Radîoya Yerêvanê naha kuştî ye, lê ne çelkirî ye

Radîoya Yerêvanê naha kuştî ye, lê ne çelkirî ye

Helwesta dilêş ya hunermenda me a binavûdeng

Belê, pêwîst nake em carek din vegerin ser rola bêhempa ya radîoya Yêrêvanê di dîroka jîyana miletê kurd da. Çi bi saya xwîdana ronakbîrên me hatîye kirin, ew serketineke me ye u kes nikare wê ji me bistîne, lê naha mesele ew e, gelo tiştekî nu li ser van karên hazir yên di dema Sovyet da da zêde bûye, yan na?

Ji wefatbuna rêvebirê berê, rehmetîyê Xelîlê Çaçan pê da, zêdeyî 30 sal derbas bûne, ka em hesaban bidin xwe, gelo di wê navberê da zêdebûnek yan jî guhartinek di radîoya kurdî da çê bûye? Ez vekirî dibêjim: Na, tiştek nehatîye kirin. Gelo ev ne malwêranî ye?

Naha hûnê bêjin hunermend û sazbend nemane, mecal tunene… Evana gişt gotinên vala ne, ew jî hene, ew jî hene, lê bedbextî ew e, ku niha xastek tune. Naxwazin serê xwe pê van karan bêşînin…

Wateya radîoyê nemaye, kes guh nade radîoyê, ji ber ku tiştek balkêş tê da tune (ji xwe çend deqe ye wextê wê, antêna/satalite a ku Kurdistan lê guhdarî dike jî çend sal piştî mirina Xelîlê Çaçan ra rakirine).

Biborin, lê rêvebirê niha encax ”kumê xwe li serê xwe digire” û tu xemê naxwe…

Ewê ha jî berdewam be, eger xûna kevin, ya di tamarên radîoyê da, neyê tezekirin, ango yekî usa radîoyê birêva bibe, ku berpirsyartiyê bi dil û can hilde ser xwe, ne ku radîoyê bike destgeha ”dayîn û sitendinê” an jî stiranên fonda radyoya kurdî bi serî xwe gelek caran bifiroşe gelek kesan…

Belê, radîo kuştî ye, lê gelo çira çelnekirî ye? Ew jî delîlê xwe heye… Bi qirara hukumeta Ermenîstanê radîoya dewletê gerekê ese bi gelek zimanan weşanan bike (farsî, erebî, tirkî, rûsî, kurdî…) û ew sîstêmatîk tên fînansekirin. Û ew fikira, ku radîoya kurdî pêwîste ji derva jî bê piştgirîkırin, ew tenê manîpulasîon e. Yê, ku dilê wî hebe tiştekî bike, wê, nenihêrî her tiştî, karê xwe bike û navekî qenc ji xwe ra bihêle.

Ev karekî cabdar û pîroz e, kîjanî gerekê merîyên xwebexş û dilsoz bi rêva bibin û berpirsyartîyê hildin ser xwe û, ya here girîng, navê radîoya kurdî, wek tiberkê berz û paqij xweykin. Yên usa nav me da pir in, tenê dimîne rê ber wan bê paqijkirin…

Aslîka Qadir: rojhilatzan, hunermand

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev