Kurdên seranserê cihanê bi kelecan pêşwazî li biryara rêfêrêndumê dikin

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 25

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro derbarê serxwebûna Kurdistanê, rewşa siyasî ya niha li Kurdistanê, derbarê helwesta dewletên herêmê û Cîhanê di pêvajoya serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê da ye.

Di vê derbarê de me xwest ra û nihêrînên Serokê Komela KOMKAR-Swêd, endamê komîteya HAK-PARê li Swêde (Partîya Maf û Azadiyan) birêz Haluk Özturk bigihînin radyoguhdarên xwe.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê birêz Haluk Ozturk.

Jînenîgarî:

Haluk Özturk di sala 1956a de li Agiriyê, qeza Dutaxê, gundê Qereqê hatiye dunyayê. Li gundê Berdavê dest bi xwendina dibistana seretayî kiriye. Dûra li Agiriyê dibistana navîn û li Wanê gîmnazîya xwendiye. Di sala 1979an de hatiye Swêdê û li Stokholmê dijî. Piştî xwendina Dibistana Bilind ya Mamostetiyê ya Zanîngeha Stokholmê, ji sala 1986a heta îro li dibistanên şaredariya Stokholmê mamostetiya zimanê zikmakî (kurdî/kurmancî) dike. Xebat û berhem: Wek redaktorê berpirsiyar ê kovara Roja Nû (1978-2001) û Weşanxana Roja Nû (1980-2012) kar kiriye.

Di serweriya Komela Kurdan ya herî kevin li Swêdê (1976) KOMKAR-Swêdê de -ku nuha jî komeleyeke çalak e- cî girtiye. Vêga serokê komeleya KOMKAR-Swêdê ye. Hêjayî gotinê ye ku KOMKARÊ di nava 35 salên derbasbûyî da wek navendeke çanda kurdî ya li dîasporayê, gelek xizmetên hêja kirine. KOMKAR-Swêdê, bilî weşandina kovara ’’ROJA NÛ’’ ku di navbera 1978-2001a da hatîye weşandin, di sala 1980 da weşanxaneyek bi navê ’’Weşanên Roja Nû’’ vekir û bi qasî heyştê pirtûkên kurdî û yên ser ziman, dîrok û edebîyata kurdî weşandiye. Di nav wan da 7 pırtûkên Cegerxwîn, romanên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Eskerê Boyîk, Kemal Burkay û gelekên din…

Haluk Özturk 30 salan di karê weşangerîyê de berpirsiyarî û redaktorî kirîye. Bi nasnavên cuda (Xalit Lezgîn, Azad Nûbar, R.Ararat û hwd.) bilî Roja Nû, di gelek rojname û kovaran de (wek ; Azadî, Hêvî, Ronahî, Roja Teze, Dema Nû, Dengê KOMKAR, Berbang û Deng) nivîsîye. Di amadekirin û derxistina pirtûkên dibistanê de jî xebitiye. Bi navê “Peyvên Me-Hêşnayî û Heywan” (1994), ”Şagird diçin dibistanê” (2002-bi hevkariya çend mamosteyên din), Kurdî-Kurmancî (2014), Heywan (2014) û pirtûkeke zarokan bi navê “Mam Xidir diçe warê hirçan” (Çîrok, 2011) berhemên wî hatine çapkirin. Dervayî van pirtûkeke helbestên Kemal Burkay bi navê “Berf fedî dike” wergerandiye zimanê swêdî (2010). Di Komeleya Nivîskarên Kurd de jî xebitîye û du salan serokatiya komeleyê kiriye. Di rêvebiriya Komîta HEVKARÎ ya hêzên siyasî yên Kurdistanê de cî girtiye û dewrekê serokatiya wê kiriye.
Haluk Özturk zewıcîye, 3 zarokên wî hene. Vê demê di gel malbeta xwe li Stokholmê ya paytexta Siwêdê dijî.

Birêz Haluk Özturk re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Stokholmê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Serokê Komela KOMKAR-Swêd, endamê komîteya HAK-PARê li Swêdê birêz Haluk Özturk bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev