Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ax û sînorên Kurdistana Azirbêcanê

Ax û sînorên Kurdistana Azirbêcanê

Me di 97 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa bi sernavê “Ax û sînorên Kurdistana Azirbêcanê” raberî we bikin. Berdewama wê emê piştî heftêyekê raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -98 

Niha em li ser wê pirsê bisekinin, çika ew çi herêm e, ku bi biryara PK Azirbêcanê sala 1923a hate binavkirinê Kurdistan û bû otonom? Gelo xerîta wê ya gêografî çawan e? Bin gotina Kurdistan an jî herêma Kurdistan da dihate fêmkirin ew ax, ku Azirbêcanê dabû kurda bona ew bi xwe serokatîyê li xwe bikin û ew herêma otonom sala 1929a ji holê hate rakirinê, bû qeza, ku tê da çar navçe hebûn: ji bakûr heta başûr: Kelbecar, Laçîn, Kubetli û perçekî navça Cebraîlê.

Sînorên qeza Kurdistanê ya berê dikete di navbera gêdûka Mûrovdaxê û besta Gencîyê. Kurdistan ji alîyê çemê Kengûr-Alangezê da ser sînorê qeza Nor-Bayezîdê bû, ku dikete di nav axa Ermenîstanê. Ji başûr-roavayê sînorên wê bi navçeyên Şarûr-Derelegezê û Zangêzûrê ra (KSS Ermenîstanê) hebûn.

Ji alîyê başûr-rohilatê va çemê Akerê bûbû sînorê wê û qeza Cebraîlê, û ew sînor ji gundê Efendîler va destpê dibû, dihat digihîşte heta çemê Mîlhelewê, ku ew jî dikete nava çemê Akerê. Alîyê mayîn da jî sînorê Kurdistanê bi Qerebaxê ra jî hebûn, ji başûr-rohilata çemê Akerê bigre, were hetanî gêdûka Mûrovdaxê. Perçê Kurdistanê yê bakûr çiyayî bû. Çûyîna navçeyên bakûr, xwesma navça Kelbecarê, pir zehmet bû û bi xeter bû jî. Başûrê wê, ku navçe Kubetlîyê li wir e, ser sînorê herêma rex çemê Erez bû.

Şertên Kurdistanê yên gêografî mora xwe li ser taybetîyên evê qeza Kurdistanê xistine û tesîra xwe li ser jîyana binecîyan û rengê evê herêmê bi tevayî kirîye.

Êkspêdîsyonê piranîya wextê xwe li ser lênihêrandina du navçeyên qeza Kurdistanê xerc kir – Laçînê û Kelbecarê, wextê mayîn jî da herêma Naxçiwanê, ku ser sînorên wê, yên li rex çemê Erez, kurd lê diman. Di nivîsa xwe da emê piranî li ser kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê bisekinin, ji ber di nav jîyana wan û kurdên Naxçiwanê da ferq heye û ew di nav kurdên Azirbêcanê da cîkî taybetî digrin.

 

Strûktûra malhebûnî ya Kurdistanê

Pirsa pêşin, ku di dema bi wan esera ra (rêzûltat, mefa) dibî nas, ber te radiweste (xwesma dema bi xebatên Çûrsîn û piranî jî yên V.Gûrko-Kryajîn ra dibî nas), ew çareserkirina problêma derheqa strûktûra malhebûnî ya Kurdistanê da ye, ku V.Gûrko-Kryajîn bi wê fikrê va bi awakî erênî hel kirîye, ji ber ku rast texmîn kirîye, ku di jîyana koçerîyê û nîvkoçerîyê da karê kurdên qeza (devera) Kurdistanê yê sereke ew heywanxwedîkirin bûye.

Ev taybetîya cûrê jîyana malhebûnî, ku meriv dibê qey tenê bal kurdên Azirbêcanê heye, ji bo V.Gûrko-Kryajîn usa hewaskar bû, ku ewî sala 1929a di nivîseke xwe da ew cûrê jîyanê himberî cûrê jîyana koçerên Afxanistanê kirîye.

V.Gûrko-Kryajîn, ku jîyana kurda û afxana ya koçerîyê daye ber hev û ji bo himberîhevkirinê jî berhema akadêmîk Vavîlov ya derheqa xwelîbêcerkirinê li Afxanistanê da bi kar anîye, di gotareke xwe da ha nivîsîye: “Akadêmîk Vavîlov di xebata xwe ya bi nav û deng ya derheqa karê xwelîbêcerkirinê li Afxanistanê da destnîşan dike, ku ev cûrê pêwendîyên civakî gelekî sadene, ku berê weke 2 mîlyon koçerên heywanxwedîkir dide zozana”. Û dû ra V.Gûrko-Kryajîn xebata Çûrsîn û gotinên çend xebatkarên kurd ji xwe ra dike bingeh û dinivîse: “Wek em dibînin, li Kurdistanê ne kêmtirî Afxanistanê ev pêwendîyên aborî-civakî yên gelekî sade û paşverû hetanî niha jî mane”.

Îdî em derheqa wê yekê da nabêjin, ku ev rêzên ku di nîveka duda ya sala 1929a da hatine nivîsarê, dema ku karê çêkirina sosîyalîzmê li Azirbêcanê gumreh pêşda diçû û li ser dîwana Sovêtîyê li KSS Azirbêcanê ra 9 sal derbaz bûbûn, bi bingehê xweva buxdan e derheqa jîyana aborî-civakî da, ya Kurdistana Azirbêcanê da, û em dibînin, ku cûrê jîyana malhebûnî ya kurdên Azirbêcanê “hinekî” ji ya koçerên Afxanistanê tê cudakirinê.

Em binhêrin çika N.Î.Vavîlov derheqa koçerên Afxanistanê da çi dinivîse(1): “Merî dikare ji destpêka havînê hetanî dawîya wê mêze bike, ku çawa milet bi rê û şiverêyên Afxanistanê, ji rohilatê, ji navbendê û başûr berê xwe didine zozana.

Bi seda merî barê xwe li ser deva, hêştira, hespa, guhdirêja (kera) barkirî, bi xwe jî peya ji başûr berê xwe didine bakûr. Tu dibêjî qey binecîyên gelek navça ji xelayê û birçîbûnê ji cî û warên xwe şihitîne û bûne mihacir, dane ser rê, ku nanê zikê xwe peyda bikin.

Tu welatekî mayînî usa tune,- çend rêza li jêr wê ew dinivîse,- ku perçekî miletê wî yê pir hertim ji cî û warên xwe rabe û ji bo demekê here ser axeke din kon û çadirê xwe vegire û bimîne. Eva bi rastî jî cûrê jîyana koçerîyê yê paşketî ye, ku ne tenê zirarê dide garana dêwêr û kerîyên pêz, lê herweha xwelîbêcerkirina welêt jî”.

V.Gûrko-Kryajîn welatekî usa yê mayîn jî hinartîye (ber xwe derxistîye). Hela serda jî, bi bawerîya wî, ew welat bi wê yekê va jî tê cudakirinê, ku xênji cûrê malhebûna koçerîyê yê paşketî, rewşa aborî-civakî jî şûnda maye. Em bi kurtî li ser “ecêba” pêşin ya ku Gûrko-Kryajîn dîyar kirîye, bisekinin û mêze bikin ka rewşa civakî ya kurdên navçeyên ku me li wan dera lêkolîn kirine, çawan e.

Gelo li ser axa Kurdistana berê zozan hene? Dema ku havîna milet ji Şûşîyê destpê dike, bi riya Şûşî-Laçînê bi barê xwe berê xwe dide Kurdistanê, usa tê texmînkirinê, ku koçerî karê binecîyên wan navça yê sereke ye. Lê di rastîyê da ne usan e û gerekê ew yek jî bidne ber çeva, ku zozanên Laçînê (Lul-per) û Kelbecarê ne tenê ji bo binecîyên der-dorê wan in. Gelek binecîyên Azirbêcanê yên mayîn jî têne vira, ku li deşt û arana dijîn, ji ber ku havîna li wir pir germ e, li gelek cîya jî av tune, teva wan dera usa diqijilîne, ku şînkayî û debara heywana dişewite. Koçerên Mûxanê, yên ji bestên Mîlê û Qerebaxê jî têne van dera û ne tenê havîna. Binecîyên ji qebîla Efşara çend sed kîlomêtra didine ber xwe û bi neferên mala xwe û heywanên xwe va tevayî ji Exdamê û Berdê dertên û di nav 2-3 meha da tên, digihîjine zozanên rex çemê Kurrê.

Hewa hênik, best û beyarên bînxweş, kanîyên avilheyatî binecîyên Azirbêcanê berbi xwe dikişînin. Wek xuya ye, ev hemû bûne sebeb, ku V.Gûrko-Kryajîn Kurdistanê himberî Afxanistanê kirîye.

Ev warên buhuştî V.Gûrko-Kryajîn ewqas kor kirîye, ku ew tiştê ku tenê hinkûfî jîyana koçeran e, bi temamîya binecîyên Kurdistanê va daye girêdanê. Em wê yekê înkar nakin, ku heywanxwedîkirin ji bo navça Laçînê karekî giring e, lê ji bo navça Kelbecarê jî hema bêje karê yekemîn e. Lê rol û kemala wê hindava van herdu navça da jî di jîyana malhebûnî da ne wekehev in.

Em bêjin, ku di navça Laçînê da ne tenê heywanxwedîkirin cûrê jîyanê yê sereke ye. Vira binecî bi xwelîbêcerkirinê va girêdayî ne, hela ser da jî, li wan gunda, ku kurd lê pirtir in, xwelîbêcerkirin ser heywanxwedîkirinê ra ne. Wek mînak, li gundên Axcekendê, Bozluyê, Mîrikê, Kemallîyê, Çeraxluyê, Kelecê, Qere-Keşîşê, Zêrtîyê rewş usan e. Ew yek li Mînkendê jî usan e, ku gundê navça Laçînê yê herî mezin e û wî çaxî kemala wî pir bû di nav jîyana malhebûnî ya wê navçê da.

Axa ku serê her malekê ra kivş kirine, ji 4-4,5 hetanî 6 hêktaran e û em wê jî bêjin, ku ji bo bêcerkirina xwelîyê aletên here kevnare têne bikaranînê. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev