Kokteyla bi ala Kurdistanê

Kokteyla bi ala Kurdistanê

Ez bi fahmê neviya xwe Zana, ku ji serxwebûna ala Kurdistanê ra xwedî derketiye, serbilind im!

Kemal Tolan

Neviya min Zana Tolan (vêga 9 salî ye), îsal di 29.06.2017 de ji bo bîhnvedana xwe ya Havînê, 10 rojan çûye girava Rhodos’ê.

Carekê hinga ku Zana li qahwexaneya Hotelê rûdinê, ji „garson“ ra dêje, ji kerema xwe „Kokteyl”ekê (ev vexwarineke ava fêkiyê cemidandî ye) ji min ra bîne!

Gava garson „Kokteyl”eke ku ala Almanî di nav de çikandiye tîne, li ber Zana datîne, Zana dêje garson, na ez dixwazim ku tû ala Kurdistanê di nav „Kokteyl”a min de biçikînî .

Garson li Zana dinêre, vedigere diçe aleke Kurdistanê tîne û di nav „Kokteyl”a Zana de diçikîne.

Zana dêje garson, spas ku ala Kurdistanê jî li cem we peyda dibe û „Kokteyl”a min weha hêjî xweștir bû!

Hinga min bihîst ku neviya min, a ku temenê wê hêja neh salî ye, weha ji serxwebûna ala Kurdistanê ra xwedî derketiye, ez gelekî dilxweș bûm û dêjime dê-bavê Zana jî gelek spas, ku we keça xwe bi van hestên olî û netewî perwerde kiriye.

Hêvîdar im ku Zana di saxî û armancên xwe de timî weha serketî be!

 

Ji malpera Riataza:

Em hêbîvar in hemû zarokên kurdan çav bidine vê zaroka kurda êzdî ku bi ruhê welatparêzîya kurdîtîyê va hatîye perwedekirin. Sipas ji bo dê û bavê wê û kalikê wê, nivîskar û lêkolînerê navdar Kemal Tolan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Kemal Tolan

    Gelek spas birayê ezîz Têmûrê Xelîl û tevaya berpirsyarên krd.riataza.com ’ê yên rêzdar!
    Ez zahf dilxweșim ku, hûn agahdarî- nêrînên min disopînin , dipejirînin û carnan jî wan li ser malpera xwe û di rojnma krd.riataza.com ’ê de parvedikin!
    Xwedê bi saxî û serketinên we ra be!

Şirovekirin hatine girtin.