Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şerê Osmanî-Safevî û pêşketina edebiyata kurdî

Şerê Osmanî-Safevî û pêşketina edebiyata kurdî

Welat Agirî

Dema qala edebiyata kurdî dibe, bêguman di serî de, herçiqas kêmasiya malûmatan hebe jî, Elî Herîrî ciyê xwe digire. Gelek zanayar û dîroknasên kurd û yên biyanî destpêka nivîskariya Elî Herîrî wek destpêka edebiyata kurdî dipejirînin. Lêbelê mesele ew e, ku derbarî salên jiyana Herîrî de tarîxeke hevpar nehatiye dîtin. Yên mînanî Qanatê Kurdo, Cîgerxwîn, M. Zekî Beg û Elaeddîn Seccadî dibêjin ku ev şaîrê kurd, Elî Herîrî, di navbera salên 1009-1077an de jiyaye. Ebdulreqîb Yusiv jî vê tarîxa temenê Herîrî qebûl nake û weha dibêje: Ez dibêjim ku Elî Herîrî di çerxa 16ê mîladî de jiyaye eger hinek temenê wî ketibe nav çerxa 17an jî. Ne dûr e ku bi temene xwe ji Melaye Cizîrî mezintir be, her çiqas ku Mela jî hinek jiyana xwe di çerxa 16ê mîladî de borandiye. Her wiha Eli Herîrî, ji Feqiyê Teyran jî mezintir bûye. Em dikarin bêjin ku Elî Herîrî, wek bav û kur ji Mela û ji Feqî mezintir bûye. Ji ber ku Şex Ehmedê kurê Herîrî di sala 1638an de miriye, lê Mela di 1622an de û Feqî di sala 1632 de sax bûne. Dema em van hemûyan bigrin ber çav, em dikarîn bigihîjin wê qenaeta han, ku kurê Eli Herîrî li gora temenê xwe wek Mela û Feqî bûye. Ne dûr e di navbera mirina Elî Herîrî û ji dayîkbûna Ehmede Xanî de li dora 50 sal hebe. Diyar e ku Elî Herîrî pêşiya Mele Ehmedê Cizîrî helbest daniye û nave wî bi helbest gotinê belav bûye.

Heke agahiya yekem, yanî eger Elî Herîrî di sedsala 11an de jiyabe, di navbera şairê kurda ê yekemîn û duyemîn de pêncsed sal ferq heye. Şairê kurda (bi zarava kurmancî) ê duyemîn kî ye?

Melayê Cizîrî ye û Malê Cizîrî di navbera salên 1570-1640an de jiyane. Em çawa zanin ka şairê duyem Melê Cizîrî ye?

Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de van şair û nivîskarên kurd tîne ziman û beriya Xanî jî tu kesî behsa wan nekiriye:

 

“Binave ruha Melê Cizîrî

Pe hey bikira Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqîhê Teyran

Hetta bi ebed bimaya heyran.”

 

Li gor van agahiyan pirsa me ew e, ku sedem çi bûn ka di nava pêncsed salî de kesî berhemeke nivîskî diyariyê kurda û zimanê kurdî nekir?

Niha em pirsa xwe a yekem li vir dihêlin û berê xwe didin tarîxa duyemîn. Vê care jî heke em bi gorî gotina mamoste Ebdulreqîb Yusiv bimeşin, dê were dîtin ku sedsalên 16 û 17mîn sedsalên zêrîn in ji bo edebiyata kurda. Çima qirnên zêrîn in?

Anegorî van agahiyan, van sedsalan di nav xwe de şairên wek Elî Herîrî, Melê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî hewandine. Bi van malûmatan dixwazim pirsa xwe ya duyem bipirsim;

Gelo ka sedem çi bûn, ku heya sedsala 16mîn kesî dîwan û pirtûkeke kurmancî nenivisî, bi destpêka vê sedsalê ve çi hat guhertîn, çi qewimî ku feylesofên wek Herîrî, Cizîrî, Teyran, Xanî, Bateyî dan pey hev?

Bersîv hêsan e: “1514 û 1639”. Yanî Herba Çaldiranê û Peymana Qesra Şîrîn e.

Erê, van herdu tarîxa him li ser hişyarbûna kurda û him jî li ser destpêkirina edebiyata kurda a nivîskî tesîreke gelek pozîtîf û erênî hîştine.

Heke ji bo jiyana Herîrî tarîxa yekem yanî sedsala 11an rast be ku di wê sedsalê de Merwanî serdest bûn, em dikarin bêjin hebûna dewletekê û serdestiya kurda bandoreke baş li ser edebiyatê hîşt ku şair û zanyarekî wek Elî Herîrî mohra xwe li qirnê xist. Bi têkçûn û rûxandina Merwaniyan ve, yekitiya di navbera kurdan de jî ji holê rabû û em dikarin bêjin bona edebiyata kurda jî dema kerrbûn û korbûnê dest pê kir.

Bi windakirina yekitiyê re, di civata kurda de jiyaneke perakende dest pê kir û di wê rewşê de meriv nikare behsa ber û semera edebiyatê bike. Wisa xuyaye ku ew dema kerr û korbûnê heya mucadela navbera Yavuz Selîm û Şah Ebbas didome. Dibe ku ji wê tarîxê şûnda kurda rengê rastîn ê jiyanê dîtibe.

Şerê Çaldiranê, di navbera Tirk û Faris çêdibe û dibe sedema yekgirtina mîrekiyên kurda. Mîr Şerefxanê Bedlîsi yê ku Şerefname di sala 1639an de nivîsiye, ji bo yekîtiya Kurdan, di nav mîren Kurdistanê de geriyaye. Armanca wî ew bûye ku yekîtiyek federal damezrîne û Cizîrê bike paytext. Vê hevgirtina kurda tesîrê li ser bîr û baweriya kurda ya netewî û herweha li ser zana û nivîskarên kurda jî dihêle. Îcar zanayên kurd, bi zimane Kurdî, zaravê Kurmancî helbest datînin û dinivîsin. Lêbele ciyê Mukriyan, Sînê û Şarezor weha nabe. Çimkî bêhtir di bin deste îraniyan de bûn û di nava wan de yekitî tune bû. Mamoste Ebdulreqîb Yusiv weha dibêje:

“Dibejin ku berî kurdiya zaravê Soranî bi kurdiya zaravê Hewremanî helbest hatiye nivîsandin, lê tiştekî wiha heta niha bi dest neketiye”.

Dîsa, heke Elî Herîrî di çerxa 16mîn de jiyabe jî heman encam derdikeve meydanê. Vê carê em ê bêjin ku ji beriya zayîna Îsa Mesîh bigire an jî ji destpêkirina Îslamiyetê bigire heya sedsala şanzda ne navê şair û zaneyekî bi nav û deng hatiye bihîstin, ne jî berhemek hatiye dîtin. Şerê Çaldiranê û Peymana Qesra Şîrîn bûye sedema dem û dewraneke nû ku feylesofên bêhêmpa diyariyê kurda kiriye.

Nizanim ji xenjî van tarîxan, 1514 û 1639, hin faktorên din jî hebûn ku bûn sedema derketina nemirên wek Cizîrî, Teyran û Xanî, Bateyî û yên din. Dibe ku ev mijar pêşerojê de bêtir were vekolandin û zelalkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev