Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Di êzdayetiyê de jimara heft

Di êzdayetiyê de jimara heft

Xwendevanên hêja, em ji cêrgeya nivîsên xwendevanê me yên derheqa mijareke taybet di bawerî û zargotina me da gotara sisîyan raberî we dikin. Beşa din hûnê piştî çend rojan bixwînin.

 

Şemoyê Memê

Çawa ku di ola êzdiyan de wisa jî di ola yezdaniyan de hejmarên 7 û 3 pîroz in.[1] Êzdiyatî dînekî yekxwedayî ye û wekî dînê cihûyan ji bo miletekî, miletê kurd hatiye dayîn. Êzidî ji bo Yezdan-Xwedê, Êzid dua dikin. Baweriyê bi yek xwedayî tînin û her wiha heft sermelekan dihebînin ku ew sermelek jî ji aliyê Wî ve berî afirîna dinyayê hatine afirandin.

Xwedê ewil Durek durist kir, paşê her heft sermelek afirandin. Piştî hingî Dur pijiqî û bi pijiqîna xwe ronahî anî û ev dinyaya ku em pê dizanin rengand. Dinya mabû ji bo nezareta heft sermelekan. Roja ku Xwedê dest bi afirandinê kir yekşem bû. Wî (vê rojê) sermelek Ezazîl afirand û ew Tawisê Melek e ku “ew mezinê hemûyan e” wek di “Mishefa Reş” de tê gotin. Navên heft sermelekan û temsîlên wan ên ser dinyayê û rojên afirandina wan wiha ne:

 

“Yekşemî      Ezazîl-Tawisê Melek

Duşemî          Derda’îl- Şêx Hesen (Şêxisin)

Sêşemî           Israfîl-Şêx Şems (Şêşims)

Çarşemî         Mika’îl – Şêx Ebû Bekr (Şêxûbekir)

Pêncşemî       Ezraîl – Sicaed-Dîn (Sicadîn)

Înî                   Şemma’îl – Nasired-Dîn (Nasirdîn)

Şemî               Nûre’îl – Fexr êd-Dîn (Ferxedîn)”[2]

 

Li gor xebata Tosinê Reşîd ku ev agahî ji şêxekî kurdê Qafkasê Şêx Rustem wergirtiye, her rojek li ser milyaketekî hatiye parvekirin û ji bo her rojê peywir jî hatine parvekirin. Yekşem roja Şêx Adî ye. Duşem roja Şixisin e, roja xêran, qurbanan, merîfetê, dawetan, eşqê û evînê ye. Sêşem roja Şêxûbekir e, ev roj jî mîna duşemê roja xêran, qurbanan, şahiyan, kêf û evînê ye. Çarşem roja Ezîz Ferxedîn e. Vê rojê divê kincan neşon, dawetan nekin, tevî kebaniya xwe ranezên. Pêncşem roja Şemê; roja kêfê, xwarinê, vexwarinê, eşqê û evînê ye. În roja Cuma Mêran e. Vê rojê haveynê mirovan ji qendîla bihûştê anîne. Şemî roja Nasirdîn e.

Lê Tosinê Reşîd navê van sermelekan dinivîse; Cibraîl, Îzrayîl, Mîkayîl, Dirdayîl, Îzazîl, Şemkayîl û Îsrafîl.[3] Gava ku Xwedê her heft melek afirandin, Xwedê, Melekê Tawis wek serokê wan hilbijart û got; li ber tu kesî pante (secde) nekin. Êzidî bawer dikin ku piştî afirandina dinyayê Xwedê dinya emanetî van heft sermelekan kir. Di qewl û beytên dînî de navê wan “Heft Sur”e.[4]

 

“Padşê min reb il-‘ezet e

Ji ‘ewil’ afirandibû milyaket e

Dana dest wan doj û cinet e[5]

 

Padşê min û her heft suret xewlê ne

Rayekê dikin, êqîn kinyatekê ava bikene.

 

Şembûyê danî esas e

Li îniyê kirin xilase

Be’dî heft sal, heft sur gehîştine doran û kase

 

Heft sur hatin hindavê

Qalibê Adem pêxember mabû bê gav e

Go, ruhê, boçî naçiye nav e.”[6]

 

Heft ezman bi dûxana behrê çêbûne, di Qewlê Zebûnî Meksur de tê gotin;

 

“Heq ware sekinî

Padşê min hêvên havête behrê, behir meyînî

Duxanek jê duxinî,

Her heft ezman pê nijinî”[7]

 

Qewlekî din, di “Qewla Afirîna Dinyayê” de jî tê gotin çardeh tebeq ‘erd û ezman (heft tebeq erd, heft tebeq ezman) bi destê Yezdan hatine afirandin û li ser pişta masî û ga hatiye sekinandin. Di heman qewlê de tê gotin ku Yezdan heft sed sal berî Adem pêxember dinya afirandiye. Wexta ku dinya ji bo pêwîstiyên mirov dikare bijî pêk hat, Yezdan xwîn û can da Adem, ew dem heft sed sal domiya. Li gor baweriyê berî ku şêx Adî bibe serokê êzdiyan heft salan li ezmên xewle bûye.

Li ser serî û rûyê mirov heft nîşan hene. Li gor baweriya êzdiyan, wexta ku Xwedê ji bo çêkirina qalibê Adem ji çar qulbeyan ax da anîn, bi wê axê û avê qalibê Adem çêkirin, li ber bê zuwa kirin û di nava êgir de xarang kirin. Paşê xwestin giyan ber Adem de berdin. Lê giyan nedixwest here nava qêlib, nedixwest ber Adem de bê. Digot; sibehê wê hezar qencî û xirabiyê bike, paşê dîsa bibe ax, ez ê bersiva kirinên wî bidim. (Li ser wê) her heft mêrên dîwanê çûn hundirê qêlib û bangî giyan kir, dîsa neçû. Hingê di hundirê qêlib de def, şivî (amûreke muzîkê) lê xistin û giyan li ber awazên batinê tap nekir û çû hundirê qêlib. Her heft mêr ji qêlib derketin û her yekî nîşana xwe hişt; du çav, du guh, du firnik û dev.[8]

Ev heft mêrên dîwana Şêx Adî ne. Raza her heft milyaketên ezmanan li erdê li ba her heft mêrên dîwana şêx Adî diyar bûne. Ev heft mêr civata êzdiyan bi rê ve dibin. Ev heft mêr ew in; Şêşims, Şêxisin, Şêxûbekir, Şêx Ferxedîn, Şêx Sicadîn, Şêx Nasirdîn û serokê wan Şêx Adî. Şêx Adî ji kirasguherîna Melekê Tawis e. Kesên din ên raza melekên esmanan in li ser erdê.

Yek ji pîroztirîn nîşanên êzidiyan temsîla her heft milyaketan, senceq in. Di berê de heft senceqên wan hebûne. Her senceqek nîşana milyaketekê ye. Lê ji hemûyan re dibêjin tawis. Tawisê Enzel, Tawisê Şingale, Tawisê Helebê, Tawisê Xaltiyan, Tawisê Zozana li devera Hekariyan, Tawisê Miskofa, Tawisê Tewrizê.

Êzidî -wekî zerdeştiyan- kemberekê li dora navika xwe dialînin, jê re Kustî tê gotin. Ew ji 72 tayên hiriyê ango bi qasî hejmara beşên “Yasnayê”[9] ye, tê hunandin. Kitêb ji 72 beşan pek tê û bi zimanê avestayî ji wan beşan re Xaîtî an jî Xataî dibêjin û di nav van 72 beşan de 17 Gata jî hene. Gata helbestên dînî ne û tê bawerkirin ku nivîskarê wan Zerdeşt e. Hejmara 72, xwediyê wateyeke sembolîk e ji bo êzidiyan û di gelek duayên wan de heye. Bo nimûne; “bila Xwedê bê hawara heftê du mileta, paşê were hawara êzdîxanê” yan jî “bila Xwedê riya heftê du mileta rast ke, paşê riya miletê me.” Li gorî tradîsyona êzidiyan, êzidî paşketiyên Adem in (kurê wî Şehîd îbn Cerr). Ji Adem û Hewa 36 cêwî çêbûn û ji wan 72 milet pêk hatin. Her miletek xwediyê zimanekî ye û 72 ziman tên axaftin. Di qewlê Qere Ferqan de tê vegotin;

 

Padşa dibêjtê: Fexro pir wesfet e

Min ji Adem vevartibûn heftî û du milet e

Û heştê hezar xulyaqet e

 

Di nav sifetê dêla Tawis de heft qismet hene. Heft sembola esas û kaniyên kozmîk ên tewrebilind in. Hejmara heft, hejmara xwedêtiyê ye, hejmara tekûz e. Dibe ku her qismetek milyaketekê sembolîze bike. Xuya ye ku qismeta herî bilind û ya navincî Melekê Tawis bi xwe ye.

Di êzdayetiyê de Behr (Ocianus) di mêj de wek sembola zanatiyê hatiye zanîn û hatiye bawerkirin ku tê re heft rê derbas dibin.[10]

 

Behra bi nav ‘emîqe

Wekîlê wê behrê sedîqe

Lew çêkirin her heft terîqe

 

Her heft terîq li wê hebûn

Ew alime li mala me bûn

Ruknêt wan ji rukna zêde bûn

 

Di çîrok û destanên kurdî de hejmara heftê gelek caran hatiye bikaranîn. Di zargotina êzidiyan de jî ev sembol berçav e. Di çîrokên dînî de jî cih digire, wekî di çîroka Siltanî Zeng û Şêx Adî, Bedredîn, Şêx Hesen û Şêx Mend de. Wexta ku Şêx Hesen dînê êzdiyatiyê belav dike, Bedredîn Lûlû, kesê ku wê dewrê atabegê Mûsilê bû, li hember kirinên wî bi tundî disekine û wî dîl dide girtine. Dikin zîndanê û tê vegotin ku rojê heft caran mehkeme pê dikirin û zilm û îşkence lê dikirin. Bedredîn digot ji Hesen re destê xwe êzidiyan berde, ez ê te aza bikim;

 

Heft qedeh jehr e

Şêx Hesen vedixware

Xeberek neda zare.[11]

 

Şêx Hesen gelek salan zilm û tehdê dibîne ji destê Bedredîn Lûlû ku atabegê Musilê bû, lê dergevanek lê azad dike û Şêx Hesen taxa Heraqiya diqeside û diçe mala pîrekê. Heft kurên pîrê ji bo ku Şêx Hesen nekeve destê eskerên Bedredîn, canê xwe ji dest didin.

Wexta ku kesek spartine axê, êzidî dibêjin ‘kirasguherî’, divê roja heftan xêra ewil bidin. Berê heft rojan carekê Cema Mêran berhev dibû. Jixwe hema bêje di hemû olan de hefteyê carekê ji bo perestinê civat li hev dicive.

Cejna Cema Mêran di mala Xwedê, Lalişa Nûranî de pêk tê. Ew di 23’yê Îlonê de dest pê dike û heft rojan didome. Li gor baweriya êzidiyan, wê rojê Melekê Tawis û şeş melekên alîkarên wî, diçine hizûra Xwedê û li ser çarenûsa beniyan dipeyivin. Dîsa heman rojê her heft siwarên dîwana Şêx Adî berhev dibin û li ser karên êzdîxanê dipeyivin. Di cejna Çileya Mêran de qurban tê dayîn û li heft malan tê belavkirin.

Yek jî keyên (padîşahê) Medyayê, Cemşîd xwediyê qedehekê bû, jê re digotin Cama Cem an jî Cama Cemşîd. Dihate bawerkirin ku di vê qedehê de heft felek xuya dibin û tiştekî veşartî li ser rûyê erdê nedima.

 

Di dua û nifiran de jimara heft

Heft car bûna tiştekî pak an jî xirab di dua û nifiran de gelek caran hatiye bikaranîn. Ger heft car be ev bes e û dibe ku ji aliyê Xwedê ve bê pejirandin. Him nifireke mezin e û him jî duayekî pir biqîmet e.Li jêrê çend dua û nifir hatine rêz kirin. Ji ber ku me xwest van dua û nifiran bi reseniya xwe binivîsin, me dest neda rastnivîsa wan.

Her kesê ku xêrê biket, Xwedê heft qenciya de şûna wê xêrê ket û heft qeda û bela li ser serê wî dete aliyekî û heft deriya pêşiyê vedike.

 

“Kilîtekî heft pûtê derê te keve.

Derê te heft kilîta mor kiriye.

Sitarê ji heft sitaran ketî.

Kula heft p’enc re derê.

Heft mêra bigerî.

 

Tu belkî heft sala li heft mal û mêra bigerî, sala heştan vegerî xweyan û xudana, kaska li ber te kotîbûyî be, çevê te bi hêsir be, dilê te yê bi kul be, dû heval û hogira bikewgirî, weqiniya zara di guhê te de neçe, tu tu cara rûnenêyî ber mirazê teze.

 

Tu heft mal û mêran bikî,

Tu her kul î li ser vî dilî.

Heft tebeq erdê de herî xwarê.

Werisê heft gunda û biskê heft rinda li hev û dinê bizivire.

Pişta te heft ciyan de bişkê.

Heft xwazila wî bûtalîbe

Wexta ku mirazê xwe şabe.

Heft xwazila min bi wî evdî,

Çavê xwe dî dilê xwe zewicî.

 

Xwedê hawara heftê û du mileta bê, paşê hawara me.

Ya Şems tu hewara heftê du mileta bêy, paşê hewara mala min û zarê min bêyî.

Bira dua her heft siyarê mala adiya te be!

Ev xeber (gilî) ji devê te, devê heft bavê te zêde ye.

 

Zeviya ji zeviya zêde

Heft cara gîsnê xwe lê de

Paşê tova xwe tê de

Maleke te ye, bila heft mal lê çêbin.”[12]

Riataza

 

[1] Tosinê Reşîd, Êzdiyatî, Weşanên Lîs, Stenbol  (2010),  r. 33. 

[2] Xanna Omerxalî,  Êzdiyatî, Weşanên Avesta, Stenbol (2007) r. 17

[3] Tosinê Reşîd; Êzdiyatî, Weşanên Lîs, Stenbol, 2010, r. 41 

[4] Xanna Omerxalî; Êzdiyatî, Weşanên Avesta, Stenbol, 2007, r. 17

[5] Philip G. Kreyenbroek – Xelîl Cindî Reşow; Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur, Weşanên Avesta, Stenbol, 2011, r.103

[6] b.n.b, r. 103

[7] b.n.b, r. 173

[8] Tosinê Reşîd, Êzdiyatî, Weşanên Lîs, Stenbol, 2010, r. 42 

[9] Yasna (Bi zimanê avestayî, ‘yaz’ bi wateya ‘rêz’a kurdî ye. Beşeke herî kevn a Avestayê ye.) 

[10] Philip G. Kreyenbroek – Xelîl Cindî Reşow; b.n.b, r. 73

[11] Philip G. Kreyenbroek – Xelîl Cindî Reşow;  b.n.b, r. 209

[12] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl; Zargotina Kurda I, Neşîrxana Naûka, Moskova, 1978, rr. 433-460

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Erê, li dewera me jî jimara heft wekî taybet tê gotin

    “..Ya Şems tu hewara..“
    Ew jî bila bîra me da be..
    Misilmanan dergahê Şemsîyan îro li Amedê kirine “Mizgefta Mezin“ (ulu cami).

    Ответить

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *