Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Zembîlfiroş -2

Zembîlfiroş -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedî me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a varyantên destana Zembîlfiroş, ku di nav gel da bi kilamkî belav bûne, raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê raberî we kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 100

 

ZEMBÎLFIROŞ

 

Navê Zembîlfiroş, navê şahîne,

Kurê paşa Mexreb zemîne.

 

Zembîlfiroş zembîlan tînî,

Kolan, kolan digerînî,

Gulxatûn ji kehlê dibînî,

Ji eşqa dil dihebînî.

 

Go: -Zembîlfiroş, were li pêş,

Şekir bigir, lêvan bimêj,

Qîmetan selkan bibêj,

Ya piçûk biha bibêj,

Ya mezin bîne zêran ber bi kêş.

 

Wan horîan gazî kirin,

Zembîlfiroş li jor birin,

Derî, dergeh ser çêkirin,

Mefer, micar ji dest birin.

 

Xatûnê got:

Zembîlfiroş, nav bi şahîne,

Tu were ser texta mîr rûne,

Xerc û xeracan bistîne,

Li mîr heram be, li te helal be.

 

Zembîlfiroş got:

-Ez nayêm ser texta mîr rûnanêm,

Xerc û xeracan nastînim,

Li min herambe, li mîr helal be.

 

Xatûnê got:

-Zembîlfiroş, tu were li pêş,

Şekir bigir, lêvan bimêj,

Ji eşqa te sewda me, gêj,

Zemlo, tu were ser mesilhetê,

Şixul bike, xêra te tê.

 

Go: -Xatûnê, ez nayêm ser mesilhetê,

Tirsa min ji roja qîametê.

 

Go: -Zembîlfiroş, tu were

Qerpalê xwe ji xwe veke,

Kurk û binîş beden xweke,

Tu were li ser miselhetê.

 

Go: -Xatûnê, qerpalê min ji min çêtire,

Hema laşê min bisitire,

Axîryet ew çêtire.

 

Got: -Zembîlfiroş, min xulam heye nave Ebas,

Têde bidim destê Ebas,

Ji dest Ebas nabî xilas,

Tu were li ser miselhetê.

 

Go: -Xatûnê, ji dirana tê bêna bixur,

Ji mizgefta tê bêna kizûr,

Heqas dînê min ji dînê te dûr.

 

Go: -Zembîl, min çelek heye çil gaz temam,

Têde bavêjim binê çelê,

Tu ji wî çelî nabî xilas.

 

Go: -Xatûnê, çela tu dibêjî, çil gaz temam,

Ez çil sala têda bimam,

Tu bivî şerbet, nav tasa can,

Heker vexum, li min heram.

 

Go: -Zembîlfiroş, tu were ser miselhetê,

Tu bike sefeyatê, hêj dûre ji roja qîyametê.

 

Go: -Wî herameto, wî herameto,

Tu bes bike vî qiseto,

Te ez birim helaketo.

 

Go: -Zembîlfiroş, şixul bike xêra te tê,

Zembîlfiroş te çi hewal?

Hingî tu dikarî zêran bidime te, tu bive mal.

 

Go: -Xatûna gerden bi mor,

Şixul nabe kotek û zor,

Molet bide heta hingor,

Xwedê qedere li jor.

Ew xatûna sîng bi sinî,

Ew xeber xêr-xêr kenî.

 

Zembîlfiroş rabû li jor,

Kir hêceta mêjina jor,

Zembîlfiroş mesîn dixwest,

Xatûn bezî, mesîn da dest.

 

Go: -Wey, çi keleke asî hesarî,

Cih tune xwe bavêjme xare,

Kerî li xwe tê bikime hezare.

 

Xatûnê, ew xatûna kok û kubar,

Ji pencerê fikirîye xar,

Çi ku Zembîlfiroş çûye xar,

Mûyek ji wî ne bûye zirar.

 

Go: -Wî xwedê, tobe, stefar,

Ez ber te bûme şermedar.

 

Jina Zembîlfiroş sê roj

Zembîlfiroş mijûl bûye, neçûye mal,

Zarê wî birçî mane li mal.

Jina Zembîlfiroş herî anî kotlik çêkirî,

Zarê xwe pê mijûl kirî,

Jinê cînar çû li wî agirî,

Çi dibînin, kotlik di kelişta tendûrê.

 

Zembîlfiroş çûye li mal,

Jina Zembîlfiroş go: Te çi hewal?

Go: -Jinê, herçî zaringê min bê şîvkirî,

Min wî spara xwedê kirî.

Jina Zembîlfiroş got:

-Tu çima dînî,

Stîyê kelê te dixapînî,

Te ji cinetê di derînî.

 

Go: -Herê jinê, herê jinê,

Tu were pişta minê,

Te bigerînim dora dinê,

Ez te nadim malê dinê.

Dema jina wî xatûn bire,

Kire xidama xwe.

 

Go, jina Zembîlfiroş, tu li ha be,

Kire gazî leqemçî anî,

Leqem çêkir, bir nav xanîyê,

Zembîlfiroş, go, jina Zembîlfiroş, îşev li ha be.

 

Xanim rabû cilê xwe deranî, ya Zembîlfiroş wergirt, kete leqemêda, çû xanîyê Zembîlfiroş.

Çû nivîna Zembîlfiroş.

Pincana bilazûka xwe bîr kiribû, dema destê xwe avît Zembîlfiroş, himbêz bikir.

Zembîlfiroş destê xwe avît, bazinê wê hate destê wî, go: -Wey, jina min, bazin tune, go ev xanime.

Rabû ji mal revî, çû, çû li darekî çinar (mezin) go:

Ya çinar, tu min veşêrî; nav kun bû, tu bike min çar, çinar hate hev.

Xanim çû dor, medorê darê gerya, nedît.

 

Sala 1933a meha çirya paşinda ji alîyê Înstîtûta tarîxa kûltûrê bi serkarîya prof. K. M. Ohancanyan û bi hevalbendîya Ş. Kûjîkyan, A. Xanalanyan û kitêbhazirkirî êkspêdîsîa folklorê hate teşkîlkirinê. Di wî wextîda li Aştarakêda eva şaxa hate nivîsarê.

Eva şaxa ehelîyê wêderê-Manûk Harûtyûnyan gotîye, Manûkî nexwendîye, gelek gilî-gotinê cimaetê zane.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev