Kurdên Celalî

Kurdên Celalî

Mîrze Merwanî

Celaliya ango celaliyan navê êleka mezin a kurdan e ku piraniya wan li Rojhilatê dijîn. Li bara êla celaliyan da gelek gotin û gotar diyar in lê ew tiştêk ku bi yeqîn û rast diyar e, ev e ku yek ji wan êlên şoreşger û hêja yê Kurdistanê ye ku piraniya wan li Rojhilata Kurdistanê dijîn.

Bijîşk Pêsko yê Almanyayî bi wê bawerê e ku sedema ku wan re dibêjîn Celalî ezemet û mezîntahî û şervaniya Celaliya li hemberî sê împeratoriyên mezin e. Lêkolînerkî Brîtanî bi navê Mark Sîks ku demekî li Kurdistanê bû û lêkolînek ser êlên Kurda kiribû, dibêje ku serjimara celaliyan ji sed hezarî pirtir e ku li Rojhilat, Bakur û Ermenistanê dijîn ku piraniya wan li rex Çiyayê Agirî (bi Celalî girêda), Elegez, Deşta Rewanê, zozanên Serhedê, Makû, Bazirgan, Bazîd, Agirî, Qers û Wan dijîn.

Êla herî mezin a parêzgeha Urmiyê êla Celaliyan e û li Îranê da yek ji wan 10 êlê mezin ê Îranê ye. Piraniya celaliya li bakurê parêzgeha Urmiyê li bajarên Makûyê, Qeleniyê (bi farsî Çaldiran), Şot û Pûldeştê dijîn.
Bi awayekî fermî parvekirina êla wiha ye: a herî pêşîyê êl e paşê tayfe, bav, obe û malbat e. Celaliyan ji yek wan êlê mezin e ku ji 10 tayfe, 59 bav û 247 obe pêk hatîye.

Li gor hinek kesên êlê damezrênerê wê êlê kesek bi navê Celal bûye ku di serdema selteneta şahên Sefewî da ji bo berewaniya sinorên Rojhilata Îranê li hemberî Osmanîyan li wir bi cih bûne. Û hin jî dibêjin ji bo vê wan re gotine Celalî ku li hemerî Osmanîyan hertim şerên dijwar û dirêj û mêranî dikirin ji bo wê mezintahiya wan ji wan re digotin Celalî ango kesên ku xwedî celal u ezemet în.

Serokatî di êla Celalî da:

Wak her êlê serokatî di êla Celalî da digihêje serokê êlê, piştî wê serokê tayfe û serobe serokatîyê dikin.

Koçberiya Celaliyan:

Kurdên Celalî jî wek hemû kurdên Kurdistanê gelekî zor û zulim dîtine di serdema hikûmeta Pehlewî da, dema şahenşahiya Riza Şah da kurdên Celalî ku serî rakiribûn û tevlî serhildana komara Agiriyê bûbûn û şah ra şer dikirin. Piştî şikestina şoreşê Şahê Ecem Riza Şah dest bi kurdkujî û koçberkirina Celaliyan kir û nêzî 5000 malbatên ku tevlî şoreşê bûbûn ji tirsa ku dîsa şoreşê bikin, sirgûn kir û berê wan da heya Xorasanê û Qezwînê. Di wê navbera dûr da gelek kurd û zarokên wan canê xwe jidest dan. Di wê koçberiyê da tayfa Otaliya ango Otalî ji ber ku Şah ra hevkarî kiribûn koçber nebûn.

Mirina şah û serhildana Îranê û derfet ji bo wegerê:

Piştî mirina Riza Şah û şoreşa Îranê û piştî weguhastina hikumeta Pehlewî bervî komara Îslamî derfetek çêbû ku kûrdên Celalî bikaribin dîsa vegerin, lê mixabin ji ber dûrbûna rê û tinebûna îmkanan û dijwariya rê ji 5000 malbatên koçber 500 kes karîbûn vegerin. Ji wan kesên ku vegeriyabûn gava tu pirs ji wan dikî, dibêjîn em nêzî 2 mehan rê da dihatin, digotin me ji ber germbûna hewayê rojê çadir vedigirtin û dema roj diçû ava û hewa hênik dibû em dîsa rê diketin.

Deh tayfeyên Celaliyan:

Qizbaxşolî (qizilbaş), Xelika, Saka, Misirka, Heso Xelefa, Cinika, Elemiha (elem hulî), Bilxika, Qendika û Otaliya.

Zozan û arana celaliyan:

Êla Celalîyan di despêka biharê diçin (dev û dora çîyayê Agirî) û heya dawiya biharê li wir ber axlila dimînin û piştî wê di despêka havînê da diçin zozanên xwe. Zozanên wan li derdora bajarê Makûyê û Qeleniyê ne û aranên wan jî li gundên ber Erez di wan deştên xweş da nin.

Serokên herî navdarê Celaliyan li Rojhilatê:

Ferzende Beg û Biroyê Hesikê Têliyê ku şoreşa Agiriyê bi destê wan pêk hat û nezîkî 1000 mêrxasên Celaliyan tevlî şoreşê bûn. Serokê herî dawî jî Emer Axayê Celalî bû, ku piştî damezirandina komara Kurdistanê li Mihabadê ligel hinek serokên navçeyên din çûn Mihabadê ligel Qazî Mihemed û piştgirî li komarê kirin û cejina serxwebûnê de beşdar bûn û vegeriyan Makûyê û li Makûyê ala rengîn bilind kirin û ber sirûda Ey Reqîb rêje diçûn û piştî wê dema ku Qazî Mihabad hat Makûyê pêşwaziya wî kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev