Strûktûra aborî a Kurdistana Sor

Strûktûra aborî a Kurdistana Sor

Me di 98 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa bi sernavê “Strûktûra aborî a Kurdistana Sor” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -99

Gorî salixên dayîra Plana dewletê ya KSS Azirbêcanê, tevaya mezîla erdê navça Laçînê, ku tê bêcerkirinê, sala 1931ê da 11.870 hêktar bû. Mezîla zozana gelekî ser mezîla erdê bêcerkirinê ra ye. Li zozana 63.227 hêktar xwelî heye. Lê dîsa jî, ev reqemên ku me anîn, nikarin tam reng û rûyê rewşa malhebûnî ya vê navçê bînin ber çevan. Gerekê wê yekê jî hildine ser hesêb (bidne ber çeva), ku zozanên navça Laçînê, wek ku me li jorê destnîşan kirîye, xizmetî gelek navçeyan dikin, ku bi mezîla axa xwe va çend cara ser axa navça Laçînê ra nin.

Rewş li navça Kelbecarê cûrekî mayîn e. Gorî salixên beşa fînansîyê ya navça Kelbecarê, mezîla hebê nên sala 1931ê dikir weke 4518 hêktar, lê tevaya mezîla bêcerkirinê 11 hezar hêktar e. Lê eger em bidne ber hesaba, ku mezîla bona çandinîya gîha 94.529 hêktar e û ew tenê bona heywanxwedîkirinê tê bikaranînê, û ew yek jî, ku ew mezîl nayêne avdanê û baran û teyrok û zîpik gelek cara nahêlin, ku debara baş ji wan mezîla hilînin, wî çaxî wê rind bê ber çeva, ku ebûra binecîya piranî ji heywanxwedîkirinê dibe. Wargên çiyayî alî heywanxwedîkirinê dikin, lê di alîyê mayîn da jî nahêlin karê xwelîbêcerkirinê pêşda here. Di navça Kelbecarê da tu rê tunene, lê şiverêyên li çiya û banîya him bona meriva, him jî bona heywana bi xeter in. Lê di navça Kelbecarê da heywanxwedîkirin bi xwelîbêcerkirinê va girêdayî ye û li wan cîyên ku xwelî dikare bê bêcerkirinê, binecî ji dest xwe bernadin. Tiştekî femdarî ye, ku di van şerta da mezîla xwelîya bêcerkirinê, ku serê her malekê ra dikeve, çend cara ji ya navça Laçînê kêmtir e û hinek gunda da digihîje hetanî nîv hêktarî. Lê em çi jî bêjin, kurdên navça Kelbecarê (em îdî derheqa kurdên Laçînê da nabêjin), ne koçer in û wana nikarî himberî koçerên afxana bikî, wek ku V.Gûrko-Kryajîn dixweze ewê yekê nîşan bide.

Wek ku bêlî ye, hilgêr-dagêra herdemî, gava warê te yê jîyînê herdem ne li cîkî ye, çûyîn-hatina bi seda kîlomêtra ji bo koçera astengên mezin çê dikin.

Me li jor nimûna çûyîna koçerên Afxanistanê li zozana anî. Me herweha got, ku li Kurdistanê jî koçer hene, lê wek me destnîşan kirîye, koçerên usa di nav kurda û binecîyên mayîn da tek û tûk in. Bona wan koçera çûyîna li zozanên Kurdistanê tenê ji bo ser demekê ye, lê ne cûrê jîyana wan e.

Piranî kurd di hemû demsalan da diçine zozana û ewê çiqas wext li zozana bin, ew jî bi hewayê û daberê (alif, êm) va girêdayî ye.

Bi wan ra tevayî ev eşîrên turk jî piranîya havînê li zozanên navça Kelbecarê, nêzîkî der-dorê Îstî-Sûyê derbaz dikin, ku ji deşta rex çemê Kurrê têne vira: Teterler, Aşixli, Xelaç, Keberli, Murtuli, Efşar, Karadonli, Sarhekli, Alî-Êndixli (ji navçeyên Salyanê û Axcebadê), Texli (ji navça Berdînê), Merzîlê û Kengerliyê (navça Axdemê) û yên mayîn.

Di dema êkspêdîsyoinê em çûne du zozanên usa: bal Teterlera, ku warên xwe li nêzîkî Îstî-Sûyê danîbûn û bal Tekelîya, ku konên xwe nêzîkî gundê Mînkendê vegirtibûn.

Li jêr em riya mayîna (hêwira) koçerên Tekelî raberî we dikin, ku wana bi xwe ji me ra gotine.

 

Cîyên hêwira koçerên Tekelîyê: 

……………………..

Wek ku ji vê navnîşê xuya dibe, hinek koçerên Azirbêcanê demeke havînê li zozanên Laçînê û Kelbecarê da derbaz dikin, ku ji navçeyên mayîn têne vira, carna jî ji cîyên çend sed kîlomêtra dûr jî.

Em careke din jî guhdarîya we didine li ser gotinên ji navçeyên din, ji ber ku ew tê wê manê, ku ne tenê koçerên ji herêma Kurdistana berê têne wira.

Em înkar nakin, ku piranîya wan koçera binecîyên turk û kurdên navçeyên nêzîk in. Lê hatina wan ya wir nayê mana, ku ew koçer in.

Niha em mêze bikin çika ev hemû çi tesîrê li ser binecîyên kurd yên wan navça dike, ku em ji bo lêkolîna çûne wira.

Em bêjin, ku di herdu navça da kurd tenê li gunda bi karê malhebûnîyê va mijûl dibin. Vira qijle û zozan tunene, wek ku ew li warên koçerên Azirbêcanê da hene. Lê eva nayê wê manê, ku li vira zozan qet tunene. Ewana hene, lê tenê ji bo havînan e. Lê gotina gund jî li vira tê manaya qijlê û zozanê. Rast e, ew gundên, ku binecîyên wî qet naçine zozana, kurd jê ra dibêjin “obe”, ku tê wê manê, ku ew malhebûneke koçera ya demkurt e, ku çend mal gihîştine hev û malhebûna xwe pêşda dibin.

Zanyar S.A.Yêxîyazarov(2), ku li ser pirsên Êrîvanê lêkolîna dike, gotina “obe” bi vî awayî şirovedike: “Obe”,- ew dinivîse,- hemjîyîna ser demekê ye; ew her sal berî dema koçerîyê tê sazkirinê û heta payîza dereng berdewam dike, dema kurd îdî vedigerine warên xwe yên berê”.

Navê “obe”, ku li ser çend gunda maye, ji demên buhurî di bîra gundîyan da maye, gava piranîya gundîya koçer bûn. Lê di rastîyê da gelek gundên ku me lêkolîn li ser kirine, zozanên wan tunene, û wek ku em pê hesîyan, berê jî tunebûne. Di navça Laçînê da gundekî usa gundê Zêrtîyê ye û ew hemû gundin, ku dikevine nava şêwra gundê Bozlûyê. Piranîya wan gundîya xwelîbêcerkir in, ji ber wê jî hewcedarî tune heywanên xwe yên kêmjimar bibine zozana.

Di nava koma duda da ew gund in, ku zozanên wan ji gund ne gelekî dûr in, ew an berdewama gund in, an jî perê gund da nin. Piranîya gundên navçeyên Laçînê û Kelbecarê ji wan gunda nin. Bona gotina xwe diha zelal bikin, em li jêr evê navnîşê raberî we dikin:

 

Navçeya Laçînê (Dûrbûna zozanan ji gundan)

 

Kizil-Boxaz ji Mînkendê – 4 kîlomêtra

Kerenglik ji Axcekendê – 7-8 kîlomêtra

Kerenglik ji Kerekeşîşê – 7-8 kîlomêtra

Yedî Boluk ji Ax.-Bulakê 7 kîlomêtra

 

Navçeya Kelbecarê (Dûrbûna zozanan ji gundan)

 

Axcekend ji Şûrxanê – kîlomêtrek

Baxirsak ji Soyux-Bulaxê 8-9 kîlomêtra

Gîlî ji Zeylikê – 10 kîlomêtra

Gîlî ji Axcekendê – 2 kîlomêtra

 

Û ya dawî, di koma sisîya da ew çend gundên herdu navçan in, ku zozanên wan ji 10 kîlomêtra zêdetir dûrî gundê wan in. Gundên usa pir hindik in. Em wê jî bêjin, ku binecîyên van gunda (wek mînak, Kere-Kax, gundên ku dikevine nava şêwra gundê Ebdalyerê, navça Laçînê) bi xwelîbêcerkirinê va mijûl in.

Rastîya bawerîyên me, ku koçerî cûrê jîyana kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê nîne, bi wê yekê va jî tê îzbatkirinê, ku di dema koçerîyê da pevgirêdana di navbera gunda û zozana da nayê qutkirinê.

Berî her tiştî lazim e bê kivşkirinê, ku piranîya gundên xwedî zozana, tenê 1,5-2 an jî herî pir 3 meha diçine zozana. Ew jî ne hemû gundî diçine zozana, lê tenê pareke wan, ku piranîya wan jî jin in û zarên hetanî 18 salî ne. Li navça Kelbecarê, li ku wek me destnîşan kirîye, heywanxwedîkirin karê yekemîn e, çend gund hene, ku tenê 1,5-2 meha gundên xwe dihêlin, diçine zozana. Lê di wan şertan da jî, heywanxwedîkirin û xwelîbêcerkirin ji hev qut nabin, pevgirêdana gund bi zozana ra nayê birînê. Bona gelek gundên navçeyên Laçînê û Kelbecarê çûyîna li zozana qet nayê texmînkirinê, lê di navça Laçînê da ew çûyîn qet tesîrê li ser jîyana malhebûnî ya navçê nake. Piranîya gundîya di nav salê da naçine zozana. Zirara, ku zivistan digihîne wan, ne zêde ye, lê ew bi sebebên mayîn va têne şirovekirinê û tu eleqê wê yekê bi bîr û bawerîyên V.Gûrko-Kryajîn ra tune, ku kurdên Azirbêcanê dişibine afxanên koçer.

Piştî van hemû tişta, tu şikberî di wê yekê da tune, ku serokê êkspêdîsyona Kurdistanê ya sala 1929a piştî lêkolînên xwe hate ser wê bawerîyê, ku li ser kurdên Azirbêcanê çawa difikirî, usa jî derket.

Di vî alî da rewş li herêma Naxçiwanê da lap bi teherekî mayîn e. Kurdên Naxçiwanê, ku ber kenarê çepê yê çemê Erez dijîn, ku li ser sînorê Tirkîyê û Îranê ye, û piranîya wan jî der-dorê Erezdayanê dijîn, ku dikeve navbera KSS Naxçiwanê û Komara Ermenîstanê, bi cûrê jîyana xwe va ji kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê lap cuda dibin.

Em dikarin kurdên Naxçiwanê wek koçer jî bi nav bikin, lê ne bi tam (temamî). Berî her tiştî ji bo wê yekê, ku cûrê jîyana wan ya malhebûnî piranî heywanxwedîkirin e. Piranîya warên kurda, ku dikevine ser xeta riya Cûlfayê, ne yên herdemî ne, ew ser demekê li wan deran dijîn. Zozanên Ayrîcê, ku li Ermenîstanê ne, 60-70 kîlomêtra ji warên wan dûrtir in. Hilgêra li zozana ji destpêka nîsanê destpê dike û 1ê çirîya pêşin ne zûtir xilaz dibe. Ango, dema zozana 7 meha dikişîne, û di mehên çirîya paşin û çileya pêşin da kurd li navçeyên nêzîkî warên xwe dimînin, û tenê paşê, di dawîya çileya pêşin da vedigerine malên xwe.

Kurdên Naxçiwanê dema ji warên xwe diçine zozana, pevgirêdanên xwe bi malên xwe ra lap didine birînê.

Wê demê ew herêm bi temamî wek warekî xik û xalî ye. Carna me komên kurda yên ji 10-15 meriva didîtin, ku ji zozana hatibûn bona tivdîra zivistanê bikin, debarê bidne ser hev. Malên, ku bêxweyî hîştibûn, mînanî kelefa bûn, heta qerewil û nobedar jî ber tunebûn.

Rewş li herêma Naxçiwanê bi vî awayî ye. Wek ku em dibînin, kurdên Naxçiwanê dikarin wek koçer, diha rast – nîvkoçer bêne hesibandinê. Lê hindava wan da jî ew fikir ne rast e, ku ew di hêla jîyana civakî-aborî da pir paşketî ne.

 

(1) N.Î.Vavîlov û D.D.Bûkînîç; “Zêmlêdêlçêskîy Afxanistan”, Îzdatêlstvo Vsêsoyûznogo Înstîtûta prîkladnoy botanîkî î novîx kûltûr prî SNK SSSR î Gos. Înst. Opîtnoy agronomîî NKP RSFSR, 1929g, str. 85 î 86.

(2) S.A.Yêgîyazarov. Kratkîy êtnografîçêskîy oçêrk kûrdov Êrîvanskoy gûbêrnîî. Zapîskî Kavk. otd. împêrator. rûsskogo gêografîçêskogo obşêstva, knîjka XIII, vîpûsk 1. Tîflîs, 1891.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev