdên malê hewl didin ku qîmet û rêzdariyê zêde bikin
  • Di ferhengoka ferda de “ez” nîn e, “em” heye
  • Di malbatê de beriya hertiştî fedakarî cîhê xwe digire
  • Di navbera hemtemen û hemzayend ên malbatê de karbeşî û piştevanî heye
  • Ferdên malbatê di kar û têkiliyên xwe de, li gor erf û edetan tev digerin
  • Di malê de armanca ferdan avakirina ewlekarî, piştevanî û hezkirinê ye

Di civaka kurda de, qanûn û zagoneke nivîskî nîn e ku hal, hereket, gotin û kirinên kesan control bike. Lêbelê kontrola civakî heye ku li ser tevgera gelek bi bandor e. Kontrola civakî ji bo kirinên baş û bifêyde şexsa bi xelatê dilşad dike û dîsa ji bo tiştên kirêt û bêfeyde jî pê li bişkoka ceza dike ku nehêle xirabî di civatê de zêde bin.

Di malbata Kurd a kevneşoperest de karbeşî li gor zayendê tê parve kirin. Gelek kêm îş hene ku jin û mêr bi hev re dikin ku yek jî çandina gîha û genim e. Herçiqas vî karî bi hev re bikin jî, dîsa ne wek hev in ku mêr bi tirpana didirûn û jin jî gîha an jî genimê dirûtî didin ser hev.

Hin şixulên ku jin dikin: çêkirina xwerinê, şûştina kinca, xwedîkirina zarokan, paqijiya malê, dotina pêz, çêkirina qatix, rûn û penêr û karê bostan.

Hin karên ku mêr berpirsiyar in: xwedîkirina heywanan, dirûtina mêrg û zeviyan, ajotina cot, karê êş/hêrandin, lêkirina dîwaran û  danûstandina malê.

Di malbata kurd a edetperest de hin tişt hene ku wek eyb û şerm tên dîtin lêbelê ev tiştana di malbata modern de ne eyb in ne jî şerm:

  • Kişandina cixarê; jin li ba mêra û lawên malê jî li cem bavê xwe û birayên xwe ên mezin cixarê nakişînin.
  • Lêxistina fîqê, strandin; strandina piçûkan li cem mezinên malê wek eyb tê dîtin
  • Şekirina por; cîhê mêr lê ye jin porê xwe şe nake û dîsa law li cem bavê xwe pore xwe şe nake, bi çûncika xwe naleyîze
  • Di malbatê de jin û mêrên emir piçûk li nik mezina xwe dirêj nakin û pê xwe navêjin ser hev
  • Kurdên edetperest hevdîtina destgirtiyan jî napejirînin û ev tiştekî eyb û qedexe ye
  • Di nav malê de jin û xesma bûkên malê bi xwezûre û tiyên xwe re xwerinê naxwin.
  • Li cem mezinekî behsakirina bermaliyê an jî malxwê şerm tê dîtin, dîsa jin jî mêr jî li ba bavê xwe an jî mezinekî malbatê bi zarên xwe re şa nabin, zarokan hilnadin milê xwe.

Ev edet û toreya kurdan ên kevneşoperst in. Di nav kurdên me ên vê rojê de dibe ku hin kes van edetan bipejirînin, pozîtîf bibînin û hinkes jî bi awayekî gelek negatîf rexne bikin, qebûl nekin. Lê heke em rastiyê binhêrin, bi globaliya dinyayê ve tesîra van erf û edetan jî roj bi roj winda dibe û ne wek berê ye.

Malbatên piçûçk ên wek modern tên hesibandin her diçin xurt dibin. Dîtina ku ez dibînim jiyana me ketiye şiverêya lasayî û teqlîdê ku em hertiştê tirka teqlîd dikin. Aliyê rojavayê tirkiyê jimara aramxaneyan ku cîhên bêaram in her roj zêde dibin. Bajarên mîna Stenbol, Îzmir û Bursayê de hema bêje malbatên fireh û mezin nemane. Tirsa min ew e ku rojekê were em ê jî dev ji erf û edeta berdin û berê dê û bavê bidin aramxaneyên bêaram…

Çavkanî:

                     Yaşayan taniklarin yaşanmişliklari işiginda geleneksel kurt aile yapisii-Dr Mehemt Yazici

–                     http://family.jrank.org/pages/1026/Kurdish-Families-Kurdish-Marriage-Patterns.html

–                     http://www.everyculture.com/wc/Tajikistan-to-Zimbabwe/Kurds.html

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.