ÇIMA AVÊN TOFANÊ Û KANÎYA SIPÎ TEVÎ HEV NEBÛNE -1

ÇIMA AVÊN TOFANÊ Û KANÎYA SIPÎ TEVÎ HEV NEBÛNE -1

ÇIMA ADEM Û HEWA KALIK Û PÎRKA ME NÎNIN

(Ji suŕên welat û dîŕoka me bi çavên êzdîtîya kezî)


Torinê Torinî, lêkolîner



,,Kevintirin gund li seranserî cîhanê li derdora çîyayê Şengalê çê bûne,,.
Dr. Azad Ehmed Elî

 

Dil geşt e min ji Dêrê naçim Kenişteyê qet
Mihrabê wê bi min ra wer da biçine Laleş
Melayê Cizîrî

 

Ecêba suruştêyî, Laliş,
Bi şewqa ŕojê şûştîyî, Laliş,
Efsena hezaran salan
Dergeyê bihuştêyî, Laliş…
Eskerê Boyîk

 

Kurd, mînanî çîyayên welatê xwe – Kurdistana ŕengîn, ḱaw – ḱubar, azad û serbilind in. Canda bestan ya biyanî, gava li Kurdistanê dagirkerîyê dike û naḱeve kiras û qalibê kurdîtîyê, hema evê hev kirin, harmonîya nava kurda û siŕuşta welatê wan da dide ṫeŕibandinê, û ,,baharên Kurdistanê bi kurdewarî nayên,,…

Edetê bi ava Kanîya Sipî morkirin ṫevî pîrozîya parêzgeha Lalişa Nûranî ji dema horî – mîtanîyan tê. Belê, Laliş a alîyê horîyan va bi ,,La – la – aş – ha – rî,, navkirî parêzgeheke ŕoparêzîyê ye ji ewan parêzgeh – mixaran, li ku horî – mîtanîyan parêzî kirine. (Bi gotina dîŕokzan, ŕohlatzan M. S. Lazarêv piŕanîya navên eşîr, gund û bajaŕên Kurdistanê hema ji dema horîyan tên). Anegorî bîr – bawerîyên horî – mîtanîyan Mêr ê ŕoyê (Mîhr, Şîmagê – Şê Şems) ji zang – mixara çîyan nedîr – şemal dida û di zang – mixara çîyan da jî diçû ava. Parêzgehên binerd yên bi kanî û hewzên avê va û Dergehên wek ê Xaldî – Adî (ew usa jî ,,Dergehê Mîhr – Mêr,, tê navkirinê ) ê li ŕex kela – bajarê Wanê (To – ŕeş – po) li Kurdistanê piŕ bûne. Îro jî ziyaretvanên êzdî, gava dikevine zîyaretan, bê pêl lê kirin li ser şêmîkanŕa gav didin, çimkî zîyaret dinya Mêr û Milyaketan e, û nabe sînorê navbera evê dinê û ewê dinê da bê pêpeskirin – hildanê… (Bîr – bawerîyên kevnare yên hindavropîyan da mixare sîmvola azman bûye. Sanskrît da û ,,Avêsta,, – yêda ,,azman,, hem kevir, zang, hem jî azman dide kivşê. Lema jî mîfologîya êzdîtîyê da tê gotinê: ,,Lalişa Nûranî ji azman dehir bûye,,. Û êzdî bawerin: wê bê ŕoj, dînê şeref ê madî wê derê ji mixarê û ṫext – ṫacê medan ŕizgarke ji destê ḱafiran). Sûmerîyan jî bawer kirine, ku dinya – mixarên ku Ŕo (bi sûmerî – Ûtû) jê derdikeve û têda diçe ava hema di çîyayên Kurdistanêda ne. Lema jî wana destana ,,Gilgamêş,, da derbarên evan çîyayên Ḱurdistanê ên pîroz da awa nivîsîne:

Ew herŕo hilatin û avabûna ŕoyê nav xwe da xwey dikin…

Û wêneyên alîyê sûmerîyan û aḱḱadîyan da lêkirî da ŕo hema ji çîyayên Kurdistanê nedîr dide – dertê.

Şehdeke bûyarên dirokî û kevnarîya Lalişê jî mora Şaûştatar ê padîşahê mîtanî (s. 1450 – 1410 B. Î.) ye, ku (bi hine guhastinava) li ser fêza Dergehê Lalişa Nûranî morkirî ye:

Mîsyona Lalişa Nûranî û ṫevaya êzdîtîyê parastina axa Kurdistanê, ziman û çanda neteweya kurd e. Ewana ji der nehatine, kulîlkên hema evê axê ne. Lema jî êzdî (dinyayê da bawermendên êzdî ṫenê ji neteweya kud in) bi avqasî heyr – hijmeḱarê dînê êṫnîkî yê êzdî ne. Ewê weke ,,Mîr Mih,,, weke ,,Hekîmo,,, weke awazê sîwaran – ,,Cirîdê,, ber dilê xweda şîrin dibînin.

,, …Wê bê ser te Nikil û Nikîne,

Wê pirske, bêje tuî ji ḱîjan DÎNÎ,

Tu bêje ezî ÊZDÎME…,,.

A gor hema evê dîn – ayîna êzdî ya kezî û veneçêkirî, ya kurdewarî ya ŕesenî û pareke çanda kevnare ya neteweya kurd bendên pêşin ji havênê Kinyatê – ji av û axa destpêkê, ango, ji av – ,,havênê birḱa,, Kanîya Sipî û ji axa Lalişa Nûranî bi ŕa – xwestina Xwedê alîyê Hevt Mêrên Ŕiknê va hatîne meyandin – hasilkirinê. (Hevt Mêrên Ŕiknê Mêr – Xwudanên Ŕoyê, Hîvê û pênc geŕsteyrên dora Ŕoyê yên ku bê dûrebîn têna xuyanê – dîtinê ne). Gor bîr – bawerîyên sûmerîyên ji Kurdistanê berjêr daketî jî hema An – gî (Ênkî) ê Mêr – Xwedawendê piştovanê çemên Dicle û Ferat û Xwedawendên alîḱarên wî merivên pêşin ji axê û ji avê çê kirine…

Ŕizma bi avê paqişkirin – helalkirinê ji welatê têda av pîroz derbazî nava dever û dînên dinê jî bûye. Îro pê ava Kanîya Sipî, wek bi hezaran salan berê, jin û mêr, keç û xortên êzdî bi ŕûvekirî, bi azayîke xwezayî, bi zimanê kurdî têne morkirinê, usa jî nîşana Taûsê (sîmvola makrokosmosê), Parî yên ŕeng – awazên Hevt Mêrên Ŕiknê û nîşanên dinê yên êzdîtîyê têne morkirinê, Beratên ji axa pîroz têne hasilkirinê, destpêka baharê da havênê mast û hevîrtirşk têne helal kirinê. Hê ji dema horî – mîtanîyan û sûmerîyan da av usa jî bona hildan û parastina ji nexweşîyan, bona adanîyê, baran anînê hatîye bi ḱar anînê. Pê avên çavkanîyên Ḱurdistanê yên pîroz heta zî – kûr – at – zîyaretên Sûmerê, xwazma ya bajaŕê Êrîdû (,,mal – yêra ji mal – yêrê dûrtir,,), jî hatine morkirinê. (Dîŕokzan li ser ewê nêŕînê ne, ku ev bajaŕ û zîkûrata wê ya li ser navê Xwedawenda Abzû hema sûbarîyên ji Kurdistana kevnare ,,ji mal – yêra xwe dûrtir,, ava kirine). (Bi zanyarî tê îzbat kirinê, ku av xwey bîr e, av a dua lê kirî û bin sazbendîya xweşik da mayî ḱemala pak – qenc dest tîne). Cejna Xidir Nebî da keçên kezî (peyva ,,qîz,, ji vira tê. Ṫirkan ev jî kirine malê xwe) sivê zû av ji kanîyan dianîn, li ser malîvanan, ajalên malê diŕeşandin. Havînan, bona ku baran bibare, keç û xortan Bûka Baranê çêkirine – xemlandine, nava gund mal bi mal gerandine, av werkirine li ser hev û Bûka Baranê. Deve devî 70 selefê organîzma meriv ji avê ye. Lema jî bi bîra avê xwîna meriv bi awqasî piŕ diḱişîne ber bi welatê wê/wî, hesret, mêla wê/wî her dem li wure. Û her kes berî mirinê ,,ṫasek ava sar,, a kanîya ji axa çîya û banîyên welatê xwe dixwaze… Û dîsa jî ava here pîroz li dinyalikê bona êzdîyan ava Kanîya Sipî ye… li Kurdistanê…

Avên çemên Dicle û Ferat ên ku ji çîyayên Kurdistanê derdiketin demên destpêkê da her yek bi serî xwe royî nava Kendava Sûmerî dibûn, hey li Navberçema (Mêzopotamîa) navdeştê digihîştine hev û ev dever a nimiz dinixamtin, bin xwe da dihiştin. Derbarê evan tofanan da destanên sûmerîyan da agahdarîyên giring hene. Ser ŕiknê evanan jî xudanên ,,Tewrat,, – ê derbarê tofana Nuh Nebî da serpêhatî hûnandine. Ji vana jî Muhammad ê arab ji ber girtiye, û çend sûreyên ,, Quŕan,, – a xwe da daye ŕaber kirinê. ( Awa, ,,Quŕan,, ne ku gotina Xwedê ye û ji azman danilizîye, lê hema gotin – qûŕîna li ser erdan e…)

Gor destanên kûtî – sûmerîyan (kûtî ên Kûtîûmê, paytexta kîjanê Arrapxa – Kerkûk bû, demên dirêj serwêrtî li Sûmerê kirine, ango, ji xudan – sêwrandîyên destpêkê yên serpêhatîya tofanê yek jî hema kûtî ên ji bapîrên kurda bi xwe ne. Awa, kûtî usa jî arattayî, ên ku bersîva padîşahên somerî bi nivîsar didan, hela berî ,,Ṫewrat,, û ,,Quŕan,, – an XWEYÎ PIŔTÛK BÛN) ḱeştîya Zîûsûdra gihîştîye zincîra çîyayên bilindahîya Kurdistanê yên başûr ( Masû – Ma sî – Ê tarî – Nisir) û li wur sekinîye. Li vira Mêr – Xweda hêwirî bûn û ṫevî merivên li vira bi zimanê wana (bi kurdî) diaxivîn. Û gava Zîûsûdra pey tofanê ra dua kir, ,,ava pîroz li heçe – kopê evan çîyayan wer kir,, û gorî – qurban da, evan ,,Xwedawendan mînanî mêşan li dor gorîyê civyan… û ji bîna şeravê kêfxweş bûn,,.

Ḱeştî li ser çîyayê Nisir ŕawestîya,

Çîyayê Nisir ḱeştî girt û nehişt êdî bilive.

Awa, dîhar dibe, ku tiştekî pêkenîtîyê ye, gava ḱeştîya ,,Nuh Nebî,, ne ku nêzîkî Sûmerê li ser ŕêzeçîyayên başûr (çîyayê Şengalê – ,,rûgeh û mertala Kurdistanê,, jî navda) yên Kurdistanê, lê li bakûrê welêt li ser çîyayê Masîs (yê her dem bi berfê ma sîs) digerin. (Çimkî demê da ,,Tewrat,, – ê da Ûrartû – Oro – reto bi teherê ,,Kardû,,, ,,Ararad,, jî hatibû nivîsarê, bi hereketê peyhatîyên kesên wek Hakob Mzbnêsî ê ḱeşîşê ŕeben, ku mînanî Sahak Partêv, Grîgor Lûsavorîç û giregirên dinê bi ḱoç – ḱoma xweva berî ku dînguhêrî bibe, bive hay – fileh, eslê xwe da partêv – partî bû, bona bala xaçparêzan bikişînin, bi sîyasî Masîs bi ,,Ararat ,, navkirine). Gilgamêş Zîûsûdra (gor ,,Tawret,, û ,,Quŕan,, – ê: Nuh Nevî ê bapîrê duyem ê mervayê ) ê ji tofanê filitî, xilaz bûyî dîsa hema li nav bavkalkên kurda li çîyayên pîroz ên Aratta(bajar – dewleta here kevnare ya 2700 – 2800 sal B.Î. li ser erdnîgarîya Kurdistanê) digerîya. Û derbarê arattayîyan (oro – et – to yên alîyê Dûmûzî – Taûs va hilbijartî) ên ku neketine ber tofanê da destanên sûmerîyan da awa tê stranê:

Ewana, ên ku nav tofanê da li ser pîyan man,

Dema tofanê hemû tişt da ber xwe, bir.

A lema jî cîdane gotina mag – mac – micêwrîyên li ber Lalişa Nûranî, ku avên tofanê û Kanîya Sipî tevî hev nebûne, Kanîya Sipî şêlû nebûye, hema zelal û SIPÎ maye.

Li ŕex dergehê Lalişa Nûranî ŕemzê mar – zîya wek parastvan lêkirîye.

Dibêjin, xwedêgiravî, dema ḱeştîya Nuh Nebî li ser çîyayê Şengalê (,,sengaŕ- hasêgeha kevirî,,) ŕa derbaz dibe, ber bi çîyayê Kûtî (bi zaravê sêmîtî bûye Cûdî, ,,Tewrat,,, – ê da bûye Kardû, Ararad) diçe, binê ḱeştîyê kotê çîyayê Şengalê dikeve, qul dibe. Mar xwe dike qulê, nahêle av bikeve ḱeştîyê û ḱeştî niqoyî binê avê bibe. Lema jî mar li cem êzdîyan pîroz e. Lê bi ŕastîyê, çawa dîmenên li ser zangên çîyan lêkirî dîhar dikin, hela berî ŕabûna tofanê li cem pêşîyên êzdîyan mar – zîya sîmvola gelek tiştên pîroz bû. Ji wana yek jî hingavtina birq – birûskê bû. Birq – birûsk a analoga avê, baranê, bereḱetê û halxweşîyê nîşana protokosmosê bû. (Eva mîf – efsaneyên kevnare yên hindavropî da bi zelalî tê xuyanê). Ji kal – bavên kurda ên kûtî zîya – birûskparêz bûn, lema jî ew alîyên sûmerîyan va ,,zîyayên çîyan,, dihatine navkirinê. Sîmvola Mêr – Xwedawendê Angî ê piştovanê Dicle û Ferat jî du zîyayên li hev alîyayî bû. Medan jî zîya parêz dkirin, lema jî navê padîşahê wana ê dawîyê Ejdahak bû û dîroknivîsên hay me(n)d – ,,mar,, , (peyhatîyên zîyan – վիշապազունք), lê welatê wana – ,,Marastan,,, heta binecîkî wana jî ,,Ejdehakan,, navkirine. Naha jî li cem kurda efsaneyên derbara şahmaran da zêndî û belabûyî ne. Lema jî mîf – efsaneyên biyanîyan da Mêr – Melekên piştovanên Kurdistana kevnare di dilqê zîya da Kurdistan parastine, nehiştine ku Gîlgamêş hêşnaya nemirinê ji Kurdistanê derxe – bive, nehiştine, ku dê û bavê xelqê – Hewa û Adem buhuşta li ber kenarên Dicle û Ferat bişêlînin – bilewtînin û ew ji wura dane derxistin – ŕaqetandine. (Êzdî Adem û Hewa xwera wek bapîr, dapîr nabînin. Eva ne bo ewê yekê ye, ku êzdî bi hezaran salan e bere bere bi tenê û bê pişt mayî alîyê hinekan ji zuŕeta Adem û Hewayê va hatine xeza kirinê. Wate di kevnarîya êzdîtîya dîharbûneke hindavropî da veşartî ye. Adem pêxember e, lê êzdîtîyê da pêxember tunene, îdî ku ma bivin bapîrên êzdîyan. Gor qewl û beytên êzdîtîyê ,,sunete berî Ademe,,, ango berî Adem, çawa li jorê hate gotinê, ji ax û avê merivên pêşin bi navên bi sûmerî: ,,LÛLÛ,, , bi kurdî: LOLO/LÊLÊ (ORO/ÊRÊ), paşê jî bi navê ,,ADAB,, ê herî bijare û ji Xwedawendan û merivên destpêkê hasilbûyî hebûne… Gor qewl û beyṫan êzdîyên bîr – bawerîyên kal û bavan ŕa amin mayî bin zordarîya çanda dagirker da newêrî bûne dengî bikin:

Newêrim bḱêlimim,

Wekî ez bêjim sunete berî Ademe,

Ezê biŕicimim).

(dûmayîk sibê bixwînin)

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Delala Memé

    Seheta we xwesh lekolînaré héja Toriné T’or’nî’!
    Gelek zelal û shirovekirinén k’ûr berfireh hatîye nivîsaré.Em bé sebir hivîya dûmayîka vé lek’olînene.

  2. Roşev sîtav

    Mal ava..
    Erê, ez Adem Hewa nizanim lê, Xizir û Mûsa li Dêsimê rast hev hatine..

    Ew cî îro jî wekî cîyekî pîrpz tê zanîn.. Taybetmendîya vê derê jî ew e;
    çemê Munzûr û çemê Pêrê li vir digêhêjin hev.
    Ew der Gola çeto ye..

    Li Dêsim hê jî Heftmalê//Newrozê da rokî rocî tê girtin û li vir cem tê girêdan..hwd.

Şirovekirin hatine girtin.