Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Arambûna desthilatên dagîrkar li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê -1

Arambûna desthilatên dagîrkar li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: Arambûna desthilatên dagîrkar li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê”. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 100

Li Îraqê û Sûrîyê, xwesma di salên 20î da, zordestîya di hêla sîyasî ya li ser kurdan da, ne desthilata miletîyê, lê ya dagîrkar pêk dianî. Lê li Tirkîyê ne wisa bû. Ji ber wê jî tevgera kurdan li wan welatan ya dijî împêrîyalîzmê bû. Ew xwesma li herêma kurdan ya Îraqê (wilayeta Mûsilê) wisa bû, ku bû meydana dijberîyên navnetewî yên gurr û germ û ewê alî gumrehkirina pirsa kurdan kir[1].

Ji nîveka duduyan ya sala 1923an, ango ji destpêka dewrana piştî Lozanê, berxwedana kurdan ya mezin û ji bo îngilîsan bi xeter – serhildana Suleymanîyê ya bi serokatîya Şêx Mehmûd Barzincî her çû sisttir bû. Di mehên dawî yên sala 1923an destpêkirî, heta nîveka pêşin ya sala 1924an sînorê Îraqê yê bakur û çiyayên kurdan ji bin kontrola serhildanê derketin, lê di meha tîrmehê sala 1924an da leşkerên Îraqê û desteyên aşûrîyan bi serokatîya zabitên Îngilîs Suleymanî zevt kirin. Lê, wek kesekî ji serokatîya desthilatdarîya Brîtanîyayê li Îraqê – Hertrud Bell li xwe mukur hat, li Suleymanîyê, wek ku “li ser sînorê hindo-afxanîyê”, tu caran aştîya rasteqîn tunebûye. Ewî destnîşan dikir, ku Şêx Mehmûd revîye çiyayên ser axa Farizistanê û li wir jîyana “firarîyê” derbaz dike[2].

Bi vî awahî, Şêx Mehmûdê ku nebû “qiralê Kurdistanê“, dîsa têk da. Sebebê wê binketinê xên ji wê yekê, ku hêzên kurdan û dijmin ne wekehev bûn, tunebûna yekîtîyê bû di nav şervanên ji bo azadîyê û serxwebûnê, ku bûye kula kurdan ya sereke. Hukumê Şêx Mehmûd Barzincî bi rastî her tenê li ser herêma Baban a dîrokî derbaz dibû, ku navbenda wê Suleymanî ye (ew jî ne tevaya herêmê). Piranîya binecîyên kurd yên herêmên din yên Kurdistana Başûr (Soran, Behdînan, Sincar) û yên ser sînorên Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê (Botan, Şemdînan) ew desthilat nas ne dikirin. Qedirê Şêx Mehmûd herwiha di nav serokatîya rêxistinên kurdan yên miletîyê jî ne zêde bilind bû, him li Kurdistanê, him jî li dîyasporê[3].

Rewşa ha ji admînîstrasyona Brîtanîyayê ya dagîrkar ra dest dida. Ewê dijî kurdên serîhildayî hêza xwe nîşan dida û bi her awahî hewil dida dutîretîyê bixe nava tevgera kurdan û wêya dijî nasyonalîzma ereban li Îraqê bi kar bîne, ku her diçû xurttir dibû. Ji îngilîsan ra li hev hat çend serekên kurdan bîne alîyê xwe, û di nav wan da terefdarên serxwebûna Kurdistanê jî hebûn, bona tevî heytehola (merasîma) Feysal wek qiral bibin, ango, bona ew bê ser text. Lê heq-hesabên kurdan jî hebûn: berî, ku pirsa Mûsilê çareser bibe, ewana bona xwe ji altêrnatîva Tirkîyê xilaz bikin, xwe dane alîyê Bexdayê û Londonê. Wek ku H. Bell destnîşan dike, ewana “di hêla aborî da bi Mûsilê ra girêdayîne, û ewê herdem wisa be, heta damezirandina Kurdistanê“. Kurdan bona piştgirîyê de`w li îngilîsan kir, ku kurd admînîstrasyona xwe saz bikin û dibistanên kurdî bêne vekirinê. Kesa sereke ji îngilîsan di hevraxeberdanên bi kurdan ra H. Bell dijî van daxwazan nîbû, lê bi lez nediket sozê xwe bi cî bîne, sebeb jî ew yek destnîşan dikir, ku karmend, kitêb û pirtûkên dersan têrê nakin û h.w.d. Lê di ber xwe da jî ser wê bawerîyê bû, ku baştir e ew “qirala Kurdistanê ya bê text û tac be“[4].

