Îbn Xeldûn (1332-1406) -1

Îbn Xeldûn (1332-1406) -1

Lêkolîner Emîn Narozî bi vê nivîsa delal ra, ku ji redaksyona malpera me ra şandîye, nameyeke ha jî nivîsîye: 

-Min di nav hinek wergerên xwe yên berê de ji Tarîxa Ibn xeldûn hinek beşên ser kurdan dîtin ku yek jê jî li ser Dewleta Hesnewîyê Kurd bû.Min ew ji nû ve xwend li hev rast û nû kir, lê ji ber dirêjîyê min kir du belkî sê beş û va ez ji te re dişînim. 

Digel silavên biratî: Emînê Narozî

 

Em jî bersîva wî bi gotinan didin: Ji erd heta ezman em ji te razî ne û mala te hezar carî ava.

Em îro beşa pêşin a gotara wî a delal çap dikin. Beşa duduyan emê sibê çap bikin. Çaverê bin.

 

Emînê Narozî, lêkolîner

Ebdurehman îbn Xeldûnê Mexrîbî ji nav dîroknasên Îslamê wek fîlozofê pêşî yê dîrokê hatiye nasîn. Ew hê bêhtir bi Muqedîmeya xwe ku cildê pêşî yê dîroka wî ya “Kîtab ul-‘Îber we Dîwan ul-Mubteda’ we el-Xeber fî Eyyam il-‘Ereb we l-‘Ecem we l-Berber” e, nav û deng daye. Di Muqeddîmeyê de ku weke pêşgotineke dirêj e ji dîroka wî re, ew dîroka civak û fîlozofiyê dide nasîn û hinek dîroknivîserên Îslamê ên berî xwe mîna Mes‘ûdî û Waqidî rexne dike.

 

Bi vê re ew saloxan ji awayên pêşveçûna civakî, olî, siyasî, aborî û zanistî jî dide û herweha ew awayê damezrandin, bipêşveçûn û hilweşandina dewletê bi şêweyekî hêsayî û pêlbipêl (kronolojîk) diyar dike.

 

Li gorî Îbn Xeldûn “Şahîtî ji tevger û lebata jiyaneke hêsa û ji çînên cuda dest pê dike û bi pêş ve diçe. Hin bi hin ew berfireh dibe û kesên din jî tên li hawîrdorê wê kom dibin. Ew wisa pir dibin ku cih li hin damezrênerên berê teng dibe û ew ji dora serokatiyê vedikişin. Bêguman ji bo nav û deng û jiyaneke bi xweşî û şadî çiqas diçe mirov li dora şah zêde dibin û ev yek jî bi xwe re xercên (mesrefên) zêde derdixe holê.

 

Ji bo peydakirina vî xercî jî bac û xeraceke zêde dikeve ser milê xelkê û ev jî dibe sedemê xebateke zahf ku zêdeyî biriya (qeweta) xelkê ye. Ji hêlekê ve vekişandina hevalbendên damezrêner ên mîrîtiyê û ji aliyê din ve jî westandin û acizbûna gel ji kar û xebatê dibe sedemê qelsbûn, perçebûn, û bidawîanîna hêza wê dewlet yan jî şahîtiyê”. Sitîla Îbn Xeldûn sitîleke kilasîk û tevlîhev e, duberekirin tê de pir e, lê ew hêsayî û bi gelemperî ye jî.

 

Îbn Xeldûn ji malbateke kevn ya erebên başûr e ku di saraya Sevilla de rolekî mezin lîstiye, lê pişt re hê berî çêbûna Îbn xeldûn malbata wî ji wê derê koçî Tûnis kiriye. Ew li Tûnis ji diya xwe re bûye û li wê derê nêzîkî sarayê mezin bûye. Hê di bîst saliya xwe de wî gelek karmendiyên bilind li sarayên cuda mîna yên Fas û Giranada, girtine.

 

Ew li gelek deverên cîhanê mîna Misir, Şam, Hîcaz û Endulusê geriyaye û ji bilî vê Berhema wî ya hêja wî doktorayek jî li ser mentiq û felsefê nivîsiye.[1]

 

Îbn Xeldûn di gelek cihên vê berhema xwe ya dîrokê ku navê wê li jor bihûrî de fena xelkê din qala kurdan jî kiriye. Min li vê derê hinek ji wan cihên ku tê de behsa rewşa mîrîtiyeke kurdan ya bi navê Hesnewî dike û peywendiyên wan bi xelîfetî û der û dorên wê re dide zanîn, wergerandîye. Ev mîrnişînîya kurdan di navbera salên 950’î û 1050’î de desthilatdarî kiriye ku di dema wergeranê de min çend cihên wê daye ber tarîxa Îbn Esîr ya el-Kamîl fî t-Tarîx.

 

Mixabin ku di navan de bi giştî, lê hê bêhtir jî di navên cih û eşîrên kurdan de li gorî çavkanîyên berî wî gelek şaşî tê de hene, çawa ku di xwendina notan de dê bê dîtin.

Emîn Narozî

 

Dewleta Hesenewîyan/Hesenweyhîyan

 

Dewleta hesnewîyên Dînewer û Samixanê û destpêka karûbarên

wan ku kurdên pêşî bûn bi doza Ebasiyan ve rabûbûn

 

Hesnewîyê kurê Hiseynê kurd ji qebîleya kurdên Rîzenkas e[2] ku ji eşireke wan re Diweyletî jî dihat gotin. Ew xwediyê keleya Seryac[3] û mîrê Birifkan[4] bû. Ew milk jê re ji xalên wî Wendad û Xanemê kurên Ehmedê kurê Elî mabû. Ew [Xalên wî] ji kurdên Ebabî[5] bûn û nêzîkî pêncî salî li derûdorên Dînewer,[6] Hemedan,[7] Nehawend,[8] Samîxan[9] û hinek cihên Azerbaycanê[10] heyanî sinorê Şehrezorê[11] bandorî kiribûn ku spaha heryek ji wan bi hezaran bûn.

 

Di sala 349/960´î de Wendadê kurê Ehmed miribû û kurê wî Ebû Xenaîm Ebd ul-Wehab ketibû cihê wî ta ku hozeke kurdên şadincanî[12] ew dîl girtibû û teslîmî Hesnewîh kiribû, wî jî dest danîbû ser kele û aqarên wî hemî.

Xanem di sala 350/961’ê de mir. Kurê wî Ebû Salim Desîm[13] li keleya Fetenanê[14] ket cihê wî ta ku Ebû Feth ibn ´Emid ew ji holê rakir û keleyên wî yên Bustan,[15] Xanemefaq[16] û yên din tev vale kirin.

 

Hesnewîh mirovekî xuyxweş û ji karûbarê xwe re serdest bû, wî keleya Sermacê bi tatikên mîmarî[17] avakir û herweha li Dinewerê jî camiyeke weke wê çêkir. Wî gelek xêrûbêr li Meke û Medîneyê didan. Dema Biweyhî hatin ser hikim û wan Rikn ud-Dewle danî ser Reyê[18] û der û dorên wê jî dane ser, hingê ew bû alîgir û alîkar ji bo hêza neyarên wî (Hesnewîh).

 

Wî qedir dida Rikn ud-Dewle û çavên xwe ji kirinên wî re digirt ta ku di navbera serdarekî deylemî bi navê Îbn Mîsafir[19] digel hinek ji giregirên wan û Hesnewîh de bûyerek qewimî. Hingê Hesnewîh di wê bûyerê de Îbn Mîsafir şikand, xist cihekî asê, dora wî girt û agir berdayê. Ew nêzikî mirinê bû ku pişt re ji bo wî ewleyî hat xwestin, wî dayê, lê dû re pêre xedir kir û sozê xwe şikand.

 

Ev yek pir li zora Rikn ud-Dewle çû, hêrsên wî rabûn, xeyidî û di sala 359/969´an de, wezîrê xwe Ebû Fedl îbn Emid,[20] bi leşker ve şand ser. Ew çû Hemedanê û dor li Hesnewîh teng kir, lê pişt re Ebû Fedl mir û kurê wî Ebû Feth jî li ser hinek mal, pê re li hev hat û ji ser dagerîya.

(dûmayîk heye)

Wergera ji erebî: Emîn Narozî

 

[1] Christopher Toll, Den Arabiska Litteraturen, Norstedt & Söners Förlag, Stockholm, n. d., rûpel 93-94. Ferdînand Tûlu, el-Muncid fî el-Luxe we el-E‘lam, Dar el-Me‘arif, Qahîre, 1960-79, çapa 7’an, beşa dîrok û agahan, rûpel 10. Pêşgotina “el-Muqeddîme”yê, Dar el-Kîtab el-Lubnanî, Beyrût, 1965, r 1.

[2] Li gor Îbn Esîr ev “Berzîkanî” ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, 8/705 (cild 8, r. 705) ku ya ratî jî ev e, çavkanîyên ber dest hemî navê eşîra wan berzikanî didin. jixwe ji bilî Ibn Xeldûn hemî çavkanîyên cem min ku behsa hesnewîyan dikin wan ji hoza Berzîkanî hesab dikin.

[3] Li gor Îbn Esîr “Sermac” e. bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705 û Sermac: keleyeke asê ye ku dikeve navbera Hemedan û Xûzistanê û di destê Bedir ibn Hesenwîyê kurd yê xwedîyê Şapûrxwastê de bû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/243.

[4] Li gor Îbn Esîr “Berzîkanî” û “Berzîniye” ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705. Ev Berzîniye bavekik yan jî şaxekî eşîra berzîkanîya kurd î mezin bû ku pismamê/biraxweyê bavikê mezin yê eyşanîyê berzîkanî bûn. Serê pêşî herduyan pêkve eşîrê û dû re jî dewletê digerand. Bnr. Li pêş li destpêka behsa Hesnewî; Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxi Meşahiri Kurd, Sirûş, Tehran, 1371, beş 2, berg 3, r. 41.

[5] Li gor Îbn Esîr “ew serokê koma ‘Eyşaniye”, Eyşaniyan, bûye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705

[6] Dînewer: bajarekî ser bi welatê Çîyan ve ye û nêzîkî Qermisînê ye ku bi qasî sêduyê Hemedanê ye, devereke pir bi mêwe û çandinî ye û avên wê jî xweş in. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/616

[7] Hemedan: Hemedan ku bi maneya dildar e, navê mezintirîn bajarê Welatê Çîyan e, [ku berê ji bo Welatê Kurdan dihat gotin û navê wê yê kevn Ekbetan bûye]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/471.

[8] Nehawend: bajarekî mezin yê Hemedana Îranê ye ku pêşiktirîn bajarê welatê Çîya ye û di nav wê de dizeke ava yî ecêb heye, bnr Ibn Esîr, b. n., 2/411, sal 21, not 1

[9] Samîxan: wîlayetek ji yên Çîya ye ku dikeve ser sînorê Teberistanê, bnr. Ibn Esîr, b. n., 2/437, sal 22; li gorî Ibn Xurdazbe ev Samîxan û Şehrezor û Derabaz di serdema wî de li ser Mûsilê bûne. bnr. Ebu l-Qasim Ebdullah ibn Xurdazbe, el-Mesalik we l-Memalik, Metbe´e Berîl/Dar Sadir, 1889, Leiden,/Beyrût, r. 245; Ehmed ibn Yehya ibn Cabirê Belazurî, Mekteb el-´Esrî, 2008, Beyrût, r. 308.

[10] Azerbaycan: herêmeke mezin î fire ye ku gelek bajar û kele û deverên bi berhem digire nav xwe û pir bi bostan û av û kanî ne; ew ji hêla Iraqê ve piştî [welatê] çîya tê û ji rojava ve jî digihê welatê ermenîyan. Sînorê wê yê giştî ji rojhilat ve ji Berde´e dest pê dike û ji rojava ve jî digihîje Erzincanê û ji bakur ve jî digihê Deylem, Ceyl/Gîl û Teromê ku herêmeke fire ye. Bajarên wê yên navdar ev in: Tebrêz ku serbajar û mezintirîn şarê wê ye, (lê berê Meraxe bû), Xoy, Selmas, Urmîye/Ormîye, Erdebîl, Merend û yên din. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/155.

[11] Şehrezor: li gorî Yaqût eyaleteke fireh ya [welatên] Çîya bû ku dikeve navbera Erbîl/Hevlêr û Hemedanê û dibêjin ku Zorê kurê Dehak ew ava kiribû û navê xwe jê girtîye, xelkê lê hemî kurd in û niha bajarê wê Kerkûk e. Lê li gorî Mesre` ibn Hîlal jî Şehrezor navenda çend bajar û gundên wê herêma ku navenda wan Şehrezor e. Xelkê lê hemî kurdên mêrxas in ku zû bi zû serî ji siltan û xelîfeyan re danaynin û nakevin ber fermana desthilatdarên bîyanî û mîrekên ku ne ji wan bin jî qebûl nakin. Serbajarê wê di çolekê de ye û serek û desthilatdarên wan ji wan in. Petros Bûstanî, Daîret el-Me`rif, Dar el-Me`rîfe, Beyrût, b. t./n. d., 10/619; Yaqût, b. n., Mu´cem, 3/375; Niha ew li ser parêzgeha Silêmanîyê ya Başûrê Kurdistanê ye.

[12] Li gor Îbn Esîr “şazincanî” ye. bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/213

[13] Li gor Îbn Esîr “Deysim/Deysem” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705. Ew Ebû Salim Deysemê Berzîkanî ye û nevîyê Xanem û yek ji mîrekên xanedanîya berzikanî bû ku midetê desthilata wî li  kasana/Qesnana herêma derbaseka Kermanşahê nêzîkî heya dema babayadigarîyan ajot. Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxa Meşahir, 2/27; M. E. Zekî, b. n., 1/132.

[14] Li gor Îbn Esîr “Qesan” yan jî “Wesenan” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705

[15] Li gor Îbn Esîr “Qesnan” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705

[16] Li gor Îbn Esîr “Xanemàbaz” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705

[17] Li gor Îbn Esîr “Bi kevirên şehkirî” ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/706

[18] Rey bajarekî navdar î bi darûber bû ku maka welatan û nîşana medenîyetan bû û bi qasî 27 fersexan/fersengan (162km) ji Qezwînê dûr bû; ew navenda welatên çîya bû ku Tehrana niha ya paytexta Îranê gundekî girêdayê pê ve bû û bi qasî fersexekê (6km) nêzîkî wê bû. Yaqût, b. n., 3/132 û 4/58. Bi kurtî meriv dikare bibêje ku ew bûye Tehrana niha.

[19] Ibn Misafir: ew Mihemed ibn Musafir e ku himdarê dewleta cestanî yan jî salarî yan jî misfirîyan ya hêla Teromê bû.  Piştî ku temenê wî mezin bû û xûyê wî ji gel û spahê re nexweş bû herdu kurên di vê salê de dijî bavê xwe rabûn çawa ku Miskweyh jî dibêje, û ew di keleya wî de dan asê kirin. Bnr. Ibn Xeldûn, b. n., 1/1314; Baba Merdûx Rûhanî, b. n., r. 51, not 1. Ibn Miskewîh, Tecarib ul-Umem, Mektebe s-Seqafe d-Dîniye, Porse´îd/Misir, bê tarîx, 2/31-32, sal 330.

[20] Ebû Fedl îbn Emid: ew Mihemed ibn Hiseyn ´Emîd ibn Mihemd Ebû Fedlê (m. 360/970) wezîr bû û pêşewayekî nivîseran bû ku zanayekî mezin di zanînên felsefe û stêrnasîyê de û navdarê bi edîbî û namenivîserîyê bû. Wî wezîrîya Rikn ud-Dewleyê Biweyhî kiribû û sîyastmedar û agahdarekî pir hêja bû ku di zanîna desthilat, sîyaset û hezkirina ji zana û zanînê de şahên biweyhî gelekî jê sûd wergirtibûn. Çunkî ew yekî pirzana û pirhêl, xuyxweş, tevdîrgêr û serwextê bi karûbarê cengê û dorpêçanê bû jî. Ji bilî Tecarib ul-Umemê gelek berhemên wî, nameyên wî û honraweyên wî jî hene. Bnr. Xeyredînê Ziriklî [Zirkî], El-E´lam, Dar ul-´Ilm lil-Melayîn, Beyrût, 1998, çapa 13an, 6/98; el-Muncid fî l-Luxe we l-δlam, Dar el-Meşriq, Beyrût, 1986, Beşa agahan, r. 12.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev