Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bawerîyên bi teyredeyan va girêdayî

Bawerîyên bi teyredeyan va girêdayî

Me di 95 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê 2 berhemên êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal yên bi sernivîsarên Hebandina bi teyredeyan va girêdayî” û ”Hebandina êgir” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 96

Teyredeyên wek quling, legleg, dîk, mirîşk û baz ber dilê êzdîyan pir ezîz in.

Êzdî herdem di mehên adarê û nîsanê da li benda hatina qulingan û leglegan in, ji ber ku ew bi bawerîya êzdîyan behsên xêrê tînin.

Gava legleg situkura xwe dirêj dikir û dimeşîya, êzdî pir şa dibûn, ji ber ku digotin ew nîşana wê yekê ye, ku wê salê erd wê bereket be; eger nukulê xwe berjêr dikir, ew dihate wê maneyê, ku ecêbên giran wê bibin.

Eger jina megîran (hemle) cara pêşin quling bidîta, ew dihate wê maneyê, ku ewê kur bîne.

Gorî êzdîyan quling û legleg sîmvolên ruhên qenc in, ji ber ku ew di rojên baharê da li me dîhar dibin û bahar bi xwe ra xweşbextîyê û ber tîne.

Bawermendîyên awa em bal ermenîyên Bûlanixê dibînin. Ew jî ser wê bawerîyê bûn, ku leglega pêşin, ku tê welatê wan ruhê qenc e. Gorî wana: ”Gava legleg di meha adarê da têne welatê xwe, li wir çemek heye, dikevine avê, xwe dişon, paşê tên”[1].

Bawerîyên ermenîyan û êzdîyan hindava qulingê da eynî ne, ewana ser wê fikirê ne, ku kuştina leglegan, qulingan û dûvmeqeskan guneh e. Hersal hêlînên wan heta hatina wan dihatine parastinê û paqijkirinê. Ew meriv bextewar dihatine hesibandinê, ku ser mala wana hêlînên leglegan hebûn û ew berî gişkan dengê wan dibihîstin.

Di bawermendîyên kurdan da dîk jî cîkî layîq digire, yê ku her ro di wextê xwe da bang dike, ew di malhebûnê da seheteke zindî bû, xwesma di dema çandinîya baharê û payîze da, di demên ekinberevkirinê da. Her sibe, hema bêje di eynî wextê da bangdayîn bal êzdîyan fikireke wisa saz kiribû, ku di wê yekê da biryara yê jorîn heye, ew ser wê fikirê bûn, ku di nav bedena dîk da ruhek heye, ku wî mecbûr dike bang bide. Lê gava mirîşk bikira qirte-qirt, wê ecêbek bihata serê neferên malê. Bi vî awayî, êzdî ekindarî, xweşbextî û bextreşîya malê, jîyan û mirin, hatina baharê û bûyarên din bi teyredeyên malê û kûvî va girê didan.

Kurdên ku bi jîyana koçerîyê va dijîn, ser wê bawerîyê ne, ku ew teyrede piştevan û alîkarên milet in[2].

 

Hebandina êgir

Bal kurdên êzdî yên herêma Qersê, Aparanê û Talînê hebandina êgir cîkî sereke digire. Dûyê agirê ocaxa wan gerekê hertim bikişîya.

Ji demên buhurî da dema digotin ocax, fikira wan ne tenê kuçikê êgir bû, lê herwiha mal û malbet bû jî. Gelek cara sonda wan agir û ocax bû.

Dema sîstêma derebegîyê hilwişîya û malbet dewsa wê girt, ew herdu fikir bûne sînonîmên hev. Niha bal ereban, ermenîyan, kurdan û gelek miletên din ocax him mal e, him eşîret e, him jî malbet e.

Derheqa êgir da gotineke pêşîyan heye: ”Eger agirê ocaxê bitemire, bizanibe ocax jî wê bitemire”. Ji vê gotina pêşîyan zelal xuya dibe, ku bingehê malê agir bûye.

Karê ku ew agir tim geş be, dikete ser milê kevanîya malê, an jî bûkê. Wana her roj sergînek dikirine tendûrê, kozîya êgir jê derdixistin, datanîne erdê, çend sergînên din datanîn ser û dişuxulandin. Piştî ku tendûr vêdisîya, perçeyê sergînê di bin kozîyê da geş dima. Ji wê ra ”antêx” an jî ”kûre” dihate gotin. Bi wî agirê antêxê her sibe tendûr vêdixistin[3].

Gorî edetê êzdîyan tûkirina ser agir, qirêjkirina wî, çêrkirin tiştekî guneh dihate hesabkirinê. Gorî êzdîyan, gerekê êgir qirêj nekin, ji ber ku pîrê ruhê êgir heye. Tûkirina ser êgir jî dihate wê maneyê, ku meriv tûyî li ser ruhê êgir dike û bi wê yekê va hêrsa wî ruhî radike.

Edetên vî awayî yên hindava êgir da bal gelek miletan heye, wek ermenîyan, gebran, azirîyan, osan, asûrîyan, xêvsûran û yên din. Bal ermenîyan jî îzin tune tûyî li ser êgir bikin, ew qirêj bikin, ser ra banz din[4].

Êzdî bawer dikirin, ku heywanên beyanî ne bê hemdî xwe ji êgir direvin, lê ji ruhê Pîrê êgir direvin.

Bal êzdîyan nimûneyeke din jî heye derheqa hebandina wan ya êgir da: êzdî ser mezelê merivê teze mirî sê şevan agir vêdixin bona ku heywanên kûvî nêzîkî mezel nebin, bona ruhên neqenc ji mezel ruhê mirî nedizin, nebin û ser wê bawerîyê bûn, ku Ezrahîl wê zûtirekê bê û ruhê mirî bişîne buhuştê an jî dojehê. Fikireke din jî di agirdadanê da heye: bona ruhê mirî li vê dinê jî, li wê dinê jî bi êgir ra eleqedar bibe.

Kurd mezelê wî merivî wek ziyaret dihebandin, yê ku di jîyana xwe da tu caran tûyî li êgir nekirîye, ew qirêj ne kirîye û çêrî êgir ne kirîye.

Mezelekî wisa li gundekî kurdan – Manazgirê hebû.

”Rex Manazgirê, ku gundekî kurdan e, kevirê ser gorê heye, ku ermenî jê ra ”mezelê Aznaûr” dibêjin. Çend mezelên wisa wek ocax têne hebandin”[5].

Gorî êzdîyan ruhê êgir ewqasî bi hêz e, ku tu ruhekî neqenc nikare xwe nêzîkî wî bike û zirarê bidê. Ji ber wê ye, ku ruhên neqenc nikarin ranêzîkayî êgir bikin.

Bi bawerîya êzdîyan agir û komir ruhên neqenc ji xwe bi dûr dixin. Gurcên herêma Kaxêtê jî bi eynî awayî difikirîn û ewana ser wê bawerîyê bûn, ku agir û komir ruhistînên ruhên neqenc in. Ew wisa bawer bûn, ku eger meriv şev ji mal derê, here avê bîne, wê demê wê ruhên neqenc bikevine mala wî. Bona ew yek neyê ser malê, ber şêmîka wî merivî komir direşandin, ku ew ser ra derbaz bibe, paşê here avê bîne[6].

Êzdî di cejina 8ê adarê da herdem kuçik vêdixistin, berevî dorê dibûn û berê xwe didane ruhê êgir, digotin: ”Ya ruhê agir, tu me ji ya neqenc xwey bikî”.

Gundê Emençayîrê li herêma Qersê edetek hebû: bona ji bextreşîyan û belayan xilaz bibin, dora tendûran hinek edetên dînî dikirin. Wek: eger zaro dereng dest pê dikir xeberde, an jî dereng rê here, ji destê zarê digirtin, dora tendûra sincirî digerandin, sê cara fitil didan û digotin: ”Pîrê agir, îzinê bide zaro xeberde”. An jî: ”Ya Pîrê agir, tu qewatê bidî kurê min, bila ew rê here”. Xwedîyê zarokê xênji wê yekê, ku ji destê zarokê digirt, dor tendûrê digerand, di ber xwe da dikire pinte-pint, gine-gin bona ku zaro jî mîna wî xeberda û rê biçûya.

Gorî êzdîyan agir serkanîya dewlemendbûnê ye jî. Bona wî meremî merivên destteng ji malên dewlemendan agir dibirin, pê ocax û tendûrên xwe vêdixistin û ser wê bawerîyê bûn, ku ewê jî dewlemend bibin.

Kurdên êzdî ji bin beroşa şîr agir nedidan cînaran, çimkî şîrê dewarên wan wê kêm bûya.

Êzdî bawerîya xwe pir bi agirê ziyareta Laliş dianîn. Ewana ser wê bawerîyê bûn, ku dûyê ji ocaxa wira berê xwe dide cîkî batinî.

Gorî dîndarên êzdîyan agir dayîna Xwedê ye, lema jî dûyê wê ocaxê daxaza merivan dibe digihîne Melekê Taûs.

Gorî qiseya qewal Huseyn, roja cejina ”Eyda êzdîyan” li Lalişê, serê sibê kevanîyên malan agirê dûyê ocaxa mala xwe ditemirandin, diçûne ziyaretê, ji wira agir hildidan, dibirin malên xwe bona bi agirê ocaxa Lalişê jîyaneke nû bidana ocaxên xwe.

Gava tendûr vêdixistin, dora wê direqisîn û sitiran digotin, wek:

 

Berçev-berçev diçûme

Pêşîya te şa bûme

Ez dewlemend bûme.

 

Dora kuçikê teze vêxistî dîsa direqisîn, distiran û şa dibûn.

Reqasa li dor agir an jî kuçikan bal gelek miletan heye. Ev edetê dînî ji bo wê yekê tê kirinê, ku ber dilê ruhê êgir da bên, razîbûna xwe bidin wî. Li Bêlgîyayê di demên buhurî da rojeke bi navê ”Roja agirê mezin” hebû û di dema wê cejinê da zarok 1-2 heftêyan mal bi mal digerîyan û xurek berev dikirin[7].

Bal êzdîyên Şengalê edetekî dinê jî hebû. Em binihêrin çika derheqa wî edetî da qewal Huseyn çi dibêje: -piştî binaxkirina kesê mirî, ser mezelê wî agir dadidan, dora agir dua dikirin û vedigerîyane malên xwe. Piştî çend sehetan bêy ku kincên xwe bêxin, diketine nava ava çêm an jî kanîyê, ku ava avilheyatî dihate hesibandin. Ev edet me tîne ser wê bawerîyê, ku hebandina avê jî hebû. Edetekî ha li Hindistanê jî heye. Li vir merivên kesê mirî berî şewitandina can û cesetê mirî berevî dora kuçikê êgir dibûn û bi kincan va diketine ava rex êgir[8].

Kesên pûtperest derbaharê kuçik dadidan û bi heytehol qedirê Xwedayê êgir digirtin bona ekinê salê pir be. Bal êzdîyan dewsa Xwedayê êgir Pîrê êgir heye. Ev edet derbazî nava xaçparêzan jî bûye. Ev eyda dînî herdem di roja bîranîna Îsa da tê derbazkirinê. Dêra xaçparêzîyê ne tenê ev eyd, lê gelek eydên din yên girêdayî êgir va ji gelek miletên din wergirtîye.

Hebandina êgir di cejina Têrndêz da jî xuya dibe, ku ji ermenîyan derbazî nava kurdan bûye û tê maneya qebûlkirina Xweda (Tyarindarac).

Bal ermenîyên Bûlanixê edetekî wa hebû: ”Pîrejin wê rojê çiraya bi agirê pîroz ya Têrndêzê vêxistî digerandin, bi agirê wê bimbûlên mirîşkan dişewitandin, bona ew bikaribin kurk rûnên”[9].

Êzdî eyda Têrndêzê 17ê sibatê derbaz dikirin, bi kurdî digotin Eyda 17ê sibatê. Ewana ji kuçikê Têrndêzê xwelî hildidan û ji kulekên goman direşandin bona ruhê neqenc betavebûna û heywan ber bidana. Ji wê kozîya xwelîyê çengek dihîştin, di dema çandinîyê da tevî toxim dikirin, direşandine nava axê, bona ew sal saleke bereket be.

Jinên megîran, ku zar ne dianîn, berî ku bi mêrê xwe ra bikevine nava cîyan û serê xwe bi hev ra bikine yek, ji kozîya kuçik hinek dadiqurtandin û digotin: ”Pîrê agir, de ma li te”, ango dixwezin bêjin, ku ruhê agir, îdî hêvîya me tu yî.

Ji wê kozîyê weke kevçîyekî biçûk dikirine nava avê û didane nexweş, bona ew qenc bibe.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku agir nexweşîyan jî qenc dike, ji ber ku ”Pîrê êgir rehm e”. Jina kurd, ku bi nexweşîya jinan dikeve, bêy derpê xwe li ser agir mêl dikir û berê xwe dida ruhê êgir, jê ra digot: ”Pîrê agir, tu min ji vê nexweşîyê xilaz bikî”.

Ocax bal êzdîyan wisa hatibû qebûlkirinê, ku gava dua dikirin, digotin: ”Bira ocaxa te komekê bide me”. Di duayeke din da tê gotinê: ”Bira ocaxa te şên be”. Vira gerekê bidine ber çavan, ku ne tenê behsa agir an jî kuçikê dikin, lê qesta wan mal û malbet e.

Dema nifirkirinê digotin: ”Ocaxa te bitemire”, ango mala te xirab bibe, mala te pîre-pîreyî bibe û h.w.d.

Bi vî awayî, agirê ku bingehê ocaxê û malê ye, dibû tiştekî wek ziyaretê û ew agir parastvanê mal û malbetê bû.

Riataza

 

Çavkanî:

[1] H.Şahpazyan, Kurdo-hay patmûtyûn, K. Polîs, 1911, rûpel 45.

[2] Bênsê. Bûlanix an jî Herêma Hark, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, Kitêba Z, rûpel 43.

[3] M.Abêxyan. Ev berhem li jor hatiye bibîranîn, rûpel 47.

[4] A.A.Sêmyonov. Hebandina şeytîn bal kurdên êzdî yên Asîya Pêş, Taşkênt, 1927, rûpel 1.

[5] M.Abêxyan, rûpel 71.

[6] G.F.Çûrsîn. Erf û edetên gurcên Kaxêtê,- Nivîsên hevalbendîya erdnîgarîyê ya Împêratorîya Rûsîyayê beşa Kavkazê. Tîflîs, 1905, rûpel 36.

[7] C.Frêzêr. Berevoka gotaran, cild 4, rûpel 141.

[8] G.Buhlers. Reich und Sitte,- Grundriss der indo-arischen philology, cild 2, Leipzig, 1910, rûpel 155.

[9] G.F.Çûrsîn, Berevok, cild 25, sal 1905, rûpel 59.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev