Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -9

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -9

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 39an di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Guneh

Carekê min di kitêbekê de xwendi bû (Serhatiyê meriv çiqas kevnar be, di mejiyê mirov de hewqas şopên kûr dihêle…).

Rast jî wisan e; tiştên ku min di biçûkiya xwe de dîtine, serhatiyê wê gavê îro pir qence, gelek bi zelalî tên bîra min… lê tiştin hene ko dihî, pêr min dîtine; an bihîstine, an jî hatine serê min bi xwe îro zû bi zû nayên heşê min…

Qey gava meriv zaro be, mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye; ji lewra dîrok û serhatiyê meriv bi hêsanî tê de cih digrin û her ko zeman derbas dibe şopên kûr dihêlin. Eve, yek ji serhatiyê biçûkî:

Bihar, diqediya. Havînê, nih dest pê dikir. Êdin herkes ji germa rojê dereviyan; xwe davêtin bin siha darekê an dîwarekî…

Piştî xwendinek heşt mehan, dibistana me jî deriyê xwe li me digirt… Ez, bi xwe pir kêfxweş bûm; heşt meh xwendin, di nav wê girgirêç û hay û hûyê de, di nav wan dîwarên teng û tarî de, ne tenê canê min, rihê min bi xwe jî bawî bûbû. Dilê min kufik û zingar girti bû…

Gava mamosteyê me mizgîna belevkirina dibistanê ya havînî da me, ne tenê ez, hemî suxteyên dibistanê mîna çivîkên ji qefesê azad dibin, çirevîtik didan xwe, kumên xwe ber bi ezmanan davêtin û digotin: Her bijî Mamosta! Her bijî Mamosta!… Tenê sê çar zarokên tiral digiriyan, di sinifa xwe de ma bûn, û li ber mamoste û hevalên xwe rûsar diman: Tirsa dê û bavê wan hêstir diherikîn. Giriyê van zarokan hinek kêfa min kêmtir dikir, dilê min bi halê wan dişewitî…

* * *

Piştî girtina dibistanê qederek derbas bû bû; rind naê bîra min, Xwedê zane mehek an meh û nîvek. Ez û çend hevalên xwe ji ser zinarekî derbasî ser latekê dibûn, kaş bi kaş, newal bi newal li hêlînê çûkan digeriyan; bi saetan ve bi dû çêlîkê wan ên nihfirî diketin; me ew digirtin, ew heywanê bê zar û ziman heta di nav pepikê me de bimirana, me bi wan dilîstin…

Em, carina serqot, carina jî pêxwas digeriyan û ji vî halê xwe bêtir şa dibûn. Kum û sol û cilê me ji me re teng dihatin, bi her hawayî me dixwest em serbest bin…

Çiqas car histiriyê kaşan lingên me diqelaşt, û kelemên dar û deviyan lingên me xwîn dikirin. Dîsa ne xema me bû. Haya me ji me tune bû; lîsk, serbestî, azadî em sermest û serxweş dikirin… Çend caran me ji dê û bavê xwe gotinên tal dibihîstin, dîsa me guh ne dida wan…

Piştî heşt meh xwendin û ew jiyîna zîndanî, sê çar mehên havînê serbestî para me bû, heqê kesî tune bû me ji vê azadiyê bê par bike.

Rojekê min û sê çar hevalan me gotina xwe kirin yek: emê biçûna Şikefta Birxêrê, nêçîra çêlkewan… Şikeft ji gundê me bi sê çar saetan dûr bû. Ji ber germa havînê kewan teva çêlîkên xwe, xwe davêtin bin siha vê şikeftê. Di şikeftê de kaniyek jî hebû. Lê şikeft ne xalî bû: cihê pîrebok, cin û periyan bû. Heta min ji pîrika xwe carekê bihîst ko Şikefta Birxêrê payîtextê padîşahê cin û periyan e, kes ne wêrî bû here hundirê vê şikeftê. Heta peyayên mezin bi xwe jî taqet ne dikirin. Lê zarotî, ji bona nêçîra çêlkewan, ne cin li ber çavê me xuya bûn ne perî… Ji xwe me dixwest cara ewilî em vê mêraniyê nişan bidin; di şikefta cin û periyan de nêçîra çêlkewan bikin.

Reşo û Remo li ber derî man, ez û Cemo jî ketin hundirê şikeftê; ha li vir, ha li wir me sê çar çêlkew girtin. Ew pir biçûk bûn, nikarî bûn bifiriyan. Di wê gavê de dinya bi genc û xezînê xwe ve bidana me, em hewqas kêfxweş û dilgeş ne dibûn. Lê em hebekî westiyan; li ber derê şikeftê darek tûê hebû, em li bin siha wê rûniştin, me him xwe rehet dikir, him jî em bi nêçîrên xwe şa dibûn… Hingî Cemo tî bû bû; dixwest here hundirê şikeftê avê vexwe, lê bi tenê ne wêrî bû. Min dizanî bû li xwe danîne ji kesî re bêje: Bi min re were hundirê şikeftê, ez ne wêrim bi tenê herim. Min, bêgûman dizanî bû ewê bi tenê here… Di wê gavê de şeytaniyek hate bîra min. Min xwest ko mêraniya Cemo biceribînim. Min xwe ji wan vedizî û ketim hundirê şikeftê. Ne Cemo ne jî tu hevalan çûyîna min a şikeftê ne dîtin. Min di quncikekê de xwe veşart. Min dît Cemo hêdî hêdî, bi tirs lingê xwe davêje û tê. Şikeft tarî bû, hêj av venexwari bû, gava nêzîkî min bû, ji nişka ve, bi dengekî bilind min go: pix… pix!

Heyhat!… Cemo, di dilê xwe de got qey cin e, bi tirseke mezin veciniqî û ket erdê; dev û diranê wî ketin hev. Çiqas min deng lê kir qet li min venegerand. Bi tenê çend caran çavê xwe vekir û bi tirs li min nêrî… Çavê wî ê kesk di nav tariya şikeftê de mîna du cinciqan diçirisîn… Hingê min fam kir ko min qebahetek, an hêj bêtir, gunehekî mezin kir. Ez çûm cem hevalan û min ji wan re got: werin bê çi li Cemo hatiye?

Em her sê çûn cem wî, çiqas me kir ne kir me nikarî bû ew ji cihê wî bilivanda. Ji xwe em giş zarok bûn, em her sê çar jî, heft heşt salî bûn… Hingê dengê bilûrekê ji dûr ve hezîn hezîn dihat. Me dizanî bû xwediyê bilûrê şivanek e. Reşo û Remo li ber Cemo man, min xwe li dengê bilûrê girt. Piştî qederekê min xwe gihand şivên û min serhatiya me ji wî re got: Şivan, ji dûr ve, merivê Cemo dihat; pezê xwe sipart hevalekî xwe û bi min re hat şikeftê; Cemo li pişta xwe kir û em bi hev re vegeriyan gund. Hêj zimanê Cemo ne digeriya, min jî ji fediyan, qebaheta xwe vedişart, heta min ji hevalên xwe re jî rastî ne digot.

Em çawan vedigeriyan gund? Dê û bavê Cemo ewê ji me re çi bigotina. Me ê ji dê û bavê xwe re bigota çi?! Çar ne çar em diçûn.

Çîroka me zû li nav gund belav bû. Bavê min, di mal de ez heps kirim. Min bihîst ko hevalên min jî mîna min heps kirine. Hêj jî zimanê Cemo venebû bû. Her kesî digot: Ciniyê wî şeytanî ye, ne rehmanî ye û gişan ji dawiya Cemo ditirsiyan, tenê Şêx Sedeqe.

Şêx Sedeqe, bi cin û periyan dizanî bû. Ev kalê rîsipî ko zeman pişta wî xwar kiri bû, bi nav û deng bû… Eslê wî yan ji Mekê bû yan ji Medînê… Min bihîst ko Şêx, ji bavê Cemo re gotiye. (Heke tu deh zêran (pênc pêşîn, pênc paşîn) bidî min ezê kurê te rehet bikim…) Bavê Cemo jî qaîl bû bû û goti bû (Tu kurê min rehet bike mal û milkê min giş ji te re pêşkêş in… )

Êdin her kesî hêvî dikir ko Şêx ewê Cemo rehet bike… Tenê min bawer ne dikir. Min derd û êşa Cemo ji Şêx bêtir û çêtir zanî bû…

Gava Cemo birin cem Şêx, Şêx ez jî xwestim nik xwe, û ji min çend pirs kirin: (Wexta ko Cemo çû şikeftê, cihê ko lê keti bû xwar, û çiqas nezîkî qoziya çepê bû, çiqas dûrî qoziya rastê bû??) û bi kitêba xwe dinêrî û bi qelema xwe a qîjotî li ser kaxetekê çend xêz û nixtik çêdikir û serê xwe dihejand û digot: (Min fam kir… Min nas kir kîjan cin e… ev cinekî şeytanî ye, jê re dibêjin: polotox…)

Paşê li ser neynûkên dest û lingên Cemo bi qelema xwe tiştin nivîsand û got (Min cinî di laşê wî de heps kir; heta ez wî ne kujim, bera nadim, ka ji min re destek şivê ter bînin).

Xulamê wî Dilo, gurzek şivê hinarê jê re anîn û bi lingê Cemo girt û bilind kir, Şêxê wî jî, şiv bi şiv di lingê wî zarokê reben dişikand… Cemoyê ko heta wê gavê zimanê wî ne digeriya qîrîna wî diçû ezmanan. Lê şêx digot: (Ev ne dengê Cemo ye, hêj zimanê wî girêdayî ye û dest bi lêxistina xwe dikir û digot: Efrît… şeytan… ma tu ji destê min bi kû da birevî) û bi zimanê cinan çend pirs li ser dikirin: têmatim… Tenatin… şin… şin…

Xwîn ji bin lingê reben diherikî, gava her darek li bin lingên reben diket, tîrên birûskê li dilê min dixist… Min nikarî bû rastî bigota. Ew roj ne bû êvar, Cemoyê reben ji ber darên wî zalimê xedar mir.

* * *

Ev bûn bîst, bîst û çend sal… ev çîrok li serê min qewimiye. Hêj ji bîra min ne çûye. Ji min re bûye derdek, di hundirê min de bûye girêkek, di dilê min de bûye birînek… birîneke pir kûr. Sal bi sal nêm û kêma wê bêtir, êşa wê zêdetir dibe. Giyanê min ji ber diheje… Gelek caran, Cemo di xewna xwe de dibînim; li hember min melûl melûl disekine û bi gilî û gazin ji min re dibêje: Bêbext… bêbext!

A- Zîwan: 28- 1- 1942

Hawar, Hejmar: 39, Sal: 1942, Rûpel: 6, 7, 8.

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev