Rewşa eşîrên kurdan ku leşker dane alayên Hemîdîyê

Rewşa eşîrên kurdan ku leşker dane alayên Hemîdîyê

Me di 94 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa bi sernavê “Rewşa eşîrên kurda, ku esker dane bona amadekirina alayên Hemîdîyê” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -95 

 

Destpêka damezirîna alaya Hemîdîyan ya siyarî

Ew hêvîyên, ku hukumeta tirka danîbû li ser kurda û li bendê bû, ku kurd wê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê dawî da piştgirîya tirka bikin, bi ser ne ketin. Piştî şêr jî destbi serhildanên lawên Bedirxan û Ubeydulle bûn, û di wan deman da kurda herweha hinek tevrabûnên biçûk jî kirin dijî dîwana tirka, û ev hemû hukumeta tirka mecbûr kirin, ku di salên 80î yên sedsala 19a da bi ciddî kar bike bona bikaribe hukumê xwe li Kurdistanê testîq bike.

Wek me berê jî gotibû, hetanî wî çaxî hukumê tirka li ser Kurdistanê hema bêje her tenê bi zora çeka dimeşîya û bona hukumê xwe zêde bikin, tirka çend cara êkspêdîsyon şandine perçên Kurdistanê yên cuda-cuda, an jî (wek ku ew yek di sala 1834a da bûbû) eskerên tirka yên bi hêz ser axa kurd lê diman ra derbaz dibûn û çi dikete ber wan wêran û kavil dikirin, her tiştê kurda dişewitandin û pûç dikirin. Ev emelên han tirka mecbûr dikirin, ku perçekî eskerên ordîya xwe bi wî karî va bide mijûlkirin, lê emelên wan hema bêje bergê tiştekî ne digirtin. Dema ku tirka bi wî awayî hewl didan kurda aş bikin, hukumê tirka li Kurdistanê xurttir ne dibû, hela ser da, hêrsa kurda radikirin û wana di demên aş da jî wek a tirka ne dikirin, eşîrên kurda bac ne didane tirka, xortên xwe ne dişandine eskerîyê, lê di dema şêr da jî qet xema kurda nîbû, ku ordîya tirka bin dikeve.

Hukumeta tirka texmîn kir, ku sîstêma êkspêdîsyonên biçûk kareke mezin nade û fêm kir, ku gelek zehmet e bi destî çeka gelê 2 mîlyonê bînine rayê, ji ber ku bona wê yekê gerekê temamîya hêza ordîya Tirkîyê bihata bikaranînê û ew jî ne salekê, lê bi deha salan, û di hêlekê da jî wana zanibû ku me bi dijwarîyeke çawa çiyayîyên Kavkazê anî rayê (ku himberî kurda bi jimara xwe va gelek kêmtir bûn jî) û ne dixwestin, ku heta dawî ji piştgirîya gelê ku ser dînekî ne mehrûm bibe, û heq-hesabê paşerojê jî da ber çeva û dît, ku piştî şerê di salên 1877-1878a da ermenî jî serî hildidin û daxazên wan yên cudaxwazîyê hene, sîstêma pêwendîyên bi kurda ra da guhartinê. Ewê biryar kir îdî hew kurdên eşîr bike nava cêrgên nîzamê, ku qet ne bi dilê kurdên azadîxwaz bû û ew yek tesîra xwe li ser wê yekê jî dihêle, ku kurdên mayîn jî wê nexwazin bikevine nava alayên siyarîyan.

Ev pêşnîyar ya Şekir paşa bû, ku van dawîya mir. Ew ser wê bawerîyê bû, ku bi wî awayî wê ji tirka ra li hev bê bere-bere kurda bînine alîyê xwe û usa bikin, ku ew qedirê hukumeta tirka bigirin. Lê helkirina ewê pirsê ya di hêla eskerîyê da (bona parastina dewletê perekî mezin xerc nekin, lê jimara eskeran zêde bikin), qe na çend salên pêş me da, ewî avîtibû ser plana duda.

Tu şik tune, ku îdêya terbîyetkirina kurda û bi destî qanûnê mecbûrkirina wan, ku dîwana hukumetê nas bikin, îdêyake rast bû. Di van şerta da kurd wê bi demê ra milahîm bûna û di nav wan da wê dîssîplîn çê bûya, ewê biketana bin emirê zabitên tirka û dîwanê û evê yekê jî wê bona tirka firsend saz bikirana bona bi wî awayî hukumê xwe li ser temamîya Kurdistanê bidine belakirinê.

Şakir paşa ser wê bawerîyê bû, ku ew îdêya dikare piştî çareserkirina du pirsgirêkan bê helkirinê: 1) li ordîyê kurda bikine di nava pareskerên mezin da û usa bikin, ku jîyana wana ya bi seda salan neguhêre. Pêşî tenê pareke kurda ya ne mezin. 2) guhdarîya sereke daneynine li ser jimara wan kurda, ku anîne eskerîyê, lê guhdarîya sereke bidine ser wê yekê, ku wan hova ji nû va terbîye bikin, û wî karî usa bikin, ku kurd bi xwe jî texmîn nekin. Pirsdanîna duda dijwartir û giringtir bû: serketina rêforma bi serketina wê ra girêdayî bû, bi wî cûrê serketinê, ku Şakir paşa pêşnîyar kiribû.

Lê, pêkanîna pêşnîyarên Şakir paşa, ku sipartibûne mişîrê korpûsa 4a Zekkî paşa, û ewî jî pêkanîna pirsdanîna pêşin danîbû ser plana yekê, bona ku bikaribe di nav demeke here kurt da hêzeke gelekî xurt saz bike, û di praktîkê da hema bêje pêkanîna pirsdanîna duda jî piş guhê xwe va avîtibû, ku giringtir bû, temamîya rêformê danî li ser rêyeke şaş. Û ji kar û barê wî yê wî alî da wê li jêrê xuya bibe, ku ewî wek Şakir paşa ne kiribû û ji ber wê jî bi ser ne ket.

Fikra sereke ya amadekirina alaya siyarîyên kurda ya Hemîdîyê gerekê ev bûya(1):

1) eşîretên, ku soz dane siyarîyan bidine alaya Hemîdîyê, gerekê ji her malekê siyarîk bidin. Ew malên, ku siyarî dane, ji hemû bacên dewletê xilaz dibin, xênji eşerê(2) û exmanê(3). Eşîretên ku siyarî dane, dikarin ji hukumetê belaş axê bistînin, lê eger kesê xwalî bistîne û nebe xweyê sozê xwe, ew xwalî ji destê wî tê hildan.

2) qulixkirina di nav alaya Hemîdîyê da 23 sal e. Ji wana siyarî qulix dikin: a) sê sala li îhzarîyê. Xortên ku 17 salên wan temam bûye dikarin di wê da eskerîya xwe bikin. Ew li cîyê ku lê dijîn têne hînkirinê û ewê bi pirtûkên eskerî ku bi taybetî ji bo wan hatîye amadekirin, dersan bikin. b) 12 sala wê li nîzamîyê qulix bikin. Siyarîyên ji 20 heta 32 salî wê bikevine di nav vê komikê da. Dema lazim bibe wê gazî wana bikin bona derbazkirina telîmên eskerîyê û dema ku hukumetê gazî wan kir, ew gerekê di nav 24 sehetan da bi hespên xwe yên bi zîn û bûsat va hazir bin. c) heyşt sala gerekê di îhtîhatîyê da qulix bikin. Mêrên 33 heta 40 salî wê bikevine di nav evê komikê da. Ewana ji telîmên eskerîyê têne azakirinê û hukumet tenê wî çaxî gazî wan dike, dema lazimayî hebe.

3) her endamekî Hemîdîyê gerekê bi xwe hespa xwe ya zînkirî bîne. Û qanûnek jî tune, ku hesp gerekê çend salî be û çi halî da be(4).

4) tenê wî çaxî wê çeka dewletê bidine endamên Hemîdîyê, dema ku ew di telîmên eskerîyê da hînî şerkirinê bibin. Wergirtina (xwekirina cila) endamên Hemîdîyê gerekê bi kîsî siyarîyan be, lê bi cûrê ku hukumet ji wan dixweze.

5) endamên Hemîdîyê hemû xercên di dema derbazkirina telîman da ji dewletê distînin.

6) her alayîk gerekê ji 3-5-6 bêlûka be (her bêlûkekê da 100 esker hene), ew jî bi wê yekê va girêdayî ye, çika eşîret çiqas mezin e an jî eger pir mezin e, ji wê alayîk tê damezirandinê. Her bêlûkek jî ji 3-4 taxima tê sazkirinê û di her taximekê da jî gerekê 20-30 siyarî hebin(5). Serê her alayîkê serokek heye, lê her sed siyarî jî xwedî serwêrekîye.

7) qumandarên alaya û herweha serwêrên her bêlûkekê ji alîyê zabitên siyarî da têne kivşkirinê(6).

8) tenê barêgehên alayan, bi katib va, hertim kar dikin. Lê alayî bi xwe tenê di dema telîmên eskerîyê ser sê meha berevî ser hev dibe. Hatibû plankirinê, ku dirêjaya wextê derbazkirina telîma heta 5-6 heftîyan bidne kurtkirinê.

9) bona biçekkirina nîzamîyê û îhtîyatîyê gerekê çekên dewletê bihatana bikaranînê, yên ku li kîlerên redîfa da dihatine xweykirinê.

10) hatibû biryarkirinê, ku li hinek warên Kurdistanê yên navbendî da dibistanên bona fêrkirina nisleta xortên kurda yên paşerojê bidne vekirinê.

11) hemû siyarîyên Hemîdîyê dikarin ber mehkema eskerîyê bêne cezakirinê.

Ev xalên sereke yên ji bo teşkîlkirina alaya Hemîdîyê, ku bi awakî ciddî û tam dihatine pêkanînê, hilbet dikaribûn serketinên mezin banîyana.

Xwesma ew yek bala meriva dikişîne, ku hukumeta tirka hewl dida bi destî vekirina dibistana bere-bere kurdên hov bîne ser rê, bike cêrga merivên pêşketî û nisleta genc bi ruhê aminaya hindava sultan va bide perwerdekirinê. Ji ber ku di her dibistaneke tirka da dersên dînî derbaz dibûn, îhtîmal hebû, ku kurdên ku bi tevayî bawerîya xwe ne gelekî bi dîn dianîn, piştî emirê nisletekê wê bibine musulmanên rasteqîn û wê sultan nas bikin wek peyhatîyê (zureta) xelîf.

Tirka dema sazkirina alayên Hemîdîya zabitên here bi nav û deng dikirine serokên alayên kurda û dema derbazkirina telîmên eskerîyê ders usa didane derbazkirinê, ku kurd bere-bere diketine bin hukumê serokên tirka. Lê heta wî çaxî kurda tenê serekeşîr û şêxên xwe wek serok nas dikirin, lê vê carê ewana îdî destpê dikirin serokatîya tirka jî qebûl dikirin.

Hukumeta tirka serekeşîrên kurda, ewên ku di nav alayên Hemîdîya da bûn, bi rutbên eskerî û hedyayan va xelat dikir bona bikaribe kurda milahîm bike, usa bike ku ew hukumê tirka nas bikin. Wana bi wan hedyayan va hewl didan serekên kurda yên mayîn jî bikine xêrxaz û dostên hukumeta tirka. Ango, gerekê her tişt bikirana bona kurda bidana bawerkirinê, ku ew hemwelatîyên Tirkîyê ne.

Em wê jî bêjin, ku ev xalên ji bo amadekirina alayên Hemîdîyê gorî fikir û daxazên Şakir paşa hatibûne amadekirinê. Lê di rastîyê da, wek me berê jî gotibû, hukumeta tirka di gelek tişta da ji fikir û daxazên wî bi dûr ketibû, di hêlekê da di rûyê kêmbûna pera da û yek jî di rûyê wê yekê da, ku merivên ewqas zane tunebûn, ku bikaribin wan rêforma pêk bînin û bi ser xînin, di hêlekê da jî ji rûyê dijderketina kurda da û ya dawî – ji rûyê wê yekê da, ku rewşa sîyasî ya tevayî, ku li Asîya Biçûk da saz bûbû, ji bo tirka ne baş bû, ji ber ku di salên 1894-1895a da ermenîya bi xurtî serî hildabûn. Ji ber wê jî piranîya xalên ewê proêktê tenê li ser kaxez man.

Derbazkirina rêforma di van şerta da hate derbazkirinê: Havîn û payîza sala 1890î Zekkî paşa(7) bi seredan çû navçeya korpûsa 4a serîk li serekeşîr û giregirên eşîretan da bona bizanibe gelo serekên kurda ewê rêformê çawa qebûl dikin û gelo her yek ji wana ji eşîreta xwe çiqas siyarî dikare bide.

Soz didane serekeşîran, ku ji wana kê tevî amedekirina alaya siyarîyan bibe, ewê ji sultan hêjayîyên cuda-cuda bistîne, wek medalya, rutba, pera, wê ji wana bac neyêne sitendinê û h.w.d. Li temamîya Kurdistanê bangawazîyên padîşah berbi kurdên “ku ser dînê eslîne” û parastvanên îslamêne, hatine şandin. Bona îzbat bikin, ku sazkirina alaya kurda ya siyarîyan ber dilê sultan çiqas ezîz e, navê “Hemîdîyê” lê kirin, bi navê Ebdul Hemîd.

Cûrê qebûlkirina wan bangawazîyên berbi serekeşîrên kurda pêşî gelekî bi dilê hukumeta tirka bû. Serekên kurda bi dil û can ew pêşnîyara ku ji wan ra hatibû kirinê, qebûl kirin û hela ser da jî gelek ji wana bona zêde rutb û hedyayan bistînin, soz dan pirtir siyarîyan bidin û alayan saz bikin, lê bi xwe jî zanibûn, ku ewqas nikarin.

Ew yek, ku bi tirka ra li hev hat awa bi hêsanî kurda bikine nava karê eskerîyê û parastina Tirkîyê, tiştekî ecêb nîbû. Ji ber ku gelek tişt soz dabûne kurda, lê ji wana tenê dihate xwestin, ku destûrê bidin her alayîk bi navê wê eşîrê bê binavkirinê, ku qayîlîya xwe dane alaya saz bikin û kurda jî qet rind texmîn ne dikirin, ku wê kengê û çawa destpê bikin qulixî tirka bikin.

Di zivistana sala 1891ê ji temamîya Kurdistanê ra fermanek hate şandin, ku serekên kurda (an jî kurên wan yên mezin), yên ku soz dane ji eşîra xwe siyarîyan bidine alaya Hemîdîyê, gerekê di meha gulanê da bêne Konstantînopolê. Û rastîyê jî, di meha gulanê da çend deh serekên kurda hatine Trabzonê (li wir cîyê berevbûna wan bû), ji wir jî berê xwe dane Konstantînopolê û weke çar heftîyan li wir man.

Di nav ewê demê da hukumeta tirka li Konstantînopolê her tişt kir bona bi germayî û nermî dilê nûnerên kurdan bikirin, ku heta wî çaxî nedihatine rayê, bi her awayî hewl didan xwe zêde bidine hizkirinê, bona bikaribin bi alîkarîya wana daxaza sazkirina alaya siyarîyên Hemîdîya bi serketin bi dawî bînin(8).

Serekên kurda, ku hatine bal sultan, gotin, ku ew ewqas siyarî dikarin bidin, çiqas ku wana soz dabûne Zekkî paşa. Hineka ji wana ber xwe neda û jimara siyarîyên xwe ku soz dabûn, zêde jî kirin. Piştî wê hevdîtinê sultan texmîn kir, ku serekên kurda zêde nerm û amin in hindava daxazên wî da, gelek rutb(9), medalya û pere(10) dane wan.

Di dawîya meha hezîranê da kurd vegerîyane gundên xwe û di nav eşîrên xwe da ew hemû tişt dane belakirinê, ku padîşah çi ji wan ra gotîye û ew çawa qebûl kirine. Di nav xeberdanên xwe da wana carna tiştên dîtî û bihîstî mezin dikirin û diwerimandin. Ya here ecêb jî ew bû, ku piranîya wana ji milet ra digotin, ku li Konstantînopolê ji ber wê yekê gelek hedya dane wan û qedirê wan girtine, ji ber ku hukumeta tirka gelekî sist e û hewcê alîkarîya me ye. Di hêlekê da jî ev tiştekî sêr jî nîne, ku çima kurda ew hedya û qedirgirtinên, ku heq ne kiribûn, mezin didîtin.

Di destpêka meha tîrmehê sala 1891ê û di nav temamîya dema sala 1892a da Zekkî paşa destpê kir di nav praktîkê da rêforma ku danîbûne ber xwe pêk bîne. Ji bo wê yekê ew sê seredanên mayîn jî kir.

Di dema wan seredena ew jimara wan siyarîyan û hespan pê hesîya, ku gerekê biketana nava alayên Hemîdîyan û al belayî ser alaya kirin.

Ew hesabkirin bi serketî derbaz bû jî, lê dîsa jî hinek nerazîbûn û dijderketin bûn, ku tesîra xwe li ser serketina proêktê bi tevayî hîşt. Wek mînak:

1) hinek serekên eşîretan, ku li Konstantînopolê soz dabûn çend alaya saz bikin, lê di rastîyê da nikaribûn yekê jî saz bikin.

2) jimara merivên, ku berê xwe wek siyarî dabûne kivşkirin, di tu alayîkê da bi tevayî ji 200-250 kesan derbaztir nebû û li kêm cîya bi zorê digihîşte 300î, dewsa 500ê sozdayî. Merivên mayîn peya bûn (bê hesp). Zekkî paşa ji yên usa ra got, ku di nav 6 heftîyan da ji xwe ra hespa peyda bikin û got, ku ew tiştekî ne mecbûrî ye, ji ber ku wê tu kes kontrol neke, ku kê peyda kir û kê peyda ne kir.

3) piranîya hespên, ku nîşanî mişîr didan, qet kêr ne dihatin. Tenê hespên serekeşîran, merivên wan û yên çend kurdên dewlemend pirî-hindikî kêrhatî bûn. Lê Zekkî paşa, ku guhdarîya sereke datanî li ser jimarê, lê ne ku başbûnê (kalîteyê), guh ne da ewê pirsê, ji ber ku eger hesp bihatana kontrolkirinê, piranîya wan wê wek bêkêr bihatana hesibandinê û ji ber wê jî gelek hespên kulek ketine nava alayê(12).

Bi tevayî, di sala 1892a navnîş hatine amadekirinê û hespên ji bo 35 alayan hatine destnîşankirinê. Dû ra, di navbera salên 1892 heta 1899a jimara alayên Hemîdîya zêdetir dibûn jî, lê dîsa jî negihîşte ewê jimarê, ku kurda û ereba ji roja pêşin da soz dabûn, ango wana gotibû, ku dikarin ji bo 100 alayan hespa bidin.

 

  1. Binhêre serdazêdekirina hejmara 32a. “Qanûnên bona amadekirina alayên siyarî yên alîkar him ji eşîr û qebîlên, ku sal donzdeh meh di kona da dijîn (yên riat), him jî ji eşîr û qebîlên, ku li zozana û qijleyan da dijîn”. Wergera ji tirkî. (Ji belgeyên Barêgeha Sereke ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).
  2. Yek ji deh parên hasileta xwelîbêcerkirinê.
  3. Baca ji beranxwedîkirinê.
  4. Bikarneanîna wan qanûna, tunebûna hespên kurda bû sebebê wê yekê, ku piranîya alayên Hemîdîyê da merivên peya bûn yên bê hesp, lê perçê mayîn jî bin wan da hespên usan in, ku di demên aş da jî bi kêr nayên.
  5. Bi vî awayî jimara alaya ewqas bû: ya here biçûk – 180 siyarî (di taxbûrê da 20 merî, di bêlûkekê da 3 taxbûr û di alayê da jî 3 bêlûk), ya here mezin – di taxbûrê da 30 merî, di bêlûkekê da 4 taxbûr û di alayê da jî 6 bêlûk. Di piranîya alayan da jî (ser kaxezê) jimara siyarîyan di navbera 500-512 kesîdane.
  6. Jimara zabitên, ku têrê ne dikirin, gerekê bi kîsî kurda bihatana tamkirinê, lê gerekê tecrûbeya wana ya du sala hebûya di nav alayên siyarî yên ordîyê da, gerekê nêzîkî paytext bûna, di dibistanên eskerî da xwendibûna û gerekê jimara wan şagirtên dibistana eskerî jî bêlî bûya, ku eşîra her sal dişandin bona xwendinê. Berî wê yekê, ku ji alaya ra çiqas zabit lazim e amade bikin, biryar kiribûn serekên alayên Hemîdîyê, heta yên bêlûkan jî, ji zabitên siyarîyan kivş bikin. (Berevoka malûmatîyên nû derheqa hêzên dewletên Awropayê û Asîyayê da. Çapa 1899a).
  7. Mişîrê korpûsa 4a Zekkî paşa bi esilê xwe va çerkez e.
  8. Hukumeta tirka bi serekên kurda û merivên wan ra di temamîya wê demê da, ku ew li paytext bûn, dixwerin û vedixwerin, her firsend bi kar dianîn bona dilê wana bikirin, wek dibêjin “pişikê wan nerm bikin” bona wek a wan bikin. Ew du cara birine bal sultan; carekê ew di şahîyê da rastî hev hatin, carekê jî ew birine dîwana sultan.
  9. Bi biryara sultan navê paşatîyê li wan kurda kirin, ku di temamîya Kurdistanê da navê wan wek qaçax û cerdbaşî derketibû. Ew navê li wan kirin, hema bêje beramberî navê gênêralên ordîya Tirkîyê bûn, ku ber dewletê ked rêtibûn û tecrûba wan ya bi deha salan hebû. Ev yek di nav zabitan da nerazîbûnek peyda kir û ev yek jî bû sebeb, ku hukumeta Tirkîyê mecbûr bû rutb û medalyayên wan qaçaxên beyanî kêmtir bike.
  10. Her serekekî ne gelekî mezin 15 lîrayên tirka distendin, yên ji wan nimiztir – 10 lîra, lê eskerên sade ji 7 heta 5 lîra distendin.
  11. Wek mînak, axayê eşîra Celalîya, ku li senceqa Bayazîdê dima, di wextê xwe da li Konstantînopolê soz dabû, ku du alayan bide, lê dema mişîr hate Bayazîdê, pêşî ne dixwest tu siyarîkî jî bide, bi menîya, ku piranîya kurdên wî koçbarî Farizistanê bûne. Pişt ra hukumeta Tirkîyê serekên mayîn da qayîlkirinê û wana alayîk da, lê niha temamîya eşîra Celalîya tevî amadekirina alaya Hemîdîyê dibe û hewl didin, ku du alayan bidin.

Bûyera bi Emîn paşayê serekê eşîra Heyderîya ra girêdayî jî pir balkêş e. Sala 1891ê dema mişîr pirs-pirsyar lê kiribûn, wî soz dabû du alaya bide, ji bo wê jî rutbê wî bilind kiribûn û medalya Meclîsê ya dereca sisîya dabûne wî. Dema sala 1892a careke din vegerîyane ser wî sozî, derket ku Emîn paşa qet nikaribû alayîkê jî bide.

  1. Em bala xwe bidinê çika O.Gryaznov dîdema amadekirina navnîşa hespa çawa şirovedike, ku ew bi xwe bi seredan çûye hemû wergehên ku siyarî bi hespên xwe va berevî wira dibûn û dema seredana wî mişîr jî li wir bûne: “…siyarîyên alaya bi hespên xwe va û yên bê hesp jî bi peya bi hizûra axê eşîretê dihatine bal mişîr û endamên komîsyona ku pê ra çûbûne wir, li dora wî sekinîbûn. Hema ser ra – ber ra (bi sivikayî) li siyarîyan û hespan mêze dikirin, ew dikirine alayên anegor, dû ra hesp bi wêneyê wek hîvê duruf dikirin (nîşanek pê va dikirin). Bi ciddî li hespa mêze ne dikirin, hema kîjan hesp dikete ber destê wan, nîşan pê va dikirin û berdidan. Di nav wan hespan da mihîn jî hebûn, hespên kumbeyt û boz jî hebûn û yên usa jî hebûn, ku hema navê hespan li ser wan bûn û hew. Tenê hespên serekeşîran û yên pirî-hindikî dewlemend hinekî baş bûn.

Bi vî awayî kurda berev dikirin: kurd heta ji warên xwe dihatine cîyên berevbûna siyarîyên bona alayên Hemîdîyê, li ser riya xwe çi dikete ber wan, talan dikirin, xelqê feqîr dişêlandin. Ne hewcê gotinê ye, ku ew hemû kurd bi kîsî talanên binecîya ebûra xwe dikirin. Lê hela ser da jî, kurd dema ji gundê ermenîya ra derbaz dibûn, gelek cara hespên wan jî ji dest wan digirtin, bi xwe ra dibirin û paşê jî wek hespên xwe didane xuyakirin” (Berevoka Eskerî, nîsana sala 1896a, rûpel 360-361). 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev