Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şahîya 70 salîya Akadêmîk, nivîskar Kinyazê Îbrahîm

Li vê şahîya 70 salîya akadêmîk, profêsor Kinyazê Îbrahîm da akadêmîkekî din jî heye, ku di nav tevaya Sovyet da deng daye. Ew Nadirê Kerem Nadirov e. Di nav van kesan da hûn dikarin 2 profêsorên din jî bibînin: Ezîzê Zîyo Bedirxan û Barîyê Nadirê Nadirov. Gelek mêvan jî amade ne ku kesên binavûdeng in û mêvanê sereke Şivan Perwer e, ku li vira wek merivekî ji esmanan hatî tê qebûlkirin.

Li vî welatê 5 hezar kîlomêtran ji Kurdistanê dûr her kes bi kurdî dipeyîve, bi kurdî distirê, bi kurdî direqise. Weke ku her kesî ji bîr kirîye ku çend zimanên din jî zanin, her kesî navdarbûna xwe jibîr kirîye, lê ji bo wan tiştê jibîrnekirinê zimanê wan e, kurdbûna wan e, welatê wanî li ser riya serxwebûnê – Kurdistan e.

Di bin vîdêoyê da bi zimanê rûsî hatîye nivîsar:

Qiralê stiranbêjîya kurdî Şivan Perwer li Alma-Atê.

Şahîya vê rojê Ezîzê Zîyo Bedirxan amade kirîye ji bo hurmetgirtina rojbûna Akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev