Du helbestên dilnazik ji nivîskara malpera me

Du helbestên dilnazik ji nivîskara malpera me

Xaylaza Reşîd

 

BO MIN HUBA TE MELHEM E

Ez xemgîn im, dil birîn im
Ez çevê xwe digerînim
Ez delalê xwe nabînim
Hêsira hûr hûr dibarînim…

Çi dinyake derewîn e
Çeplê xwe min dihejîne
Destêm delal diqetîne
Hinavê min dişewitîne.

Dîsa were, were delal
Bo min bibe belgî, berpal
Li hinavêm tê nal e nal
Rojêm diçin qest û betal.

Were lolo benda te me
Dilê min neke kul û xem e
Hêvîya te me heya heme
Bo min huba te melhem e.

 

TU KÊ YÎ, KÊ?…

Tu kê yî, kê
Ka bêje min
Direvînî tu xewa min
Û dikevî tu kirê min
Dikevî nav xeyalê min
Tu kê yî, kê?…

Tu kê yî, kê
Ka bêje min
Ne tu bav î, ne bira yî
Yekî xerîb qerexde yî
Lê şev û roj ber çeva yî
Tu kê yî, kê?…

Tu kê yî kê?
Ka bêje min
Min lal dikî zar û ziman
Ji te direvim erşê esman
Min distînî her xweş deman
Tu kê yî, kê?…

Tu kê yî kê?
Ka bêje min
Ez carna te bawer nakim
Hew dikarim te ji bîrkim
Çi xwelîkê li serê xwekim
Tu kê yî, kê?…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev