Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -5

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -5

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 35an di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Sond

Rojine derbasbûyî… rind nayê bîra min. Dersxana me yektebeq û nesiwaxkirî bû. Gava deriyê kûçê dihate vekirin dehlîzeke teng û tarî û paşê hewşeke bêdar, rût xuya dikir. Di hewşê de bermîleke avê, zingarî hebû ko me bi ava wê destmêj digirt.

Keçik û lawikan bi hev re dilîstin, bi hev re dixwendin.

Xoca mezin jin bû; bejindirêj, piştxwar û hebek mejîçelqiyayî. Xocê biçûk kurê Xoca mezin bû, hêj zarok bû.

Ez, li dawiya zarokan gişan rûdiniştim ko darê Xoca mezin negihêje min. Ji ber vê yekê navê min bûbû (Rovî). Ji xwe di dersxanê de her zarok, li ser awayê tebîet û şiklê wî, navekî zêde lê hati bû kirin. Gurê har, Mişkê kewarê, Gabelek…

* * *

Di dersxanê de awakî cezayê hebû, felaqe. Heta keçikên mezin jî xwe ji felaqê xelas ne dikirin. Kesê ko ji felaqê ne tirsiya û jê ne recifiya tine bû. Ewê ko cirma wî biçûk ba, Xocê biçûk bi çend şimaqan û Xoca mezin bi çend daran canê wî ditevizand û serê wî diwerimand.

Ji aliyê lêxistinê para min ji gişan kêmtir bû. Bi tenê carekê Xoca mezin ji ber (derew) kê guhê min pir zêde kişand û ez êşandim. Heta çend rojan sor bûn û êşa guhê min ne çû… Digel vê qasê tu qebaheta min tune bû û min (rast) goti bû…

Rojekê, zarokekî bilbilokê bermîla nimêjê şikandi bû. Her du Xocan dixwest bizanin xwediyê vê cirmê kî ye? Yê ko ew şikandi bû zarokekî biçûk, ziravok nexweş û bêcan bû… Min ew ji Xoca mezin re got. Xocê dikira ew bavêta felaqê. Wî jî înkar dikir. Wê gavê zarokekî din hate ba Xocê û got: (Yê ko bilbilok şkandiye ez im û ne Misto ye” Û xwe li ber felaqê dirêj kir. Hingî darê Xoca xanimê hilat û daket; zarok bi kel û girî, ax û waxîn bîst, sî dar xwarin. Paşê Xoca mezin li min vegeriya û got: (Te çima derew û bêbextî li hevalê xwe kir?) Wê gavê guhê min çend caran û wer kişand ko ez ji erdê bilind dibûm…

Ez giriyam… giriyam… çima ko min derew ne kiri bû. Belê, yê ko bilbilok şikandi bû Misto bû; û min ew bi çavê xwe dîti bû û paşê min ji Xoca mezin re goti bû.

Piştî ko em ji dersxanê belav bûn, min ew zarokê ko derew li xwe kir û xwe li ber felaqê dirêj kir, dît û min bi destê wî girt, ji wî pirsî:

– Te çima ez derewker derêxistim û bi ser de derew li xwe kir û bê sebeb xwe da ber kotekan; te bilbilok ne şikandi bû.

Ewî got: Belê min şikandi bû…

– Na, te ne şikandi bû, Misto şikand, min ew bi çavê xwe dît û paşê min ji Xoca re got.

Êdîn nikari bû rastî veşarta, li rûyê min nêrî û qederekî ma û paşê ji min re got: (Heke tu sond dixwî ko ji Xocan re nebêjî ezê rastiyê bêjim). Min jê re sond xwar, ji min re bûbû meraq. Ewî got:

– Belê, bilbilok Misto şikandi bû, ez jî pê dizanim, lê ew pir bêcan e, nexweş e, tu nabînî, ma dikare xwe li ber felaqê bigre.

– Te çima li dewsa wî kotek xwar?

– Çima? çima ko min bi wî re sond xwariye. Ew îro nexwş e, ez rehet im, min ew xelas kir.

– Sond çi ye?

– Ewî got: Ma tu nizanî? Min got: Na.

Hebek bi dûr ket û got:

– Em xwîna hevdû dimêjin û bi hev re sond dixwin. Yên sondxwarî dibin xwînbirayên hev û heta mirinê bi her awî arîkarî û alîkariya hev dikin.

Paşê, min bala xwe da, gelek zarok bi hev re sond xwari bûn.

Rojekê, min ev bi çavê xwe dît. Xocê biçûk, li ber bermîla avê destmêj digirt. Xoca mezin, paşiya wê li me bû; nimêj dikir. Du zarokan bi kêreke dardestî, milên hev diqelişand; dilopên xwîna sor di cihê birînkirî didan û dimêtin, û bi hev re sond dixwarin.

Sondxwarin û xwînbiratî ji min re bû bû meraq. Xwînbirakî min heba, gava Xoca mezin guhê min dikişand, ewê xwe bida ber min û ne dihişt ko guhê min bête kişandin û carina jî ez felaqê xelas dikirim.

Di nav dibistanê de min xwe bi tenê didît. Hinek hevalên min hebûn. Lê me bi hev re sond ne xwari bûn û em ne bû bûn birayên hev.

Rojekê min daxwaza xwe ji diya xwe re got; min ji wê re çîroka sondxwarinê da zanîn. Diya min rûyê xwe bi min re tirş kir û got: (Nebe ko tu dîn bûyî; ez wisan zarotiyan naxwazim).

Lê min guh ne da ê; min ev tişt (sondxwarin) da bû ber çavên xwe. Min dixwest ji nav hevalên xwe xwînbirakî qenc bibijêrim. Rasthatineke xweş, ji min re ev heval bexş kir. Rojên înê zarok giş li nav bexçê mala me diciviyan. Hetanî êvarê me bi hev re dilîst. Hevalekî min hebû ko ji wî bêtir navê wî bi min xweş bû. Ewî gelek caran pişta gurê har datanî erdê. Gurê har, navê ko Xoce xanim li (Cemo) kiri bû. Cemo bi rastî mîna gurekî har bû; canê gelek zarokan dişewitand.

Sindik Havînê, her rojên înê, bi xwe re destek darên bihê dianî. Me ji van daran ji xwe re hesp çêdikirin û em bi hev re derdiketin cirîdê.

Rojekê ji rojên înê bû. Min ji xwe re yekî dirêj û rast bijart û bi kêreke tûj min qaşilê wî diqeşart û ji hespê xwe re guhik û pozik derdixistin; min hespê xwe çêdikir.

Sindik û hevalên din li benda kêra destê min bûn, da ko wan jî mîna min hespên xwe çêkirina nizanim çawan bû, carekê min dît kêra destê min, ji nav qaşilê darê çerixî û xwe gihand tiliya min a biçûk ya destê min î çepê û ew birîn kir. Xwîneke bi av û sor jê herikî. Di wê gavê de tiştek hate bîra min. Sond xwarin. Min êşa tiliya xwe ji bîr kir û ji Sindik re got:

– Rabe Sindik, destê min hazir e, tu jî destê xwe birîn bike, da ko em bi hev re sond bixwin û bibin xwînbirayên hev.

Sindik hebek dama, bi çavên xwe ên reş li erdê belek nêrî û got: Ma dibe wisan, ji bo xwînbiratiyê divêt em xwîna zendên hev bimêjin.

Min got: Çi xem e lo!… ma ne xwîn e, ha ji dest, ha ji zend.

Sindik got, baş e, û kêr ji destê min girt û zendê xwe vemalt û birî, heta hebekî kûr jî birî. Xwîna wî hewqas tîr bû ko ne diherikî; ew bû dilopek û rabû. Me xwîna xwe tevlîhev kir. Berê min mêt, tiştekî şorgerm bû, paşê wî xwîna tiliya min mêt.

* * *

Nayê bîra min. Di pişt re çiqas zeman derbas bû, nizanim… mehek, salek. Min ji bîr kiri bû ko ez û Sindik bûne xwînbirayên hev. Dîsa em bi hev re diçûn dibistanê, û em bi hev re vedigeriyan. Rojekê, dinya gelek germ bû, Xoca mezin di nîvê rojê de em serbest berdan, mîna rojên pêncşembê… Ez û Sindik hêdî hêdî vedigeriyan mal. Min destmala xwe danî bû ser serê xwe. Xwêdan ji eniya me diherikî, em li ser rêke biçûk û teng dimeşiyan. Ji nişka ve kûçikekî reş û mezin derket pêşiya me. Li pê wî çend zilam bi darên xwe bi dû keti bûn. Ji dûr ve deng li me kirin û gotin:

– Xwe bidin alî, ewê bi we bigre…

Em tirsiyan û şaş man. Min got, eman em birevin. Çavên kûçik sor bû bûn; mîna agir dibiriqîn. Kûçik nêzîkî me bû bû. Sindik got, tu xwe li paş min veşêre, û xwe da pêşiya min. Kûçik dirêjî wî kir; Sindik jî xwe avête ser wî. Mîna ko bi navê bileyizin; destên xwe di nav pişta hev re birin û anîn. Kûçik jî rabû bû ser lingên xwe. Paşê her du jî ketin erdê.

Ev şer bi min pir dirêj hat. Ji tirsan ez direcifîm. Zilamên ko bi dû kûçik keti bûn, gihiştin cem me û bi darên xwe li kûçik xistin.

Sindik xelas bû. Lê reben, ji serçavê wî xwîn diherikî. Kûçik dêla xwe kir nav lingê xwe, serê xwe bera erdê da û çargav revî. Sindik ji min re got: (Metirse, tiştek ne bûye, birîn biçûk e). Zilaman ew kirin himêza xwe û ew birin mala wî. Ez jî bi rev çûm mal, û min serhatiya xwe ji diya xwe re got.

Roja din Sindik ne hat dibistanê. Min ji diya xwe re got: (Yadê em herin mala wan, Sindik bibînin). Diya min qaîl ne bû. Ewê digot, Sindik nexweş e, nabe ko em herin wî nerehet bikin).

Paşê, her sibe, bi hêviya ko ez Sindik bibînim diçûm dibistanê; lê heyhat!… ew qet ne dihat. Meger ew kûçik har bû. Sindik birin Diyarbekrê ser tixtor û ji wir jî biribûn Stenbolê. Paşê me bihîst ko Sindik miriye.

* * *

Her rojên Havînê ko zû ji xew radibim û sibehên ewravî dibînim, mîna herkesî, zarotiya min tê bîra min. Welatê min î kesk, cihê ko lê hatim dinê tê ber çavên min û bê hemdê min hêstirên min diherikin ser destên min ê çepê. Li tiliya xwe a biçûk dinêrim, li ser movika navîn; li dewsa wê birîna peresteşî xêzeke biçûk û spî xuya dike, û hêj germiya lêvên hevalê min ê fedakar tê de ye. Di pişt re xeyaleta hevalê xwe a qehreman, wî hevalê ko ji bûna sonda xwe, ji bona xelasiya hevalê xwe, bi kûçikê har re pence pence şer dikir.

Salqîn: 12- 9- 1941

Hawar, Hejmar: 35, sal: 1941. Rûpel: 8, 9, 10.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev