
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane û berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl dûr û dirêj li hev şêwirîn û ev bersîva han derket:
Pirsa Kawa Merdo û bersîva me
Pirs: –Di nav zimanê kurdî da hinek peyv bi du awahî têne gotinê. Awayek her kes jê fêm dike, awayek jî kesên hev nas dikin fêm dikin, lê kesên xerîb jê fêm nakin. Weke ku gotinên sergirtî ne. Û ji bo kesên xerîb ji gotinên wan fêm nekin, ew wan gotinên sergirtî bi kar tînin. Gelo hûn dikarin çend gotinên wisa bêjin?
Bersîv: -Rast e, gotinên wisa hene û piranî jî di nav kurdên Sovyeta berê da mane. Ji bo nimûne, dema mêvanekî xerîb (piranî jî mêvanekî dervayî Sovyet) li malekê dibe mêvan, mêr bona ji kevanîya xwe ra bêje ”penîr” bîne, dibêje ”situbadayî” bîne. Dewsa bêje ”goşt” bîne, dibêje ”gîhayê gura” bîne. Dewsa bêje ”nan” bîne, dibêje ”darik” bîne. Dewsa bêje ”araqê” bîne, dibêje ”şîrê şêra” bîne.
Kurdên Sovyet bi vê pirsê ra girêdayî tiştek din jî dibêjin:
-Dema nan li ser maseyê xilaz dibe û eger mêr ji kevanîya xwe ra bêja ”nan” bîne, kevanî wê fêm bike, ku xwerin kêm e, gerekê xwerinê bîne. Ji ber ku cem kurdan nan tevaya xwerinê ye jî. Lê dema dixweze bêje tenê nan bîne, dibêje ”nanê sayî” bîne.
Riataza