Li Ser Destpêka Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Destpêka Felsefeyê Çend Gotin

Ali Gurdilî 

Felsefe li herêma Îyonyayê, nemaze li keviyên Egeyê dest pê kiriye. Îro, bi pirranî wiha tê pejirandin ku felsefe yekemîn car li Îyonyayê derketiye holê û ev yek, bi awayekî dîrokî jî hatiye nîşandan. Ê baş e, ên ku li Îyonyayê dijiyan ew kê bûn?

Herêma Îyonyayê di roja me ya îroyin de, bajarên wekî Îzmîr, Aydîn û Muglayê diguncîne. Wê demê bajarên wek Assos (Bajarê Çan a îroyîn), Ephesos (Efesa îroyîn) û Miletê, li keviyên Behra Egeyê weke navendên bazirganiya deryayê bûn. Îyonyayî, ji qewmê akayan têne hesibandin, ku berê li Peleponezê(Nîvgirava Morayê, li Yewnanîstanê) dijiyan. Lê piştra, ji ber êrîş û dagirkirinên biyaniyan (Qewmê Dor) ber bi keviyên Îyonyayê ve koçkirine. Heta demekî, li nîvgirava Yewnanîstanê di bin serweriya <dor> an de jîyane, demekê di bin serweriya persan de (îranî) jiyane û piştra jî, gihêjtine serxwebûna xwe û dewletên xwe yên bajarî ava kirine.

Îyonyayiyan ku medeniyeta yewnan di roja me de xwe weke berdewama wan dihesibîne, di warê edebiyat, zanist û henerê de, medeniyeteka gelekî xurt ava kirine û bi riya kolonîkirina hawirdorên xwe jî, bûne xwediyê hêzeke mezin. Di wê dewrê de bi helbestên xwe yên destanî, Homerosî jî dertê pêş. Bi taybetî jî destanên İlyada û Odysseia behsa Sefera Troya (İlyada) a Agamemnonê qralê Mîkenê û ji Troyayê (Truva),  vegera Ulisê serokê Akayê dike. Îyonyayiyan, baweriya xwe bi gelek xwedayan dianîn û Xwedayên wan jî, Xwedayên nîvmirov û nîvxweda (andropoformîk) bûn. Hemû Xweda ji yekitiya ax û ezmanan derketibûn holê, pismamê hevdu bûn û bi hevdu re têkiliyên pismamtiyê ava kiribûn. Di destpêkê de her sîteyek (bajarek) Xwedayekî wê hebû, lê piştra ev Xweda ji aliyê sîteyên din ve jî têne pejirandin û yek Xwedayek, dibe Xwedayê gelek sîteyan. Îyonyayiyan wiha bawer kirine ku ev Xweda, li çiyayê Olîmposê dijîn û ji ber vê yekê jî navê van Xwedayan danînê Xwedayên Olîmposî. Di nav van loda Xwedayan de Zeus wek Xwedayê ezman, Apollon Xwedayê roj û ronahiyê, Poseîdon Xwedayê deryayê, Demeter jî wekê Xwedawenda axê, hatine pejirandin. Îyonya, ji aliyê bazirganiya deryayê ve jî gelekî xurt bû û bi pêşve çûbû. Keştiyan ji Behrareş, Trakya, Qibris, Midillî û Sakizê, hilberên (malên) wek hesin, dar, genim, sifir û şerabê dibirin Atîna û Pîreyê û ji wir jî donê zeytûnan, hirî, qumaş û malên zîynetê bar dikirin. Li welatê Îyonyayê ku weke dewletên bajarî xwe birêxistî kiribû, demokrasiyeka ku çavkaniya wê arîstokrasî bû dihate birêvebirin. Di wan dewletan de kole û jin, weke hemwelatî nedihatin qebûlkirin. Lê gelê van dewletan, xwediyê wî mafî bûn ku dikaribûn deng bidin û jûriyên (desteya) hilbijêrên xwe ava bikin. Gelê dewletê li meydana sîteyê diciviya û ji bo birêvebirina zagonan, dengên (rayên) xwe didan, ji bo salekê serokekî hildibijartin û wan dişopandin. Di şerê îyonyayî û persan/îraniyan de jî, mirov dikare bibêje ku di warê kulturê de ketumebûnek pêk hatiye û herdu kultur jî, di bin bandora hevdu de mane. Persan xwestine ku xwe berdin Ewropayê û ji bo vê armancê jî, keviyên rojihata Enedolê û piştra jî, welatê Traqya û Makedonyayê vegirtine. Di vê dewrê de mîletiyan bi piştgiriya Atînayê, serî hildane. Di dawiya şerên 30 salan de persî, ji keviyên Behra Egeyê û ji Îyonyayê hatine qewirandin.

Felsefe, di dorhêleke wiha de dest pê kiriye û her çûye, bûye disîplîneke xweser û bi pêşve çûye. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku şirovekirin û ravekirinên îyonyayiyan yên li ser ol û gerdûnê, di mîtan de cihekî gelek berfireh digirt. Lê piştî demekê avahiya wan ya sîyasî, şer, bazirganî û şikl û şeklê dewleta wan ya xweser, rê li gelek guherînan vekir û piştî van guherînan, di civakê de hinek mirovan baweriya xwe êdî bi zanayiyên ku hene neanîn û dest bi şirovekirineke cihêreng ya gerdûnê, têgihiştina wateya herkbûna jiyanê û wateya başî-xirabîyê û hwd. kirin. Vê pêşveçûnê jî, wiha kir ku di civakê de babetên ku di civakê de têne vekolandin, bi bingeheka aqlî werin şirovekirin.

Taybetmendiyên Sereke Yên Îyonyayê

1- Çanda yewnan û şaristaniya wê, xwediyê qerektereke dualî bû. Ji aliyekî ve di warê kulturê de gihabû asteka gelekî baş, lê li hêla din jî di hindek babetan de xwediyê hinek adetên xirab bû. Li aliyekî baweriya xwe bi Xwedayên Olîmposê dianin û li aliyê din jî, zarok û jin di civakê de kole bûn. Cîbicîkirinên bi vî rengî, piştî demeke wiha kir ku di civakê de bêhevîyêke dest pê kir û hindek pêkanînên ku civakê bêhêvî dikirin, hatin dîtin.

2- Li hemberî vê çanda dualî ya ku civakê bêhêvî dikir, fîlozofan dîsa jî têgihiştin ku di gerdûnê de guherînek bêrawest heye û gerdûn, her dem di guherîneke wiha de ye. Ji jiyanê ber bi mirinê, ji zarokatiyê ber bi pîrbûnê, ji biharê ber bi zivistanê ve, her dem guherîn û veguhêrîneke bêrawest heye.

3- Divabû li pişt vê guherîna bêrawest, heyîneke ku her dem hebûna xwe didomîne jî hebûya. Pirraniya felsefe û xwesteka şirovekirina Îyonyayê, bi lêgerîn û pirskirina vê heyîna mayende, dest pê kiriye û xwestiye ku vê yekê derbixe holê.

4- Fîlozofên Îyonyayê, navê vê heyînê danîne ‘arche.’ Arche, ew element bû ku ligel hemû guherînan, ew ne dihat guherîn û wek xwe dima.

5- Di dîrokê de Thales wekî fîlozofê yekemîn hatiye pejirandin. Thalesê ku B.Z. (Beriya Zayînê- Beriya Zayîna Îsa Nebî) di sedsala 6 an de jiya ye, gotiye ku ‘arche,’ av e. Hinek fîlozofên din jî, ku xwediyê ramanên cihêreng bûn, wan jî archeyê, bi madeyên (elementên) cihêreng şirove kirine. Mesela Anaksîmenes (Anaximenes) hewayê û Herakleîtos jî, agir weke elementa bingeh (archeyê) dîtiye û bi vî rengî, arche hatiye şirovekirin.

6- Fîlozofên îyonyayî, dema ku li madeya bingehîn ya gerdûnê vekolane, tu rêbaz yan jî ezmûnên (deneyên) zanistî bikar neanîne. Bi tenê bi riya spekulasyonê, xwestine ku xwe bigihînin encamê.

7- Fîlozofên Îyonyayê, herçiqas li ser hindek babetên razber/soyut yên wek guherîn û yekîtiyê rawestiyabin jî, vê yekê bi bingeheke madî pêk anîne. Elementên ku ji bo şirovekirina çêbûnê hatine bikaranîn, yen weke agir, av, hewa, ax û hwd. hemû jî, madeyên madî û girgîn/somut in. Dema vê yekê pêk anîne jî, xwe ji bandûra sehekan rizger kirine û bi awayê razberkirinê/soyutlamayê vê yekê pêk anîne. 

8- Li cem fîlozofên Îyonyayê, felsefe û zanist, ne du bûyerên cuda ne. Heta mirov dikare bibêje ku fîlozofên îyonyayî, li gellek babetên kozmolojîk, fizikî û bîyolojîk jî vekola ne. Lê vê yekê, di çerçoweya felsefeyê de pêkanîne. Li hêla din jî zanistên matematîk û geometriyê jî, gelekî bala wan kişandiye û li ser van zanistan, gelekî rawestiya ne.

9- Fîlozofên Îyonyayê herçuqas li ser babetên weke çêbûn, yek, pirr, windabûn û hwd. rawestiyabin û spekulasyonê weke rêbazekê bikar anîbin jî; mirov nikare bibêje ku ew di babeta şirovekirinatevgerê/livdariyê de bi ser ketine. Herçuqas bi awayekî rast nêzîkê veguhêrîna qozmîkê bûne û hinek sentezan bikar anîne jî, hêza wan têrê nekiriye ku yekîtiya dijberan û piştra, derketina holê ya sentezan şirove bikin. Di vê babetê de teoriya herî baş, ya Demokrîtos e. Bi tenê bi dozîneya atomgiran/atomparêzan  hewl dane ku bi têkiliyên atoman bûyera çêbûn û guherîna gerdûnê şirove bikin. Lê ew jî, di babeta şirovekirina tevgerê de bi ser neketine. 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Alî Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev