Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -6

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -6

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 16an a kovara Ronahî da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Gulçîn

Gulçîn… Keça Newres begî bû… nûxuriya dê û bavê xwe bû… Ji wê pêve keç û kurên Newres begî tune bûn. Ji lewra pir bi delalî û nazenînî mezin bû bû. Ji aliyê xweşikbûnê jî yekta bû. Bejinzirav… porzerî. Çavkesk bû… Salên wê nuh keti bûn hijdan. Xweşikbûna wê di nav êlê de bû bû dengîn. Gelek xort peresteşkarê wê dibûn. Lê kesî ne wêrî bû ew ji bavê wê bixwesta.

Newres beg, ji giregirên bajarê Nolê û serekê êlê bû; merivekî pir xedar û xwînxwar bû. Her kes ji wî dilreş bû bû… Li her cîhî paşgotiniya wî dihate kirin, ji bin ve ji wî re çal dikolan…

Dijminê wî ê bêeman Seydo axa… ji serekê êlê bû, û hîmê êlê bi xwe bû. Yê ko gelek caran xewa Newres begî ji çavên wî difirand, Seydo axa bû.

Newres beg jî, êdin rind fam dikir ko text û bextê wî tê hejandin. Heke ev hal hinekî din jî pêş ve biçe ne êl dimîne ne mêl. Diviya bû dermanekî ji vî derdî re bibîne. Bi şev û bi roj, dûr û dirêj difikirî… Paşiya paşîn çareyek qenc dît… di dilê xwe de got: heke min Seydo axa ji xwe re kir zava; tirsa min ji tiştekî namîne.

* * *

Newres beg keça xwe… Gulçîna nazenîn ji Seydo axa re pêşkêş kir. Seydo axa jî bi dil û can ew xwest. Beg û axa li hevdû hatin… nîşan bi Gulçînê ve kirin… şêraniya wê vexwarin… piştî sê mehan jî ewê daweta wê biba…

Newres beg, ji zû da ye ji xewa şevan bê par ma bû… piştî vê lihevhatinê, cara ewilî serê xwe danî ser balîfê, bê tirs û perwa raket…

Lê Gulçîn… Gulçîna reben, çi bi serî dihat? Dinya li ber çavê wê tarî bû bû… di her tiştî de reşbûnek didît. Roj, hêv… her tiştê sipî û ronî ji wê re reş xuya dikir… Ewê çawan ji Seydo axa re biba jin? Seydo axa, ji pênceh salî ne mezintir ba, ne biçûktir bû. Rûyê wî bi xurî… çavekî wî sipîk li ser bû… digel vê pirbûn û kirêtbûnê sê jinên wî jî hebûn. Du sê keçên wî berî Gulçînê bû bûn bûk…

* * *

Yê ko însanê natewan dijîne hêvî ye. Hêvî nebe, însan nikare ji ber kul û derdê dinê debar bike. Xwîniyê ko dibin ber sehpê, bi dar ve bikin û ben dikine qirika wî, dîsan hêviyeke felatê heye… çavê xwe digerîne da ko padîşah ji bona efa wî fermanê bişîne…

Gulçîn jî bê hêvî ne ma bû. Dixwest ji xwe re çarekê bibîne û ji vê ênînivîsa reş, ji vê serencama dilşewat bifilite.

Li ber çavê Gulçînê hêviyek hebû: Pîra Bêzê… Pîra Bêzê, pîrejineke sêhirbaz bû… bi sêhrên xwe nîşana gelek zavan şikandi bû… dilê hezar xort û keçan xisti bû hev… gelek jin û mêr ji hev da bû berdan.

Gulçîn, rojekê xwe gihand pîrê, bi dawa wê girt û hejand, destê wê maçî kir û derdê xwe jê re got: Pîrê, ez di bextê te de me, min ji vî agirê dojehê xelas bike. Tu çiqas pere bixwazî diya min ewê bide te. Diya min jî vê zewacê naxwaze.

Pîrê, qederekê dama, paşê ji wê re got: Keça min divê ez te bigihînim ba Şêx, Şêx Şefqet, kane te ji vê gerdabê biderxe.

Di nav xwe de rojek bijartin, ewê bi hev re biçûna nik şêx.

Berî ko herin cem Şêx, pîrê çend şîret li Gulçînê kirin: Şêx, ji malbata pêxember e, divê berî ziyareta wî tu bi destmêj bî, paşê keça min, ew bi rûhê îns û cinan dizane, di her gotineke wî de bereket, di her pirseke wî de qudsiyetek heye. Heke wî ji tiştekî sipî re got reş e, bizane ko di vê gotinê de hikmetek heye. Divê dilê te ji aliyê wî de paqij be, da ko ew jî daxwaza te bizane û bîne cih”.

Gulçîn gotinên pîrê yek bi yek kire serê xwe.

Gava ketin hundirê xewletxana şêx, şêx got: Pîra – Bêz! malava, ev bûn çend hefte, tu xuya nakî, tu li kû yî? çi bi te hatiye? Bi dilê min xweha te hati bû mêvaniya te, ne?

Pîrê, berî li şêx vegerîne carekê li Gulçînê nêrî û serê xwe jê re hejand û paşê li şêx vegerand û got: Ez gorî, rast e, xweha min Seyrê hati bû mêvaniya min, ji lewra ez ziyareta te kêm mam.

Şêx got: Xem nake, ma ev ne keça Newres begî ye?

Gulçîn got: Belê ezbenî… û bi fedî çû destê şêx…

Şêx got: Keça min, divê tu ji bona Xwedaê xwe, Xwedaê erd û ezmanan jî destmêj bigrî û nimêj bikî, ne bi tenê ji bona hatina vir.

Pîrê, careke din li Gulçînê nêrî û serê xwe jê re hejand. Bi vê serhejandinê rastbûna şîretên xwe dianî bîra wê, keçik jî; heyran, heyran di hizûra şêx de diricifî.

Şêx got: Keça min, ne hewce ye ko tu serhatiya xwe ji min re derpêş bikî… ez, bi êş û birîna te dizanim, kesî ji min re ne gotiye û ez dizanim. Keça min, xem nake, bihna xwe fire bike, ez bavê te me, ezê te ji wî seyê çopir xelas bikim.

Şêx bi salên xwe ne di wê çaxê de bû ko ji keçikeke mezin re bigota ”keça min, ez bavê te me” salên wî sî an sî û pênc bûn, yê ko ew dikir dewsa bavîtiyê şêxîtiya wî bû, ji lewra ev pirsên ha ji Gulçînê re giran ne dihatin. Mafir, di dilê wê da bawerî çêdibû.

Diviya bû pîr derkeve der. Pîrê şêx û keçik di xewletxanê de bi tenê hiştin û ew derket ber derî, da ko kes bê destûr nekeve xewletxanê, kes nebihîze ko Gulçîn bi wê re hatiye nik şêx.

Şêx, çend caran destê xwe di ser serê Gulçînê re bir û anî, paşê destê xwe danî ser êniya wê, hêdî, hêdî berjêr daxist, ser çavê wê, ser rûyê wê, bi çengên wê girt û hejand. Keçik jî mîna pûtekî kevirî sekinî bû, deng ne dikir. Dilê şêx gelek bi wê dişewitî, mîna bavê wê êniya wê maçî dikir, çavê wê radimîsand, lêvên wê dimijand.

Gulçînê, ji ber dilovanî û mihribaniya şêx fedî dikir, nikarî bû çawan ji wî re sipas bike, deng ne dikir. Bê guman şêx ji wê re çare didît, ewê ji wê dojehê xelas bikira. Ji xwe ev tiştekî hêsanî bû. Şêx kanî bû rûhê Seydo axa bikişîne nik xwe û jê re ferman bike, da ko ji riya Gulçînê bi derkeve, keçikê li ber çavê wî reş bike.

Şêx, perçak kils kire destê xwe û li erdê xêzek girover kişand, ew Gulçîn ketin nav û ji Gulçînê re got: Zînhar, tu ji nav xêzê dernekevî, ezê rûhê wî sehî bikişînim vir û li vir bitevizînim.

Gulçîn jî wisan dikir, paşê şêx hinek bixûr avête nav agirê kuçik û çû paş perdê, qederekî ma. Gava dûmana bixûrê hundirê xewletxanê tijî û tarî dikir, şêx jî, bi lez û bez toza fosforê di canê xwe dida. Êdin, hundir ji dûmana bixûrê rind tarî bû bû, tariyeke şîn. Gulçîn ji nav xêzê tev ne digeriya. Hingî şêx, bi dengekî ecêb got: ya hû! û ji paş perdê pekiya, ji rû û laşê wî nûr dibariya. Gulçîn ji ber vî kerametê şêx veciniqî û tirsiya, lê ji bona ko ji Seydo axa, ji wî agirê dojehê xelas bibe her tirs, her westandin, her fedakarî da bû ber çavên xwe.

Şêx hat, ket nava xêzê, xêz pir teng bû, ji bona ko Gulçîn ji nav bi dernekeve, her du laş keti bûn qalibekî.

Şêx destê xwe dirêjî rûhê Seydo axa dikir û dikişand. Destê wî ê nûranî mîna birûska di nav şeva tarî de biçirise, ronî dida. Bi destê din jî Gulçîn di himbêza xwe de diguvaşt, da ko ji nav xêzê bi der nekeve û tilsim xerab nebe. Şêx bi rûhê Seydo axa re dipeyivî û jê re emir û ferman dikir.

Rûhê Seydo axa jî tu eksîtî ne dikir. Her tişt di rê de bû. Ev mizgîna ko şêx dida Gulçînê, û ji kêfan keçik di nav himêza xwe de diguvaşt, çav û rûyê wê maçî dikir, lêvên wê dimêt.

Gulçînê deng ne dikir. Paşê şêx got: Hadê keça min, hevalkiras daxe.

Gulçîn di wê gavê de şîretên pîra Bêzê ji bîr kir; mîna ji xewneke bi tirs veciniqe, bi xwe hesiya, li xwe mêze kir, li şêx nêrî. Şêx ji wê çi dixwest?! Gulçîn, ji bona ji wî agirê dojehê xelas bibe her fedakarî da bû ber çavên xwe, lê ne fedakirina namûsa xwe. Di nav du sê saniyan de ev rastiya tirş û tal fam kir, devê xwe tijî xwezî kir û tû kir ser çavên şêx. Bê hemdê xwe, kire çîrîn. Pîra Bêzê li ber derî bihîst û ket hundir.

Şêx got: Pîra kemot, ev çi dînek e, te ji min re aniye?

Pîrê xwe avête ber lingên şêx û got: Ez benî, tobe, tobe, estexfirilah; paşê li Gulçînê vegeriya û got: Keça min, te çi kir, zû tobe bike, ma min berê çi şîret li te kirin? Şêx dibêje: ko derpiyê ko bi dîwêr ve darvekirî ye daxe jêr, da ko rûhê wî sehê çopir tê de bitevizîne û hepis bike.

Gava Gulçînê li dîwêr mêze kir, dît ko bi rastî derpiyek bidarvekirî ye. Hingî gunehê xwe fam kir, xwe avête bin lingên şêx, tobe û istixfar kir. Lê şêx qet razî ne dibû. Hetanî Pîra Bêzê bi hezar hêvî û lavayî ev guneh bi şêx da efû kirin.

* * *

Rûyê rasthatiyan reş bin. Gelek caran gelek rasthatinî ji merivên sêhirbaz re arîkarî dikin…

Seydo axa, ji nişkave, ji mala Newres begî qut bû. Piştî ko nîşan bi Gulçînê da kiri bû, her roj dihat ziyareta xwezûrê xwe, Newres begî. Lê gava ko êlê dît ko Seydo axa bi Newres begî hatiye xapandin, ji wî re jî bûne dijmin; şevekê sê çar xortên fedakar xwe avêtin mala Seydo axa, ew dane tirsandin, ji wî re gotin: Ya Newres beg, ya êl.

Seydo axa nikarî bû zû bi zû xwe ji êlê bike; çend rojan ji mala xwe bi der ne ket. Heke ji kuştina xwe ne tirsiya dibû ko dev ji êlê berda û Gulçîn mar bikira.

Qederek derbas bû; Seydo axa bi ser beg ve ne diçû.

Hêviya Gulçînê hati bû cih. Şêx ji wê re havileke mezin kiri bû, ew ji agirê dojehê xelas kiri bû. Lê diviya bû rûhê Seydo axa tim bê kişandin û tevizandin, da ko careke din li Gulçînê venegere. Ji bona vê yekê, diviya bû Gulçîn jî li nik şêx hazir bibe; her ji çend rojan carekê. Her cara ko firset bidîta, teva Pîrê diçû nik şêx, rûhê Seydo axa dikişandin. Gulçîn, lavahiyeke din jî ji şêxî dikir. Dixwest rûhê wê û nivîsekarê bavê wê Serwer bigihîne hev.

Serwer xortekî pir çeleng û pir bedew bû, di dibistanên bilind de xwendi bû, wî û Gulçînê gelek ji hev hez dikirin. Lê ne ji zadeganan bû, ne hemberê Newres begî bû ko ji wî re bibe zava.

Şêx ev lavetiya Gulçînê jî qebûl kir, tim rûhê wan digihand hev.

Êdin bi her hawayî Gulçînê baweriya xwe bi şêx û kerametê wî dianî û xwe disparte wî, bi wî re rûdinişt, bi hev re di xelwetanê de ava zemzem vedixwarin.

Şêx rûhê dijminê wê ditevizand, rûhê wê jî dişand ba evînê wê Serwer. Gava laşê wê bê rûh dima, dikire hemêza xwe, di nav nûra xwe de vedigevizand. Gulçî, bi dil û canê xwe ve bû bû mirîdek ji mirîdên şêx. Ji heftê du sê caran, her carê sê çar saetan li xewletxana şêx dima, bi şêx re kewser û zemzem vedixwar, bi wî re bi cezbê diket, rûhê wê ji laşê wê derdiket, bi rûhê şêx re bi per û bask dibûn, li ser bihuşt û ezmanan perwaz, perwaz difiriyan.

* * *

Şeş heft meh derbas bû bûn. Di zikê Gulçînê de tiştek diliviya, lê wê nizanî bû çi ye!…

Ne dihate bîra wê ko gava zemzem û kewser vedixwar, sermest û serxweş diket, hingî şêx, ji nûra xwe jî hinek jê re dida nûşîn.

Şêx jî bi vî tiştî hesiya bû, êdin qenc dizanî bû piştî du, sê mehan ewê rûreşî xuya bike. Vêca diviya bû nexweşa xwe derman bike, bi wî dermanê ko gelek nexweşên mîna Gulçînê da bû derman kirin, tozek ji teberika kalikê wî… Hinek ji wê tozê dikir nav piyanek av, ew bi nexweşên xwe dida vexwarin.

Piştî ko Gulçîn ev derman vexwar, roj bi roj, mîna Reyhanekê diçilmisî, weke mûmekê diheliya, di nav du sê heftan de bi carekê ji taqet ket, ket nav nivînan û rojekê mîna çirakê ji nişkave vemirî.

Belê, Gulçîn mir, lê hêj di hundirê wê de şêxekî biçûk, şêxekî bê guneh diliviya.

Zîwan: 30/3/1943

*Ronahî, Hejmar: 16, sal: 1943. Rûpel: 5, 6, 7, 8.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Êrê, ew çîrok bi şêweyên cûbercûr hê jî di nav civakê da hene..

    Lê, kesên “ronakbîr” jî piştgirîyê didin wan kesên xêrnexaz.

    Ma hindik Gulçîn îro li gundan û bajaran û serê çîyan.. tên kuştin,!
    Ma jimara Nerwres û Seydoyan û Şêxan.. kêm bûye.!?

    Dema ku dîtin, raman..hwd wekî pîrozî hatin nirxandin û xudîyê wan jî dibin merîyên Pîroz..

    Erê, (bi kurtî) dubare; tenê hêsanskirina jîyanê serdest e, ne têştin din.. Ango pîrozî, hêsnakirina jîyanê ye..

Şirovekirin hatine girtin.