Ser demekê milahîmkirina Suleymanîyê û hevdufêmkirina di navbera serokatîya kurdan û desthilatdarîya Brîtanîyayê ya li Îraqê da, li Kurdistana Îraqê her tenê aramîya demkurt û nivîşkan anîn. Ew faktor ji holê ranebûn, ku dijî îngilîsan bûn. Berî gişkî, piranîya serokên kurdan bi îngilîsan ra di gelek pirsan ra ne razî bûn û li hev ne dikirin. Ya duduyan, tirkan girêdayî destpêka çareserkirina pirsgirêka Mûsilê ji alîyê Koma Miletan da û dervayî wê, destpê kirin di nav kurdan û miletên din yên kêmjimar yên Îraqê da (aşûrîyan, turkomenan) bi aktîvî sîyaseta şerletanîyê û berîhevdanê bi kar anîn. Faktora sisîyan kurdên Tirkîyê bûn, ku piştî têkçûna serhildana dijî desthilatdarîya tirkan kom bi kom direvîyane Îraqa Bakur.

Serttîya li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê îdî ji destpêka meha îlonê sala 1924an bi carekê va zêde bû. Ew di hêlekê va bi wê yekê va girêdayî bû, ku pirsa aşûrîyan bi carekê va serî hilda û sîyaseta îngilîs jî wisa bû, ku dixwest desteyên aşûrîyan yên çekdar bona berjewendîyên xwe li Îraqê, Îranê û Tirkîyê bi kar bîne, di hêleke din va jî – ew sîyaseta kemalîstan ya şovînîstîyê bû, ku hewil dida nehêle aşûrî careke din vegerine ser axa xwe ya dîrokî – wilayeta Hekkarîyê[5]. Leşkerên tirkan, ku dû aşûrîyan ketibûn, ji sînor derbaz bûn û ketine nava axa bakurê Îraqê û di fikira wan da hebû xwe li wir mehkem bikin, ji ber ku zûtirekê wê qedera Mûsilê bihata biryarkirin. Lê kurdan piştgirîya tirkan ne kir û bi gotina H. Bêllê, ew “îzbata sereke ya serketina desthilatdarîya Îraqê bû“. Berevkirina leşkerên tirkan li dor sînorê Tirkîyê-Îraqê û hatina mihacirên kurdan yên pirjimar li Îraqê, ku piştî têkçûna serhildana Şêx Sehîd qewimî, her tenê rûn berî êgir da, lema jî rewş gelek aloz bû[6].

Herdem xuyabûna “faktora tirkî“ li Îraqa Bakur qet ne bi dilê serokatîya Brîtanîyayê ya li Bexdayê û Mûsilê bû. Hertim tirs hebû, ku binecîyên wilayeta Mûsilê yên ne ereb wê derbazî alîyê Tirkîyê bin û ewê pirsa, ku Mûsilê bikine bin bandûra Brîtanîyayê, bikira bin şikê. Lê ew tirs di nav demeke kurt da eger tam ji holê ranebû, lê gelek kêm bû. Eger meriv bawerîya xwe bi Êdmonds bîne, hilanîna xelîfatê di adara sala 1924an da wisa kir, ku kurdan xwe ji tirkan bi dûr xist, xwesma ew kes, ku derebeg bûn (ango, şêx, seyid û h.w.d. bûn). “Ew yek wisa xweş e, ku meriv bawerîya xwe pê nayne“, – ew dike gazî û dû ra dinivîse: me ne dixwest têkilî nava rewşa nûsazbûyî bin, lê gava ew behs di nava gundîyan da jî belav bû, “hurmeta Tirkîyê ya kevin, ku li ser bingehê xelîfatê ava bûbû, hêç û pûç bû“[7].

Wek ku Êdmonds dibêje, serokatîya Brîtanîyayê ne hîşt rewş ji bon kontrolê derkeve û ew rewş bi kar anî, di nav eşîretên kurdên Îraqê da propoganda dijî tirkan ya tund derbaz kir. Daxwaza serokatîya Brîtanîyayê ew e, ku her sê wilayetên Îraqê (Bexda, Besra û Mûsil) bigihîne hev û hukumê Brîtanîyayê li ser wan testîq bike. Balkêş e, ku Îngilîs hewxedarîya xwe ya di nefta Mûsilê da vedişart,lê di rastîyê da encama şerê ji bo Mûsilê gerekê bidestxistina nefta Kêrkûkê bûya. “Min tu belgeyek ne dît, ku tê da neft faktora here giring bûya“, – Êdmonds dinivîse. Propaganda Îngilîs di wê pirsê da hinekî bi ser ket. Çend serekên kurdan (Bbekir axa û yên din) gotin, ku ew terefdarên Îngilîs in, lê eşîretên Zîbaran, Amedîyê û Dihokê, ku di wan da “çînên întêlêktûal“ tunebûn, pişta tirkan digirtin[8].

Ha bû rewşa li Kurdistana Îraqê di dema sertbûna rewşê li Kurdistana Tirkîyê di nivîsên karmendên Brîtanîya dagîrkar da (ku herwiha bîranînên xwe jî dinivîsandin). Belgeyên arşîvan û çapemenîya wê demê destûrê dide me wê dîdemê bi gelek hûrgilîyên giring va bidine dewlemendkirin.

Baylozê Brîtanîyayê li Îranê di salên 1936-1946an da R. Bûllard bi bawerî dinivîsî, ku “kurdên Îraqê serdestîyên wisa sitendin, ku li Tirkîyê tu caran ne sitendine“ – wek bikaranîna zimanê kurdî li her deran, herwiha di dibistanan da jî, otonomîya kûltûrî û h.w.d.; xên ji wê, zabitên kurd serokatî li eşîretan dikirin[9]. Rastîyê jî, serokatîya Brîtanîyayê hewil dida li Îraqa bin bandûra xwe di pirsa kurdan da sîyaseta aqilane derbaz bike, tevî pêwendîyên kurdan yên civakî ne dibû û hinek mafên sade dida wan û bi her awahî hewil dida pêwendîyên xwe bi serokatîya kurdan ra xweş bike. Ev sîyaseta, ku bingehê wê “perçe bike, ku bikî bin hukumê xwe“ bû, ji bo wê bû, ku nasyonalîzma kurdan derxe himberî nasyonalîzma ereban, ku wan deman ji bo Îngilîs ji ya kurdan xetertir bû. Di encamê da kurdên Îraqê himberî kurdên Tirkîyê û Îranê di rewşa çêtir da bûn.

Ew nayê wê maneyê, ku kurdên Îraqê testîqkirina hukumdarîya Brîtanîyayê li ser Kurdistana Başûr bi dil û can qebûl kirin. Ew yek zêde bi dilê çend nûnerên serokatîya derebegîyê-eşîrtîyê bû (wek Babekir axa, seyid Taha), ew jî piranî ji bo bawerîyên xwe yên dijî tirkan. Wek ku îdî di nivîsan da hatîye destnîşankirin[10], ji destpêka dagîrkirina Îngilîs ji alîyê Îngilîs da piranîya kurdan derketin dijî wî cûrê bindestîya nû. Ew herwiha di dema aramkirina hukumdarîya Brîtanîyayê li welêt jî wisa bû.

Dijwarîya rewşa li Kurdistana Îraqê di wê yekê da bû, ku ne tenê Brîtanîya dagîrkar dijî kurdan bû, lê herwiha desthilata ereban jî, ku her diçû zêde dibû, û îngilîs carna destkeftîyên xwe bi wan ra parvedikirin. Qiralîyet û pareke êlîta serkarîkir (Nûrî Sehîd û K) di dema hukumdarîya Brîtanîyayê ya 40 salan li ser Îraqê da xwe li sîyaseta Îngilîs girtibûn. Bi wê ra tevayî li welêt şert hatibûn sazkirinê bona bilindbûna nasyonalîzma ereban, ku her diçû zêde bi desthilatdarîya Brîtanîyayê û xulamokên wan yên ereb ra dikete nava dijberîyê. Firsend û nîşanên pêşin peyda bûn bona nêzîkîhevbûna ereban û kurdan li ser bingehê dijî împêrîyalîzmê, lê şovînîzma ereban, ku ji alîyê îngilîsan da dihate pînckirinê, li ser wê rê dibû asteng û nasyonalîstên kurdan jî di hindava vê yekê da rêaksyon nîşan didan. Eger em behsa Sûrîyê bikin, li wir desthilata ereban hema bêje tunebû, lema jî dijberên kurdan her tenê dagîrkarên Fransîyayê bûn, lê ereb di şerê dijî fransizan da hevkarên kurdan bûn.

Serokatîya Brîtanîyayê li Rohilata Erebîyê herdem jî hewil daye sîyasetmedarên ereb yên di hindava wan da loyal bi kar bîne bona ew tesîr li ser kurdan bikin. Birayê biçûk yê qiral Feyselê 1ê mîr Zeyd hela di meha çirîya paşin sala 1922an da bi taybetî vexwandine Îraqê, ew li Mûsilê bi cî kirin û sipartine wî, ku her tiştî bike bona kurd mêla Brîtanîya Mezin bigirin. Ew gerekê leşkerên ereb amade bikira bona opêrasyonên li roava û bakurê Mûsilê û derkete dijî leşkerên ordîya tirkan û desteyên kurdan, ku derbazî alîyê wan bûbûn. Wek herdem, îngilîsan hewil dida bi destî xelkê karê xwe bimeşîne û di wî karî da ereb, aşûrî û kurd bi kar dianîn (Şêx Taha û yên din). Hema alaya siyarîyan ya Îraqê û aşûrîyên “lêvî“ di tîrmeha sala 1924an Şêx Mehmûd Barzincî ji Suleymanîyê dane derxistin. Lê Şêx Mehmûd jî bi opozîsyona ereban ra ziman dît, ku derdikete dijî peymana Îraqê bi Îngilîs ra, ku di hezîrana sala 1924an bi dijwarîyeke mezin ew li parlamêntoya Îraqê dabû qebûlkirin[11]. Ew hêz da Şêxê kurdan berxwedana xwe ya dijî desthiltdarîya Brîtanîyayê berdewam bike, lê Suleymanî îdî ji dest çûbû[12].

Wek ku wê paşê xuya bibe, ji îngilîsan ra ne wî çaxî, ne jî paşê li hev ne hat zora berxwedana kurdan li Îraqê bibin. Lê ewana hinekî gihîştine armanca xwe: di dema bi aktîvî guftûgokirina pirsa Mûsilê li erafê navnetewî (piranî li Koma Miletan) ne kurd, ne jî ereb nebûne asteng, ku Mûsil bikeve bin hukumê Îraqa di bin bandûra Brîtanîyayê da. Haya kurdên Îraqê baş ji wê yekê hebû, ka çi hate serê birayên wan yên li Tirkîyê û ji ber wê jî bi tu awahî ne dixwestin bikevine bin bandûra tirkan. Ereb û miletên kêmjimar (wek aşûrî û yên din) yên Îraqa Bakur jî ne bi çavê dostanîyê li Tirkîyê mêze dikirin û di vî karî da cesûsîya Brîtanîyayê jî rola xwe lîst. Di encamê da pirsgirêkeke hundurîn ya wî çaxî hate çareserkirin, ku di wan deman da ber desthilata dagîrkar sekinîbû, ango, rê li ber wê piştgirîyê hatibû birînê, ku binecîyên cî dikaribûn bidana Tirkîyê.

Desthilata Brîtanîyayê xetera sereke ya ji bo bakurê Îraqê, ku ji alîyê tirkan û hinek kurdên Îraqê yên terefdarên wan dihat, da hilanînê, lê ne wî çaxî, ne jî paşê nikaribû aramîya tam bîne herêmê; ewana hertim bi tirs bûn, ku dikare biqewime tevgera partîzanîyê ya berfireh careke din destpê bibe (paşê ew yek qewimî), lê serîhildanên biçûk herdem dibûn. Ji bo nimûne, di meha çirîya paşin sala 1924an da li der û dorên Suleymanîyê dîsa nerehet bû, ji ber ku Şêx Mehmûd hêza xwe xurttir kiribû: îdî kurdên Caf û Hewreman jî gihîştibûne wî, gef dixwerin û hewil dan êrîşî li ser Mûsilê bikin; lê ew êrîş bi destî balafiran dane sekinandin. Di van serîhildanan da “destê tirkan“ xuya dibû. Agîytasyona dijî tirkan di nav kurdên, ku li Bexdayê û Bêyrûtê diman, xurttir dibû.

Mehmûd Barzincî tu kompromîs qebûl ne dikir. Ewî berî şerê giran yê ji bo Suleymanîyê, gorî malûmatîyên netestîqkirî, heta şerê man-nemanê jî îlan kir û wek bahane pevçûnên bi aşûrîyan ra bi kar anî. Di payîza sala 1924an da li çiyayên dora Suleymanîyê desteyên Şêx Mehmûd şerê bi leşkerên hukumetê ra berdewam dikir û leşkerên kurdan di dema wî şerî da çend caran ketine bajêr. Zivistanê şer hinekî betilî, bona bi teqileke nû va destpê bibe. Deshilat ew rewşa aram bi kar anî û got, ku ew bi ser ketîye. Heta mêdalyaya bi navê “Kurdistan“ hatibû çêkirin, pesinê “mêrxasîyên“ qumandarê Hêzên Brîtanîyayê yên Leşkerî-Hewayî marşal C. M. Salmons didan, ku gundên kurdan bombebaran dikir[13].

Ji buhara sala 1925an Şêx Mehmûd dîsa serî hilda. Ew li rex Helebçê êrîş bire ser desteya “lêvî“. Kurd tenê wî çaxî ji hev bela bûn, dema bi balafiran êrîş birine ser wan, lê paşê dijî leşkerên hukumetê, ku balafirên Brîtanîyayê piştgirîya wan dikir, li der û dorên Suleymanîyê dest bi şerê partîzanîyê kirin. Nûrî Sehîd, ku wan deman serekqumandarê ordîya Îraqê bû, bi xwe çû cîyê şer lê diqewimî[14].

Li der û dorên Suleymanîyê (li rex gundê Çoartayê) şerekî giran diçû. Dawî kurd, ku ji ber derbên dijmin nikaribûn ber xwe bidana, mecbûr bûn xwe li riya revê bigirin û berxwedanê ser demekê bidine sekinandin, xwesma piştî wê yekê, gava eşîreta Pişder ji nav refên serhildanê derket. Şêx Mehmûd bi xwe li çiyayên Îrana cînar xwe veşart[15].

Serokatîya Brîtanîya dagîrkar ji holê rakirina ocaxa berxwedanê ya li Suleymanîyê bi dilbaristanî qebûl kir (wek ku paşê derkete holê, ew ji wextê zûtir şa bû). Kovara desthilata Brîtanîyayê ”Nir Ist and India” nivîsî, ku di hindava paşeroja problêma kurdan li Îraqê ”bingehên bona optîmîzmê” hene. Kovar dema behsa keda peymana Îngilîs-Îraqê di çareserkirina wê problêmê da dike, dinivîse, ku hukumeta ereban li Îraqê bi alîkarîya Brîtanîyayê amade ye ”erkên xwe di hindava kurdan da” pêk bîne. Ewê hemû serdestîyan bistînin. ”Ew fikira, ku firsenda bidestxistina otonomîya kurdan heye – eva yeka tirs kiribû dilê Enqereyê – ne nêzîkî aqilan e”. Îngilîs hewil nade li Îraqê Kurdistana serbixwe damezirîne,- kovar dinivîsî,- lê ”hinek kurdên dewleta Îraqê”, herwiha kurdên di nav ordîyê da û karmendên dewletê di wî karî da welatparêzîyê dîyar dikin[16]. 

Riataza

[1] A. Toybnî dema rewşa li Kurdistana Îraqê ya piştî sala 1921ê azirû dikir, nivîsî, ku li wilayeta Mûsilê hîsên kurdan yên millî piranî dijî ”tirkan, ereban, îngilîsan û biyanîyên din bû”. Xên ji kurdên Konstantînopolê an jî Roavayê, ku ji miletê xwe hatibûne birînê, li vira nîşanên ”hevgirtina kurdan ya di hêla miletîyê da heta di sînorên wilayeta Mûsilê da jî hindik bû, lê ji wê jî hindiktir – ew daxwaza ku wê hevgirtinê bi cûrê sîyasî dîyar bikin bû. ”Asoya sîyasî” ya kurdan bi nelihevkirinên di navbera derebegan û eşîretan da hatibû sînorkirin (Toynbee A. J. The Islamic World, rûpel 479-480).

[2] The Letters of Gertrude Bell. Vol. II., 1927, rûpel 549; Longrigg St. H. Iraq, 1900 to 1950. A Political, Sosial and Economic History. L., 1953, rûpel 152.

[3] Sluglett P. Britain in Iraq. 1914-1932. L., 1976, rûpel 117.

[4] The Letters of Gertrude Bell. Vol. II, rûpel 620-621, 626.

[5] Ji bo hûrgilîayn binihêre: Matvêêv K. P. (Bar-Mattay), Mar-Yûhanna Î. Î. Pirsa aşûrîyan, rûpel 98-99; Matvêêv K. P. Aşûrî û problêma aşûrîyan, rûpel 120-122.

[6] The Letters of Gertrude Bell. Vol. II, rûpel 550, 556, 559.

[7] Edmonds C. J. Kurds, Turks and Arabs. Politics, Travel and Research in North-Eastern Iraq. 1919-1925. L., 1927, rûpel 383-384.

[8] Dîsa li wir, rûpel 398, 422-423, 428-429.

[9] Bullard R. Britain and the Middle East. From the Earliest Times to 1950. L., 1956, rûpel 109.

[10] Binhêre: Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsgirêka kurdan, rûpel 188-215; Mihoyî Ş. X. Pirsa kurdan ya miletîyê li Îraqê di dema here nû da. M., 1991, rûpel 30-31.

[11] Fêdçênko A. F. Îraq di şerê bona rizgarbûnê da. M., 1970, rûpel 30-31.

[12] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 253, belge 294. Têlêgrama komîsarê sereke li Îraqê ji bo wezîrê kolonîyayan, hejmar 129, 14.07.1924; dexle 300. Hesabdayîna komîsarê sereke derheqa pêşketina Îraqê di salên 1920-1925an da. Wezîreta kolonîyayan, tebax 1926, belge 19-20, 26-27; NE. Hejmar 692, 14.08.1924, rûpel 165.

Kampanîyake propagandîstîyê ya berfireh ji bo wê yekê hate derbazkirin, ku qiral Feysal 1 bi rêberîya komîsarê sereke yê Brîtanîyayê H. Dobbs di çirîya paşin sala 1923an da çû Mûsilê. Di dema seredanê qiral çû qezayên kurdan, li wir pesinê serekên kurdan da (OM. 1923, hejmar 11, rûpel 431-432). Eger em behsa Şêx Mehmûd bikin, piştî raqetandina wî ji Suleymanîyê di tîrmeha sala 1924an da, ew, wek ku hate gotinê, hewil da li çiyayên Hewremanê, li ser sînorê Farizistanê serhildanê tevrake û bi wê armancê bi tirkan ra, ku Rewandûz ser demekê kiribûne bin destê xwe, kete nava pêwendîyan, lê tevgera ku ewî serokatî lê dikir, ji berê va sist bû û şerekî giran neqewimî (OM. 1924, hejmar 8, rûpel 503; The Times. 23.07.1924).

[13] AVNE. Hejmar 692, 14.08.1924, rûpel 165; hejmar 700, 09.10.1924, rûpel 373; hejmar 702, 23.10.1924, rûpel 425; hejmar 703, 705, 707, November 1924, rûpel 443, 503.

[14] Dîsa li wir, hejmar 737, 25.06.1925, rûpel 670. Di vê hejmara kovarê da nivîsek heye bi sernavê ”Suleymanîye”, li wir warên stratêgîk yên bajêr hatine destnîşankirin, ku ”komûnîkasyonên di navbera Bexdayê û sînorê Tirkîyê-Îraqê” kontrol dike. Nûçegihan pesinê Şêx Mehmûd nade, wî bi nav dike wek ”merivekî xapxapok û fanatîkekî qure, rêaksyonêrekî herî xirab”, ku her tenê ji bo berjewendîyên xwe difikire, ew wekî qaçaxekî ye, derdikeve dijî ”her cûre hukumetê, dixwezî ew hukumeta Tirkîyê be, an jî ya Brîtanîyayê be”, ku li Suleymanîyê desthilata zordestîyê danîye. Qîmetdayîna wa ne obêktîv ber çavan e. Xudanê bê nav yê wê nivîsê li xwe mukur tê, ku desthilatên Brîtanîyayê û Îraqê nikarin tevgera Şêx Mehmûd bînine rayê, tam ji holê rakin. Bi gotina wî, ”gelek kes (?) ser wê bawerîyê ne, ku eger Suleymanî careke din bikeve destê Tirkîyê, ewê aramîya herêmê baştir biparêze” (dîsa li wir, rûpel 679-680).

[15] Dîsa li wir, hejmar 743, 744, 08 û 13.08.1925, rûpel 166, 190.

[16] Dîsa li wir, hejmar 771, February 1926, rûpel 227, 229.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev