Di Babeta Zanayiyê de Rêbaza Îmamê Xezalî

Di Babeta Zanayiyê de Rêbaza Îmamê Xezalî

Ali Gurdilî 

Li hemberî şika şikparêzan ku baweriya xwe bi zanayiya rast û dirist nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê (gumanê) wekî rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî jî, xwe bigihînin zanayiya rast. Ji wan hewl danan yek ya Xezaliyê (1058-1111) fîlozofê îslamê ye û ya din jî, ya Descartes e. Herdu fîlozof herçuqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wekî rêbazekî) bikaranîne.

Xezalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bûye.

Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe parastî ye. Herweha wiha bawer kiriye ku divê mirovî bi çavê ti kesî li dinyayê mêze neke û wan texlîd neke. Jiber vê yekê jî texlîdkirina fikran, weke xirabiyeka mezin hesibandiye.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana:

1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.

2- Peyîtandina wê zanayiya ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê, yên bivênevê divê werin destnîşankirin. Lê di dawîyê de Xezalî dibêje ku sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin her dem jî, me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirovî jî şaş bikin (bixapînin).

Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Xezalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû nesneyên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

Xezalî ji bo çi felsefeyê rexne kiriye?

Di ramana îslamê de di warê teoriya zanayiyê de lêkolîna herî balkêş, lêkolîna Xezalî ye. Xezalî pirsên wekî: û hwd. pirsî ye û xwestiye  ku bersiva wan bide. Di temenekî xwe î ciwan de, navdar bûye û piştî demekê, ji nêrînên felsefî û rêyên çareserkirinê yên felsefeyê ketiye gumanan û ji van çareserkirinan dûr bûye, ber bi tesewuf û ramana mîstîk ve qesidiye. Guherînên ku di ramanên wî de pêk hatine jî wan di berhemên xwe de vegotiye. Xezalî beriya her tiştî, di zanayiyên me de li misogeriyê geriyaye. Derheqê matematîk û mantiqê de zanayiyên ku ji layê gelek kesan ve têne pejirandin, dide me.

Misogeriya wan zanayiyan, ji sînorkirina qada lêkolînên wî tê. Digel vê yekê Xezalî dibêje ku metafizîk ku qadeka felsefeyê ye; di derheqê heyîn, Xwedê, mirov, rihê mirovî, têkiliya mirovî û babeta wateya jiyana mirovî de zanayiyên misoger (teqez) nade me.

Lewra, di nava fîlozofan de derheqê wan babetan de lihevhatinek tune û her yek di derheqê heman babetê de, fikrekî cihêreng tîne zimên. Xezalî rexneyên xwe yên ku di derheqê zanayiyê de ne, ji sehekan dide destpêkandin û dibêje ku sehek dikarin mirovî bixapînin. Bi rêya aqil ji gihêjtina rastiyên misoger, gumanê dike û vê yekê, bi vekolandina nêrînên fîlozof, kelamzan, batinî û mutasawufan pêk tîne. Bi dijwarî fîlozofan rexne dike.

Xezalî dibêje dema aqil hewl dide da ku bikaribe bersivên pirsên felsefe û metafizîkê bide, bi xwe re dikeve nakokiyê û aqil nikarê rêyên çareserkirinê yên derbasdar bibîne. Herweha, dibêje yên ku dixwazin yekîtiya aqil û îmanê pêk bînin an jî wan lihev bînin, ew çewtiyan dikin û ne serkeftî ne. Li gor bîr û baweriya wî: ramana ya di ol de, bi rêya aqil nikare were şirovekirin.   

Xezalî, ji rexnekirina zanayiyê û aqil dest pê kiriye, lê ji wê felsefeyê derbasê felsefeyeka nû nebûye. Bi guman, nêzîkî zanayiyê bûye û ber bi ol û îmanê ve qesidiye. Xwenêzîkkirina wî ya olê, bi tesewufê digihêje qonaxa xwe ya dawî. Li gor bîr û baweriya Xezalî, di navbera aqil û îmanê de cîhek heye û di demên teng de mirov dikare xwe bigihîne wir, ku ev der jî tesewuf e. Bi awayekî misoger aqil û îmanê ji hevdu veqetandiye û îmanê hilbijartiye.

Li gor nêrîna fîlozof jiyana ehlaqî, ji bilî xwesteka gihêjtina Xwedê û amedekariya gihêjtina heqîqetê, ne ti tişt e. Mirov di jiyana xwe ya exlaqî de, heke ji xirabiyan dûr bibin û bixwazin xwe bigihêjînîn heqîqetê; bi rêya evînê (hezkirinê, eşqê) dikarin bigihêjin yekîtiya xwedayî. Xezalî bi vê ramana xwe re bandûreka mezin, li felsefeya rojavayê kiriye. 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev