ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ -1

ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nodûheftan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a çend varyantên stiranên dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê û fikirên wî, ku di nav gel da bi kilamkî belav bûne, raberî we bikin. Beşa duduyan hûnê piştî heftêyekê bixwînin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 97

 

EVDALÊ ZEYNÊ Û ŞÊX SILÊ

-Bejina Evdalê min ne kine, ne dirêje,

Terezanî dev çîçekê devê kanîyê xwe davêje,

Gelî ometno! boy xwedê be,

Hela werin bi vê yekê,

Qe kê dîye, kê bînaye,

Şêx Silê çoka xwe bikute çoka Evdalê Zeynê,

Sê roj û sê şeva pêra bêje.

 

-Bejina şêx Silê min ne kine, ne dirêje,

Terezanî dev çîçekê devê kanîya xwe davêje,

Ew sonda ku min xarîye,

Ezê yekê bînim serê te,

Heta kurrê kurra rave bêje•.

(•Eva yeka, bi gotina dengbêj, li welatê Tîmarê qewimîye).

Got: Memedê Memed.

 

EVDALÊ ZEYNIKÊ

Evdalê Zeynê kor bû ji xwe û halara, kilam ser xwe derxistin.

Evdal gazî merîyê mala xwe kir, go:

 

-Ezê korim, rê nabînim,

Destê xwe dîwara digerînim,

Kesekî xudan xêr tunene,

Destê Evdalê Zeynikê bigirin,

Ji Anedolîyê bigerînin.

 

Evdal bala xwe dayê refê qulinga hat buhurî,

Perê quling şikestî bûn, go:

 

-Qulingo, malxiravo!

Perê te şikestîne,

Tu were destê min bigre,

Ji Anedolîyê bigerîne.

 

Qulingo, malxiravo,

Çevê mine korin,

Perê mine şikestîne,

Emê destê hev bigirin,

Xwe bavên ber derê bi hekîme.

 

Belkî çevê min sax bike,

Baskê te bicebirîne.

 

•••

Jinikekê go:

-Evdal, bese bêje û bilûbîne.

Evdal go:

-Erê, go, jinikê,

Bejina te ta rihana tere,

Feleka Evdalê Zeynikê li te vegere,

Çira Evdalê Zeynikêra divêjî:

“Bese bêje û bilûbîne”,

Ne ezî korim, çevê min navînin,

Ezê xemê dilê xwe çawa birevînim.

 

XOZAN

Êlê dayê Xozane, xweş Xozane,

De bira xwedê xirav bike deşta Mûşê,

Walîk berfe, alîk zozane,

Wey Xozanê, wey Xozanê,

Xwedê xiravke warê te zozanê,

Ax dilê min yo, yo, yo.

Ezê ketime qalê û selefê siyara,

Qeymesê siyarê Senemê

Ne navdane.

 

Ax, dilê min yo, yo, yo,

Dilê min yo, yo.

 

Êlê dayê delîlê,

Xozandaxê van firîka,

Ezê çi bikim qolê zêrra,

Gurzê ber cênîka,

Şevê nahewim, germa rojê,

Êvarê nahewim derd û kulê van wawîka.

 

Xozandaxê wê palêye,

Hela min serkurrê wê palêye,

Eza bala xwe didimê,

Cinyazê Qeymesê delal,

Siyarê Senemê danîne

Ser barê barxanêye,

Dilê min yo, yo,

Dilê min yo, yo, yo.

Got: Ûsivê Simo.

 

XOZANDAX

Êlê dayê! Li Xozanê, lo li Xozanê,

Êlê dayê! Xwedê xirav bike lo deşta vê zozanê,

De dilê min yo, yo, yo,

Ax dilê min yo, yo, yo.

 

Êlê dayê! Heft cahilê tûnsiz cinyazê xwe dane li ser barxanê,

Ax dilê min yo, yo, yo,

De dilê min yo, yo, yo.

 

Êlê dayê! Xozandaxê lo li berîka,

Emê rojê ranazên derdê germ-germistanê,

Şevê xewa me nayê destê van wawîka.

 

De dilê min yo, yo, yo,

Ax dilê min yo, yo, yo.

Got: Hesenê Ezîz.

 

EVDALÊ ZEYNÊ

Ezê Evdalim, Evdalê Zeynê, kor bûm,

Gula zor Memed paşa bûm,

Berdevkê qîza, di bûka bûm,

Êrîşa van hakima bûm.

 

Niha qîz û bûkê vê heyna kotîye,

Pîse, meziqe, mecîneqo,

Rabûne pozê sola min xor dikin.

 

Evdalê Zeynê kore, rê navîne,

Destê xwe li dîwara digerîne,

Divê: -Çawa kesekî xudanî xêrê tunîne,

Destê Evdalê Zeynê kor bigire,

Zozan, zozan bigerîne,

Bive ser hekîmê bi hekîme.

 

Qulingo, ha qulingo!

Te malî xweyî xiravbûyo,

Dengê teva kifşe baskê te şikestîne,

Çevê mine korin,

Were ez û tuyê destê hev bigirin,

Herin xwe bavêjin mala bi hekîme,

Belkî çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.

 

Hey qulingo! malxiravo,

Te çi ser minra qîre-qîre,

Perr û baskê te şikestîne,

Çevê min tunîne,

Emê duakê bikin ji xwedêye,

Çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.

 

Hey qulingo, ha qulingo!

Te vê sibê ser minda çi zare-zare,

Ezê nizanim derdê te çîye?

Situyê te ser minda xare,

Îro di sê roje, di sê şeve,

Evdalê Zeynê çola maye, bê sitare, bê xudane.

Got: Memedê Memed, 22 salî, dersdarê gundê Zimîyê, ji nehya Vêdîyê, Ermenîstanê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Şeyhmus Özzengin

    Gelo di dema Evdalê Zeynikê de peyva “Anedolîyê” hebû ku di helbest(stran)ên Evdalê Zeynikê de hatîye bikar anîn?
    ..Li gor lêkolîna min peyva “Anadoli”yê, ji Yunanî, wek Asîya piçûk (oryent) Antuolî yê (rojhilat) tirkan girtîye û di dema avakirina cumhûrîyetê de kirine “anadolu”(!) Ez ne bawerim ku Evdalê Zeynikê ev peyv bikar anî be…

Şirovekirin hatine girtin.