
Ebdulla Peşêw
Ebdulla Peşêw di sala 1946an de, li Gundê Bêrkotê, Hewlerê tê dinê. Di zaroktiya xwe de bavê xwe winda dike. Dû mirina bavê wî, bi dijwariyên jiyanê re rû bi rû dimîne û zaroktiya wî jî wek hemî zarokên Kurdistanê, di nav belengazî û bêkesiyê de derbas dibe.
Peşêw dibistana seretayî û navîtayî li Hewlerê diqedîne. Dû re ji bo xwendina zanîngehê derbasî Rûsiyayê dibe. Li Ûristanê salekê zimanê rûsî dixwîne, dû re lîsansa xwe di beşa wergerê de, di sala 1979an de, diqedîne. Bi xilasbûna lîsansê re, li Moskovê, li Zanîngeha Orîentalê dest bi phd (doktora) dike, phd ya wî li ser zimanê Kurdî ye. Mijara teza wî ya doktorayê “Pîra Merd Nemir” bû ku Pîra Merd şaîrekî navdar ê başûr bû.
Jiyana Peşêw a wêjeyî di sala 1961ê de dest pê dike û midetek pey re, ew êdî xwe wek helbstvanekî kurd dibîne, dinase. Ebdulla Peşêw di nav helbestvanên Kurd de, xwediyê helbestên herî girgîn û xwezibîn e. Mijarên helbestên wî trajediya Enfalê û komkujî û qetlîamên wek Enfalê ne. Bi vî awayî Peşêw bû berdewkê wêjeya berxwedanê yê Kurdistanê. Ebdulla Peşêw, nivîskarê kurd, dibêje herî zêde ez di bin bandora du kesan de mam; ya yekemîn diya min bû, ku diya min çavkaniya gotinên pêşiyan û biwêjan bû û yê duyemîn jî kalekî bêperwerdehî bû ku ansîkoplediya wêjeya Kurdî bû.
Ebdulla Peşêw gelek berhemên bêpayan diyariyê ziman û wêjeya kurdî kir;
- Frmêsk û zam (1965-1967)، çapî yekem le Kerkûk 1967
- Btî şkaw (1967-1968), çapî yekem Kerkûk 1968
- Şewnamey şaîrêkî tînû (1968-1972), çapî yekem Bexda 1972
- Dwanze wane bo minalan û çend şî’rêkî qedexe (1969-1973), çapî yekem Berlîn 1973
- Şew nîye xewntan pêwe nebînm (1973-1979), çapî yekem Bexda 1980
- Brûske çandn (1980-1988), çapî yekem suyd 2000
- Berew zerdeper (1989-2001), çapî yekem suyd 2001
- Prêskey aşqêkî zgmak, çapî yekem Kurdistan 2006
- Dîwanî brakujî, çapî yekem Hewlêr 1994
Qehpe ne
ew ên ku ji min re dibêjin
danik û morî birayê hev in
qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin
xwîn û zîro birayê hev in
qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin
masî û şewk
mişk û kîs
dest û derzîmar birayê hev in
qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin
werîs û gerden
gûzan û mû birayê hev in
werin mirovno!
ji nêçîr û birînê bipirsin
bêjin; tu bi xwedê kî
xencerek heye ku birînê derman bike?
nêçîrvanek heye ku nêçîrê nexwe?
de mirovno, ji kayê bipirsin,
bê qet agirê sar dîtiye?
ji hêlîna qulingê bipirsin,
bi mebesta maçkirinê,
qet mar devê xwe lê daye?!
de ka ji darberûyê bipirsin,
bivirek dîtiye ku darbir nebin?
de ka ji kerekî bipirsin,
gurek dîtiye ku ker ne zirriya be?!
qehpe ne ew ên ku j imin re dibêjin:
marî jehra şîrîn jî heye.
qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin:
bivir birayê dar e
Leşkerê Winda
dema şandeyeke biyanî tê welatekî,
tacgulekê dibin ser gora
şervanê winda.
ger sibê
şandeyeke biyanî were welatê min
û ji min bipirse: ka gora
şervanê winda?
ezê bibêjim: ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman…
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.
Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî
Werger ji: An Anthology of Modern Kurdish Literature Volume One: Poetry
Riataza