Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -10

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -10

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 28an a kovara Ronahî da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Nêçîra Berazan

Em di rê ên bi devî û bi kelem re diçûn; di gelek newalên kûr, di pir zinarên bilind, di hevraz û hevjêrên dûr û dirêj re derbas dibûn… Ez û du hevalên xwe bûn. Sehên me bi me re, tifingên me li milê me, rextên me li pişta me bûn. Destên me bi lepik, lingên me bi goreyên rîsînî û bi pêlavên xurt nixumî, bedena me bi çekên tekûz girêdayî bû. Zivistan û çele bû. Em diçûn çayê Mancêlê, nêçîra berazan.

Ev ne cara pêşîn bû; gelek carê din em bû bûn rêwiyên vê reyê. Nêçîra berazan, ji me re bû bû mereq û serguzeştek… me, ji vê serguzeştê heweseke derûnî distend.

Bi roj em dimeşiyan, bi şev jî em di şikeftan de diman. Piştî sê rojan, me nêzîkî li armanca xwe kiri bû… ber bi êvarê bû… dinya pir sar bû… em gelek westiya bûn… lê me nêzîkî li şikefta ”Govê” kiri bû… gava em bigihîştina şikeftê me zû ji xwe re agirek dadaya, xwe germ û rehet bikira…

Em gihiştin ber şikeftê. Lê mixabin şikeft, ji bextê me re, hilweşiya bû. Diwî ciyî de tu şikeftê din tu ne bûn… Em nikarîbûn bi şûn de jî vegerin; di şevreşê de, di wan rêlên bi kevir-kuç de bi rêveçûn ne mimkîn bû… tebayên kûvî û derende jî bê hed gelek bûn. Çar ne çar… me xwe da ber latekê; cî pir teng bû, têra hewîna me û sehên me ne dikir. Bi dişwarî me xwe bi cî kir û me agirek dada.

Piştî şîvê bayekî reş dest pê kir… peşkên baranê hatin… herke çû ba bêtir, baran zêdetir bû. Agirê me vedimirî, canê me şil dibû… em, ji serma diqefilîn. Sehên me jî diricifîn, teriyên xwe dikirin nav lingên xwe, berên xwe ber jor ve dikirin û kûr, kûr dizûriyan. Xuya bû, înzara encameke xerab didan me.

Herke çû, şev, reş û tarî, ba û baran bêtir dibû. Tenê gava birûskan vedidan, me kanî bû ber xwe bidîta… Em ditirsiyan ku tebayên kûvî bi ser me de bigirin û me şerpeze bikin.

Nîvê şevê ba kem bû, baran sekinî… ewrên reş perçe perçe belav dibûn… li cî ciyan histêrkan xuya dikirin… xwîn û taqet li me vedigeriya. Lê qederek derbas ne bû, li şûna ewrên reş, ewrên spî û bilind çêbûn; bê guman ewrên berfê bûn.

Bi destê sibê re lepe-lepe berf hate xwar, dinya ronî dibû; me kanî bû ber xwe bidîta… Me xwest ko em, bêlan ”merhele” kê bi şûn da vegerin, û berî felaketekê em xwe bigihînin şikeftekê. Em li rabûnê bûn, keriyek beraz li me der bûn… ew berazên ko berê quncik-quncik ji ber me direviyan, vêcar har bû bûn û xwe dirêjî me dikirin.

Me, her sê hevalan piştên xwe dan hev û me berê tifingê xwe bi wan ve kirin. Sehên me jî ji me re dibûn sîper; mîna pilingan dajotin ser wan. Cengek mezin û no di nav me de çêbû… berikê me diqediya, lê hejmarê berazan, çiqas dihatin kuştin jî, bêtir dibûn; kerî, kerî dihatin gazî û hewara hevalên xwe. Berf pêde dibariya… bager û pûkek ecêb çêbû bû, nîva ne tenê beraz, ji her çêşîdî kûviyên derende xuya dikirin… Wan jî bi çavekî birçî, dirêjî me û sehên me dikirin. Êdî, berikên me qediyan. Vêcar, me singuyên xwe bi ser tifingê xwe ve kirin.

Qederekî bi dest-lepê jî me li ber xwe da. Paş vê tabê taqet di me ne ma; em her yek li ciyê xwe ketin. Berê her sê kûçikê me hatin kuştin… Kûviyan cendekê wan bi erdê re dikişan û dibirin. Ez keti bûm kortalekê… berf li ser min tije bû bû… ji ber çavên kûviyan wenda bû bûm. Her ko diçû berf li ser min bêtir, barê min girantir dibû; min nikarî bû xwe tev bilivanda. Lê vêcar min ne sar bû; mîna di nav kurkekî de bim, canê min germ dibû… bîna min diçikiya… di nav kefenekî spî û tebiî de. Hêdî- hêdî dimirim… hêvî û çara xelasê ne ma bû. Gava meriv li ber candayînê be, hemî serhatin û serencamê meriv mîna şirîtên sînemayê li ber çavên meriv derbas dibin. Di wî halî de gelek tişt dihatin bîra min… mafir ev dengê ahengdar ku berî bîst û çend salan gava ez biçûk bûm, min tim dibihîst; ”Elahî heq… Mewlayî heq… Rizayî heq… ”.

Ev dengê derwêşekî cil-kesk bû; hersal, du-sê caran, û her carê ji nişkave xuya dikir. Bejn- dirêj, esmer, rî- sor bû… cibê wî kesk, kum û xavika wî kesk bû… tizbiyek kesk û balagir di hustiyê wî, keşkûlek ji gwîzê hindê li milê wî, çilakekî dirêj û ser-hesin di destê wî de bû… kûçe, kûçe digeriya û bi dengê xwe ê ahengdar ban dikir: ”Elahi heq… Mewlayî heq… Rizayî heq… ” Her kesî, jê re zarokên xwe dianî… wî jî, destê xwe î pîrozî di ser serê wan re digerand… Mala her kesî mala wî bû; li her cî kanî bû raketa, li her cî kanî bû bixwara. Pîra min bi xwe pir xatirê wî dizanî bû; pere û xwarin ji wî dirîx ne dikir. Wî jî, destê xwe li ser serê min digerand, bi dizî tiştek dixwend û pif dikir dora min.

Gelekan, ji wî re, digotin:

(Xalê Xizir e… ji nişkave xuya û ji nişkave wenda dibe… di rojekê de kane dinê hemî bigere…)

* * *

Di bin tebeqeyên berfê de, hilma min diçikiya, xwêdaneke germ ji laşê min biderdiket. Hingî bîrê wisan dihatin heşê min û berge ”menzere” yên welê dihatin ber çavên min.

Ez, di nav muhîtekî dîndar de, xwedî û mezin bû bûm, baweriya min hebû ku ew derwêşê cil-kesk, ew Xocê Xizir bê îmdada min, û min ji mirinê xelas bike… ew derwêşê xwedî keramet û xwedî mûcîze ku di rojekê de kanî bû li dinê gişî bigere, kanî bû di wê tengayiyê de bê hewara mirîdê xwe î kevin.

Ez di vê hêwiyê de bûm, dengek ji hatif hate guhê min, digot:

”Metirse, ez hatim”, min li jor nêrî; tebeqên berfê ji dîtina min re manî ne dibûn… min dî, ji jor ve murxekî gir, guş, guş difire û ber bi min da dikeve… paşê li ber min venişt.

Min, bi hêviya Xocê Xizir dilê xwe vejandi bû; min digot qey derwêşê min î cil kesk û keşkûl bi dest e… mixabin murxekî per dirêj, sîng bi purt û ser girover û ser mezin bû…

Hingî hêviya min şikest; bê guman ev murxekî berate ”cenaze” yan bû… berî ez bimirim, bîna min hilaniye û hatiye cendekê min bixwe. Lê murxê gewre, murxê pirheybet ne ji wan murxên beratan bû; pencê xwe î polayî, bi dilovanî, li ser serê min gerand û ez avêtim ser basikê xwe î hesinî û ez ber bi ezmanan firandim. Êdî tirsa min ji mirinê ne ma bû; bi çavekî jîndar û bi dilekî azad min li dinê dinêrî…

* * *

Gava min çavê xwe vekir, min xwe li ser basikê tu murxan ne dît. Ez, li mala xwe, di nav nivîna xwe de bûm. Tixtorekî cil spî serê min bilind dikir û bi kevçîkî derman bera qirika min dida… li rast û çep du sê merivê min bi tirs li min dinêrîn… hêsir ji çavê wan diherikîn.

Tixtor dikeniya û digot :

– Êdî, metirsin… nexweşê me kefen çirand…

Heşê min hêdî, hêdî dihat serê min… ez ji bîst rojî de nexweş bûm… nexweşiya min tîfoseke giran û bê eman bû…

 

*Nêçîra Berazan, di rojnameya Roja Nû, hejmar/48/, sal: 1944an de jî hati bû belev kirin.

*Ronahî, Hejmar: 28, sal: 1945. Rûpel: 5, 6, 7.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Imm, ê rind ku, Xizir hatîye bîra nêçîrvan..

    Divê nêçîr, di jîyana merîyan da dûr be.. Ji berku merî nikare bi kêfa xa zîyanê bide cîn..
    Erê, merî çer nikare bi kêfa xa zîyanê bide, merîyan, wusa jî nikare bide ajalan/heywanan jî..

    Erê, ez dibêm ji ber vê sedemê jî li dewera Dêsimê gelik ajal jî wekî Pîrozî hatine nirxandin û sirûşt jî hatîye parastin..hwd.

Şirovekirin hatine girtin.