Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -8

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -8

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 14an a di kovara Ronahî da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Sehên zozanan

Nêçîrvanê Hawarê û çîroka sehê wî anî bîra min: Sehê zozanan.

Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye. Min, bi çavê xwe ne dîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye. Yê ko ji min re gotiye ne mirovekî tenê ye, dido ne… yek jê, ji Zibdanê Salih begê Remedan e… yê din jî, ji Eşrafê Qunêterê Dawid efendî ye… Min ji her diwan jî wisan bihîst:

Ji berê de, ji Kurdistanê pez tê Sûriyê, Felestînê û carina diçe heta Misrê jî… pezên Kurdistanê li bazarên van welatan pir meqbûl e… . jê re pezê mor dibêjin…

Carekê, tacirekî, ji dora Erziromê pezê xwe aniye Sûriyê û qederekî li Zibdanê maye. Zivistan pir sert hatiye, gelek berf bariyaye, nikarî bûye ji Zibdanê derkeve û pêş da here. Paşê mecbûr bûye, pezê xwe li Zibdanê firotiye mêvandarê xwe… Bi tacir re sehekî zozanan jî hebûye ko bi rê da pezê wî ji guran diparast… Mêvandar rû avêtiye ser wî û jê kûçikê wî xwestiye. Wî jî, ji ber heqê mêvaniyê fedî kiriye û sehê xwe ê qilçiq- şîn, bilind û sermezin, gurxenêq pêşkêşî mêvandarê xwe kiriye û vegeriyaye welêt: Erzeromê…

Wê çaxê li Zibdanê rêl û deviyên bi histirî tijî… hebûne, ko wargehê gelek gur û hin tebayên din ên kûvî bûne; û tucaran eman ne didan pezê wî welatî… Lê piştî ko sehê zozanên Kurdistanê li wir xuya dibe, gur û tebayê din ne wêrî bûn nêzîkî pez bibin… Sehê zozanan xwelî li serê wan dikir…

Piştî çend salan… sehê zozanan, êdî pîr bû bû. Carekê, di nav wan deviyan de, gur lê dicivin û wî gelek perîşan dikin. Gava vedigere mal, xwediyê wî dibîne ko laşê wî giş birîn bûye, û ji birînên wî xwîn diherike. Xwedî pir li ber ketiye; birînên wî girêdaye…

Sibetirê seh wenda dibe, xwediyê wî pir lê digere, nabîne… dibêje qey ji ber birînên xwe li cîkî ketiye û miriye…

Qederê du mehan derbas dibe, xwediyê wî dibîne ko sehê wî ji nişka ve xuya bû. Lê ne bi tenê; pê re du sehên din hene ko ji wî bilindtir û gir û ji wî hêj ciwantir in. Ew jî di rengê wî de bûne: qilçik- şîn! Mêrik pir kêfxweş dibe, heke baskên wî hebiwana ewê ji kêfa bifiriya… Ji mêvanê xwe re hema bi lez û bez berxekî serjê dike û li ber wan datîne…

Her sê kûçik wê şevê xwe rehet dikin. Sibehê, sehê pîr dikeve pêşiyê û her diwên ciwan didin dû wî… Xwedî jî dizane ko hikmetek di vî îşî de heye, ew ji pê wan dikeve…

Seh berê xwe dide nava deviyan… wargehê guran. Cara pêşîn ew bi tenê diçe nav deviyan, her diwên ciwan xwe li paş vardiqilînin… Vêca gur dajon ser sehê pîr… Hingî, her diwên ciwan mîna birûskê xwe dirêjî ser guran dikin. Gur çel-pênceyek hebûn. Şerekî mezin di nav wan de dibe… Lê seh, nemaze her diwên ciwan zora wan dibin û guran yek bi yek dixeniqînin… û heyfa sehê pîr ji wan hiltînin… Paşê, vedigerin mala mêrik… xwîn bi ser çav û guhê wan ve diherike… Mêrik dîsa ji wan re berxekî serjê dike û birînên wan derman dike. Lê mixabin, sibehê gava xwedî ji xew radibe û li dora xwe dinêre her sê seh jî xuya nakin.

 

* * *

Piştî çend salan, mêrikê Erziromî û mêrikê Zebdanî hevdû li Sûriyê dibînin. Zebdanî çîroka sehê xwe ji dostê xwe yê Erziromî re dibêje… Erziromî jî dibêje: Belê, xebera te ye… Seh, pîr bû bû… Rojekê min dî ji nişkava xuya kir, piştî du-sê rojan ew û herdu cewrên xwe wenda bûn û piştî mehekê dîsa her sê jî xuya bûn. Her du sehên ciwan cewrên wê bûn… Piştî du-sê mehan ew bi xwe mir, cewrên wê man…

*Ronahî, Hejmar: 14, sal: 1943. Rûpel: 11.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev