ÎDEOLOJÎYA KORBAWERÎ MALXIRABÎ YE

ÎDEOLOJÎYA KORBAWERÎ MALXIRABÎ YE

Mela Mihyedîn

Zaroyên Adem û Hewayê timî berê xwe dane xweşî û aramîyê. Di vê dinya bê wate de xwestine jîyana xwe watedar bikin û ji ber vê yekê hin doktirîn derxistine meydanê.

 

Ji destpêka jîyanê ta heta niha gellek îdeolojî derketine pêş û hewqas jî ji holê rabûne. Armanca van îdeolojîyan teva ku xêr û xweşî ye. Lê mixabin xêr û xweşî li kû em li kû.

 

Em zaroyên Adem û Hewayê ne; wekû jîyana wan jîyana me jî naletî ye. Em dest bavêjin çi di destên me de dimîne û dibe xwelî.

 

Em ji axê hatine çêkirin û ax jî herî bi xwe ye. Em dest bavêjin çi ew qirêjîya herîyê bi wan tiştên pak ve dibe û ew tiştên baş diherimin. Bi kurtasî em xwê li hungivî dikin û wî nîmetî dikin jehr.

 

Zanîn û ilmê nû, ji tiştên berê ders digre û kêmasîyên xwe pîne dike û wisa dikeve rê. Îdolojîyên ku derketine meydanê jî ji kêmasîyên îdeolojîyên serdest derketine meydanê û ew temam kirine.

 

Ev 50.000 salên ku mirovên modern hûkimdarîya dinê dikin û herçiqasî îdeolojîyên balkêş û pêşketî ji mirovan derketibe jî, ew îdeolojî wekî bombeyekê di destên mirovan de teqîyaye û ji nexweşîyê bêtir tiştekî din li mirovan zêde nekirîye.

 

Halbûkî derketina me ya ji şikeftan ji bo nirxên mirovatîyê bû, ji bo xweşî, azadî û biratîyê bû. Lê yan qedera mirovan wisa hatîye nivîsandin yan jî mirov kêmasî û sûcên xwe diavêjin ser qederê.

 

Hemû dînên semawî û mîstîk jî dikevin nava îdeolojîyan. Her pêxemberê hatî ji dînên berê ders girtîye û kêmasiyên wan baş analîz kirîye û ew kêmasî pîne kirine. Bi vê rêyê îdeolojîyek nû derxistine meydanê. Herçiqasî îdeolojî nû be û tiştên nû li gorî yên berê xwezgîn û şopînerên wan pirr bin jî, van îdeolojîyên nû ji birînên mirovan re nebûne derman û birînên wan nekewandine.

 

Ha doktirînên felsefê û ha doktirînên dînan û ha jî doktirînên îzman (Femînîzm, Sosyalîzm û hwd.); hemû jî coka wan yek e û ji vê coka genî û xetimî ava zelal tu carî neçûye ser koka şopînerên wan.

 

Madem rêya rast tune û hemû cok genî û xetimî ne em dê çawa bighîjin rêya rast?

Meselek bi xof û zehmet tê xûyakirin. Lê çareserkirna vê meselê pir hesan e.

Emrê Xwedê yê pêşî “Îqra” ye (Bixwîne) û ev emir sê carî ji pêxember re tê dubarekirin. Lê li gel vêna tu carî Xwedayê dilovan sê cara bi rêya Cebraîl negotîye: Here hecê, rojî bigre an jî limêj bike. Rebbil ‘Elemîn dizane ku kesên xwenda dê teqez bên ser rêya rast û dê rêya rast û rêya şaş ji hev veqetînin. Dê bibin mirovên kamil. Lewma emrê pêşî Bixwîneye.

 

Di dewra Hz. Muhammed de kesên di şer de dibû dîl bi şertê ku ji deh misilmana re xwendin û nivîsê bide fêmkirin azad dibûn. Dîsa heman pêxember digot: “Ger ilm li welatê Çînê be jî herin bistinîn û bixwînin”.

 

Dîsa sahibê heman pêxemberî û xelîfe Hz. Elî digot: “Ger hûn herfekî hînî min bikin ez ê çil salî di xizmeta we de bim.”

 

Ev doktirîna baş, ya xwendin û nivîsê di hemû îdeolojîyan (Dîn, Felsefe û Îzm) de ji xwe re cih girtîye. Lê mixabin ji ber hin “alimên bê ilm” ev rewş bi demê re hatîye guhertin. Ev alimên bê ilm, mirov ji xwendin û nivîsê bê par hiştine û şopînerên xwe kirine Korbawer.

 

Îdeolojîyên korbawerî timî rêya mirovan xitimandine.

Îdeolojîyên korbawerî malxirabî ye.

Îdeolojîyên korbawerî malwêranî ye.

 

Ji bo hûn nebin Korbawer guh bidin gotinên alimên rastî.

Şêx Mûşerref di Mûqeddîma xwe de gotîye: “Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev