Kerr û Kulik

Kerr û Kulik

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nodûşeşan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhema “Kerr û Kulik” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 96

Elî Emer axayê milî defa hewarê xist; gazî egît û egalê êla xwe kir; sobet danî; şerbet bela kir. Şerbet kire nava fîncana zêrrîn; delebaşî digerrîne û dibêje.

– Kî ku here minra welatê Erebistanê Bêcana Elîcana bîne, bira helalyê xwedê Gulxanima qîza min xwera bistîne. Tasa şerbetê digerrîne, qet egît û egala yek jî tureş nekir, wekî fîncana şerbetê nava leganê hilîne û ser xweda ke.

Kerr û Kulikê Silo, herdu jî xerîb bûn; ne ji êla Elî Emer axa bûn; ji êlêd başqe hatibûn; cem êla Elî Emer axayê milî danîbûn, heyanî dagerra êlê.

Kulik kubar-kubar rabû, fîncana şerbetê ser xweda kir, xwer û got: -Yê ku bîne, ezim!

Egît û egala çevê hev nihêrrîn. Deng bela bû nava êlatê, ko Kerr û Kulikê herin welatê Erebistanê Bêcana hespa kihêl bînin bona Elî Emer axa.

Elî Emer axa gazî kir, gote wana, wekî “hûn neçin ji minra Bêcana Elîcana neynin, hûn bizanbin, wekî hûn namûs û navê minra dilîzin, serê we mûyê ber celatê, malê wê talane”.

Kerr got: -Belê axa! serê me mûyê ber te, ko em neçin Bêcana Elîcana neynin.

Deng gihîşte Werdekê, dya wan, ku Kerr û Kulik wê herin êla mîrê ereba Bêcana Elîcana bînin boy axê.

 

Werdekê xwe dike, dilezîne,

Xwe li ber konê Elî Emer axara dighîne,

Kurmancî dilûbîne, tirkî diqîrîne!

 

Werdek çû alîyê konê mêra boy reca kura, wekî Elî Emer axa wana neşîne ser êla mîrê ereba şerrê xal û xarzîya, lê tu recayê Werdekê cem axa derbaz nebûn:

-Gerekê herin, herke neçin, serê wan ber celatêye.

 

Werdê got:

Hey wî, wî, wî, wî…

Kê dîye, kê bînaye,

Wekê meriv xarzya ser xalada bi şerr bişîne,

Emer axa te xirab be,

Te xirab be koçik û sera,

Teyê berê xarzya daye xala

Şerrê xal û xarzya,

Wisan, notlanî derdê bê derman,

Emer axa, te bimire kure,

Teyê berê xorta daye germê, germistanê,

Qûmê û hêlistana

Teyê dinya min kirye hêlekane.

 

Kerr û Kulik tivdarekê çûyîna xwe dîtin. Tev xwe hilanîn zexîra çil şevî; nan, av. Av hilanîn bona wê yekê, ser wana ava vexwerinê tunebû, gerekê heft wext-wexta nav qûmistanêda biçûna, paşê derbazî av û çimana bibûna.

Kerr û Kulik hesp kişandin derva. Zînê romanî kişandin piştê, li xwe kirin kincê qalê; hilanîn rimê çarde movikî, mertalê Besrayî, şûrêd kosemisrî, gazî xwedê û mêra kirin, li tev xwe birin Atoyê mirtib, şeblîyê fendî û fêl, Poxos wekî beledîyê wana bike, çimkî ewana zef rêbarî çûbûne welatê Erebistanê.

Kerr û Kulik berê xwe dane welatê Erebstanê, êla mîrê ereba, lê Kerr û Kulik nebeled bûn, beledê wana hebûn.

Werdekê dît wekî kurr çûn, dinya serî bû dojî, pey kurra ket û got:

– Lawo, min şîrê bedena xwe daye weda, guhdarya dya xwe bikin, ez zanim hûnê herin êla mîrê ereba, bi destî zorê hûnê Bêcana Elîcana bînin, bona Elî Emer axayê milî.

Dê nîşanê mêrxas û egîtê êla mîrê ereba Kerr û Kulikra got:

Mêrxas, egît û rimbazê wana heft xalê wene, nîşanê wana evin:

 

Hespê bin wanda kihêlin-menegîne,

Navkêlê wana tejîne, dêlqamçîne

Syaregira bêjing dizivirrîne,

Rimê destê wanda nezerîne,

Bayê menegîa, garis erdê hiltîne,

Kolozê wan devetûkîne,

Şerê dorê hamûdîne,

Ebayê wana Besraîne,

Kondilê lingê wanda alfirrengîne,

Kosemisrîyê wana cewarîne,

Cewarê wana şerrada merîa wersal dike,

Gîzmê lingê wana fenerîne (alfirengîne),

Qitinê (qelnnê) destê wanda hoqek ttûna şêrazî hiltîne.

Rojê qalê ser milê hevra direvînin,

Wê ûrt û ocaxê mala bavê min biqelînin,

Wê dil û cegerê we serê darava rakin,

Herke we nasya xwe da xalanêd xweda,

We nadin zeykirinê, lê herke we

Xwe xala neda eyankirinê, hingê

Wê we bidin zeykirinê. Bêjine

Xalê xwe wextê meydana şerrda

Em hene rojê oxirmê gran

Xulamê heft xalêd xwene,

Wê we azakin, bê qezya.

Werdekê dîsa gote herdu kurrêd xweda: -Temîya min we be, welatê Erebistanê karê kar xezala zefin, nebe wekî hûn menegîyê bidin ser karê xezala, bê awîkin.

Werdek vegerya dilekî kulî birîn…

Beledê wana Atoyê mirtib bû, rêya tapê gunîyara, mexelê pezkûvyara Kerr û Kulik bir. Ser rêya wana av tunebû, ewana derbazî topraxa Erebistanê bûn; ketine nava qûmê û qûmistanê, heft roja rêbarî çûn, ser rêya wana karê karxezala ber tûmê hewşanê radibûn direvyan. Kulik bi Sosikê rikêfî ser karêd xezala kir. Hivjanê (kimend) xwe davîte stûyê wana, hetanî dida orta xwe û qaşa zîn.

Kerrê bira gote Kulik: -Ne karê xezala bê awîkin, bona oxira me zef xirab bin, çima Sosikê didî telkirinê?

Kulik got: -Tu çi newêrekî, tu ne ji dola bavê min Siloyî.

Pirr-hindik ew gihîştine ser ava kevirê Çeqmaqa, cîkî hêşnayî, ser kanîyê êwirîn, lê ava kanya Çeqmaqê şorr bû.

Kerr gote Kulikê bira: -Miqatî hespa be, hesp zef tîne, av nexwerine, wê bifilitin, herin avê golegenîa, avê şorr-şorrika wê vaxun. Ezê lezekî razêm, îşev çend şeve miqatî hespa me, kesirîme. Kerr kete xewê, raza.

Kulik êpêcî miqatî hespa kir, ew jî xewra çû; ser pişta hespa kesirîbûn, dupaî destê germê. Kulik rabû dîna xwe da Sosikê tengê xwe qetandine, çûye ava golegenya vexwerye, zik lê bûye tulix. Zû rabû çû Sosik girt anî, girêda.

Kerr ji xewê rabû, çevê xwe mizda, dîna xwe da Sosikê, ku bendeka Sosikê bûye çawa ku tulix.

Kerr gote Kulik: -Dibe tu raxayî; Sosikê çûye avê golegenîa vexwerye. Kerr cab da û got: -Ez şebda hişyar bûme, Kulik îdî bêxatirî nekir.

Kulik gote Kerr: -Em hatine vî erdî, lazime em tiştekî bikin, xwe em nehatine seyranê, seyramyşbin, wekê em destevala herin ser êlê, Elî Emer axayê milî wê serê me lêxîne.

Kulik go: -Kerr, rabe here hêşya konda, li talan xîne bîne, belkî pey me kevin tiştekî tîne sêrî.

Kerr li boka xwe syarbû, rima xwe nezerî hilanî, dakuta heta kond, birrek extirê deva anî cem Kulik û got: -Qet kesek jî pey min neket.

Kulik awirrek tûj da Kerrê bira û got: -Tu ne dola bavê minî; ev çi devene te anîne, te garrana dêwêrda (mangada), kerîyê pêz da, revoyê hespada banya, belî syarê Bêcana Elîcana bihata, me tivdîre bidîta.

Kulik Sosik kişand, ştavek romanî dayê, syarbû, kar û barê rima çarde movikî danî orta xwe û zînda, lê hurijî, çawa ewrê nîsanê dikin gurîn, wisa penî da Sosikê, ajot ber bi hafa kon, dîna xwe dayê wekê du xortê tûre wê hespek kiraskirî destkêş anîn ser kanya Narincîyê av bidin. Wêderê Kulik gote herdu xorta: -Kuro, xortino, ev çi hespe ha kiraskirî?

Xortekî caba wî da û got: -Ev ne hespe, eva ki heye kihêla Bêcana Elîcana bi xweye, ya kurê mîre. Me anye ser kanîyê avdin, hewar hat hêja ku talan birine, wê pey kevin.

Kulik wêderê gote herdu xorta: -Dibe, wekî ez lê syarbim, çika meşa wê çawane.

Xort gotê: -Devê te û heftê govek bavê te zêdeye? Ku xorta ev yek got, Kulik hat bela be, wêderê her xortekîda rimik çapmîş kir û Bêcana Elîcana bi destkêşî da revandin, hat cem Kerrê bira û got: -Eva tera hem bac, hem bertîl-Bêcana Elîcana.

Kerr got, got: -Bira, meyê xwestina Elî Emer axayê milî anye, were, em herin, hê êla mîrê ereba pey me neketye, em bidine zeykirinê.

Kulik dîsa hilneyî Kerra û go: -Tu ne dola bavê minî, çika dya min ber kola kîjan dêrê tu girtî. Dîsa wekiland, got: -Heyanî ez vira şerrekî nekim, qet tu cara berê xwe nadime êla Elî Emer axayê milî-naçim. Bera xelq seba bike qara heta-hetayê bidine serê min, bêjin se jî dikevine kulîna dizîva posta direvînin. Welleh, navê xwedêye heyanî qalekê daneynim, ez van erd û topraxa tu yêrada naçim.

Deng gihîşte êla mîrê ereba Bêcana Elîcana birin. Mîrê ereba defa hewarê da, mêrxas, egît û çelengsyar, rimbaz hatin li ser hev: pey Kerr û Kulik ketin, ser kanîyê rav nêzîkayê li hev kirin. Kerr got: -Kulik, were, mihîna Bêcana Elîcana syar be, ser pişta wê şerrke, ez zanim ku wekê Sosik ava golegenîa vexwerye, wê me bide sekesizkirinê.

Kulik go: -Ez rabim pê hespa xelqê mêranîyê bikim, seba deng here êla Elî Emer axayê milî, wê bêjin “Tu mêranî ya wan nînbû, ewana ser pişta Bêcana Elîcana revîne bi lingê hespa”. Ez bême kuştin, tu cara meydana şerr narevim, berxê nêr xwedê dayê bona kêr.

Kulik tengê Sosikê şidand, kincê egîtyê li xwe werkir, rima çarde movikî hilanî danî orta xwe û zînda, kose misrîyê xwe girêda li bejina xwe, mertal avîte namila xwe, gazî xwedê û mêra kir, syar bû, perwende tuabû, derbazî şêrr bû.

Tebek Kulik ket ya xala, lêxala û xarzîya hev nas nedikirin. Wextekê Kulik rimê nezerî xala dikir, lê wexta xala rikêfî Kulik dikirin-Kulik notlanî teyrekî atmece rikêfa meydana şêrr xilas dikir, qet kesekî toza wî hilnedanî.

Kerr dixwest xwe bighîne Kulikê birarra û xwe gîhand û got: -Nebî tu nas nakî xalêd me, evana heft xalê mene. Ne Werdeka dê nîşanê wana merra got. Ne eynî eva bi xwene, sabixûrşin, nebî tu zeybikî xalêd me. Kerr rav nêzîkayî xalarra kir û wêderê pesinê xala da:

 

Em ku hene kurê Werdekêne,

Rojêd oxirmê giran em xulamêd xalê xwene,

Xalêd me tacêd serê mene,

Wê azakin bê qezya, ser Werdeka dêda bişînin.

 

Hêja xala zanibû, wekî evana herdû kurê Werdeka xûşkin. Xala hevra gotin: -Bira bela bin, Bêcana Elîcana bi wana xweş helalbe, lê Nisûbê xalê piçûk netibitî û got: -Kê zane kêne? dibêjin: “Em xarzîyê wene”. Zef jî navê Werdekê seh kirine, tucara nebûye û nabe, ezê navê mêranya niqis nekim.

Gotina bira qebûl nekir; navê mêranîyê xirab nekir, rikêfî ser Kerr û Kulik kir; xarzîtî nas nekir, rimê nezerîyê tûj davîte xarzîya, lê xarzîya jî vî alî-wî alî kihêl berra didane çerxandinê, ne dixwestin wekî orta xal û xarzîya bibe neyartî.

Kulik tek bû; xalê piçûk bi dil û ced dixwest mêranîyê bike, xûnê birêje. Wextê xalê piçûk da ser Kulik, Sosik ber da çerxandê, Sosik Lîlêda (siq) ziq bû, nikaribû firqas bikira, lîlê derketa. Xalê piçûk xarzî nas nekir, du rimê tîra namilê Kulik da pîvandinê. Kulik notla çîyaê Cûdê ser pişta Sosikê hate xarê û bû axîna wî, axîn rahîşt, got: -Derba hêvşandî, ne ya xweyîye. Min nizanibû, wekî xalê minra bikine neyarî û bêbextî.

Kerr nihêrrî wekî Sosik tenê sekinye: Kulik tune. Dinya serê Kerr çû hat, ajot hate ser Kulikê bira, dît wekî nalîna kûr radihêle, ber pesnava Werdeka dê bîr tîne.

Kerrê bira go: -Kuliko, bira! ev çi yek bû, te anye serê xwe, te ez bi şermî hiştim nava neyarada. Kerr îdî xaltî nepirsî, notlanî gurekî har nava xala ket, her cara rim nez dikir, her carê xalek tek dikir nava syara, canê wî cenimê şa dikir. Ewî nehişt wekî xalek vegerre ser êla mîrê ereba, silamet. Kerr dîna xwe dayê wekî siletê meydana şêrr xalin man, xalek tenê maye, ew jî berê xwe daye êla mîrê ereba, silamet. Kerr dîna xwe dayê wekî siletê meydana şêrr xalin man, xalek tenê maye, ew jî berê xwe dayê êla mîrê ereba, direve. Kerr rikêf kir ser wî xalî: sax-sax girt, destê wî jê kir û herdû guhê wî aza kir, qey xatirê Werdeka dê ew xal nekuşt, lê nekuştinê xirabtir bû: etebê giran anîbû sêrî, berda bona silsileta mala xalê wî dinyaêda neqele. Kerr vegerrya ser Kulik û got: -Kulik, bira! tu xema neke, birayê te heyfa te destê xwe hilanî ji heft xala, lê min tenê xalek aza kir qey Werdeka dê, herdu milê, herdu guhê wî jêkirine, ew jî bona toximê mala wana neqele nava êla mîrê ereba.

Kulik got: -Bira, tu gîzmê min bikşîne.

Kerr ko gîzme kişand; nava gîzmada xûn bûbû ceger.

Got: -Tase ava sar bide minda.

Kerr got: -Bira! ava sar birînê tera pak nîne, xwe digirband, wekî avê nedê, wextekê sax bimîne.

Kulik got: -Bira! ez yê mirinême, temîyê min te: tu tabûda min bidî ser lokê pêşin, milê min bidî derxistinê, milê min herin û bên, wekî Werdeka dê wê dûrva bibîne, wekî ez nava syarada nînim, wê te aleperçeyîke, lê wekî milê min dît rex lokê pêşinda diçe û tê, wê bê “kanê” wê hêrsa wê dayîne. Wê bêje: “Dinyê ha hatye, wê ha jî here”. Lê temîyê duda ewe, wekî tu heyfa min ji Elî Emer axa hilînî, herge hate çengê te, lê qîza wî xwera bîne.

Ev bû gotina Kulik û lê sipîkirin çevê notla tas korda çûn. Av vexwer, ser çoka Kerrê bira wefat kir.

Kerr dilekî kulî birîn deve delîl rê xistin. Tabûta Kulikê bira da ser lokê pêşin, deve-delil da meyterkirinê, lokê pêşin da reşmişotkirinê. Berê xwe da êla Elî Emer axayê milî, çûn. Alîyê din jî boke romanî da zînkirnê: kincê Kulike egîtîyê avîte ser zînda, şûrê kosemisirî, kolozê devetûkî dorê da girêdanê, şera reş hamûdî danî qerpûza zînda, şûrê kosemisrî pêda darda kir, rima çardeh movikî bi reş da sazkirinê, zînva da warsalkirinê, nava wextekî kinda ew gîhande topraxa êla Elî Emer axayê milî.

Deng gihîşte êlê “Kerr û Kulik hatin, Bêcana Elîcana jî anîn”.

Werdeka dê rabû, rêya kesrekê pêşya kurrada çû. Werdekê dîna xwe dûrva da, exterme û siyar dît, wekî Kulikê delal ne nava syaradane. Werdekê herçar aliya kire qîrîn, notla deva gurgamêşî: Dît cinyazê Kulik ser lokê pêşine. Milekî wî derxistye, diçe, tê. Êlkanê Werdekê danîn “Dinya ha hatye, wê ha jî here”. Hêja ûrt-ocaxê bavê xwe qeland, kula gêj têda danîn, bi şîn û girî, reş û mişot hatin dora kon, danîn cinyazê Kulikê çev-birû belek. Kon dane reşkirinê, cimaet top bû derê kon, cinyazê Kulik danîn, şîn û girî kirin. Cimaet rabû Kulik birin, mexberda dane heqkirinê. Cimaet derê kon sekinîn û serxweşî dane Werdêkê-Kerrda.

Çend roj derbazbûn. Werdekê got: -Kerro, te çend birê min kuştin?

-Şeş, yek jî qey xatirê te, bona silsileta mala bavê te neqele dinê, yek saxe, lê her du destê wî jêkirîne û herdû guhê wî.

Werdekê got: -Gerekê te ew jî bikûşta paşê dilê min rehet bûya.

Werdek rabû çû alîyê mala Elî Emer axa-dewa bûka xwe, lê Elî Emer axayê milî qîz nedayê û Werdek porr û poşman vegerya hat cem kurrê xwe, got: -Elî Emer axayê milî qîzê nade, him Kulik hate kuştinê, him jî heft xalê te, serda jî Bêcana Elîcana siyar dibe, simêlê xwe badide.

Kerr rabû pêşya Elî Emer axayê milî şerr. Destê Elîyê şêr be jî, deng û seda jê nayê, çi bike, roja namûsêye, selefê meydana şêrr. Kerr nehişt, wekî yek bikeve pêşîra wî, du xulamê Elî Emer axayê milî hatin kuştinê, lê Kerr kirine dubêrî, parava du derbê birîndar bû. Kerr nedixwest bireve, dixwest bê kuştin, navê revê neyne ser xwe, bi wan birîna dîsa şerr dikir, heyanî berî êvarê, lê ser Kerr zef bû, derbek tîra qolincê bû.

Ewî ji oymê xwe kincik diqelaşt, dikire birînê xweda, lê birînê wî zef xedar bûn, ya mirinê bû. Dîsa ser Kerr zef bû, Kerr rahişt got: -Ax, li min pişt û ser hespê hate xare notla borakê çîyaê Cûdê, ket dest pîyê hespê.

Xulamê Elî Emer axayê milî xûnxur daketin ser Kerr, pê soraniya kûştin.

Werdekê jî xwe kerba kurr û bira, xwe kuşt.

Konê rengîn çû ber mîrata.

Got: Abasê Şewêş 41 salî ji gundê Cercerîsê-li ser nehya Axbaranê, li Ermenîstanê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev