”HAWAR” Û KURDÊN IRAQÊ -1

”HAWAR” Û KURDÊN IRAQÊ -1

Ji pirtûka Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed – Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, C.II 

Kurmancîya wê: Zîya Avci -Elîşêr

 

Di gelek warên kurdayetiyê de Bedirxanî di rêza yekê de bûn. Wan bingehê rojnamegeriya kurdî danî, her wiha cardin wan roleke mezin di pêşvebirina wê de leyîstin.

Kovara Hewarê savayeka nazdar a Bedirxaniyan e, Celadet Bedirxan di mudetê yanzdeh salan de, ji 15yê gulana sala 1932an heta 15yê tebaxa sala 1943an, 57 hejmarên wê li Şamê weşandin. 23 hejmarên yekem bi tîpên hîcayî û latînî û 4 hejmarên wê yên dawîn jî tenê bi tîpên latînî li Çapxaneya Tereqî hatine çapkirin, hemî li ser hev 808 rûpel in(1). Hejmara yekê ya Hawarê 16 rûpel e, yanzdehên wê bi latînî û pêncên wê jî bi tîpên hîcayî ye(2). Dawîn hejmara wê jî heşt rûpel e û hemî bi latînî ye(3).

Hêjayî gotinê ye, Celadet Bedirxan yekem kes e ku bêjeya kovar bi kar aniye(4), wisan dixuyê di destpêka weşandina Hawarê de hewil daye bêjeke kurdî li hemberê bêjeya “el-mucele”ya erebî binivîse. Di çar hejmarên destpêkî de bêjeya “komel”ê bikar aniye û di bin navê “Hawar”ê yên van çar hejmaran de rêza “Komela Kurdî” nivîsandiye. Di hejmara pêncan de rêza “Kovara Kurdî” nivîsandiye. Bi vî awayî roja ji dayîkbûna bêjeya “kovar”ê di ferhenga kurdî de dibe çarşemba 20ê tîrmeha sala 1932an(5). Dişê “kovar” bi hevûdu ve girêdana herdu bêjayên “ko” (cem’i) û “var, war” (cih, şûnewar) be.

Bêjeya kovarê di piraniya ferhengên kurdî yên wekî Tewfîq Wehbî(6), Elî Seydo Goranî, Kurdoyev û Selah Se’dullah de wekî wê maye(7) û wisan dixuyê piştî belavbûna wê ji Şamê di nav kurdên Iraqê de bûye “govar”, li gor min saz û awaza vê siviktir tête guh û ev awa guhertin jî di hemî zimanan de rû dide.

Celadet Alî Bedirxan bi xwe, Rewşen Salih Bedirxan a maliya wî, Dr. Kamuran Alî Bedirxan ê birayê wî, Qedrî Cemîl Paşa, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Ehmed Nafîz, Mistefa Ehmed Botî, Ehmed Namî û Nuredîn Yusif nivîskarên serekî yên Hawarê bûn. Ji hemîyan zêdetir gotarên Celadet Bedirxan di Hawarê de hatine weşandin. Hejmarên wisan hene ku şeş gotarên wî tê de hene(8), car carnan jî naznavê “Herekol Azîzan” bi kar aniye.

Beşa zêde gotarên Celadet Bedirxan di derbarê edebiyat û zimanê kurdî de ne. Di vî warî de tenê Dr. Kamuran Bedirxan ê birayê wî dikare pê re bê miqayese kirin.

Beşa zêde gotarên Hawarê bi kurdî ne, car carnan jî gotarên bi erebî û tirkî weşandine. Îstîsnayî ne tê de beşa dawiyê ya hemî hejmarên Hawarê bi fransizî ye, di vê beşê de her carê çend gotarên Celadet Bedirxan, Dr. Kamuran Bedirxan û car caran jî gotarên Loger Lescko bi fransizî hatine weşandin, ku beşa herî zêde di derbarê Zimanê Kurdî de ne.

Kovara Hawarê di nav kurdên Iraqê de bi yekser deng daye. Wisan dixuyê hejmarên wê bêyî derengî gihiştine destê hejmarek rewşenbîrên kurd ên çi li Bexdadê û çi jî li çend bajarên Kurdistanê bi xwe. Hemî li ser hev mehek bi ser derketina wê re derbas nebûye, Hawarê pîroznameke gelek bi dil ya Hamîd Ferec weşandiye ku ev teksta wê ye:

“Pîrozname.

Birayê min yê mezin û delal Mîr Celadet Alî Bedirxan.

Piştî destguşînê, demek bû em li hêviya stêrkeka geş a kurd bûn, heta duh me bi çavên xwe dîtin ku ew jî kovara Hawarê ye. Wê çavên hemî kurdan ronî kiriye, hêvîya me ew e bi tîniya çirûskên xwe hemî Kurdistanê ronî bike û hemî kurd bi dengê vê hawarê ve biçe heta bigihin ser rêya rast û ji bo yekîtiya kurdan hewil bidin. Li ser navê hemî xortên kurdên Iraqê ez pîrozbahiya Hawara te dikim. Em rica dikin ji vir şûnve hewil ji bo yekîtiya lehçeyan bê dayîn ku hemî kurd wekî hev îstîfade ji Hawara te werbigrin. Em ji bo hemî xizmeteka te amade ne. Êdî em yarîder û dewama Hawara te ji Yezdan dixwazin. 

Hamid Ferec”(9).

Ev pîroznameya Hamid Ferec di eynî wextî de yekem nivîsa rewşenbîrekî kurdê Iaqê ye ku Hawarê bi qîmeteke zêde ve weşandiye. Piştî vê deriyê Hawarê ji bo hejmarek nivîskar û şairên bi nav û deng ên kurdên Iraqê hatiye vekirin û beşek jê cara yekê li ser rûpelên Hawarê berhemên xwe yên bi nav û deng weşandine(10) û ev bûye handereke nû ji bo geşbûna edeba hevdem a kurdên Iraqê.

Hawar yekem çapemeniya kurdî ye ku Wefdî Kurdistan a Pîremêrd weşandiye û tê de bi zelalî mebesta şair û sebebê nivîsandina wê ku wî wextî li Iraqê dest nedida bên weşandin, nivîsandiye(11). Di eynî hejmarê de Hawarê perçe şiireke gelek dirêj a dilsoz a “Lawekî Kurd Ewnî” di bin navûnîşana “Ji Bo Xwediyê Hawarê” de weşandiye ku seranserê wê meth û senayê Celadet Bedirxan û Bedirxaniyan e, bi awakî şanazî û serbilindî behsa dîroka malbat û xizmeta wan a mezin dike û ew bi “Neviyên Şêrên Kurdayetiyê” dihesibîne. Ji ber ku wekî dibêje, her ew in “geh be şîr û geh be xam (qelem)” ji bo “necatî kurd ser û malyan xwe fîda ken her le Botan ta ku Baban”, ji ber vê ji Xwedayê mezin lava dike ku “ew kameran û serfiraz bike”. Diyar e “Lawê Kurd Ewnî”, Osman Ewniyê şair e, ku bi xwe jî di bin şiirê de nivîsandiye “Koysenceq 24 kanunê duyem 1933”(12), helbete derketina Hawarê û babetên tê de hestê şairê Koyiyan livandiye.

Hejmareke zêde ji şiir û pexşanên gelek xweşik ên Goran cara yekê di Hawarê de hatine çapkirin, yek jê “Ey Çaw” e ku destpêka wê bi navê “Awat Dûrî” hatiye weşandin. Piştî temambûna beytê Goran ronîkirineke kurt nivîsandiye ku tê de dibêje: “ev şiirên han li ser usûla feqere hatine rêkxistin, her feqereyek ji çar beytan pêk tê, beyta yekem û çarem li ser wezna aruzê hatine nivîsandin, yên duyem û sêyem jî wezna pençe ye”(13).

Di hejmarên din ên Hawarê de Goran “Îlhama Hawarê” ji bo “Mefkurî Bedirxaniyekan” weşandiye ku bi vê beyta han a nazdar dest pê dike:

 

“Derwêşêkim dî le ser duxmey şax

Şay Selaheddîn, be kul egerya

Hawarî ekird, ey lawane

Dilî însan etawanewe(14)

 

Cardin Goran di hejmara duwanzdehan a Hawarê de şira “Ey Gelawêj” e pexşana “Çaw” weşandiye. Di vî warî de dibêje: “Hindê wek şew reş in, hendêkîş çeşn pîroz e şîn, hendê çaw tirîş hen elê çawî helon, çeşn yaqut agiryan lê ebêtewe. Lay min waye çawî reş be cîlwey huzn û dilop firmêskewe qeralçey hemû çawe ciwanekan e… ewende şîrîn… ewende bêwêne”(15).

Hejmarek berhemên din ên Goran cara yekê di Hawarê de hatine weşandin, yên wisan tê de hene ku heta niha di dîwana wî de, li tu ciyekî din, qasî ez dizanim, nehatine çapkirin. “Ey Wetan”a Bêkes jî cara yekê di Hawarê de tê weşandin, lê li vir ji bo sernivîsa wê “Yadî Weten” hatiye hilbijartin(16).

Hejmarek ji rewşenbîrên kurd ên Iraqê bi navên xwe yên nehênî berhemên xwe di Hawarê de dane çapkirin.  “Kurd Le Zubeyr” yek ji wan kesan e ku di bin navê “Her Bijî” de berê xwe dide Celadet Bedirxan û ji bo derketina Hawarê bi awakî dilsozî û nalîn behsa rewşa xerab a kurdan pêşkêş dike:

 

Serwerî ‘alî meqamî qewmî kurd xemxurî kurd

Ba’îsî ferî gruhî milletî xembarî kurd

 

Ger depirsî to le halî millet meqhurî xot

Hewrî bedbextî û xefet girtî dilî huşyarî kurd

 

Ew kesaney erzelin em ro le sayey cehlewe

Bûn be hukkam û emîr û axew û serdarî kurd

 

Fikrî dînî bû be zehrî qatilî emsalî min

Boye paşkewtîn le cem’î serserî û cilxwarî kurd(17)

 

Lehzeye çawit helhêne seyrî ehwalî bike

De bizane bo çi xerîbe le zubeyr seyyarî kurd(18).

 

Ev şiira han a bi rêkûpêk dimîne ya Selamê şair(19); pîvan, reng, naverok, dariştin, dîd û nêrîna wê wisan dibêjin, heta ew Selam bi têgihiştina xwe ya ronî û zelal ve yek ji wan dijminê mezin ê tirkhezan ê wî wextî bû ku di nav kurdên wê demê de ji wan re “cilxwer” dihat gotin û ev jî di “Her Bijî”yê de bi gotina “cem’î serserî” ciyê xwe girtiye. Çi hal be di nav hejmarên Hawarê de navê hejmarek eskerên bênav derbas bûne ku beşek ji wan bi ser desteya rewşenbîrên kurdên Iraqê ne. Ev behsa han pêwistî bi lêkolîn, tehlîl û muqayeseke zêde ye.

“Sîn û Mîm” du eskerên bênav yên dilsozên din ên kurdên Iraqê yên wê rojê ne ku Hawarê hestê wan livandiye û deng ji qelema wan a rengîn derxistiye. Sîn nivîskarekî xwediyê awayê rewan bûye û Mîm jî şairekî dilsoz û şermîn. Herdu bi derketina Hawarê şahgeş dibin. Sîn şiireke hevalê xwe Mîm didize û pêşgotineke navûnîşana wê “Hêwa û Dildarî” jê re dinivîse û herduyan bi navê “Xwendewaranî Be Nirx Hawar” pêşkêş dike. Tê de Sîn wiha dibêj:

“Hunînewey firmêsk wek rêzkirdinî mirwarî nîye, be xwênî dil wêne jiyan bigîrêt ciya ye le gel ewey ke be merekebî sur binûsrêt, le kurdî dilewe halawî xem bête derê coyye le gel ewey ku çîmenî xeyal çend gulêkî alî cwanemerg bidizrêt, şiney sûrî beyan dûre le gêjelukey reşeba”.

Vêca Sîn “Xwêndewaranî Be Nirxî Hawar” ji xwe re dike sernivîs û di derbarê ji şiirên hevalê xwe Mîm de dinivîse û dibêje, her “şiirên te gelek ciwan nehatine rêkxistin, ne rê ne… lê tu Xwedê hûn bêjin rûndikên xwîna çav, dilopên şewnema gul, hensikanî be kul şîwen, xewanê xoşrairdû, hêwayanê şîrîn le mewdiwa le we ciwantir rîz ekrên? Eger ekrê êwe xotan le batî min û Mîmî havrêşib bîken, sereray çake gelêk supasiştan ekeyn”.

Em ê ji şiirên Mîm jî van çend beytan pêşkêş bikin:

 

Giryan kirdewey bê deselat e

Dû bergey kitêb bigerew be xwêner

Bê deselatan emrin le jêr bar

Hawrêy dana be nezan medwêne

Gerdun azad ke le kotey dîl î

Ya aza bijî, yaxud memêne(20).

 

Jêrnot: 

1)Binêre: Têgeyiştînî Rastî û Ciyê Wê Di Rojnamegeriya Kurdî de, ji weşanên Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1978, rûp: 235.

2)Hawar, Sal 1, Hejmara Yekşemb, 15 Gulan 1932.

3) Hawar Sal 11, Hejmar 57, Yekşemb, 15 Tebax 1943. Hawar.

4) Birayê birêz mamoste Selah Sedulla bala min kêşa li ser vê rastiya han.

5) Hawar, Sal 1, Hejmar 5, Çarşemb, 20 Tîrmah 1932.

6) Mamoste Tewfîq Wehbî bêjeya “kowar” bikar aniye. Binêre:

Tewfiq Wahby and C.J. Edmonds, Kurdish-English Dictionary, Oxford, 1966, P.78.

7) î Seydo Guranî, El-Qamus El-Kurdî El-Hedîs. Kurdî-Erebî, Uman, 1985, s 314;

K.K. Kurdoev, Ferhenga Kurdî-Rusî, Moskow, 1960, L.449; Salah Saadalla, Saladin s English-Kurdih Dictionary, Baghdad, 1998, P. 454.

8) Wekî nimûne binêre: Hawar, Sal 1, Hejmar 3, Çarşemb, 15 Hezîran 1932.

9) Hamid Ferec, Pîrozname, Hawar, Sal 1, Hejmar 3, Çarşemb, 15 Hezîran 1932, rûp: 3. Hêjayî gotinê ye Hawar bi xwe di ciyê laper rûpel bikar aniye.

10) Ji bîst sal zêdetir beriya niha di wê kitêba ku bi navê “Têgeyiştinî Rastî” weşand, min îşaretê vê rastiya han kiribû.

11) Hawar, Sal 2, Hejmar 22, Şembî, 1 Tîrmeh 1933, rûp: 4.

12) Hawar, eynî hejmar, rûp: 3-5.

13) Hawar, Sal 1, Hejmar 9, Eynî, 30 Eylul 1932, rûp: 5.

14) Hawar, Sal 1, Hejmar 10, Yekşemb, 23 Çirya Berî 1932, rûp: 5.

15) Hawar, Sal 1, Hejmar 12, Yekşemb, 27 Çirya Paş 1932, rûp: 4-5.

16) Hawar, eynî hejmar, rûp: 2.

17) Wî wextî navê tirkhezên kurd kiribûn cilxwer. Hawarê bêjeya kurd rakiriye.

18) Hawar, Sal 1, Hejmar 12, Yekşemb, 27 Çirya Paşî 1932, rûp: 8.

19) Min ji bo vê nêrînê pirs ji mamoste Mihemedê Mela Kerîm û Ebdulrezaq Bîmar kir.

20) Hawar, Sal 1, Hejmar 19, Duşemb, 17 Nîsan 1933, rûp: 6-7.

(Dûmayîk sibê bixwînin) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev