Di destan û çîrokên kurdî de jimara heft

Di destan û çîrokên kurdî de jimara heft

Xwendevanên hêja, em ji cêrgeya nivîsên xwendevanê me yên derheqa mijareke taybet di bawerî û zargotina me da a ji rêzenivîsa “Di Zargotinê da jimara heft” gotara çaran raberî we dikin. Fermo, hûn jî wek me lezetê ji nivîsê bibînin.

 

Şemoyê Memê

Dêwê heftserî di gelek çîrokên gelêrî de tê bikaranîn. Di destana Rostemê Zal de, gelek caran Rostem bi dêwên heftserî re dikeve şerekî giran. Ji ber ku heft seriyên wan hene kuştina wan jî ne hêsan e. Car caran ev “meydan xwestin” bi rojan didome. Di çend şaxên destanê de jî Rostem bi heft dêwên bira re dikeve qal û cengê, xwarziyê wî Bêcan jî çend dêwan dikuje. Di çend şaxên destanên Rostem de jî dêwên heftserî dibin bela serê wî. Di hin çîrokan de jineke xirab heye û jê re “Pîra Heftserî” tê gotin.[1] Heft kurên hûtekî hene. Di dawiya çîrokê de lehengê çîrokê him hût dikuje him jî heft kurên wî dikuje.

 

Di destana Derwêşê Evdî de heft birayên Edûlê hene. Edûlê dibêje;

 

Delalê min way delal,

Ez nemînim, ez nemînim lo lo Dewrêşo

Lo lo Dewrêşo ez ê ne bi mal im, ne bi mêr im,

Ez ê xwayinga heft bira me, birazîka dozdeh pismama mîna şêr im

Gavê dixe vî beriyê, beriyê çav Derwêşê delalê xwe dikevim,

Ez ê her heft bira, donzdeh pismama bi qalib sabûna reqê,

Ez ê serê girê Hamûda şewitî bisekinim, doxa teşiya xwe veşêrim hey lo lo delalo…

 

Edûlê niqitkeke fîncana qehwê bi ser ebayê Dewrêşê Evdî de rijandibû. Seba şûştinê, qolê zêrê serê xwe ku ev qolê zêran li gor varyanteke din, ji nava sîng û berê xwe derdixe, xercê bajarê bavê wê yê heft salan bû, diqetîne û diçe sûkên Hemayê, Hekayê, Şamê, Bexdayê heft qalib sabûnê reqiya hildide diçe ser ava Xamûrê. Bextê vê re heft qalib sabûn di destê wê de mefiyaye, çemê Xamûrê miçiqiyaye, dîsa jî eba Dewrêşê Evdî paqij nebûye. Di destana Siyabend û Xecê de jî heft birayên Xecê hene.

Tê bawerkirin ku kesê xwediyê heft kuran, li bal Xwedê jî pîroz hatiye qebûlkirin û Xwedê kesên ku xwedî gelek kur, nemaze xwedî heft kuran her tim parastiye. Loma hema bêje di hemû destan û çîrokan de behsa heft kuran tê kirin. Ji aliyekî ve jî heft, hêzê û xurtiyê dinimîne. Di dewra qedîm de jî wisa hatiye bawerkirin, wekî mîtosa “Gilgamêş, Enkîdû û Welatê Miriyan.” Di vê tabletê de ku ji aliyê sumerologê binavûdeng Samuel Noah Kramer ve hatiye xwendin, destebirayê pehlewanê sumeran Gilgamêş, Enkîdû diçe welatê miriyan ji bo “pukku” û “mukku”yan[2] Gilgamêş paşde vegerîne. Gilgamêş çend şîretan lê dike lê belê ji ber serhişkiya xwe guh nadê û ji welatê miriyan nikare vegere. Gilgamêş ji xwedayê avê Enkî alîkariyê dixwaze û bi xêra xwedayê rojê Ûtû, Enkîdu derdixe ser erdê. Her du heval hev hembêz dikin û Gilgamêş ji Enkîdû dipirse;

 

“Te kesê ku xwedî yek kur dît, jê re çi dikirin? (…)

Te kesê ku xwedî du kur dît, jê re çi dikirin? (…)

Te kesê ku xwedî sê kur dît, jê re çi dikirin? (… zêde avê vedixwe)

Te kesê ku xwedî çar kur dît, jê re çi dikirin? (wekî… kela dilê wî radibe)

Te kesê ku xwedî pênc kur dît, jê re çi dikirin? (Wekî nivîserekî milên xwe vekiribûn û maf parastin anîbû serayê)

Te kesê ku xwedî şeş kur dît, jê re çi dikirin. (Wekî kesê cot dike, dilê wî dikeliya)

Te kesê ku xwedî heft kur dît, jê re çi dikirin? (Wekî ew kesê ku nêzîkê xwedayan, ew…)”[3]

 

Kerr û Kulik ji bo Pêrîşana rûbixal diçin şerê heft xalên xwe. Her çi qasî Werdeka dayîk dixwaze wan ji vê riya çûnûnehatê vegerîne jî Kulîk ji ber evîna Pêrîşanê dîn û har bûye, pesnê Pêrîşanê dide dê û birayê xwe;

 

“Ew Pêrîşan e,

Bi nav û bi nîşan e,

Xwedê mêr dizane,

Qelenê wê rabûye,

Bi garana gundan e,

Bi kerî-sûriyê miyan e,

Bi revoyê hespan e,

Bi heft kod şîrê teyran e,

Bi heft bar merê sturiyan e,

Em diçin welatê xerîban têne kuştin,

Xwedê mêr zane.”[4]

 

Kulik bi destê xalanên xwe tê kuştin. Li ser vê kiryara nebixêr Kero şeş xalan dikuje, yekî tenê dihêle ji bo xatirê diya xwe ku bila nebêjin Werdeka dê bê xwedî û bê xwedan e. Di destanekî din Şor Mehmûd û Merzingan de jî heft xwarziyên apê Şor Mehmûd, Mamêreş hebûne û tola şor Mehmûd û Merzînganê jê stendine. Bi şûr û xenceran ew parçe parçe kirine.

Di gelek çîrokan de lehengê çîrokê mecbûr dimîne ku çend pirsgirêkan safî bike, ji van yek li ser heft riyan û yek jî qonaxa heft riyan e. Gelo kîjan rêya xilasiyê û miraza ye? Di çîroka Sêva Hecî de, ji ber ku Gulçîçega Dila wekî di çîroka Memê Alan de jî derbas dibe, şevekê di xewna xwe de Sêva Ha-eciya dibîne, gustîlkên xwe bi hev diguherin û sibetirê radibe di oda wê de kes tüne ye. Loma Tozo, Titûno û Dûmano bi rê dike ku salixê-sûlixê Sêva Heciya jê re bînin. Ew her sê efrît bi rê dikevin û tên, li ser heft riyan disekinin û riyan di nav xwe de par dikin.[5] Di çîroka Mîrze Mihemed de jî, Mîrze Mihemed ji bo Bilbilê Hezarê dikeve rê û xwe digihîne serê heft riyan.[6] Di varyanteke din ê Mîrze Mihemed de dîsa gelek caran behsa hejmara heftê tê kirin. Mîrze Mihemed dev ji welatê bav kalê xwe berdide, terkeserî dinê dibe. Dilê qîza padişahekî dikeve wî û dizewicin. Qralek, ji bavê jina wî xeraca heft salan dixwaze. Padişah bi neçarî xeberê qralê welatê din re dişîne, “bila di nava heft rojan de qral were qîza min û xeracê heft salan hilde bihere”. Lê Mîrze Mihemed li ber wan şer dike ne qîzê ne jî xeracê dide. Dîsa Mîrze Mihemed ji bo dermana bavê jina xwe riyeke dûr, dirêj û çetin dide ber xwe. Ji bo dermanê padişah pêwistî bi şîrê şêr û goştê tejiyekî heye. Kalemêrek (ku ew Xizir e) rê nîşanî wî dike. Îsal heft sal e pê şêr hilgirtiye, ger derdê şêr derman bike ê şîrê xwe jî bide, tejikê xwe jî qurbana wî bike.

Heft sal jî ji bo sebrê, ji bo kamilbûnê wek wextekî pêwîst hatiye qebûlkirin. Di çîroka Memê û Eyşê de Memê heft salan ji mala xwe, dê û jina xwe dûr, leşkeriyê dike. Piştî vegera heft salan bi şaşitî bi destê diya xwe tê xencerkirin. Car caran jî ji ber bêtêkilî û bêagahiyan jin, zar û dê gumana xwe vegera mêr, bav û kurên xwe dibirin ji ber ku heft sal wextekî pir dirêj e.

Di çîroka Zembilfiroş de Gulxatûn dibe dildarê Zembilfiroş û bi dek û dolaban nikare xwe Zembilfiroş bialîne. Paşê diçe jina Zembilfiroş dixapîne, dikeve nav cihê mêrê wê. Ew lempê vedimirîne dikeve nav nivînan, Zembilfiroş dema tê dikeve nav cihê xwe wekî razê, Xatûn bi kelecanî ji bîr kiriye xirxalê lingê xwe dernexistiye. Wexta ku lingê wî xirxalan dikeve, Zembilfiroş wê çaxê fehm dike ku ew ne jina wî ye, ew Xatûn e. Zembilfiroş dibe teyrek, ji kulekê re difire diçe. Xatûn heft sal li pey wî digere, li serê çiyayekî rastî şopa wî tê, dibin xwişk û bira, piştî çendekê Xatûn dimire.[7]

 

Di gelek stran, dîlok û heyranokan de keçik heft salan li benda delalê dilê xwe dimîne. Wekî nimûne;

 

“Îsal sala hefta ye

Berê lawkê min ketiye welatê xerîb û xurbetê.”[8]

 

Di straneke din de keçik pesna xwe dide ku çi qasî bedew e û bi qîmet e ku qralên dewletan ji bo wê heft salan şer kiriye. An jî wekî Gulê ji Evdal re dibêje; heft dengbêjan jinê xwe berdane.

 

“Sing û berê min usa nin,

Notla text û payê Kurdistanê,

Îsal heft sal e, donzdeh qrala li ser qal û ceng e.”[9]

 

“Min ê çavê xwe rojê heft cara kilê siphanê kil dane,

Lê heft denbêjê mîna te jinê xwe berdane.”[10]

 

Gelek dildar ji bo keçikan heft salan ji bavê keçikê re şivantî kirine. Di çîrokekê de Cewze beg ji keçeke bi navê Pêrîşan ku xwişka heft birayan e hez dike û ji xwe re dixwaze, nîşana wan dikin. Ji zû ve çavê şêxê misilman li Pêrîşanê hebû lê bavê wê nedayê. Loma şêx bi darê zorê Pêrîşan revandiye. Wexta ku Cewze beg pê hesiya bi pey wan ket, kete dilqê şivanan û çû gihîşte konên şêx, bi qirara heft salan dûajoyê şivanan ma di konên wan de. Di çîrokeke din de jî gede dotmama xwe dixwaze, nîşan dikin, gede seba qelen diçe xurbetê xebatê û heft salan venagere. Loma dotmama wî didin yekî din. Roja ku dotmamê siwar dikin gede vedigere, di rê de rastî wan tê. Di stranekê de jî lawik dibêje;

 

“Min heft sala, heft meha, heft roja ketime dû te,

Haj şerma, ca qara neda rû te.”

 

Di çîroka Çûk û Pîrê de jî hejmara heftê berbiçav e. Tê vegotin ku pîrikek dixwaze tendûra xwe vêxe lê belê dike nake tendûra wê vênakeve. Ji nişkê ve çûkek tê li ber tendûra pîrê vedinişe û dibêje; “pîrê wî çiqlê nigê min biavêje nav tendûrê, agir dê vêkeve.” Pîrê bawer nake û tinazê xwe bi çûk dike, lê li ser israra çûk gotina wî dike û agir vêdikeve. Pîrê nanê xwe dipêje lê çûk dawa çiqlê nigê xwe dike, ger pîrê çiqlê nigê wî nede divê dewsa wê heft nanan bidê. Çûk heft nanan dike tûrê xwe bi rê dikeve, di rê de rastî şivanan tê û ev heft nanan pêşkeşî wan dike. Piştî xwarinê ji şivanan jî heft nanên xwe dixwaze û ger heft nanên wî nedin divê heft beranên kol bidinê û çûk bi rika xwe heft beranan ji destê şivanan digire. Ev heft beranan ji bo xwarina dawetekî pêşkêş dike û paşê dîsa dawa heft beranên xwe dike û dewsa heft beranan bûka dawetê ji xwe re dibe.

Di çîroka Mîrze Mihemed de jî hejmara heftê wekî sembolîzmekê pirî caran hatiye bikaranîn. Mîrze Mihemed li beranekî reş û yekî spî ku li hev dixistin dinihêre. Xwe diavêje ser pişta beranê spî, lê ew li ser pişta yê reş dikeve. Qedera wî ew yek dixwest û beranê reş ew daxist heft tebeqên binê erdê. Di binê heft tebeqeyên erdê de jî wekî rûyê erdê her tişt heye. Bajar, mirov, heywan, nebat hwd. Mîrze Mihemed dikeve rê,  mala pîrekî diqeside. Wê şevê li wir dihewe. Pîrê jê re pariyek nanê tisî û tasek ava zer û şor tîne. Sibetirê pîrê jê re eşkere dike ku ava ku êvarê dabû wî mîza wê bû. Ji ber ku ejderhayek pêşiya ava wan girtibû nedihişt kesek here avê bîne. Mîrze Mihemed ejderha dikuje û bajêr ji mirinê xilas dike. Mîrê bajêr keça xwe didê. Lê Mîrze Mihemed dixwaze dîsa derkeve ser rûyê erdê. Çîrok bi vî awayî dirêj dibe. Dawiyê Teyrê Sîmir (Sîmûrg) ji ber qenciya Mîrze Mihemed ku çêlikên wê ji marekî har xilas kiribûn, dixwaze qenciyekê jî ew bike. Mîrze Mihemed jê xwestina derketina ser rûyê erdê dike. Teyrê Sîmir daxwaza wî dipejirîne. Teyrê Sîmir dibêje “Da ku ez hilkişim ser rûyê erdê, divê ez te ji heft tebeqeyên erdê re derbas bikim, tu yê heft beranan ser jê bikî û heft kunên (kûz)  avê tijî bikî. Her ku ez tebeqeyekê erdê xilas bikim, tu yê beranekî û kunekî avê biavêjî devê min.” Mîrze Mihemed radibe, heft beran ser jê dike û heft kunên avê tijî av dike. Li pişta Sîmir siwar dibe û Sîmir difire. Di her tebeqeyekê de Mîrze Mihemed beranekî sax û kunek av berê devê Sîmir dide lê tebeqeya heftan pir dijwar e û piştî beran û kunê avê dîsa Sîmir devê xwe vedike û Mîrze Mihemed bi şûrê xwe rahnekî xwe jê dike û diavêje devê Sîmir.[11] Di gelek destan û çîrokan de pehlewan dêwê heftserî dikuje, heft qîzên padişah aza dike û ya herî bedew ji xwe re mar dike. Her şeş heban jî dide şeş birayên xwe. Heft roj û heft şevan dawet çêdibe. Him şahî heft rojan didome, him jî şîn.

Di gelek gotinên pêşiyan û dîlokan de jî heft wekî hejmarekê tê hesibandin ku giranbiha, tekûzî û temamiyê dide aşkerakirin. Ger heft be baş e, hewce ye û ji bo erêkirin an jî têrêbûnê bes e. Wekî tê gotin;

 

– Qîz hene heft kura nadin.

– Caba heft mêran dide (ji bo jina pak û xurt).

– Bûkê xeniqandiye heft xasî, ji bilqîniya cêr tirsî.

– Mişkek heft kûpa diherimîne.

– Heçî kesê ramûsanê bide kalê kotî, mirî

Hesab bike, heft êtîma (sêwiyan) mala bavê xwe de kiras dike.

 

Di çend metelokan de jî xêra xwedîbûna heft tiştî-kesî, nagihîje tu kesî. Wekî tê gotin; Heft avzankê kerê hene, wexta ku dikeve avê her heftan jî ji bîr dike. Heft kurê yekî hebûn, başê wan qûnek bû.

Di gelek stranan de keçik an jî kur ji bo dildara/ê xwe dixwaze her tiştî pêşkêş bike. Dibe ku hemû serweta mala bavê xwe jî (heft aş) bide. Di strana “Delala Beriyê” de keçik wiha dibêje;

 

“Min ê sonda mezin xwariye

Heçî saloxekî ji delala malê ji me re bîne

Ez ê bidimê heft aşê mala bavê xwe rebenê

Li ber çemê Nisêbînê”[12]

 

Car caran jî behsa heft xwînên mala bavê tê kirin. Ramûsaneke yarê bedela heft xwînan e. Di kilamên  “Bêrîvanê”, “Miho” û “Edûlê”de ev mijar tê bikaranîn. Di strana “Edûlê” de Dewrêşê Evdî dibêje;

 

“De dibê heft xwînê mêran û mêrxasa li bavî te bî,

Erê, de tu rabe ramûsanekî bi ser can û cesedê min de berde,

Erê, bedela heft xwînê mêran û mêrxasan ramûsan qebûle…”

 

Edûlê jî dibêje;

 

“Heft birê min, wekî herine ber kuştinê,

Wexta çavê min, çavê Dewrêşê Evdî dikeve,

Min tirê hemû sax in li rûbarê dinê.”[13]

 

“Heft xûnê mala bavê te bûn,

Ramûsanê min kerem ke, berva min qebûl e.”[14]

 

Heft aşê bav an jî heft bir pez û dewar her çiqasî hebûnek û qîmeteke pir mezin be jî, ji bo delalê yan jî delalî ne tiştek in. Dîsa ji bo delala xwe heft salan şivanî û gavanî kirin jî ne tiştekî biqîmet e. Di vir de heft sal sebreke pir mezin e û hêza evînê dipîve. Bavê keçikê mecbur e piştî heft salên şivanî û xulamiyê qîza xwe bide wî kesî, çi zengîn be çi belangaz. Di zargotina kurdî de gelek mînak li ser vê babetê hene. Wexta ku Rostem bi neyarî tê birîndarkirin û paşayê bajêr ji Rostem hez nedikir, loma dermanê nojdariyê avête behre, neda diya Rostem Rûdabê, axir Rostem ji ber birînên xwe dimire. Rûdabe cinazeyê kurê xwe dide ser destê xwe, heft salan digerîne li dinyayê û ji ber girînê her du çavên wê jî kor dibin û ew jî dimire. Tê gotin ku Ûsiv pêxember heft salan di zikê hûtmasiyê de sax û silamet maye. Di çend dîlok an jî heyranokan de jî heft sal maweyeke dirêj û bi wate ye.

 

“Îsal heft salê min mehrûmê Xwedê ye,

Ez di kavilê gunda de derd û kulê te dinalim.”

 

“Navê dosta min Beyaz e,

Yeke bejnbilind e, enîkever e, qubeqaz e,

Keskî di dewr-zemana de dîtiye, li dêrisê gunda mirov heft sala dostekî ji xwe re bigre,

De sala heşta ne bixwaze, ne birevîne.”

 

Xercê heft salan divê pereyekî pir zêde be. Di şaxekî destana Rostemê Zal de behsa xercê heft salan tê kirin.[15] Di destana Mem û Zînê ya di pirtûka Zargotina Kurda de, Mîr Sêvdîn qîza xwe ya delal Zînê bi Çekan re nîşan dike, tê gotin ku bi tilîsmeke zêrîn, wek qîmeta wê “xercê Cizîrê yê hevt salan” bû.[16] Wexta ku Tacdîn ji bo xilasiya Mem û Zînê mal-koşk û seraya xwe dişewitîne, bê mal û war dimîne. Bi fêlên Bekoyê Ewan mîr Sêvdîn wan dişîne xercê Cizîrî yê heft salan berhev bikin û pê ji Tacdîn re koşk û sera ava bikin.

Di çîroka Bozanê Lawê Pîrê de tê gotin ku dilê Bozan dikeve qîza Îbrahîm, Eyşanê. Şeş birayên wî hebûn, tevde heft bira bûn. Her yekî kihêlek ji tewlê kişand û her yekî xurcezînek zêr avêt terkiya hespan. Birayên Bozan, mirovên dewlemend û merd bûne. Ji Îbrahîm re gotine ji bo qelenî çi dixwazî bixwaze, tu kêr em penêr, hema bibire. Lê belê heft rojan û heft şevan rûniştine li odê, lê belê Îbrahîm neaniye rayê. Bozanê Lawê Pîrê destvala û pormijîn tevî heft birayên xwe vedigere lê dîn dibe. Hetanî mirinê li ser Eyşanê kilaman dibêje.

Divê ji bo qayîmî û ewlehiyê “Zînê Erziromî bi heft tengan li ser bişidîne.”[17] Heft roj ji bo moletê, maweyeke têra xwe ye. Dîsa Mem ji bo hînbûna saloxê Cizîra Botan heft rojan moletê dide bavê xwe. Ger heta heft rojan salox neda Mem biryar daye ku terkeserî cî û warê kal û bavan bike, here bi xwe li Cizîra Botan bigere. Daweta bavê Mem, Alan Paşa û Îşan Xatûnê heft roj û heft şevan dom kiriye. Bekoyê Ewan û Mîr Sêvdin, Mem dikin zîndanê, lê wexta ku xebera vegera her sê birayan tê, Bekoyê Ewan ditirse, dixwaze Mem ji zîndanê derxin û daweta wî û Zînê li dar bixin. Dê daweta wan “bi heft def û heft zirneyan bikin.”

Heft derî yan jî dergeh, soz û qirarê yan jî namûs, pakî û saxlemiyê dinimîne. Di varyanteke destana Memê Alan de, wexta ku Zîn, Memî dihebîne, êdî kes ber çavê wê nîn e. “Heft derê mala bavê wê hene, heft ji pola ne, temam qerebaşî pêlewan e, heqê bavê kê heye vê êvarê devê xwe bigihîne xala sîng û beran e.” Car caran jî heft derî berevajî saxlemiyê, welatê miriyan an jî binê erdê dinimîne. Di mîtolojiya sumeran de ji heft deriyan re mirov derbasî welatê miriyan dibe. Wexta ku xwedavenda bedewiyê Înanna (Îştar) dibe ku ji bo dilgirtiyê xwe Tammûz paşde vegerîne dadikeve welatê miriyan ku xwediya wir jî xwişka wê Ereşkîgal e. Di nivîsarê de tê gotin ku wê heft yasayên xwedayî hilda ba xwe û wexta ku ji heft deriyên welatê miriyan re derbas dibû, di her deriyekî de tiştek ji ser xwe derdixist. Di deriyê heftan de cil û bergên xwe ji xwe kir û rûtazî ma. Piştre hat li ber dadgerên tirsnak ên welatê miriyan, heft Anûnnakiyan kete çokan û li ber awirên wan ên sar û cemidî Înanna dibe cendek. Heft dergeh li vir riya miriyan dinimînin û divê mirî wekî çawa hatiye dine, wisa jî rûtazî here welatê miriyan, bêyî heft tiştan; ne bi tac, ne bi asa, ne bi xişir, morî-mircan, ne bi almas û yaqût, ne bi bazin, ne bi zirx û ne jî bi cil û berg. Heft deriyên welatê miriyan dibe ku heft rojan jî binimîne. Tê bawerkirin ku kesê mirî piştî heft rojan digihîje qonaxa xwe loma “heftê mirî” tê dayîn ku êdî wî ji vê dinyayê dest û lingê xwe û ruhê xwe kişandine. 

Encam 

Heft her çi qasî di nav zargotin û baweriyên hemû miletan de cih bigire jî, di bawerî û zargotina kurdan de cihekî taybet û pîroz dadigire. Baweriyên kurdan ên qedîm parastina heft milyaketan dipejirîne û ev sembol wekî heft, nemaze di dînê yarsaniyan de hema bêje sembola herî girîng e. Vê baweriyê dînên kurdan ên din jî kirine bin bandora xwe heta bigire dînê misilmaniyê jî ev sembol ji taybetiyên yezdaniyê hilgirtiye. Di destanên kurdan de wekî sembola herî berbiçav hatiye bikaranîn. Ev girîngiya hejmara heftê dibe ku destpêka xwe şêweyekî mîstîk hilgirtiye û derbasî xetên pîroz bûye. Ji ber ku li gor baweriyan, dinya û gerdûn di heft rojan de ava bûye; ev hejmar wek hejmareke pîroz hatiye hesibandin û hema bêje di hemû qadan de hatiye bikaranîn. Lê me dît ku di destan, çîrok û baweriyên kurdan de zêdetirîn hatiye hunandin.

Riataza

[1] Xwedî heft serî bûn, sembola hêzê û fêlbaziyê ye.

[2] “Pukku” dibe ku dahol be û “mukku” dibe ku mîrkut be. 

[3] Samuel Noah Kramer; Sumer Mitolojisi, Kabalcı Yayınları, Stenbol, 1999, r. 79

[4] Heciyê Cindî- Emînê Evdal; Folklora Kurmanca, Weşanên Avesta, Stenbol, 2008, r. 52

[5] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl; Zargotina Kurda I, Neşîrxana Naûka, Moskova, 1978, r. 154

[6] Daxistan Qaraqoç; Li Xoçvanê Çîrokên Nîvcî Mayî, r. 81

[7] Rohat Alakom; Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Weşanên Avesta, Stenbol, 2013, r. 64

[8] Hawar, 1932, Şam, hej. 6, r.8

[9] Heciyê Cindî; Mesele û Xeberokêd Cimaeta Kurd, Êrîvan, 1958, r. 344

[10] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl; Zargotina Kurda II, Neşîrxana Naûka, Moskova, 1978, r. 72

[11] Fawaz Husên, Barê Şevê, Weşanên Avesta, Stenbol, 2012, r. 44

[12] Cegerxwîn; Folklora Kurdî, Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1988, r. 133

[13] Christine Allison; Yezidi Sözlü Kültürü, Avesta, Stenbol, 2007, r. 248

[14] Heciyê Cindî – Emînê Evdal, Folklora Kurmanca, Weşanên Avesta, Stenbol, 2008, r. 399

[15] Heciyê Cindî; Şaxêd Eposa “Rostemê Zalê Kurdî”, Neşîreta Akademiya YSS Ermenistanê, Êrîvan, 1977, r. 280 

[16] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda I, b.n.b, r.46 (Di lêkolîna mamosteyên hêja de hemû berhevok bi vî şêweyê gotinê hatine nivîsîn. Ev rêbaza zargotinzaniyê ye. Loma me jî ‘hevt’ nivîsî.)   

[17] Celîlê Celîl-Ordîxanê Celîl, b.n.b, r.72

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev