Dewleta Hesnewîyê Kurd- Ibn Xeldûn -4

Dewleta Hesnewîyê Kurd- Ibn Xeldûn -4

Ev nivîs berdewama gotara lêkolîner Emîn Narozî ye, ku me 3 beşên wê yên pêşin di malpera xwe da çap kirine. Fermo beşa 4an bixwînin û wek me lezetê jê bibînin. Beşa pêncan emê piştî çend rojan çap bikin

Wergera ji Erebî: Emîn Narozî

Ebû Feth ibn Ebû Şewk li Dînewerê nazirê bavê xwe bû. Roj bi roj ew li wê derê bi hêz bû, çend keleyan zeft kir û aqarê xwe ji Xuziyan parast ku ji ber vê yekê jî wî xwe raserî bavê xwe dît. Di meha şabana sala 431/nîsana 1039an de wî avêt ser keleya kurdan ya Bekûra[1] ku xwediyê wê winda bûbû û jina wî lê dinihêrt. Wê ji Mihelhil re xeber şand û jê hêvî kir ku ger ew zora Ebû Feth bibe dê keleya xwe bide wî.

Hingê birreke mezin ji leşkerê Mihelhil li hêla Samixanê bû, ew sekinî ta ku Ebû Feth ji keleyê fitilî, gava ew zivirî, hingê wî leşker li dora wê civand. Ebû Feth çû keleyê, Muhelhil jî xwe ji ber veşart û bi paş ve kişiya ku Ebû Feth jî da pey. Apê wî rabû pê re şer kir ta ku zora wî bir, ew dîl girt û xist hebsê. Ebû Şewk jî rabû leşker da hev û çû dora Şehrezorê girt, pişt re ber bi welatê Mihelhil ve çû.

Ji ber vê yekê nakokiya navbera wan dirêj bû, Mihelhil rik kir, di ber xwe da ta ku wî ‘Ela ud-Dewle îbn Kakewîh han da ku here ser welatê Ebû Feth.

Wî di sala 432/1040’î de dest danî ser Dînewer û Qermîsînê. Di pey de jî Ebû Şewkê [bavê Ebû Feth] çû Deqûqayê,[2] kurê xwe Sadî şand dora wê girt û li pey wî çû sûra wê neqeb kir. wan ew sitand, hinek ji bajêr xira kirin û cil û çekên kurdan giş ji wan sitandin.

Ebû Şewk şevekê li wê derê ma û dû re xeber gihîştê ku birayê wî Serxabê ibn Mihemed[3] avêtiye ser hinek ji deverên wîlayeta wî. Ew ji Bendeniceynê[4] tirsiya, zû dageriya û meriv şand cem Siltanê Bexdayê Celal ud-Dewle[5] da daxwaza alîkariyê jê bike. Wî hêzekê jê re şand û ew ji bo parastinê ew li cem wî man. Mihelhil jî çû cem ‘Ela ud-Dewle îbn Kakewî ku ji bo vegirtina keleya Sîrwanê[6] dijî birayê wî Ebû Şewk alîkarî bidê. Pişt re wî xeber şande cem ‘Ela ud-Dewle û diyar kir ku dê ew here cem Siltanê Bexdayê Celal ed-Dewle. (Li ser vê yekê) bi şertê ku Dînewer ji ‘Ela ud-Dewle re be ew pê re li hev hat û zivirî ve.

Ebû Şewk di pey de çû ser Şehrezorê, dora wê girt û bihaneyên ber bajêr de xirecir derxist. Wî dora keleya Bîzazşahê[7] jî girt lê Ebû Qasim îbn ‘Eyad[8] nehişt, wî ji ser rakir û pê re soz da ku kurê wî ji destê birayê wî Muhelhil rizgar bike. Ew ji Şehrezorê çû dora Sendeyê[9] ku di nav aqarê Ebû Şewk de bû. Dema Îbn ‘Eyad ji bo lihevhatina birayê wî Ebû Şewk şand cem, ew pê re li hev nehat û Ebû Şewk jî ji Hulwanê çû Samexanê. Wî herêma Mihelhil giş talan kir, lê Mihelhil zûve ji ber reviyabû. Pişt re xelk ji bo lihevhatinê di nav wan de çûn û hatin haya ku Ebû Şewk ji ser Mihelhil rakirin.

 

Vegirtina Niyalê birayê Tuxrrul Beg bi ser Wîlayeta Ebû Şewk ve

Îbrahîm Niyal[10] bi emrê birayê xwe Tuxrul Beg[11] ji Kermanê[12] derbasî Hemedanê bû û wê zeft kir. Kirşasf/Gerşasp ibn ‘Ela ud-Dewle[13] gihîşt kurdên Cûreqanî û Ebû Şewk jî ku hingê li Dînewerê bû dev jê berda, çû Qermîsînê û Niyal/Yenal jî ew der tev zeft kirin. Ew li pey Ebû Şewk çû Qermîsînê ku Ebû Şewk jî ji wê derê rabû çû Hulwanê û dev ji leşkerê xwe yên deylemî û kurdên şadincanî giş berda. Niyal çû bi carekê dest danî ser wê derê jî û ew talan kir.

Di nav leşker de şer derket û peşkên wan çûn li Hulwanê gihan Ebû Şewk, ew rabû wî rahişt mal û eyalê xwe û ji wê derê bir keleya Seyrewanê. Dû re Niyal/Yenal derbasî Seymereyê[14] bû ew jî vegirt, talan kir û êrîşî kurdên cînarê wê derê yên Cûreqanî kir û ew jî têkbirin. Heçî Kirsaşf ibn ‘Ela ud-Dewle ku hingê li cem wan [Cûreqaniyan] bû, xwe avêt welatê Şehab ud-Dewle[15] û xelkê wê [Cûreqanê] jî li welatan belav bûn.

Niyal/Yenal di dawiya meha şabanê de gihîşt wê derê (Hulwanê), dest danî ser û bi xaniyê Ebû Şewk re ew der tev şewitandin. Birrek ji xuzîyan[16] li pey hinek ji wan çûn, li Xaniqînê[17] gihîştin wan, ew talan kirin û ji wê rojê ve xuzî li navçeyê belav bûn.

Ebû Şewk û birayê xwe Mihelhil ji hev re name rê kirin. Hingê kurê Ebû Şewk Ebû Feth di zindana Mihelhil de miribû, wî kurê xwe jê re şand û sond xwar ku ne wî ew [kurê Ebû Şewk] kuştiye. Ger bê îzbat kirin ku wî ew kuştiye, bira ew jî ji ber heyfa kurê xwe ve Ebû Xenaîmê [kurê Mihelhil] bikuje. Wî jî ev yek pejirand, pê razî bû û li ser xweparastina ji Niyal li hev hatin.

Hingê Ebû Şewk, ji bilî keleya Dorbelûnê,[18] dest danîbû ser hemî milkê birayê xwe Serxab û ji ber vê yekê jî ew ne li hev bûn. Serxab rabû çû Bendenecîynê ku hingê Sadiyê kurê Ebû Şewk lê dima, Sadî ji wir derket çû Ebleyê[19] û wî [Serxab] jî ew [Bendenecîynê] talan kir.

 

Mirina Ebû Şewk û desthilata birayê wî Mihelhil

Ebû Şewk Faris îbn Mhemed di sala 437/1045an de li keleya Seyrewanê mir û birayê wî Mihelhil ket şûna wî. Kurdan, berê xwe ji biraziyê wî Sadî îbn Ebû Şewk[20] zivirand û li dora wî civiyan; ew [Sadî] jî rabû çû cem Niyalê/Yenalê birayê Tuxrul Beg û welatê xwe pêşkêşî wî kir.

Dema Mihelhil piştî mirina birayê xwe [ew der] vegirtin, Niyal jî ku hingê ji Hulwanê çûbû, Bedir îbn Zahir îbn Hîlal îbn Bedir îbn Hesenwî[21] danîbû ser Qermîsînê.

Mihelhil di sala 438/1046an de çûyê, Bedir reviya û wî ew der jî zeft kirin. Wî [Mihelhil] kurê xwe Mihemed jî şande Dînewerê ku hingê leşkerê Niyal jî li wê derê bû, wî zora leşkerê Niyal bir û dest danî ser Dînewerê jî.

 

Destdanîna Sadî ibn Ebû Şewk ser aqarê malbata xwe ji bo selçûqiyan

Dema ku Mihelhil Piştî birayê xwe Ebû Şewk bû mezin, hingê bi diya Sadî re zewicî û wî hogirî xwe kir. Hingê kurdên şadincanî jî cira xwe jê re nexweş kirin û wî jî Sadî şand cem Niyal/Yenal. Ew çû li Şadincanê giha wî û di sala 439/1047an de jî Niyal/Yenal bi wan re leşkerê xuziyan jî rêkir. Ew pêkve çûn, wan dest danî ser Hulwanê û li wê derê li ser navê Îbrahîm Niyal xutbe da xwendin.

Dû re ew ji wê derê vegeriya Mahideştê[22] û apê wî Mihelhil jî hima piştî derketina wî gihîşt Hulwanê, dest danî ser û xutbê ji ser navê Niyal birrî. Sadî ji wê derê dageriya ser apê xwe Serxab, êrîşî wî kir û koşka wî talan kir, ji wir jî bi hevalên xwe ve çû Bendenîceynê, nazirê Serxab girt û ew der jî talan û tajan kir. Serxab bi xwe hilkişiya keleya Dorbelûne û Sadî jî zivirî Qermîsînê.

Mihelhil kurê xwe Bedir şand ser Hulwanê û dest danî ser; Sadî jî rabû çû leşkerê ku pirên wan xuzî bûn da hev û car din çû, wî Hulwan bi paş ve sitand û berê xwe da apê xwe Mihelhil. Ew li Tîranşahê[23] ku keleyeke Şehrezorê bû gihîşt wî, xuziyan wan herêmên din tev talan kirin, wî jî digel serdarê Niyal, Ehmed ibn Zahir dora Tîranşahê pêça. Pişt re xuziyan Hulwanê jî talan kir û Mihelhil jî xwest ku here biraziyê xwe, lê ji wan westiya bû.

Di pey de Sadî bi şertê ku ew pê re here dora keleya Dorbelûnê ku Serxabê apê wî lê dima, bigire, Bendeniceynê da Ebû Feth ibn Darim[24] û ew bi hev re çûn ser wê. Riya wê pir asê bû, ew ketin geliyekî teng û jê derneketin. Sadî, Ebû Feth û giregirên din tev hatin hêsîr kirin, lê xuzî piştî ku dest danîn ser bendenicînê dîsa zivirîn.

(dûmayîk heye)

Riataza

[1] Bekûra: mixabin ku min di çavkanîyên ber dest de devereke bi vî navî nedît.

[2] Deqûqa/Daqûq: bajarekî navbera Erbil/Hevlêr û Bexdayê ye û navenda qezaya Deqûqayê (wîlayeta Kerkûkê) ye, el-Muncid, b. n., 279; Yaqût, Mu´cem,b. n., 2/523.  

[3] Serxab/Surxab ibn Mihemed: ew Serxab ibn Mihemed ibn Enazê hîmdarê xanedanîya enezîyan/enazîyan/yarîyn bû ku piştî birayên xwe Ebû Şewk û Mihelhil xwestibû dest deyne ser deshilatê, lê çawa ku dê ji jêr jî bê zanîn gîsinê wî û birazîyê wî Sadîyê kurê Ebû Şewk li hev qelibîn û bi hev ketin ta ku bû sedemê spartina desthilatê bo selçûqîyan û dawî lê anîna xanedaniyê. Baba Merdûxê Rûhanî, Tarîxu Meşhiri Kurd, Sirûş, Tehran, 1371, 2/102.

[4] Bendenîceyn/Bendenîcan: li gorî Hemzeyê Isfehanî ev navê devereke Iraqê bi navê Wendenîgan bû ku hatîye erebîzekirin. Ew herêmeke navdar e ji herêma Çîya ku dikeve hêla Nehrewana Sewada Iraqê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/592. 

[5] Celal ud-Dewle: Ev Celal ud-Dewle ibn Beh ud-Dewle ibn Biweyh û birayê Mişeref ud-Dewle Ebû Elîyê deshilatdarê ser Bexdayê bû ku gava di sala 416/1025an de miribû jî dîsa li Bexdayê li ser navê Celal ud-Dewleyê birayê xwe xutbe dabû xwendin. Bnr. Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1812.  

[6] Sîrwan/Seyrewan: bajarekî herêma Masebzanê ye ku dikeve Welatê Çîya. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/296.

[7] Keleya Bîzazşahê: mixabin ku di çavkanîyên berdest de keleyeke bi vî navî nehat dîtin, lê bajarokek bi navê Bezaz heye ku di navbera Mezar û Besreyê de li ser kevîya çemê Meysanê dikeve ku dibe keleyeke wê derê be. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/486.

[8] Ebû Qasim îbn ‘Iyad: mixabin di çavkanîyên berdest de min bi vî navî kesî nedît, lê di Ibn Esîr de nêzîkî vî navî ´Ekbere ibn Ehmed ibn ´Iyad, Ebû Dilef Qasim ibn Mihemedê Cawanî û Elî ibn Qasimê Kurd hene, lê dibe ku ev apê ´Ekbere ibn Ehmed ibn ´Iyad be. digel vê jî dîsa min tu agahdarî li ser wan nedîtin. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 278, 282.

[9] Sende/Sinde: keleyeke asê ji yên herêma Çîya ye ku dikeve hêla çîyayên dora Hemedanê, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/304.

[10] Ibrahîm Niyal/Yenal: li gorî Ibn Esîr Ibrahîm Yenal e ku rastîya wê jî ev, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/270 û yên pey, sal 337. Ew Ibrahîm Yenal Begê birayê Siltan Mihemed Tuxrul Begê ji bavê ye ku lawên Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak in. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236, 257.

[11] Tuxril Beg: Mehemed Tuxrul Beg  (m. 455/1063) ibn Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak e ku piştî birayê xwe Dawid bi temamî bûye desthilatdar û bi pêş ketiye heya ku Faris, hinek ji Xorasanê û beşeke mezin ji Kurdistanê kêm zêde ket bin destê wî û pê ve çû heya Iraq û Bexdayê û bû siltanê Xwelîfe ku payeya mizin ya piştî xelîfetîyê bû. Ew paşê ji bo ku kurek jê re bibe û bibe mîratxwirê Xelîfetîyê bi keça xelîfe re bi zor zewicî, lê belav e ku xêlîya wê venekirye. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236 û yên pey, 322, 357, 360.

[12] Kerman: wîlayeteke fireh ya navbera Faris, Mekran, Sicistan û Xorasanê ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/515.

[13] Kirsaşf/Gerşasp ibn ‘Ela ud-Dewle: ew ´Ela ud-Dewle Ebû Kalicar Gerşasp ibn ´Ela ud-Dewle ibn Mihemed bû ku li ser navê bavê xwe li Hemedan û Nehawendê hikim dikir û hingê bavê wî jî li Isfehanê bû. Gava Bavê wî mir û Zehîredîn Fermirz ibn Ela ud-Dewle ibn Mihemed hat ser hikim, wî mezinatîya birayê xwe Feramirz qebûl nekir û xwe desthilatdar ragihand. Bnr. Merdûx Rûhanî, b. n., 2/105-110; Mehrdad Izady, b. n., r. 105; Islam Devletlerî, b. n., r. 225.

[14] Seymere: devereke navbera welatê Çîya/[Kurdistan] û Xûzistanê ye û bajarekî Mihrîcan Qezeqê ye. Herweha navê devereke Besreyê jî ku dikeve ser devê çemê Me´qelê û navê çend gundan e. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/498-99

[15] Şehab ud-Dewle Ebû Fewaris Mensûr ibn Hesen: ew Şehab ud-Dewle Ebû Fewaris Mensûr ibn Hesen ibn Elî ibn Dibeysê Esedî (m. 450/1058) ye ku yekî mêrxas î jêhatî bû û xwedîyê Cezîreya Dibeysiyan ya nêzîkî Xuzistanê bû ku di sala 419/1028an de dest danîbû ser û heya mirina xwe jî lê ma. Bnr. Ziriklî, E´lam, b. n., 7/299.

[16] Xuzî/oxuzî: êleke/qebîleyeke tirkan e ku di sedsala 9an de ji Asiya Navîn ber bi rojava ve hatine û yek ji pêşdaketîyên wan jî bavê Ehmed ibn Tûlûn bûye. Bnr. el-Mincid fî l-E´lam, b. n., beşa agahan r. 506.

[17] Xaniqîn: devereke ser rîya Hemedanê ye ji hêla Bexdayê ve ku navbera wê û Qesra Şêrîn gava meriv diçe hêla Çîya, şeş ferseng (36km) in û yek ji deverên Çîya yê nêzîkî Şehrezorê ye. Yaqût. Mu`cem, b. n., 2/389.

[18] Dorbelûn: Li gorî Ibn Esîr Derdêlewî/Dizdêlewî ye, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/272, sal 337, lê mixabin ku li ser yekê ji wan jî tu agah nehatin dîtin.

[19] Eble: devereke li ser kevîya Dicleya Besreyê li goşeyê xelîcê ku diçe ser bajarê Besreyê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/99.

[20] Sadî Ibn Şewk: ew Şerf ud-Dewle Sadî ibn Ebû Şewk Faris ibn Mihemed ibn Enaz/Enez e ku piştî bavê xwe xwestîye bê ser desthilatê, çawa ji vê derê jî tê zanîn lê apê wî Mihelhil çendî ku bi xirecir be jî desthilatê nedayê, lê piştî wî êdî ew hatîye ser hikim ku hinek gengeşeyên wî bi Ibrahîm Yenalê birayê Tuxrul Begê selçûqî re jî çêbûne. Bnr. M. E. Zekî, b. n., 2/126-130; Baba Merdûx Rûhanî, b. n., 2/199-103; D. Ferest Mer´î, el-Imarat ul-Kurdîye, fî ´Esri l-´Ebasî yi-Sanî, Spirez, Dihok, 2005, r. 403. 

[21] Bedir îbn Zahir/Tahir îbn Hîlal îbn Bedir îbn Hesenwî: piştî kuştina Tahir ibn Hilal ibn Bedir ya sala 406/1016an desthilata vê malbata kurd êdî ber bi dawî ve hat û qut bû, lê ev Bedirê kurê Tahir li dor sih sal pişt re derket holê. Çunkî di sala 437/1046an de Ibrahîm Yenalê Selçûqî ku hingê mezinê oxuzîyan bû desthilatdarîya Dûnewer û Kermanşahê dayê û ew xwestiye ser desthilata Hulwanê jî ku hingê ya Mîrê Enazî Ebû Şewkê kurê Ebû Fetih kurê Sadîyê kurê Ebû Şewkê kurê Mihemedê kurê Enaz bû. Bnr. D. Ferest Mer´î, el-Imarat ul-Kurdîye.., b. n., r. 217.

[22] Mahideşt/Mayideşt: keleyek û devereke hêla Xaniqînê ye li Iraqa niha, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/59.

[23] Tîranşah: Çendî ku di tekstê de Tîrazşah e, lê xwiyaye ku şaşîya çapê ye, rastîya wê weke me nivîsî Tîraşah e ku bajarekî herêma Şehrezorê ye, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/76.

[24] Ebû Feth ibn Darim/Deram: mixabin ku di çavkanîyên berdest de tu agah li ser nehatin dîtin. Lê di Ibn Esîr de Ebû Feth ibn Weram heye ku mezinê kurdên cawanî bûye û ji wan re malbata weramî hatiye gotin. Çawa dixwiyê ev ew e lê weke gelek navên cih û kesên din jî yan di çapê de yan jî di nav demê de hatibe guhartin ku di vê kitêba Ibn Xeldûn de gelek caran berê jî hinek tevlîhevîyên weha derbas bûn. Bnr. Ibn Esîr, el-Kmil, b. n., 8/361, sal 455; Abdulreqîb Yûsyf, Dewlet ed-Dostikîye fî Kurdistan el-Wista, Kurd Press, Beyrût, 1996, 1/108.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev