Kurdekî Hezarfen: Mela Mehmûdê Bazîdî -1

Kurdekî Hezarfen: Mela Mehmûdê Bazîdî -1

Yek ji zaneyên jîyan û karê Mela Mehmûd Bazîdî – Murad Celalî, ku xudanê pirtûka derheqa wî xunadarê gelê me da ye, ji bo malpera me gotareke balkêş nivîsîye. Ji ber mezinaya gotarê em wê dikin du beşan û raberî we dikin, bi hêvîya ku hûn jî wek me ji nivîsê lezeteke demdirêj bistînin. Fermo, beşa pêşin:

Jiyana Bazîdî

Murad Celalî

 

Destpêk
Xebatên li ser dîroka wêjeya kurdî kêm in û yên heyî jî hê virnî ne. Ya rastî ji ber gelek egerên ji hevdu cihê -her wiha bi hevdu ve girêdayî- çavkaniyên sereke yên edebiyata kurdî baş derneketine ber ronahiyê.[1] Ji ber vê yekê divê berhemên kurdî yên nivîskî û qedîm yên heyî û li ber destan, wekî zêrê zerîn bên dîtin û wisa li wan were xwedîderketin. Lewma emê di vê nivîsê de qala Mela Mehmûdê Bazîdî yê ku ji bo berhevkirin, nivîsandin û wergerandina çavkaniyên ziman, etnografya, civaknasî û folklora kurdî kedeke mezin daye û hezarfenekî kurdan e, bikin.
Derheqê jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî de mixabin çavkaniyên zêde tunene. Yên heyî jî yan agahiyên ku Jaba di destpêka xebatên bi hevkariya Mela Mehmûd kirine nivîsîne û yan jî ji nameyên wî yên ji rojhilatnasên mîna Lerch û Justi re şandine pêk tên.[2] Ji ber vê yekê di derheqê hûrgiliyên jiyana Mela Mehmûd de çavkanî tunene. Li gor agahiyên berdest -ew jî nameya A. Jaba ye ku di 10/22 îlona 1857an[3] de ji P. Lerch re şandiye û tê de dibêje Mela Mehmûd kurd e, 60 salî ye, lê hê li ser xwe ye. Vêca dema ku ev name di sala 1857an de hatiye nivîsîn ew jî nîşan dide ku di sala 1797[4] de li Bazîdê -Bazîd wê demê di pergala rêveberiya Osmanî de navenda sancaxê bû- ji dayik bûye.[5] Lê li gor pênc belgeyên ku Mehmet Gültekin ji arşîva Osmanî derxist –ji wan du heb nameyên Bazîdî bi xwe ne- Mela Mehmûd ji bo meaşekî bidine wî serî li hikûmetê dixe. Li gor nameyan Bazîdî di dawiya temenê xwe de, gava emrê wî ji 70 salî mezintir e, ji ber desttengiyê tevî kurê xwe yê 12 salî diçe paytextê dewleta Osmanî Stenbolê û daxwaznameyan dide rayedaran da ku meaşekî bidinê. Lê tarîxên van nameyan di nav sala 1860î de ne û Mela Mehmûd di herdu nameyên xwe de jî dibêje emrê min ji 70yî derbas bûye. Vêca heke wisa be divê Mela Mehmûd ji beriya 1790î hatibe dinyayê. Lê mixabin em nikarin tesbît bikin ka kîjan salê bûye û tenê mirov dikare texmînî wextekî nîşan bide. Jixwe mijara sala bûyîna piraniya kurdan li gor hesabên demsalê û heyamê tên zanîn û bi teqezî diyar nînin, li vir jî ew rewş derdikeve holê.[6]
Mîna bûyîna Mela Mehmûd derheqê wefata wî de jî agahiyên vebir tunene û salên 1858[7], 1860[8], 1863[9] û 1967[10] wekî dîroka wefata wî tên diyarkirin. Bo mînak Pîrbal dema qala pirtûka Mela Mehmûd ya rêzimanê Risaleyî Tuhfe en-Nehlan fî ez-Zimanî Kurdandike dibêje ev berhem di sala 1866an de nivîsiye.[11] Vêca heya wê hingê Bazîdî sax bûye, lêbelê ji hêla din ve ev agahiya ji bo Pîrbal dibe sedema nakokiyê. Lewra li gor wî Bazîdî di navbera salên 1799-1860an de jiyaye û navê pirtûka xwe jî wisa daniye.[12] Ango naverok û navê pirtûka wî li hevdu nakin û nakokiyeke mezin derdikeve holê.[13] Wekî encam em dibînin ku li gor qenaetê berbelav Mela Mehmûdê Bazîdî di sala 1797an[14] de bûye û di sala 1867an de 70 û çend salî wefat kiriye. Li gor agahiyên berdest em jî vê qebûl dikin.

Bazîdî an Bayezîdî
Mijareke ku mirov dide fikirandin jî nîsbeta Mela Mehmûd e. Lewra di hin berheman de wekî Bazîdî û di hinekan de jî wekî Bayezîdî, Beyazîdî, Bayazidli û bilêvkirinên wê yên din tên dîtin. Gelo ji van herduyan kîjan rast e. Di xebata Rudenkoyê, Qanatê Kurdo, Jan Dost, Şukriye Resûl, Ferhad Pîrbal û Reşîd Findî de wekî Bayezîdî hatiye bikaranîn, di ya Delîlo Îzolî de Beyazîdî û di ya Seîd Dêreşî û Ziya Avcî de wekî Bazîdî hatiye nivîsîn. Gelo ji van kîjan rast e û ji bo biryardayinê pîvana me yê çi be?
Ji bo diyarkirina vê meseleyê çend rê hene:
1.Mirovê navê fermî yê di belge û çavkaniyan de qebûl bike. Ji bo vê heke em Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî jêder qebûl bikin divê “Bayezîd” be. Lewra di wesîqeyên Osmanî û Îranî de jî wisa ye.[15]
2.Di pirtûk û berhemên wî bi xwe de çi peyv çawa hatibe bikaranîn, mirov wê qebûl bike. Wê hingê gava mirov li pirtûka wî ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye dinihêre derdikeve holê ku Mela Mehmûd ev peyv wekî “Bazîd” bi kar aniye.[16]
3.Ya sisyan jî dibe ku mirov navê gelê herêmê wekî rastî qebûl bike. Wê çaxê jî wekî Mela Mehmûd xelkê Bazîdê/Bayîzdê ye, bi xwe forma Bazîdê bi kar tîne û îro gelê bajêr dîsa heman şêweyî dixebitîne.[17]
Di encamê de bi baweriya me divê forma Mela Mehmûd di pirtûka xwe de bi kar aniye rast were qebûlkirin û navê wî wekî Mela Mehmûdê Bazîdî bê nivîsandin. Ji bilî vê gelek nasnavên Mela Mehmûd yên din jî hene û evna ji wan in: Mehmûd Efendî, Feqîr Mehmûd Efendî, Xoce Mehmûd, Hecî Mehmûd, Hacî Mehmûd û hwd.[18]

Perwerdeya Bazîdî
Mela Mehmûd li navenda Bazîdê mezîn dibe û rihat e, ne êlat e, ango ne koçer e û dema berefehmî xwe dibe dest bi perwerdeya xwe dike. Li gor edetên dema xwe li medreseyên Kurdistanê bi Qur’anê dest bi xwendina xwe dike û peyra diçe Tebrizê, di nav gencîneya edebiyata serdest ya farisî û erebî de xwendina xwe diqedîne. Li gel vê welatê xwe ji ber ku zimanê dewleta Osmanî ye fêrî tirkî jî dibe. Ango Mela Mehmûd ji bilî zimanê xwe kurdiya kurmancî; erebî, farisî û tirkî dizanibû.
Mela Mehmûd wekî ji navê wî jî tê fehmkirin, di perwerdeya xwe de derketiye asta herî bilind û loma wekî mela hatiye nasîn, lê ew ne tenê melayê şerîetê ye ango ew melayên heya astekê li medreseyê dixwînin, lê di warê erebî de nabine pispor da ku bikaribin li medreseyê seydatiyê bikin. Berevajî wan Mela Mehmûd hemû pirtûkên rêzê yên medreseyê kuta kirine ku ji dersên Qur’an, Serf, Nehw, Şerî‘et, Hedîs, Belaxat, Mentiq, Kelam, Cebir û hwd. pêk tên.[19] Piştî ku perwerdeya xwe qedandiye li welatê xwe Bazîdê heya sala 1854an li ser rêça Ehmedê Xanî li medreseya xwe dersdayîna xwe domandiye.
Li gelek bajar û herêmên wekî Tebriz, Hekarî, Botan, Mûş, Wan, Erzirom, Amediye û Stenbolê xwendiye, geriyaye, hatiye hepiskirin, sirgûnkirin an jî ji bo kar û barê xwe lê maye. Ji hêla din ve wekî em ji nasnavê wî derdixin Mela Mehmûd çûye hec jî. Lewra jê re Hecî Mehmûd jî hatiye gotin.[20] Jixwe ji bo bikaribe bibe hecî divê here Mekke û Medîneyê û her wiha wê heyama ku Mela Mehmûd li heyatê bûye, mirov bi heywanan an jî peyatî diçûn hecê. Ji bo wê jî li ser riya xwe gelek bajar û herêmên erdnîgariya Îslamê didîtin. Ji wan Şam û Qudis, herêm û bajarên herî girîng in. Ji vê jî derdikeve holê Mela Mehmûd him bi xwendina xwe û him jî bi ger û seyahetên xwe xwedî ilmekî kûr bûye.

Cihê Bazîdî yê di Civakê de
Mela Mehmûd di vê heyamê de li Bazîdê seydayekî naskirî û pêştahatî ye. Lewra him di nav gel de tê naskirin û him jî li cem rayedarên dewletê kesekî girîng e. Li gor ku rojhilatnasê polonî Felician Martin von Zaremba (1794-1874) qala gera xwe ya Bazîdê ya sala 1830an dike, rûsên ku wê demê bajar zeft kirine xwarinekê didin alim û pêştahatiyên herêmê yên ji kurd, ermenî û tirkan pêk tên. A di nav wan kesên vexwendî de Mela Mehmûd jî heye û him jî wekî alimekî deryabîr tê zanîn. Loma ew bi xwe jî paşê çend caran Mela Mehmûd re dikeve têkiliyê û dema qala wî dike dibêje melayê kurd, alimê mezin, seydayê esilzade Hecî Mehmûd. Her wiha dema diçe dîtina serokê eşîra Zîlan Silêman Axa nameya Mela Mehmûd bi xwe re dibe. Zaremba misyonerekî protestan e û du salan li Bazîd, Qers û Erziromê digere û ji bo dînê xwe teblîx bike bi gel û giregirên wan re dikeve nav têkiliyê. Heta carekê diçe dîtina Mela Mehmûd piştî sohbeteke dirêj seba Qur’ana Pîroz baş nas bike jê dixwaze ku ji bo wî 42 sûretên wê wergerîne tirkî.[21] Ev agahiyana jî cihê Mela Mehmûd yê di nav civakê de nîşanî me dide. Lê dema ku rêveberiya Bazîdê ji destê kurdan derdikeve, Behlûl Paşa têk diçe Mela Mehmûd Bazîdê diterikîne. Lewra di şerê Qirimê yê di navbera Osmanî û Rûsan (1853-1856) de birayê wî tê kuştin û ji pey wê re karê bazirganiyê yê lawê wî jî nameşe -birayê wî di karûbarê ticarete de alîkariya kurê Mela Mehmûd dikir-[22] û ji ber vê aboriya malbata wî xerab dibe[23], Mela Mehmûd wê hingê diçe Erziromê û li wir wergêrî û seydatiyê dike.
Li gor ku Yêvgêniya Vasilyêva dibêje, Mela Mehmûd tenê bi muderrisiyê nemaye, têkiliya wî bi serhildanên kurdên Botan û Hekariyê re hebûye, lewma dewleta Osmanî wî digrin diavêjine zindana Wanê, lê piştî 15 rojan berdidin.[24] Lê li gor rojnameya Kurdistanê Siltan Mecîd Mela Mehmûd sirgunî Wanê kiriye:
“Sultan Mecîd, Mele Mehmûdê Beyazîdî ji Stenbolê hinart Cezîrê nik Bedir-xan Bek, da ku pê re li ser rawestandina serhildanê bipeyive û wî bîne Stenbolê. Mele efendî û Bedir-xan Bek ji mêj ve bi hev re nas bûn. Dema ew gihişt Cezîrê, ji Fermandarê Leşkerên Osmanî Osman Paşa re got: ‘Ez diçim ba Bedir-xan Bek Hunkar (wiha di teksta rûsî de, hatiye) ez hinartime, da ku ew agirê serhildanê li Kurdistanê vemirîne. Tu êrîşê nebî ser Cezîrê, heya ez bersivekê ji Bedir-xan Bek ji te re neyînim.’ Vêga wî fermana Sadir-Alazem Reşîd Paşa, şanî Osman Paşa kir. Li ser vî tiştî, di kitêba fermanên saltanatê de heye. Osman Paşa dixwest bi Bedir-xan têkeve cengê û serkewtinek mezin bi êrîşa xwe li ser Cezîrê li pey xwe xîne. Destpêkê wî nehişt Mele efendî here nik Bedir-xan Bek ew gîro kir. Lê belê dure ew berda. Beyî ku bersiveke ji Bedir-xan Bek bigire, Osman Paşa êrîş bir ser Cezîrê. Û katê leşkerên wî pergî berxwedanek bi ser û ber, ji rex kurdên serhildayî hat wî biryarda ku Mele efendî nehênî amadekirina êrîşê ji wan re xwiya kiriye. Mele efendî bersiv ji Bedir-xan Bek anî û ji ber êrîşa li ser Cezîrê, nerazîbûna xwe ji Osman Paşa re diyar kir. Êdî Osman Paşa ew girt û di bin qeyd û merbetê de ew şand Stenbolê. Di nama ku ji hunkar re şandibû, Osman Paşa nivisandibû: ‘Ev merov hevalbendê Bedirxan Bek e û xayinê dewletê ye.’ Xunkar, Mele efendî sergunê Wanê kir.”[25]
Wekî ji vê neqlê jî tê fehmkirin Mela Mehmûd kesekî bi nav û deng e, him li Kurdistanê di nav gel û mîrên kurdan de tê nasîn û him jî dewleta Osmanî wî nas dike. Dema dewleta Osmanî Xan Mehmûdê birayê Bedirxan gazî dikin tînin Erziromê Mela Mehmûd wergêrî û şêwirmendiya wî dike, lewra wî ji bilî kurdî zimanekî din nizanibû. Ji hêla din ve Mela Mehmûd çend caran di navbera dewleta Osmanî û Bedirxan Begê ku di sala 1848an de li Botanê serî hildabû û her wiha Nurullah Begê mezinê kurdên Hekariyê de navçîtî kiribû, ji bo sulhê hewl dabû, lê dewletê ew bi hevkariya îsyanê tewambar kiribû, avêtibû hepsê û sirgûn kiribû.[26] Ji ber van egeran Mela Mehmûd êdî xwe ji wan dûr girt. Lewra ji ber van karûbarên xwe yê qenc hatibû tewambarkirin. Ewî jî têkiliya xwe ji wan birîbû û bi ilim re mijûl bibû.
Gava mirov bala xwe dide jiyan û berhemên wî tê fehmkirin Mela Mehmûd merivekî xwendî û dinyadîtî bû. Ji bilî zimanê kurdî, erebî, farisî û tirkî jî baş dizanibû û bi vî awayî bi hêsanî tevdigeriya. Her wiha di jiyana xwe ya rojane de merivekî çalak bûye, bi karê bazirganiyê re jî mijûl bûye. Lewma li gelek deveran geriyaye, civaka xwe gelekî baş nas kiriye, çavkaniyên edet, folklor û baweriyên kurdan qenc zanibûye. Em vê yekê di “‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye” de bi awayekî eşkere dibîninÇawa ku me li jor jî qala wê kir Mela Mehmûd merivekî çalak bû, loma li cem dewleta Osmanî jî merivekî serpêsekinî bû. Di serhildana Mîr Bedirxan de ji hêla dewleta Osmanî ve ji bo navbeynkariyê bike hatibû wezîfedarkirin. Wekî din meriv gava “‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye”yê dixwîne pê derdixe ku navbera wî û Siltan Ebdilmecîd xweş e. Lewra jê re dua dike û dibêje edaleta wî berdewam bike:
“Lakin di eyyamê xilafeta Siltan ‘Ebdulmecîd Xan dame ‘edluhû wekû îcada ‘Esakirî Nizamiye bûyî êdî roj bi rojê ekrad berteref bûyn û ‘ilm û te‘daya wan zayil bûyî.”[27]
Ji vê jî tê xuyanê Mela Mehmûd kesekî çavgirtî nîne. Ji ber zulma axayên ekradan bêzar e, rexneya li wan dike û ji ber ku Siltan Ebdulmecîd (1823-1861) di sala 1834an de artêşa bi navê Esakîrî Nizamiye[28] damezirandiye -ev ji leşkerên bi meaş û rêkûpêk bûn-, loma êdî kurdên koçer mîna berê nikaribû neheqiyê li xwecih û kesên bêhêz bikin. Mela Mehmûd jî seba berdewamkirina vê rewşê dua dike. Her wiha di dawiya temenê xwe de gava emrê wî ji 70 salî mezintir e, ji ber desttengiyê tevî kurê xwe yê 12 salî diçe paytext Stenbolê û daxwaznameyan dide da ku meaşekî bidinê. Ji naveroka nameyên wî meriv têkiliya wî ya bi dewletê re dibîne û ji bersivên nameyan jî tê dîtin ku rêveberiya dewletê jî wî nas dike û ji bo daxwaza wî pêk bînin fermanê dide rayedarên herêmî.[29]
Ji hêla din ve hin kes ji ber vê tevgera wî û zimanê wî yê li hember dewleta Osmanî û siltan bi kar aniye wî rexne dikin. Lêbelê ji bo nirxandinên rast û bi bingeh divê şert û mercên demê rind bên zanîn û li gor wê rexne bên kirin da ku şaşiyên anakronîk neyên kirin.

Çavkanî:

[1] Lê gava em vê dibêjin ev tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Lewra li Başûr êdî sazî û dezgeh dibine muesseseyên bi bingeh û zexm. Lewma di ciyê xwe diedilin û bi periyod weşanên xwe dikin.
[2] Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, r. 53, 49, 55; Mehmet Gültekin, “Di arşîvên Rojava û Osmanî de derheqê Mela Mehmûdê Bazîdî de agahiyên nû”, Nûbihar, j. 129, Stenbol, 2014, r. 5, 8; Mehmet Gültekin, “Di arşîva Osmanî de Mela Mehmûd Bazîdî”, Nûbihar, j. 130, Stenbol, 2015, r. 9, 12.
[3] Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, ç. 2., Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2012, r. 255.
[4] Pîrbal di berhema xwe ya bi navê Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd de sala jidayikbûnî Mela Mehmûd wekî 1799 û sala wefata wî jî wekî 1860 dinivîse, lê ji bo vê jî tu delîlî nîşan nade. Bnr. Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, Weşanên Aras, Arbil, 2000.
[5] A. D. Jaba, Racueil de notices et rêcits kourdes, St. Petersburg, 1860, r. 8, 9.
[6] Mehmet Gültekin, “Di arşîva Osmanî de Mela Mehmûd Bazîdî”, Nûbihar, j. 130, Stenbol, 2015, r. 9, 12.
[7] Firat Cewerî, Antolojiya Çîrokên Kurdî, ç. 1., Nûdem, c. 1, Stenbol, 2003, r. 41.
[8] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, Weşanên Aras, Arbil, 2000; Evin Bilge, Ji Hêla Naverokê ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî, Teza Lîsansa Bilind a Çapnebûyî, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Mêrdîn, 2013.
[9] Feqî Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2002, r. 443.
[10] Mela Mehmûdê Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, amd. Ziya Avci, Lîs, Diyarbekir, 2010; Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2010.
[11] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, r. 6. Şaşiyeke bi vî rengî di xebata Evin Bilgeyê de jî heye. Ew jî dema jiyana Bazîdî (1799-1860) nîşan dide, lê çaxê qala tarîxa destxetekê dike dibêje Bazîdî ev di sala 1867an de nivîsiye. Bnr. Bilge, Ji Hêla Naverokê ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî, Mêrdîn, 2013, r. 24.
[12] H. b, r. 1.
[13] Di derheq navê pirtûka Pîrbal de tiştekî balkêş jî ew e ku Ziya Avci jî di xebatên xwe de navê pirtûka Pîrbal bi vî awayî “Mele Mehmûdê Bayezîdî 1799-1867” şaş neqil dike, bnr. Bazîdî, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan, r. 42; Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, r. 42; dîsa ji bo heman şaşiyê bnr. Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, ç. 2., Nûbihar, Stenbol, 2014, r. 340, 341.
[14] Baba Merdoxê Rûhanî, Tarîxê Meşahîrê Kurd, c. 2, Tehran, 1986, r. 1.
[15] Şerefxan Bedlisî, Şerefname, wer. M. S. Cuma, Spîrêz, Duhok, 2006, r. 141; Şerefhan Bitlisî, Şerefname, wer. Abdullah Yegin, Nûbihar, İstanbul, 2013, r. 138.
[16] Mela Mehmûd Bayezîdî, Puavy i Obyaj Kurdov, wer. M. B. Rudenko, Moskova, 1963, r. 100, 148, 153, (beşa bi tîpên erebî).
[17] Murad Celalî, “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye û Çend Gotin”, r. 53.
[18] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, r. 3.
[19] Zeynelabidîn Zinar, Xwendina Medreseyê, Pêncinar, Stockholm, 1993, r. 63, 100; Şakir Epözdemir, Medreseyên Kurdistanê, Nûbihar, Stenbol, 2015, r. 33, 35.
[20] Felician Martin von Zaremba, Reise des Missionars Zaremba in die Russisch-türkische Provinzen am Euphrat, vom April bis Juli 1830; Magazin für die neueste Geschichte der evangelischen Mission – und Bibel, r. 432, 460, vgz. Mehmet Gültekin, “Derheqê Mela Mehmûd de agahiyên nû”, r. 5, 8.
[21] H. g, r. 8.
[22] Ji nameya A. Jaba ya ji P. Lerch re ya di 10/22 îlona 1857an de şandiye, bnr. Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, r. 255.
[23] Mela Mehmûdê Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, amd. Ziya Avci, Lîs, Diyarbekir, 2010, r. 11.
[24] Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, r. 201, 202.
[25] Rojnameya Kurdistan, 1898, j. 13, r. 3-4, vgz. K. K. Kurdo û J. S. Musaeliyan, Xebat û Jiyana Mela Mehmûdê Beyazîdî, wer. Bavê Nazê, Kurdistan Press, j. 54, 26 Çile, 1989, r. 9.
[26] Celîlê Celîl, XIX. Yüzyıl Osmanlı İmparatorluğu’nda Kürtler, ji rûsî wer. Mehmet Demir, Weşanên Özge, Enqere, 1992, r. 145, 146.
[27] Bayezîdî, Puavy i Obyaj Kurdov, r. 102
[28] Abdülkadir Özcan, “Asâkir-i Mansûre-i Muhammediye”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, c. III, İstanbul, 1991, r. 457, 458.
[29] Gültekin, “Di arşîva Osmanî de Mela Mehmûd Bazîdî”, r. 9, 12.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev