XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -2

XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -2

Nivîskarê me, lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) nivîseke balkêş ji çar beşan taybet ji malpera me ra şandîye. Beşa wê a pêşin me berî çend rojan çap kir, îro em beşa wê a duduyan raberî we dikin. Çavnihêrîya du beşên din bikin.

 

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed: Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, C. II.

Kurmancîya wê: Zîya Avci

 

BEŞA DUDUYAN

Me di beşa yekê vê geşta xwe de behsa wan zanyariyên bi qîmet kir ku rewşenbîrekî kurd ê zîrek û gelek hişyar ê girêdayî ingilîzan, di raporên xwe yên nehênî yên di derbarê çalakiyên Komeleya Xoybûnê de di nav kurdên Iraqê de, li derûdora dawiya salên bîstî pêşkêşî dezgehên taybetî yên Brîtaynayê yên li bajarê Silêmaniyê kirine. Ew roparnivîsê me, ku endamê Xoybûnê û Komeleya Zerdeşt bûye, di nêzîk de peywendiyên wî bi hejmarek rêberên kurdan re hebûye, bi taybetî bi Şêx Mehmûd re û gelek zanyariyên bi feyde di derbarê tevgera wî de daye ingilîzan, ku îro hemû bûne çavkanîyên eslî yên gelek bi biha ji bo lêkolîna wê tevgerê.

Di eynî dosya hejmara 23/414an de, beşa çarem, X/M 4583yan a wezareta firokevanî ya Brîtanyayê de ku ji bo behsa beşek “Tevgera Neteweyî ya Kurd” di dawiya sala 1928an û despêka sala 1929an de amade kiriye, du nameyên bi destxet yên gelek girîng tê de ne ku yek ji wan Komeleya Zerdeşt şandiye Pîranê ji Şêx Mehmûd re. Ya duduyan şandiye Merîwanê ji Mehmûd Xanê Kanîsanan re. Rapornivîsê me, karê rast û Xwedêjê razî be, beriya nameyan bigihîne ciyê wan, herduyan gihandine destê karbidestên ingilîzan ku wêneyek ji bo xwe li ber bigrin û vêca ji xwe re hêdî hêdî bêyî perwa û bêyî tirs, roja 30yê îlona sala 1928an ber bi Pîran û Merîwanê bikeve rê. Nameya Şêx Mehmûd bi destxetê Celal Saib hatiye nivîsandin ku ew birayê Mistefa Saib ê serokê liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê bû (Celal Saib, bavê hunermenda naskirî yê Şemal Saib e). Ez dûr nabînim rapornivîsê me ji xwe re hemû name veguhestinan ji bo ingilîzan nivîsandibe, ji ber ku destxetê hemûyan û ew raporên taybetî yên di derbarê rewşa Silêmaniyê de pêşkêş kirine û di eynî dosyayê de hatine parastin û em ê di beşa dawiyê ya vê zincîr gotarê de behs bikin, hemû wekî hev in: ne dûr e di nav kalên kurdan de kesine hebin wan destxetan û xwediyê wan binasin, her çend hevalê min ê mezin, yek ji wan du-sê kesên naskirî yên bajêr in.

Li gor belgeyên ingilîzan Komeleya Zerdeşt, beriya dawiya sala 1928 hatiye damezirandin, her çend em ê di beşa bêyî vê gotarê de behs bikin, li gor yek ji wan belgeyên Komeleya Zerdeşt bi xwe ku di nav eynî dosyayê de ye, ev komeleya han di sala 1926an de hatiye damezirandin, ev ciyê gumanê ye. Her çi hal be, wisan dixuyê li ser helwêstê li hemberê Asuriyan û rêkevtin bi hukumetê re di nav rêberên komele û rêxistinên kurdên wî wextî de dijîtiyeke zêde peyda bûye. Grubek endamên wan nêxistinan di bin rêvebiriya Îsmaîl Heqî Şawes de komeleke nû ya navê wê Komeleya Zerdeşt damezirandine. Li gor wan zanyariyên ku heta niha bi destê min ketine, wisan dixuyê ev komeleya me hinek tund û tûj bûye, lê di eynî wextî de rast, ji xwe razî û pêdagirtina ciyê wî Buhûşt ya Îsmaîl Heqî Şaweys di muameleyên wê de rengê xwe wergirtiye. Hêjayî gotinê ye, navê Îsmaîl Heqî Şaweys gelek caran di nav belgeyên ingilîzan de ducarî dibin.

Nameya Komeleya Zerdeşt ji Şêx Mehmûd re rûpeleke hecma wê mezin e û naveroka wê ji 29 rêzan pêk hatiye. Li ser rûyê nameyê nivîsandiye: “hejmar 2469, roj 1 rebî’ulaxir 1347” ku dike 17yê îlona sala 1928an. Lê li jêrê nameyê nivîsandiye: “Silêmanî 28 rebî’ulewel 1347” ku dike 16yê eynî mehê û eynî salê. Yanî 16yê îlona sala 1928an. Ev jî teksta nameyê ya awayê nivîsandina îro ye:

“Bo hezretê ‘alî cenab Şêx Mehmûd dame iqbal û hu. Be heseby eweyî ke cenabtan serkirde we zatikî gewreyî kurd in, be nawê kurdayetîyewe be’zê qezîye heye ‘erztany ekeyîn ke zor arezû reca ekeyn be ehemmiyet temaşayî bifermûn çunke em me’ruzane hî şexsêk nîn we bo yekêk nîn. Em arezûwe hî hemû mîlletî kurd e we em haware be yekdenge, emîn bin le hemû Kurdistanewe ye le ber ewe le pêş hemû şitêk da zor tikatan lê ekeyn ke zor ehemmîyetî bidenê”…

Komeleya Zerdeşt di nameya xwe de bi germî daxwaz ji Şêx Mehmûd dike bi tu awayî bi hukumetê re li hev neke, ji ber ku wekî dibêje, niyaza wan bi kurdan re ne pak e. Ji ber vê “em ku çend ferdek in ji efradên vî miletî ku cenabê we mezinê wê ye, em li ser navê hemû miletê rica dikin ehemiyetê bidin van daxwazên me û ev tenê riya emel û heyata me ye”.

Di dawiya nameyê de nivîsandine: “bi navê hemû miletê kurd Cem’îyeta Zerdeşt” û di binê wê de jî gotiye: “suretek ji bo sekreter û mu’temedê giştî yê Komeleya Zerdeşt li Bexdadê li ser emir û tehrîrata Merkeza Umumî, hejmar 3109, roj 9 îlon 1928”.

Herçî nameya Komeleya Zerdeş ji bo Mehmûd Xanê Kanîsanî li Merîwanê ye, bi farisî û bi destxetê Mistefa Saib bi xwe ye. Ev nêzîkî du rûpelên hecma wan mezin e. Teksta naveroka wê jî 53 rêzên dagirtî ne. Li serrûyê nameyê nivîsandine: “hejmar 2486, roj 10 rebî’ulaxir 1347” ku dike 26ê îlona sala 1928an. Di dawiya nameyê de jî bi kurdî nivîsandine: “suretek bo sekreter û mu’temedî ‘ami Cem’îyetî Zerdeşt li Bexda li ser emir û tehrîra Merkezî Umumî, hejmar 3157, roj 17yî îlona 1928an”.

Di navbera naveroka herdu nameyên Komeleya Zerdeş de cihêtiyeke mezin tune, ev nebe ku di vê de bi germî Mehmûd Xanê Kanîsanî hewil bide û bixebite da ku bala îraniyan ji bo tevgera kurd rabikêşe, han bide. Sebebê vê jî xwe wekî komeleke siyasî ya kurd ji Mehmûd Xan re dide nasîn. Her wiha Komeleya Zerdeşt wêneyek ji nameya xwe ya ji Şêx Mehmûd re şandiye, ji Mehmûd Xan re şandiye û ev yek jî jê re gotiye ku Pîşderî mijûl in xwe ji bo serhildanê didin hev.

Herdu nameyên Komeleya Zerdeşt pîvan û nirxandineke zêde jê re dixwaze ku di “Rengîn” de bi cih nabin. Evqas heye, wisan dixuyê ew komele di nêrînên xwe de ketiye nav şaşiyeke mezin, bûyerên dawiya salên bîstî û destpêka salên sîyî vê bi ronî nîşan didin. Gelek bi ser re derbas nebû kuştina Simko û alîkariya ingilîzan û Îranê li dijî Şêx Mehmûd zelal kirin ku Îran ne ew alî ye pişt lê bê girêdan.

Demek şûn de rapornivîsê me ji Pîran û Merîwanê vedigere Silêmaniyê û bi xwe bersîva Şêx Mehmûd û Mehmûd Xanê Kanîsanî ji Komeleya Zerdeştê re tîne. Cardin beriya bersîvan bigehîne ciyê wan, ji ingilîzan re dibe ku wêneyek jê li ber bigrin. Ew du bersîv jî tijî ji zanyariyên girîng in ku bi xêr û bêra wî rapornivîsê nebûya wekî gelek rûpelên din ên bi qîmet ên dîroka nû û hevdem ên kurd, dê bi xwediyên xwe re biçûna bin erdê.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev