“HAWAR” Û KURDÊN IRAQÊ -2

“HAWAR” Û KURDÊN IRAQÊ -2

 

Ji pirtûka Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed – Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, C.II

Kurmancîya wê: Zîya Avci -Elîşêr

 

(Beşa duduyan)

Hejmareke zêde ji şiirên xweşik û hêja yên Ebdulxaliqê Esîrî Kerkûkî cara yekê û beşek jê jî cara duduyan di Hawarê de hatine weşandin. Hêjayî gotinê ye Esîrî berhemên xwe di Hawarê de bi navê Seyîd Huseynzade Ebdulxaliq Esîrî weşandine. Esîrî di destpêkî de aciz e ku şiira wî ya “Sinor” li ser navê Hacî Qadirê Koyî bi Şerefnameyê re li Qahîreyê hatine çapkirin. Di hejmarên deh û yanzdehên Hawarê de sê ronîkirinên bi feyde yên di vî warî de hatine weşandin, ev sê ronîkirin yek yê Tewfîq Wehbî, yên din jî yên Esîrî û Celadet Bedirxan in û ew li pêy hev derketine(21).

Ebdulxalik Esîrî di ronîkirina xwe de wiha dibêje:

“Ez Mela Ebdulxaliq Esîrî yê şairê kurd im, ev xezela han ku bi şaşî, bi lez û netemam di dawiya Şerefnameyê de li ser navê Hacî Qadirê Koyî hatiye weşandin, ya min e. Lawên kurdên Kerkûkê, Silêmanî û Koye agahê wan bi vê heye. Di Şerefnameyê de weşandina wan ne şaşî ye, me lêkolî ka ev karê kî ye, vaye ez ê li ser navê xwe di kovara Hawarê de wê biweşînim. Çi lawên Kerkûkê, Silêmanîyê û Koyeyê di destê wan de belge hebe ku (ev) yên Hacî Qadirê Koyî ye, ez ji bo îspata wê amade me”.

Gelek nimûneyên din ên vê mijara me behs kir di Hawarê de tên dîtin, ku hemî li ser hev berbipêşveçûna germiya rewşenbîrên kurdên Iraqê yên ji bo jidayîkbûna Hawarê ne ku bêguman yek ji kopên dîroka rojnamengeriya kurdî ye. Li vir pêwîst e ez vê jî bi bîr bêxim ku Hawarê di mudetê zêdetirî sê salên xwe yên destpêkî yên jiyana xwe de, take kovara kurdî bûye ku di şert û merceke gelek giran de wekî mum di nav şevetariya paşvemayî ya kurdî de çirisiye. Helbet van ji bo karbidestên dema qraltiyê dest nedidan, gelek nekêşa Hawar jî bû zadê raporên nehênî, “nameyên me û yên we yên birêz” dest pê dikin heta roja 24ê kanuna paşî ya sala 1933an, fermana wezîrê kar û barên hundur Nacî Şewket, ku bi xwe serokwezîr jî bû, ji bo qedexekirina Hawarê derdikeve(22).

Ev biryara han dibe sebebê nerehetiya Mîr Celadet Bedirxan û hemî rewşenbîrên kurdên Iraqê. Mîr roja 12ê adara eynî salê nameke taybetî ji wezîrê kar û barên hundur ê Iraqê re dişîne. Ew name îro di hemî warî de belgeyeke dîrokî ya gelek bi qîmet e, ji ber wê em teksta wê ya erebî wekî hatiye nivîsandin diweşînin: (Ez li vir tenê wergera wê ya Kurmancî diweşînim -Z. Avci)

“Ji bo cenabê rêzdar wezîrê hundir yê Îraqê

Babet

Min ji nameyên ku ji hin xwendevanên li Îraqê ji min re hatine zanî ku hemî hejmarên kovara min Hewarê yên piştî hejmara çardeyê negihiştine wan. Gava ez li sebebê vê yekê gerîm, min zanî ku hikûmeta Îraqê ya hêja bi xwe biryar daye ku hatina wê qedexe bike û hejmarên şandî yên piştî hejmara çardeyê desteser bike.

Her ji dema ku min tê de dest bi weşandina kovara xwe kir û xebata xwe ya fikirî ji bo belavkirina edebiyat û zanistê terxan kir û di wan pênc salên ku min pêş weşandina wê de li welatê Şamê derbaz kirin, min Kurdistana Iraqê nexist plana xebata xwe. Lê, min tenê li pêşveçûn û pêşketina wê mêze kir ya ku ber bi kemilînê ve diçe û ya ku ew parçeya welatê min yê xweştivî dê di çarçoveya azadiya ku mafê hindikayiyan di serdema neviyê malbata pak ya Haşimiyan û mîratgirê pêxemberê me yê comerd Şahê Mezin dayeyê bi dest bixe. Min heta îro jî ji wê zêdetir nekiriye.

Têkiliyên bi kurdên Îraqê re bi temamî di warê edebiyatê de ne. Ev di babetên kovara min ya navbirî de aşkira tê dîtin. Min di Hawarê de, ji roja weşandina wê heta niha, rêzek jî dijî Îraqê nenivîsandiye. Ev hevde hejmar yên ku heta îro belav bûne ji bo vê yekê delîlê herî bihêz e.

Ji ber ku her kovarek neçar e ji xwe re planekê ya ku di weşanê de li ser bimeşe tesbît bike, min plana kovara xwe ya taybetî bi Kurdistana Iraqê ve diyar kir û madeya ku pê eleqedar e ew e ku midaxeleya siyaseta hundir ya Îraqê nebim û bi dîtineka rehet û sakin li bûyeran mêze bikim. Ez heta niha jî ji vê planê dûr neketime û heger neyêm mecbûr kirin ku wê biguherim, jê dûr nakevim. Nîşana îdîaya min ev delîl in:

Hatina kovara min bo nav Îraqê her ji hejmara çardeyê ya ku di 31ê kanûna yekê 1932ê de weşîbû hat qedexe kirin. Nêzîkî du mehan di ser vê re derbas bûne û sê nusxe di vê navberê de belav bûne. Min di wan de tiştek li ser Îraqê nenivîsand û min wek adeta heyî ya xwediyên rojname û kovaran nekir û biryara qedexekirina hatina wê belav nekir. Delîlê ku min soza xwe parastiye û niyeta min sax e ew e ku min her ji roja derketina biryara qedexekirinê ew bi nihênî daxilî Îraqê nekiriye û min hîç hêviya rêyên daxilkirina wê nekirye. Cenabê we dizane ku serkevtin di daxilkirinê we de, ne karekê zehmet e. Min di kovara xwe de di minasebetên cuda de gotiye ku xebitîn ji bo pêşxistina ziman û edebiyata kurdî armanca serekî ya vê kovarê ye. Ev li gel siyaseta hikûmeta Îraqê ya hêja digunce, ji ber ku we perwerdeya bi vî zimanî qebûl kiriye û xistiye nav bernameya perwerdeyê. Herweha, we emir kiriye ku kitêbên dersê bi heman zimanî di çapxaneyên wê de bên çap kirin û ev çend sal in ew li dibistanên Kurdistana Iraqê tên xwendin. Ev yek berevajî wê ye ya ku hikûmeta tirkî û hemî hikûmetên ku Kurdistan dagir kirine ku wan zimanê kurdî bi agir û hesinî înkar kiriye û rê li ber girtiye. Her tiştê ku min heta niha berçav kiriye dilsozî û niyeta min ya sax hemberî hikûmeta Îraqê diyar dike. Li aliyekê din, hatina kovara min bo nava Iraqê hîç ziyanê ya ku mirov xwe ji encamên wê biparêze bi xwe re naîne; lê, feydeyên cihê yên hatina wê hene û ji wan kêfxweşkirina kurdan yên ku alîgirên dilsoz yên cenabê Paşa Feyselê Yekê ne. Bê şik, qedexekirina wê dê wan nerazî bike.

Ez hêvî dikim ku bi dilovanî û teqdîr li ya li jêr hatiye gotin bê nêrîn û ji kerema xwe biryarê cenabê xwe bidin ku destûra daxilbûna kovara min Hawarê bo Iraqê wek berê bidin û hejmarên ku hatine desteser kirin ji bo xwediyên wan bişînin. Heger ricaya min li bal cenabê we qebûl nebe, ji kerema xwe wan hejmaran li min vegerînin. Biryar ya cenabê we ye, ezbenî!

Îmze

Xwediyê kovara Hawarê

Celadet Bedirxan”(23)

 

Bêguman xwendina dîroka naveroka kûr a vê nameya han karekî gelek hêsan e ku beriya her tiştî kurtbîniya fermanrewayên dema qraltiyê tê de tê dîtin, Hawar wekî xwediyê wê nivîsandiye kovareke edebî rewşenbîrî bû, ji qazancê zêdetir zerarê wê tunebû. Xwediyê wê ku di wextê xwe de doza mafê derxistina wê kir û wezareta kar û barên Sûriyê jî biryara rêdana derxistina wê de vê rastiyê nivîsandiye. Di hejmara yekê ya Hawarê de bi erebî gotareke bi sernivîsa “Hedefna we Xetetena” weşandiye:

“Me koma Hawar tenê ji bo armanca zanistî û edebî ava kir. Lewre, ew hîç tevî karûbarên siyasetê nabe. Em di vê komê de dixwazin xizmeta ziman û edebiyata kurdî bikin. Me ji bo vê yekê bernameyek ku em di behskirin û lêkolîna xwe de li ser dimeşin daniye”(24).

Hîç yek ji van belge û nêrînan alîkarî nekirin û wezîrê kar û barên hindur ê nû Hîkmet Silêman jî wekî Nacî Şewket li ser qedexekirina Hawarê bi rikoyî bû, ji wan hemî gotinên bi rêk û pêk ên Mîr Celadet Bedirxan tenê ew gotina wî bala wî kêşabû ku dibêje, eger em bixwazin em dikarin bi dizî hejmarên Hawarê bigihînin nav erdê Iraqê, hêjayî gotinê ye wezîr xetekê kêşaye binê wê rêzê… Alîkarvanê wezîr jî li jorê li milê çepê nameya Celadet Bedirxan vê têbîniya han nivîsandiye:

“Belkî hûn bixwazin karmendên îdarî yên eleqedar bi niyeta yê navbirî re yan bi îmkana hatina vê kovarê bi dizî bo Iraqê re agahdar bikin“.

Hikmet Silêman bi imzayê xwe roja 20ê adara sala 1933an, yanî ew roja ku bûye wezîr, nameke nehênî ji birêveberê giştî yê Polês re şandiye û tê de daxwaz kiriye ku agahdar bin û nehêlin careke din bi hîç awayî kovara Hawarê gav bavêje nav erdê Iraqê(25).

Bi wî awayî rewşenbîrên kurdên Iraqê ji Hawarê bêpar kirin. Bi vê qonaxeke nû di dîroka vê kovara me de dest pê dike. Qutkirina kurdên Iraqê ji kovarê tesîreke zêde li ser weşana kovarê dike. Gelek bi rehetî berhemên nivîskar û lêkolînên kurdên Iraqê jê hatin qutkirin, wisan dixuyê car caran gotarek yan perçe şiirek bi dizî dibirin û ji sinor derbas dikirin û digihandin Hawarê ku ew jî bi temamî ber bi jariyê ve çû, di sala yekê ya derketina wê de bîst hejmar hatin weşandin, piştî wê di mudetê zêdetirî deh salan de hemî bi ser hev 37 hejmarên din jê çap bûn. Ji hejamar 24an ve, ku roja yekê nîsana sala 1934an derket, êdî tenê bi tîpên latînî çap dibû. Di wan hejmaran de wekî me got, gelek kêm berhemên kurdên Iraqê di Hawarê de dihatin dîtin, wekî wê gotara Tewfîq Wehbî ku bi navûnîşana “Mame Yare” di hajmara 26an de hatiye weşandin(26).

Her çi hal be, Hawar destkevtiyeke mezin û diyar e di dîroka rojnamegeriya kurdî de. Di wextê xwe de min di Têgeyiştinî Rastî de gotibû: “Hawara Bedirxaniyan jî çavkaniyeke dewlemend a edebiyata kurdî ye. Edebiyata kurdî di Hawarê de pêşniyara sergotareke zanistî ya bi feyde radixime li ber çavê şarezayan”(27). Îro jî biştî derbasbûna zêdetirî bîst salan bi ser wê pêşniyara min de û piştî peydakirina çend belgeyên nehênî di derbarê Hawarê de û piştî ku careke din min hejmarên wê kovarê di bin çav re derbas kirin, ez dibêjim Hawar bi kêmasî dikare çar nameyên doktorayê li ser bên amadekirin; ya yekê di derbarê “Hawar û Ciyê Wê Di Rojnamegeriya Kurdî de”, ya duduyan jî dikare ji bo edebiyat, sêyem ji bo ziman û çarem jî ji bo dîrok bên amadekirin.

Yek ji wan serbilindiyên Hawarê di wê hewil û livînê de tê dîtin ku ji bo yekgirtina zimanê kurdî daye. Li vir ez hez dikim îşaretê gotara “Lawêkî Kurdperwer”ê ji Silêmanîyê bikim ku bi vê navûnîşanê weşandiye: “Kaxezî aşkira bo gewherî taqaney kurdan Tewfîq Wehbî Beg”(28). Lawê Kurdperwer ê ji Silêmanîyê di vê gotarê de berê xwe daye zanayên zimanzan û bi wan gotinên ji dil dibêje:

“Bi navê kurdayetiyê, bi navê kurdheziyê ez gelek ji we tîka dikim… Wekî bira dest bidin destê umerayên Botan, bi hev re zimanê vî qewmî zindî bikin, şîweyên cihê cihê nêzîkî hevûdu bikin û bi hemî awakî tevan ji bo Kurdistanê pêk bînin, heta ku qet nebe ji bo îro Suq El-‘Ekazekî kurdî bê pêkanîn”.

Ev gotinên dilsozî û dûrbînî serdarê Badînî Hazim Şemdîn Axa bi bîr tînin ku wî jî di dawiya salên bîstan de tenê li Zaxoya delal alayekê wisan pîroz û pêwîst bilind kiribû. Di Hawarê de gelek tiştên bi vî awayî hene ku hemî ders in û pêwist e bikevin ber tîşkên lêkolîn û tehlîlan.

 

Jêrnot:

21) Hawar, Sal 1, Hejmar 10, rûp: 8; Hejmar 11, Pêncşemb, 10 Çirya Paşî 1932, rûp: 54.

22) Wezaretu’l-Daxiliye, El-Mektebu’l-Xas, reqem…

23) Hejmara 14an a Hawarê roja 31ê kanuna pêşî sala 1932an çap bûye, yanî 24 roj beriya derketina fermana qedexekirina wê, herçend hejmara 15an jî roja 23yê kanuna paşî ya sala 1933an derketiye, yanî rojek beriya derketna wê fermanê.

24) Hawar, Sal 1, Hejmar 1, Yekşemb, 15 Gulan 1932, rûp: 4-5.

25) Wezarete Daxiliye…

26) Hawar, Sal 4, Hejmar 26, Yekşemb, 18 Tebax 1935, L. 1-3.

27) Têgeyiştinî Rastî…, rûp: 157.

28) Hawar, Sal 1, Hejmar 15, Duşemb, Çileya Paşî 1933, rûp: 2-3. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev