Mîrgeh, hoz-eşîrên Kurdên Êzidî

Mîrgeh, hoz-eşîrên Kurdên Êzidî

Mîrgeha Mehmudî – (Eşîra Mehmudiyan)

Amer Çelik

Wek me berî niha gotibû ku Kurdên Êzidî di jiyan û şarstaniyên de, bi hêrz başdar bûbûn. Ewan li ser xaka xwe (Kurdistan) gelek Mîrgeh damizrandibûn ev Mîrgeh jî(Mîrgeha Mehmudî) yek ji wan mîrgehên kurdên Êzidiyan bû.

Wek me di Mîrgeha Heleb û Kilis de gotibû ku Mîrgeha Heleb û Kilis gihabû çiyayê Mîrgeha Botanê û her weha ji rojhilat û başûr ve xwe gihandibû Êzdiyên Amedê û li ser çemê Botan ê pal dabû û di riya başûrê Helebê re xwe gihandibû Wêranşar ê, Mêrdîn ê, Nusaybîn û Cezîrê. Xwe gihadbû Bigeha Êzidiyan Laliş û bi Mîrgeha Şêxanê ve hatibû girêdan.

Eşîra Mehmudî-Mehmudiyan

Weke ku Şerfxan Bedlîsî di Şerfnamê de dibêje; ku Mehmudî û Mîrrekên wan bi olperstiya xwe Êzidî bûn ew jî tevî eşîra Dûmiliyan-Dunbelî ji Botan koçberî Ezerbêcan bûbûn. Dema Mîrgeha Qere-Qûynkoçî (Qer-Yusiv) Gelha Aşût û Xoşab herdu teslîmî Mîrrekê Mehmudiyan kirbûn. Helbet Muhmudiyan xizmetên hêja ji wan re kirbûn, ev herdu gelih encama wan xizmetan bûn. Di wê demê de Mîrê Mehmudiyan Şêx Mehmud bû.

Evê eşîrê xwe gihandibû Mîrên Sefewiyan û her weha di dema Osmaniyan de nîşanê mezin ji osmaniyan girtibûn.

Piştî Mirine Mîr Şêx Mehmud kurê wî Husên Beg mîrîtiya eşîr û Mîrgeha Mehmudî di cihê bavê xwe de kirbû, eşîr Dûnbeliyan (Mam-Reşan) peyman li dijî Sefwiyan (Şah Tahmesab)bi Mîr Husên re girêdabû.

Piştî Mir Husên, li gorî Şerfnamê gelek mîrek hatin ser fermandariya Mîrgeha Mehmudî û Bedilîsî dibêji e ku tev li ser ola Êzidiyatiyê bûn. Hesen beg bin Ewed Beg bin Mîr Hamid mîrê yekem bû ku ola xwe terk dabû û ola Islamî perstibû. Helbet sedemê terkdane ola xwe dayî hebûn û ew jî berjewndiyên Mîrîtiyê bûn. Bedilîsî dibêje; ku Mîr Hesen Islamekî çalek bû ewî rojî û nimêj dikir xwendine Qûranê li ser mendalan bi darê zorê dabû qebûl kirin. Gelek mizgeft û dibîstanên Islamî avakirbûn . Êzidiyên eşîra Mehmudî yên ku Musilmanî li ser xwe qebûl nekirbûn tevî eşîra Dûnbeliyan koçî baskê Şêxan bûbûn û du gund li wir avakiribûn, heya niha jî, ji van herdu gundan re dibêjin gundê Mehmudan û yê din jêra dibêjin; Mam-Reşan.

Piştî muslmaniye Hesen beg, gelek mîrek hatin ser fermandariye Mîrgeha Mehmudî wekî Ewad Beg bin Hesen Beg, Mustefa beg bin Ewad Beg, Elî beg bin Ewad Beg, Şêr Beg bin Hesen Beg Bedilîsê dibêje ku ew Şêr Beg mîrekê dawî bû ye ji eşîra Mehmudiyan.

Her weha mîrekên eşîra Dûnbelîyan eşîrek mezin bû û roleke mezin di damezirandine Mîrgehan de lîstibûn, ew bi xwe jî Êzidîbun û heta niha bi piranî li baskê Şêxan têne dîtin,

Mîr Îsa beg ku vegeriyabû ser ola xwe (Êzidiyatî) , Li ser zimanê Bedl1isî ku Îsa beg tevî hezar malbatî ji eşîrê û eşîrên Êzidiyên herêma Xoyî û Sekman Abad (Kurdistan- Îran) koçî Ezerbêcan ê bune. Tê gotin ku Mîr Îsa ji wir çûye Herîrê û Herîrê hatiye Baskê Şêxanê û bi teybatî li gundê Mehetê ku jêra dibêjin; Meheta-Îso û bi kurtî Mehîso. ya herî ji bo min balkêş ku berêz Dr. Ednan Ferhan di gotareke xwe de dibêje ku Mîr Cehfer bin Mîr Hesen Dasinî ji wê eşîrê ya.

Li benda me bin xeleka tê Mîrgeha Dasina ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev