XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -3

XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -3

Nivîskarê me, lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) nivîseke balkêş ji çar beşan taybet ji malpera me ra şandîye. Herdu beşên wê yên pêşin me berî çend rojan çap kirin, îro em beşa wê a sisîyan raberî we dikin. Çavnihêrîya beşa dawî, a çaran bikin.

 

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed: Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, C. II.

Kurmancîya wê: Zîya Avci

 

BEŞA SISÎYAN

Di beşên borî yên vê zincîra gotarê de em gihiştibûn behsa nameyên Komeleya Zerdeşt ên di îlona sala 1928an de ji Şêx Mehmûd li Pîranê û Mehmûd Xanê Kanîsanî li Merîwanê. Kek rapornivîs dema ku tê li ser bersîva Şêx Mehmûd û Mehmûd Xan ku bi xwe re tîne ji rêvebirên Komeleya Zerdeşt re û bi eynî destûrê beriya bigihîne cihê wan, ji zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê yê li Silêmaniyê re dibe. Mixabin di wê dosyayê de ku ev behs tê de ye, wêneya van herdu nameyan tune, lê kurtiya naveroka herduyan bi ingilîzî tê de hatine parastin. Ew jî ji zanyariyên di derbarê tevgera kurd ya di dawiya salên 20î de ne pêk tê. Zabitekî istixbaratê yê Brîtanyayê li Silêmaniyê, roja 30yê çirya pêşî ya sala 1928an, di derbarê bersîvên Şêx Mehmûd û  Mehmûd Xanê Kanîsan de nivîsek ji îstîxbarata bingehê hêzên asmanî yên Brîtanyayê yên li Bexdadê re şandiye. Ger wiha be çûna rapornivîsê me li Pîran, Merîwan û vegera wî li Silêmaniyê dora mehekê kêşandiye. Di nivîsê de wisan dixuyê Mehmûd Xanê Kanîsan xwe ji daxwazên rêberên Komeleya Zerdeştê veşartiye, ji ber ku di bersîva xwe de her ew ragihandiye ku nameyê wergirtiye. Rêberên komeleyê dev jê bernedane, roja 20ê çirya pêşî ya sala 1928an nameke din jê re şandine, hejmara nameya vê carê 2573 ye. Di nameya duduyan de daxwaz ji Mehmûd Xanê Kanîsan kirine, ji bo pêkanîna peywendiyên berdewamî yên di navbera herdu milan de nûnerekî xwe bişîne li ba wan. Wisan dixuyê Mehmûd Xan vê nameyê piştguh kiribe, yan bersîva wê bi rêyeke din re şandibe. Ji ber ku zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê ya li Silêmaniyê di nivîsa xwe de dibêje: “tu bersîvek di derbarê wê nameyê de negihştiye destê wî”.

Herçî Şêx Mehmûd e, qîmeteke zêde daye nameyê, di bersîva xwe de amadetiya xwe ya ji bo destdirêjkirina alîkariyê ji Komeleya Zerdeşt re daye xuyakirin. Lê daxwaz ji rêvebirên wê kirine ku dûr û dirêj hemû zanyariyên pêwîst ên di derbarên xwe de jê re bişînin, bi taybetî di derbarê armancên komeleyê û navên endamên wê yên çi li Silêmaniyê û çi jî li ciyên din in û agahdarkirina di derbarê hemû karên bi qîmet yên wan de bi temamî.

Roja 25ê çirya pêşî ya sala 1928an rêvebirên Komeleya Zerdeşt, bersîvek ji Şêx Mehmûd re nivîsandine û ew agahdar kirine ku sureteke nameya wî ji serokê komeleyê yê Bexdadê re şandine. Her wiha bi nameya duduyan re destûra Komeleya Zerdeşt jê re şandine û daxwaz jê kirine ger pê qayîl dibe bila imza bike û ji wan re bişîne û ji wir şûn ve êdî Şêx dibe serokê komeleyê û vêca ew jî navê hemû endaman û şifreya taybetî jê re dişînin. Ji xwe ger imza neke dibê nimûneya destûrê û hemû nameyên komeleyê li wan vegerîne, ku ew jî nameyên wî jê re bişînin. Ev hemû diyarde û tecrubeyên nû yên dîroka çalakîyên rêxistinên kurdan ên wî wextî ne. Ji nameyên wan diyar e ku Zerdeştî bi dil hez kirine Şêx Mehmûd bibe serokê komeleya wan, li gor wan wisan bûye ku ev dê bibe sebebê serfirazî û serkevtina gelê kurd.

Di saya nameya duduyan a Zerdeştiyan ji Şêx Mehmûd re, naveroka destûra komeleyê ji me re maye ku bêguman qîmeta wê ya dîrokî gelek gelek zêde ye. Yek ji wan valatiyên dîroka tevgerên kurdî di nebûn û wendabûna program û destûra rêxistinên kurdî de tê xuyakirin. Li gor gotina rêvebiran ku ji Şêx Mehmûd re nivîsandine, Komeleya Zerdeşt di sala 1926an de hatiye damezirandin. Em heta derecekê vê salê rast nabînin, ji ber ku yên vê komeleyê damezirandine endamên Xoybûnê bûne û jê veqetiyane, Xoybûn jî li dorûberê dawiya sala 1927an hatiye damezirandin. Ne dûr e nivîser, yan nivîserên nameyê bi nivîsandina vê salê xwestibin giraniya xwe li ba Şêx Mehmûd zêdetir bikin.

Li gor naveroka nameyan û zanyariyên taybetî yên di nav belgeyên taybetî yên ingilîzan de derdikeve, serok û melbendên merkeza Komeleya Zerdeşt li Bexdadê bûbe û du liqên komeleyê hebûne. Yek jê li Silêmaniyê ku bi xwe gotine “Şu’beyî Fîdayî”, ya din jî li Hewlêrê bûye. Destûra Komeleya Zerdeşt ji 16 maddeyan pêk hatiye. Maddeya yekê di derbarê peywendiyên navbera kurd û Îranê de ye ku mixabin komele ew rast nenirxandiye. Li gor maddeya duduyan dibê hemû endam girêdayî ferman û biryarên komeleyê bin. Maddeya sisiyan, dibê serok bi hemû dengan bê hilbijartin. Maddeya çaran, peywendiyên komeleyê dikin ser milên serok. Ev maddeya han çar xal in ku ji bo behsa wergirtina endam, pere, dahata komeleyê û desthilata taybetî ya serok hatine amadekirin. Maddeya pêncan jî ji du xalan pêk hatiye, ev herdu xal behsa kar û barên darayî yên komeleyê dikin ku dibê têkin li ser milê hesabdarê komeleyê, ew hesabdar jî dibê bi hemû dengên endamên birêvebirên komeleyê bê hilbijartin û nabe bêyî rizamendiya serok pereyê komeleyê bê xerckirin. Maddeya şeşan, mafê biryardana civîna desteya birêvebir daye destê serok. Li gor maddeya heftan, ew endamê di her yek civînê de beşdar nebe ji mafê rexnelêgirtina biryarên wê civînê bêpar dibe. Maddeya heştan, dibê desteya birêvebir hefteyê carek berhev bibe. Maddeya nehan, mafê tespîta ciyê civînê ji serok re hatiye dayîn. Maddeya dehan dibêje: çi endamekî ji desteya birêvebir bi serê xwe civînê pêk bîne, ji komeleyê tê avêtin. Li gor maddeya yanzdehan, komele di dîtin û perspektîfa nêrînên xwe de miameleya hemû awa dijîtîyekê dike. Li gor maddeya duwanzdehan, nabe kesek ji endaman nameyên komeleyê û pere û pulên wê li ba xwe bihêlin. Li gor maddeya sêzdehan, tu kes ji endaman nikarin bibin endamên komele û rêxistineke din. Maddeya çardehan, mercên endamtiya komeleyê diyar kiriye. Li gor vê maddeyê yê bixwaze bibe endam, dibê hemû zanyariyên pêwist yên wekî navê xwe yê temam, malbat û karê xwe bi wêneke xwe re sureta mezin a pençeyê destê xwe pêşkêş bike. Ew kes piştî derketina biryara wergirtinê ya bi nivîskî, vêca dibe endam. Maddeya panzdehan, gelek li mirov ecêb tê. Li gor vê maddeyê yê bixwaze bibe endam, dibê binê rûpeleke spî imza bike û wê rûpelê bide rêvebiriyê. Zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê li Silêmaniyê, wisan fikiriye ku desteya birêvebir bi rêya wê rûpelê re awayek îltîzam dike li ser milê her endamekî ku serkêşiyê di nav komeleyê de bike. Goya ew di haletekî wiha de ji xwe re çawan bixwazin bi wî awayî wê rûpelê zêde dikin. Li gor maddeya dawî ya Komeleya Zerdeşt, yê dibe endam pêwist e bi imza qayîlbûna xwe bi naveroka vê destûrê rabigihîne.

Bi vî awayî birayê rapornivîs, bêyî bi xwe bizane,bûye sebebê parastina van hemû zanyariyên hêja yên di derbarê komeleke siyasî ya nehênî ya kurd de, ku gelek  ji me heta navê wê jî seh nekiribûn. Qîmeta van awa zanyariyan ji bo dîroknivîs û têgihiştina rewşa tevgera kurdî û rola rewşenbîran di van tevgeran de di seranserê salên bîstî û destpêka salên sîyî de gelek zêde ye û hemû fezla wê jî vedigere li ser xêr û bêra wî rapornivîsê me ku em ê di rêzên bên de behsa rapora wî ya dawî bikin.

(beşa dawî piştî çend rojan bixwwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev